Koçer: Ev şer dê neşibe şerên din û em ê gavên mezin biavêjin

  • rojane
  • 10:14 28 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN  - Cîgirê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer diyar kir ku heke Tirkiye êrişî xaka wan bike dê tevî gel li ber xwe bidin û wiha got: “Ev şer dê neşibe şerên din û em ê di vê berxwedanê de gavên mezin biavêjin. Em pişta xwe bi tu dewletan germ nakin.” 

 
Cîgirê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer têkildarî êriş û gefên Tirkiyeyê bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Koçer, diyar kir ku Tirkiye ji bo êrişeke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketiye nava hemû hewldanên siyasî, leşkerî û dîplomatîk. 
 
Hesen Koçer diyar kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê tu caran kêm nebûne û wiha got: “Ev êrişên xwe berê ji hêla siyasî û şerê taybet dimeşand. Piştre ji hêla leşkerî bi DAIŞ, komên îslamî û OSO’yê domand. Dema ev jî bes nekirin, wê bi xwe êriş kir. Dixwaze gelê kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir bike. Dixwaze nexşeya nîşanî NY’yê dabû pêk bîne û bi kûrahiya 30 km’an dagir bike. Dixwaze bi xebatên dîplomatîk ji DYA’yê tawîzan bigire da ku mîna Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê, deverên din jî dagir bike. Heke qadên dagirkirî neyên rizgarkirin, dê Sûriye parçe bibe. Li herêmên dagirkirî demografya tê guherandin.” 
 
‘BÛYE DEWLETA TERORÊ’
 
Koçer, bal kişand ser Komkujiya Zaxoyê û ev nirxandin kir: “Divê mirov Komkujiya Zaxoyê baş fêm bike. Ev komkujiyeke jirêzê nebû. Dema heman tişt bi serê kurdan tê kirin kesek dengê xwe nake. Divê helwesta dewletan a li dijî êrişên ser kurdan zelal be. Yan hûn tev li van komkujiyan dibin an jî helwesta xwe zelal bikin. Yê ku Sûriye, Lîbya, Iraq û hwd. tevlihev dike, Tirkiye ye. Lê kesek dengê xwe nake. Dewleta tirk ji bo van êrişan piştgiriyê ji gelek dewletan digire. Dewleta tirk êrişî zarok, jin, kal, bajar û gundan dike lê kesek dengê xwe nake. Qaşo dewletên demokratîk in. Erdogan kesekî nexweş e. Ji mirovbûnê derketine. Bi navê ‘şerê li dijî terorê’ êriş dikin. Lê ew bi xwe bûye dewleta terorê. Ji DAIŞ’ê xeteretir e. Heta ku ev zîhniyet neyê tesfiyekirin, dê mirov nekare qala tunekirina DAIŞ’ê bike.” 
 
‘BÊDENGIYA NY’Ê TÊ WATEYA HEVKARIYÊ’
 
Di berdewamê de Koçer got ku Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo pêşîlêgirtina çalakiyên li dijî Tirkiyeyê bi Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî re hevdîtin kiriye û wiha derbirî: “Ev kes qaşo kurd in. Anku dixwaze nerazîbûnan kêm bike. Lê hêrsa gel kêm nabe. Dewleta tirk êdî hedê xwe derbas kiriye. Rojane sûcên şer dike. Bi balafirên bêmirov êrişî Şengalê dike. Tişta ku DAIŞ’ê nekarî bike niha ew hewl dide temam bike. Dewleta tirk bavê DAIŞ’ê ye. Li Zirganê yek gund nema ku ne hilweşandin. Vê jî li pêş çavên cîhanê dike. Bêdengiya NY û dewletên din tê wateya hevkariyê. Lê em vê zilmê qebûl nakin û dê li ber xwe bidin.” 
 
‘EV ŞER DÊ NE ŞIBE ŞERÊN DIN’
 
Derheqê gef û êrişên Tirkiyeyê yên dawî jî Koçer ev nirxandin kir: “Ji bo êrişeke li dijî Minbic, Til Rifat û Kobanê hewl dide destûrê ji Rûsyayê bigire. Ji bo êrişeke li dijî Dirbêsiyê, Dêrik û Amûdê jî hewl dide destûrê ji DYA’yê bigire. Banga me ji bo van dewletan ew e ku qada hewayî bigirin. Dewleta tirk ji kuştina kurdan zewqê digire. Lewma bi her cureyên çekên kîmyewî êriş dike. Lê em pişta xwe bi tu dewletan germ nakin. Em ji gelê xwe bawerin. Me dît bê ka van hêzan xwe ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çawa vekişandin. Divê mirov nebêje ji civîna Tehranê tiştek derneket. Dibe ku di hinek aliyan de lihev kiribin. Em baş dizanin ku li pêşiya me şerekî mezin heye. Ev şer dê neşibe şerên din. Dê civaka me tevdîrên xwe bigire û mekanîzmaya parastinê ava bike. Tekane rêyek li ber me heye ku ew jî berxwedan e. Di nava vê berxwedanê de dê gelek gavên me çêbibin. Şer hebe jî tune be jî em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin. Em xwedî hêzekî mezin in. Tekane armanca me mezinkirina şoreşê ye. Şoreşa me mezin dibe û dê hîn mezintir bibe.”
 

Sernavên din

01/08/2022
14:29 Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir
14:22 Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim, nayê bîra min
14:02 Egîtîm Sen: Em biryara AYM’ê napejirînin û mafê perwerdehiya bi kurdî mafek bingehîn e
13:45 ‘Em ê li Akdenîzê destûr nedin talanê’
12:54 Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin
12:37 DFG'ê serdana Baroya Amedê kir
12:08 Doza Kobanê: Îşkenceya li Aysel Tugluk tê kirin bi dawî bikin
11:28 Qeyûmê Rêya Armûşê yê berê tevî hevjîna xwe hate îxrackirin
11:25 Serokê Cemxaneya Amedê: Êrişên li ser saziyên elewiyan me dixin nava fikaran
11:07 HDP’iyên binçavkirî sewqî edliyeyê kirin
10:53 Avras a hat berdan: Berxwedan û azadî tariyê vediguherîne ronahiyê
10:46 Di 10 pirsan de Aysel Tugluk divê çima neyê darizandin
10:05 Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra
10:01 ‘Em li dijî tecrîd, şer û dagirkeriyê tev li mitîngê bibin’
09:35 Li Liceyê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:03 Di korîdora jiyanê de bi hezaran êzidî rizgar kir: Li dijî teslîmiyetê ruhê berxwedanê derket pêş
09:03 Budçeya Amedê ji şaredariyên AKP'î re tê şandin
09:03 HDP'iyên ku beriya pêşnûmaya ji bo deynan hatin binçavkirin: Em dîl hatin girtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'YAN
31/07/2022
22:34 Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî bi dawî bû
19:53 Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar
19:27 Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin
17:03 Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin
16:22 ‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin
16:21 Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da
15:45 MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin
15:01 Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e
14:34 Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê
13:48 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:47 Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:45 Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer
13:38 HDP'ê êrişên li ser saziyên elewiyan şermezar kir
13:37 Binçavkirinan protesto kirin
12:26 Li Îranê di demên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin
12:24 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî heye
12:15 Li Denîzliyê tundiya zilam
11:55 Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne
11:43 Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin
10:44 Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin
09:04 Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin
09:02 Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan
14:17 Tatlidede bû Serokê Şaredariya Artukluyê
14:08 Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk dê du rojan çalakiyan bike
13:58 Baroyên herêmê: Divê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari pêvajoyeke bibandor a darazê bê destpêkirin
13:56 Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temel serdana ajansa me kir
13:37 Bi hinceta ‘silav û hembêzkirinê’ ceza dan siyasetmedarên jin ên li Sîncanê
13:16 Li Kocaeliyê Turnûvaya Kemal Kurkut dest pê kir
13:11 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranîn
12:32 Emîne Şenyaşar: Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye
12:22 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan
12:05 Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?
11:44 Bi ser mala endamê PM’a HDP’ê de girtin: Li erdê kaş kirin û derb kirin
11:39 Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne
11:25 Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:24 Şerm hesteke şoreşgerî ye, 'Dîwana Şermê' jî ji dilê şoreşgerekî dinuqite
09:38 Li ber mala Yildirim ê ku xwest Sayanê AKP'î îstifa bike pevçûna çekdarî
09:03 Mizgîn Can a ku malbata Uneşî xwest wê bikuje: Bi mirinê gefê li min dixwin
09:03 Ocalan: Dê feraseta ku tecrîdê rewa dike têk biçe
09:02 Amedî: Em nikarin bêhnê bistînin, pêdivî bi rêya sêyem heye
09:02 Ji Anka-Derê li dijî asîmilasyonê banga ji bo tevlibûna kursan
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
29/07/2022
23:32 Hinek Henek li dika servekirî derket pêşberî şanohezan
22:11 Tê gotin her du kesên ku ji bo wan hatibû gotin '2 PKK'yî hatin kuştin' sivîl in
20:13 TMMOB: Avahiyên li Sûrê pêşkêşî sermayeyê hatin kirin
16:08 HDP dê li Stenbolê bibêje ‘Çareserî em in’
15:58 Şahid Tanriverdî: Min siyasetmedaran nedîtiye, derbarê Kobanê de agahiyên min tune ne
14:57 Temel: Em ê li dijî polîtîkayên şer û tesfiyekirinê li ber xwe bidin
14:48 Parlamentera Elman serdana Aydenîz kir
14:41 Dê di bin navê ‘teserûfê’ de ceyrana cotkaran bibirin
13:56 Lêpirsîna derheqê serokê dadgehê yê Doza Kobanê yê berê temam bû
13:42 HDK bernameyên 'Nîqaşên Havînê' li dar dixe
13:32 4 sal in lêpirsînek bibandor nehatiye kirin
13:28 Ferît Şenyaşar: Dozger li gorî fermanên siyasî tevdigerin
13:14 AYM’ê cezayê ji ber ‘zimanê dayikê’ hatiye dayîn erê kir
13:10 Li pêşiya HDP’ê provokasyon
12:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:54 Şaredarê AKP’yî ku Meclisê civand axaftina têkildarî binçavkirinan asteng kir
11:51 Qetlîama Malbata Dedeogûllari: Delîl gelek in lê ‘edalet nîne’
11:32 Serokê Agrisporê: Savci Sayan pereyê klûbê bo xwe hilgirt
10:55 Biryara Dadgeha Bilind a derheqê Doza 10’ê Cotmehê de: DAIŞ’î dikarin bên berdan
10:35 Pismamên serokê AKP’ê yên firar piştî 54 mehan li mala xwe hatin girtin
10:14 Li Stenbolê 7 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin | HATE NÛKIRIN
10:03 Ozbey: Bi êrişên ser xwezayê re hebûna civakî hedef tê girtin