Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye

  • rojane
  • 09:03 28 Tîrmeh 2022
  • |

AMED - Xelkê Amedê bertek nîşanî Qetlîama Zaxoyê dan, qetlîamê wekî “hovîtî” pênase kirin û gotin: “Tirkiye hewl dide tevgera azadiya kurd têk bibe, lê tiştekî wiha ne mimkin e.” 

Di 17’ê Nîsanê de Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve dest bi êrişan kirin. Şerê li herêmê diqewime sê meh û nîv li pey xwe hişt. Heta niha Tirkiyeyê gelek caran çekên kimyewî li dijî herêmê bi kar anî û bi sedan dever bombebaran kiriye. Yek ji van cihan jî seyrangeha li gundê Perex ê bi ser navçeya Zaxoyê ve ye. Tirkiyeyê di 20’ê Tîrmehê de qada seyrangeha gundê Perexê topbaran kir û di encamê de yek jê pitik 9 geştiyarên ereb jiyana xwe ji dest dabûn û 23 kes jî birîndar bûbûn. 
Her çiqas Tirkiye vê qetlîamê qebûl neke jî di serî de raya giştî ya kurd û ereb û gelek welatên cîhanê qetlîam şermezar kirin û diyar kirin ku qetlîama hatiye kirin nayê qebûlkirin. 
 
Rixmê qetlîamê Zaxoyê desthilta PDK dîsa sekna xwe li hemberê Tirkiye nerm girt û bertek nişan neda , ev yek jî îttîfaka PDK-AKP-MHP dîsa nîşanê gel da. 
Xelkê Amedê têkildarî qetlîamê nêrîna xwe anî ziman û bertek nîşanî qetlîamê dan. 
 
Welatiyê bi navê Mehmet Yildirim bi lêv kir ku berpirsyariya Qetlîama Zaxoyê Tirkiye ye û wiha got: “Ew bûyera ku hat kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bêdengî qebûlkirina êrişê ye. Barzanî jî kurd e heke alikariya wan êrişan neke, dê pêk neyên. Dan û standina bêhna me jî ji Tirkiyeyê re zêde tê. Dixwazin ku em dest ji axa xwe berdin û lê ew çi jî bikin em ê dest ji kurdbûna xwe bernedin. Divê em bibin yek. Dema em bibin yek kes bi me nikare.” 
 
‘BILA MEQAMÊ MIN NEÇE LÊ BILA KURD BIÇIN’
 
Mûkrî Kandemir jî qetlîamê wek zilm û neheqiyê pênase kir û wiha axivî: “Kesên ku hatin kuştin sîvîl bûn. Her kes meseleya xwe bi kurdan dibe serî. Em vê yekê qebûl nakin. Barzanî fedî bikira hevkariya van êrişan nedikir. Armanca malbata Barzanî parastina berjwendiyên xwe ye û welatiyên sivîl dike qurbanên berjewendiyên xwe. Êrişên li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê tên kirin ji bo hilbijartinê ye. Di êrişan de xuya dibe ku Erdogan hesabê hilbijartinê dike. Ew çi jî bikin kurd naqedin, destilatdariya Erdogan xwe bi xwe dixapîne.” 
 
‘NIKARIN TEVGERA AZADIYÊ TÊK BIBIN’ 
 
Omer Fesîh Bekîroglû jî anî ziman ku nêrîna Barzanî û Tirkiyeyê wek hev in û provokasyonên tên kirin di nav hev de dikin û got: “Hewl didin ku Tevgera azadiya gelê kurd têk bibin. Lê tiştekî wiha ne mimkin e. Malbata Barzanî ji bo berjwendiyên xwe û Tirkiyeyê hin tiştan dikin. Lê kurd ji Dêrsimê heta başûr êdî neyarên xwe baş nas dikin.” 
 
‘WÊ NEXŞEYA ROJHILATA NAVÎN JI NÛ VE BÊXÊZKIRIN’ 
 
Bekîroglû da zanîn ku hişmendiya PDK li ser eşîrtiyê ye û welatparezî di hişê wê de nemaye û got: “Hişmendiya tevgera azadiyê li ser çar parçeyên Kurdistanê heye. Lê pergala PDK li ser berjwendiyên xwe ye û tenê dixwazin xwe xelas bikin. 100’emîn salvegera Lozanê ye. Nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve tê xêzkirin. 100 sal berê Kurdistan di nav faris, tirk û ereban de wek milkê wan hatiye parçekirin û nehiştine kurd bibin xwedî tiştekî. Heke kurd yekitiya xwe ava nekin dê sed salên din jî li mafên xwe bigerin. Hewce ye ku em yekitiya xwe ava bikin. Heke em ava nekin, em ê sed salên din jî bi paş ve biçin.” 
 
Ozcan Çetîn jî bi lêv kir ku gelê kurd li her deverê tê kuştin û lê tişta ku li zora wan diçe birîndarkirin jî û kuştin jî bi destê kurdan pêk tê. Çetîn anî ziman ku divê êdî desthilatdariya Barzanî jî îro êdî bêj e, ‘bes e’ û êdî ew naxwazin li ser vê axê tu kes were kuştin. 
 
‘EV QETLÎAM HOVÎTÎ YE’ 
 
Abdûrrahman Kolay jî kuştina 9 sivîlan wek “hovîtî” pênase kir û wiha axivî: “Her sal bi hezaran mirov tên kuştin. Ev kuştin me diêşînin. Dixwazin bi vê hovîtiyê tevliheviyek çekin. Armanca vê îktidarê şer e. Li aliyê din jî îro li Kurdistanê qetlîam tê kirin lê mala Barzanî denge xwe nakin û hewce ye divê bigotana, “çawa ev mirov li herêma me hatin kuştin’. Lê xemsar tevdigerin. Îro hemû cîhan li ser qetlîamê diaxive, lê malbata Barzanî bêdeng e. Şer û êriş bi hevkartiyê tê kirin.” 
 
‘EM Ê HER HEBIN’ 
 
Nevzat Kaya jî destnîşan kir ku bi qasî ku hat tespîtkirin Qetlîama Zaxoyê ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kirin û wiha got: “Dewleta Iraqê jî dibêje qetlîamê Tirkiyeyê kiriye. Her alî dibêje ku Tirkiyeyê kiriye. Tirkiye û PDK şirîkê hevin. Lewma îro PDK li dijî qetlîama tirkan bêdeng e. Dixwazin kurdan biqedînin lê bila her kes baş bizanibe em kurd wê tu carî neqedin. Em ê her hebin û berxwedan jiyan e.” 
 
 

Sernavên din

01/08/2022
14:29 Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir
14:22 Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim, nayê bîra min
14:02 Egîtîm Sen: Em biryara AYM’ê napejirînin û mafê perwerdehiya bi kurdî mafek bingehîn e
13:45 ‘Em ê li Akdenîzê destûr nedin talanê’
12:54 Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin
12:37 DFG'ê serdana Baroya Amedê kir
12:08 Doza Kobanê: Îşkenceya li Aysel Tugluk tê kirin bi dawî bikin
11:28 Qeyûmê Rêya Armûşê yê berê tevî hevjîna xwe hate îxrackirin
11:25 Serokê Cemxaneya Amedê: Êrişên li ser saziyên elewiyan me dixin nava fikaran
11:07 HDP’iyên binçavkirî sewqî edliyeyê kirin
10:53 Avras a hat berdan: Berxwedan û azadî tariyê vediguherîne ronahiyê
10:46 Di 10 pirsan de Aysel Tugluk divê çima neyê darizandin
10:05 Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra
10:01 ‘Em li dijî tecrîd, şer û dagirkeriyê tev li mitîngê bibin’
09:35 Li Liceyê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:03 Di korîdora jiyanê de bi hezaran êzidî rizgar kir: Li dijî teslîmiyetê ruhê berxwedanê derket pêş
09:03 Budçeya Amedê ji şaredariyên AKP'î re tê şandin
09:03 HDP'iyên ku beriya pêşnûmaya ji bo deynan hatin binçavkirin: Em dîl hatin girtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'YAN
31/07/2022
22:34 Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî bi dawî bû
19:53 Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar
19:27 Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin
17:03 Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin
16:22 ‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin
16:21 Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da
15:45 MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin
15:01 Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e
14:34 Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê
13:48 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:47 Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:45 Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer
13:38 HDP'ê êrişên li ser saziyên elewiyan şermezar kir
13:37 Binçavkirinan protesto kirin
12:26 Li Îranê di demên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin
12:24 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî heye
12:15 Li Denîzliyê tundiya zilam
11:55 Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne
11:43 Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin
10:44 Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin
09:04 Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin
09:02 Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan
14:17 Tatlidede bû Serokê Şaredariya Artukluyê
14:08 Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk dê du rojan çalakiyan bike
13:58 Baroyên herêmê: Divê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari pêvajoyeke bibandor a darazê bê destpêkirin
13:56 Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temel serdana ajansa me kir
13:37 Bi hinceta ‘silav û hembêzkirinê’ ceza dan siyasetmedarên jin ên li Sîncanê
13:16 Li Kocaeliyê Turnûvaya Kemal Kurkut dest pê kir
13:11 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranîn
12:32 Emîne Şenyaşar: Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye
12:22 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan
12:05 Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?
11:44 Bi ser mala endamê PM’a HDP’ê de girtin: Li erdê kaş kirin û derb kirin
11:39 Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne
11:25 Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:24 Şerm hesteke şoreşgerî ye, 'Dîwana Şermê' jî ji dilê şoreşgerekî dinuqite
09:38 Li ber mala Yildirim ê ku xwest Sayanê AKP'î îstifa bike pevçûna çekdarî
09:03 Mizgîn Can a ku malbata Uneşî xwest wê bikuje: Bi mirinê gefê li min dixwin
09:03 Ocalan: Dê feraseta ku tecrîdê rewa dike têk biçe
09:02 Amedî: Em nikarin bêhnê bistînin, pêdivî bi rêya sêyem heye
09:02 Ji Anka-Derê li dijî asîmilasyonê banga ji bo tevlibûna kursan
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
29/07/2022
23:32 Hinek Henek li dika servekirî derket pêşberî şanohezan
22:11 Tê gotin her du kesên ku ji bo wan hatibû gotin '2 PKK'yî hatin kuştin' sivîl in
20:13 TMMOB: Avahiyên li Sûrê pêşkêşî sermayeyê hatin kirin
16:08 HDP dê li Stenbolê bibêje ‘Çareserî em in’
15:58 Şahid Tanriverdî: Min siyasetmedaran nedîtiye, derbarê Kobanê de agahiyên min tune ne
14:57 Temel: Em ê li dijî polîtîkayên şer û tesfiyekirinê li ber xwe bidin
14:48 Parlamentera Elman serdana Aydenîz kir
14:41 Dê di bin navê ‘teserûfê’ de ceyrana cotkaran bibirin
13:56 Lêpirsîna derheqê serokê dadgehê yê Doza Kobanê yê berê temam bû
13:42 HDK bernameyên 'Nîqaşên Havînê' li dar dixe
13:32 4 sal in lêpirsînek bibandor nehatiye kirin
13:28 Ferît Şenyaşar: Dozger li gorî fermanên siyasî tevdigerin
13:14 AYM’ê cezayê ji ber ‘zimanê dayikê’ hatiye dayîn erê kir
13:10 Li pêşiya HDP’ê provokasyon
12:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:54 Şaredarê AKP’yî ku Meclisê civand axaftina têkildarî binçavkirinan asteng kir
11:51 Qetlîama Malbata Dedeogûllari: Delîl gelek in lê ‘edalet nîne’
11:32 Serokê Agrisporê: Savci Sayan pereyê klûbê bo xwe hilgirt
10:55 Biryara Dadgeha Bilind a derheqê Doza 10’ê Cotmehê de: DAIŞ’î dikarin bên berdan
10:35 Pismamên serokê AKP’ê yên firar piştî 54 mehan li mala xwe hatin girtin
10:14 Li Stenbolê 7 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin | HATE NÛKIRIN
10:03 Ozbey: Bi êrişên ser xwezayê re hebûna civakî hedef tê girtin