* Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, diyar kir ku di qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî êzidiyan pêk anî de hemû dewlet ji bo berjewendiyên xwe bêdeng man û wiha got: “Em Tirkiyeyê li derveyî vê dihêlin ji ber ku Hikumeta Tirkiyeyê ya
piştevaniya DAIŞ’ê kirî ji vê komkujiyê berpirsyar e.”
* Serokê Şaxa Egîtîm Sena Wanê Mûrat Atabay, diyar kir ku her çiqas yekûnên polên dibistanan 4 qatên dibistanên îmam xetîbê bin jî dibistanên nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîban.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 513'emîn de berdewam bike.
* Bi wesîleya salvegera Qetlîama Şengalê di serî de li Amedê dê li gelek bajaran bajaran daxuyanî bên dayîn. (11.00-19.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed û Îzmîrê berdewam bikin. (11.00)
* Şaxa ÎHD'a Stenbolê dê rapora têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê ku amade kiriye dê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (13.00)