Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man

STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, diyar kir ku di qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî êzidiyan pêk anî de hemû dewlet ji bo berjewendiyên xwe bêdeng man û got: “Em Tirkiyeyê li derveyî vê dihêlin ji ber ku îktidara Tirkiyeyê ya piştevaniya DAIŞ’ê kir, ji vê komkujiyê berpirsyar e.”

 
Bi ser komkujiya herî mezin ku DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn pêk anî û derbasî dîrokê bû re 8 sal derbas bûn. Di dema êrişên ji nişka ve dest pê kirin de li Şengala ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Hikûmeta Iraqê radestî DAIŞ’ê kiribûn, bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok dîl hatin girtin, hatin tecawizkirin û di bazarên koleyan de hatin firotin. Hin kesên hatin revandin hatin rizgarkirin, hin jî bi pereyên ku malbatên wan komkirin bi fîdyeyê hatin berdan. Lê hê jî tê texmînkirin ku di destê DAIŞ’ê de nêzî 3 hezaran jin û zarokên êzidî hene. 
 
Ji 400 hezar êzidiyên ketin rêya koçberiyê jê 280 dema ji komkujiyê reviyan jiyana xwe ji dest dan. Ev komkujiya ku civaka êzidî ya di dîrokê de bi dehan caran bi komkujiyan re rûbirû man û xwestin bên tune kirin, weke Fermana 74’an derbasî dîrokê bû. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, 8 salên bi ser komkujiyê re derbas bûn û helwesta dewletan nirxand. 
 
 
CÎHAN BÊDENG MA
 
Demîr, diyar kir ku li dijî komkujiya ku êzidî pê re rûbirû man cîhan hestiyariya pêwîst nîşan neda û wiha got: “Em Tirkiyeyê derveyî vê dihêlin ji ber ku Hikumeta Tirkiyeyê ya piştevaniya DAIŞ’ê kirî ji vê komkujiyê berpirsyar e.” Demîr, bi lêv kir ku tiştên di dema komkujiyê de hatin jiyîn di encama hewldanên zêde kete rojeva cîhanê lê dîsa jî refleksa civakî ya pêwîst nehate nîşandan û wiha axivî: “Hin welat ev komkujî weke ‘qirkirinê’ nas kirin. Lê ji xeynî wê, di warê qebûlkirina giştî ya ‘qirkirina’ di raya giştî ya navneteweyî de û sepandina cezayan a li dijî kesên ku ev sûc kirine, tu pêvajoyeke encamgir derneket. 
Demîr, da zanîn ku Fermana 74’emîn li ber çavên cîhanê pêk hat û wiha berdewam kir: “Ji bilî jinên hatin revandin ji 10 hezaran zêdetir zilamên êzidî hatin qetilkirin û li gorên komî hatin veşartin. Em van dizanin. Ji bo ku îro ew gorên komî dernekevin holê hêj hewldaneke taybet heye. Li ser vê erdnîgariyê sûcên ku beriya niha li dijî ermen, rûm, sûryan û gelên din hatine kirine hene. Em baş dizanin ku cîhan li dijî van sûcan bêdeng û bêhestiyar maye. Sedemê vê yekê yê bingehîn jî fikirîna hêzên navnetewî ya berjewendiyên xwe ye. Ji qirkirina gelan zêdetir, berjewendî tên fikirîn.”
 
‘HEKE KORÎDORA YPG’Ê NEBÛYA’
 
Demîr, bi lêv kir ku gelê êzidî gelekî aştîxwaze û xwedî baweriyeke cuda ye û anî ziman ku DAIŞ’ê ji ber vê weke îdeolojîk û polîtîk êriş kir û dema êrişên DAIŞ’ê de hêzên girêdayî PDK’ê ji herêmê reviyan û êzidî bi komkujiyê re rûbirû hiştin. Demîr, bi bîr xist ku wê demê Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) çûbûn hawara civaka êzidî û wiha got: “Heke korîdora ewle ku YPG’ê vekirî nebûya îro wê bi encamên girantir re rûbirû mabûna. Bi rêya korîdora ku YPG’ê vekirî êzidî ji wir derbasî Rojava bûn. Bi rêya wê korîdorê hin kes derbasî Tirkiyeyê bûn. Bi vî awayî pêşiya komkujiyeke mezin hate birîn. Me dikarî bi komkujiyeke ku em bûn şahidê wê 2-3 qat zêdetir hovtir rûbirû mabûna.”
 
TIŞTÊN KU HATIN SERÊ JINÊN ÊZIDΠ
 
Demîr, diyar kir ku di her komkujiya pêk tê de laşê jinê weke amûrekê tê bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “DAIŞ’ê bi taybetî li dijî jinên ne misilman li her derê polîtîkayên êrişê meşandine. Jinên êzidî bi taybetî hatin hilbijartin. DAIŞ’ê ji ber dijberiya baweriya êzdiyan, jinên êzidî weke kole di bazaran de firotin û li dijî van jinan sûcên zayendî yên giran kirin. Em dizanin ku jinên êzidî  ji bo ku xwe biparêzin nasnameyên xwe yên zayendî veşartine, xwe weke zilaman lê kirine û rûyê xwe boyaxkirine. Lê mixabin van rêbazan bandora êrişa li wan hatiye kirin gelek kêm nekirine. Ji bilî van jî jinên êzidî li cihê ku lê dîl dihatin girtin, dema firsend didîtin hewl dan birevin. Ew bi xwe nikaribin birevin jî ji bo jinên din birevin hewl dane alîkariyê bikin. Li hin cihan jî hewl dane bi kuştinê xwe xelas bikin. Em ji şahidiniya wan dizanin ku ji bo teslîm nebin hemû rêbaz ceribandine û hewl dane ji bandore şer xwe xelas bikin. Mixabin hovitiyên gelek zêde û giran hatin jiyîn.”
 
‘ÊRIŞEKE KU BÊ KIRIN WÊ DAIŞ’Ê BIXE NAVA LIV Û TEVGERÊ’ 
 
Demîr, diyar kir ku êrişa Tirkiyeyê ya îro li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike wê li herêmê DAIŞ’ê bêxe nava liv û tevgerê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Plana êrişê ya Tirkiyeyê ya di pêvajoyeke wisa de wê gelan têxe rewşeke gelek zor. Di vê pêvajoyê de ne tenê ji bo civaka êzidî, gelemperî ji bo gelên Rojhilata Navîn, divê li dijî siyaseta şer bê sekinîn û parastina aştiyê bê kirin. Ji bilî vê tu rêyên din tune ne.”
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

07/08/2022
14:12 10 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:59 Komxebata 1’emîn a Hewldana 78’an li Pirsûsê hate kirin
13:46 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:46 Sancar çû serdana partiyên kurd: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de eşkere bikin
12:51 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me taloq nekin
12:15 AYM’ê ji bo astengkirina mafê hevdîtinê yê girtî got: Derhiqûqî ye
11:38 Di êrişên Tirkiyeyê de 26 kes hatin qetilkirin
10:32 Baram: Tirkiye her tim çav berdaye xaka Kurdistanê
10:19 ‘Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan’
10:14 Li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn: Em şer naxwazin, çareserî HDP ye
09:49 Tûrnûvaya Kemal Kurkut a li Edeneyê bi dawî bû
09:42 Şaredariya AKP’ê avahiyan bi nirxê 5 sal berê îstîmlaq dike!
09:07 Ozûgûrlû: Ne hêsane ku Tirkiye operasyonê bike
09:05 Qada seyrangehê ku 5 milyon lîre lê hatine xerckirin kavil bûye
09:05 Tevî rapora otopsiyê jî cenazeyê Erkol a HPG’î nadin malbata wê
09:05 ‘Em biryara rakirina parêzbendaiya Aydenîz nas nakin'
09:04 Li Rîsor a Bestayê qira daran anîn: Heke wiha bidome dê Rîsor bibe çol
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2022'YAN
06/08/2022
20:24 Sancar li Amedê peyam da: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin