‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’

img

NAVENDA NÛÇEYAN - HDP, DBP, OHD û Platforma Yekbûyî ya Jinên Kurd bi wesîleya 8’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyanî dan û diyar kirin ku divê Tirkiye dev ji gef û êrişên xwe yên li ser Şengalê berde. 

Bi ser qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an a DAIŞ’ê ku li Şengalê li dijî êzidiyan pêk anîbû 8 sal derbas bûn. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi wesîleya 8’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyanî dan. 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku bi ser komkujiyê re 8 sal derbas bûne û çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê zêdetirî 5 hezar êzidî qetil kirin, bi hezaran jê dîl girtin, bi hezaran zarok û jin revandin û bi sedhezaran jî koçber kirine.
 
Daxuyaniya MYK’a HDP’ê wiha ye: “Dîroka êzidiyan bi êşên komkujî û fermanan hatiye nivîsandin. Komkujiya dawî ya çeteyên DAIŞ’ê jî di dîrokê de weke Fermana 74’an cih girt. Kurdên êzidî di tevahiya dîroka xwe de rastî zext, zilm û qirkirinê hatin. Ev qirkirin û komkujiya dawî jî di 15’ê hezîrana sala 2016’an de ji hêla Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve weke ‘qirkirin’ hate qebûlkirin. Saziyên navneteweyî di raporên xwe de ev komkujî xist beşa ‘sûcê li dijî mirovahiyê.’
 
EM BI CIVAKA ÊZIDIYAN RE NE 
 
Tevî hemû komkujiyan jî, civaka êzidî biisrar bawerî, çand û hebûna xwe parastin. Ev civaka qedîm a vê erdnîgariyê, niha jî rastî êrişên hinek derdoran tên û vîn û rêxistiniya wan a cewherî nayê naskirin. Em van êrişên domdar ên bi zîhniyeta DAIŞ’ê tên kirin şermezar dikin û dibêjin ku bi têkoşîna hebûnê ya civaka êzidî re ne. Divê Tirkiye komkujiya li êzidiyan hatiye kirin weke qirkirin qebûl bike û dev ji polîtîkaya xwe ya gef û êrişan a li dijî Şengalê berde. Divê şert û mercên baş bên afirandin ku êzidiyên ji ber komkujiyê hatine Tirkiyeyê di nava ewlehî û aramiyê de bijîn. Ji bo rizgarkirina zarok û jinên niha jî di destê DAIŞ’ê de, hewceye di asta navneteweyî de xebat bên kirin. Em di salvegera 8’emîn a Komkujiya Şengalê de dîsa dibêjin ku bi civaka êzidî re ne û hemû qurbaniyên komkujiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.” 
 
BANGA NASKIRINA QIRKIRINA ÊZIDIYAN 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî Komkujiya Şengalê weke komkujiya herî hovane ya sedsala 21’emîn pênase kir û ev tişt parve kirin: “Di heman de qirkirina jinan e. Jinên êzidî li dijî tarîtiya barbarên DAIŞ’ê, keziyên xwe bi kêlên gorên xwe ve girê dan û tev li têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bûn û xweparastina xwe ava kirin. Hêzên ku parastina cewherî ranegirtîn, civaka êzidî bi xetereya komkujiyan re rû bi rû hişt û xwestin ji vê xaka qedîm derxînin. 
 
Êrişên li dijî Şengalê berdewam in. Di serî de Tirkiye, bi hevkariya Hikûmeta Navendî ya Iraqê û PDK’ê hewldan hene ku Şengal û derdora wê were valakirin û dawî li destkeftiyên êzidiyan bînin. PDK li dijî van êrişên ji bo bêstatûkirina Şengalê tên kirin xwe li bêdengiyê dide û dibe şirîkê êrişan. Divê civaka navneteweyî berpirsyariya xwe ya li hemberî êrişên ser êzidiyan pêk bîne. Weke DBP’ê em Fermana 74’an lanet dikin, dibêjin ku bi gelê xwe yê êzidî re ne ku di tevahiya dîrokê de rastî komkujiyan hatiye û qurbaniyên komkujiyê jî bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Li dijî sepanên dermirovî, qirkirin û komkujiyan, banga me li hemû mirovahiyê ew e ku qirkirina êzidiyan nas bikin.” 
 
‘QIRKIRIN DIDOME’
 
Platforma Yekbûyî ya Jinên Kurd jî di daxuyaniya xwe de got ku civaka êzidî ji dîrokê ve ji ber ziman, çand û baweriya xwe rastî komkujiyan hatiye û wiha domand: “Civaka êzidî di 3’yê Tebaxa 2014’an de rastî komkujiya rêxistina terorê ya DAIŞ’ê hat û hat xwestin ku ji xaka xwe ya qedîm were derxistin. Li pêş çavên hemû cîhanê êşeke mezin bi zarok û jinên êzidî dan kişandin û bi darê zorê li bazaran hatin firotin. Hêj niha jî bi hezaran zarok û jin dîlgirtî ne. Gefa qirkirin û komkujiyê niha jî didome. 
 
JI BO ÊZIDIYAN BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Ji bo mirovahiyê roja 3’yê Tebaxa 2014’an rojeke reş e. Em di salvegera vê roja reş de hemû kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Ji bo ku di dîroka gelê kurd rojên wiha yên tarî dîsa çênebin, Yekitiya Neteweyî ya Kurd gelek girîng e û banga xwe ya ji bo yekitiyê dîsa dubare dikin. Di dema komkujiyê de civaka êzidî bi tenê hate hiştin lewma jî xwestina lêborînê deynê hemû mirovahiy;ê ye. Ji bo ku gefa qirkirinê ya li ser vê civaka qedîm rabe, di serî de Neteweyên Yekbûyî, banga me ji bo hemû avadaniyên mîna wê ew e ku piştevaniyê bi civaka êzidî re bikin û peywir û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.” 
 
OHD: DIVÊ WEKE ROJA QIRKIRINA JINAN BÊ RAGIHANDIN 
 
Têkildarî mijarê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî ev daxuyanî da: “Di nava herka dîrokê de civaka êzidî 73 caran rastî qirkirinê hatin. Ev komkujî dikeve çarçoveya ‘Peymana Pêşîlêgirtina Qirkirinê û Cezakirinê’ û ‘Statûya Romayê.’ Ev komkujî di raporên saziyên navneteweyî de weke ‘qirkirin’ hat qebûlkirin û girtin nav beşa ‘sûcên li dijî mirovahiyê.’ Ev geşedan girîng in lê belê di serî de hikûmeta Tirkiyeyê, gelek welatên cîhanê û mekanîzmayên navneteweyî têkildarî qirkirina li dijî êzidiyan hatiye kirin pêvajoyên hiqûqê nedayîne destpêkirin. Bi ser qirkirinê re 8 sal derbas bûn lê hêjta birînên civaka êzidî nehatine kewandin û têkoşîneke navneteweyî ya bibandor nehatiye destpêkirin. 
 
Divê êrişa DAIŞ’ê ku motîvasyon û referansa xwe ya komkujiyê ji dijminatiya jinê digire ya li dijî êzidiyan, di qada navneteweyî de weke ‘qirkirin’ were naskirin û 3’yê Tebaxê weke ‘Roja Çalakiyan a li Dijî Qirkirina Jinan û Qirkirinê ya Navneteweyî’ were ragihandin.” 
 

Sernavên din

07/08/2022
14:12 10 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:59 Komxebata 1’emîn a Hewldana 78’an li Pirsûsê hate kirin
13:46 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:46 Sancar çû serdana partiyên kurd: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de eşkere bikin
12:51 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me taloq nekin
12:15 AYM’ê ji bo astengkirina mafê hevdîtinê yê girtî got: Derhiqûqî ye
11:38 Di êrişên Tirkiyeyê de 26 kes hatin qetilkirin
10:32 Baram: Tirkiye her tim çav berdaye xaka Kurdistanê
10:19 ‘Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan’
10:14 Li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn: Em şer naxwazin, çareserî HDP ye
09:49 Tûrnûvaya Kemal Kurkut a li Edeneyê bi dawî bû
09:42 Şaredariya AKP’ê avahiyan bi nirxê 5 sal berê îstîmlaq dike!
09:07 Ozûgûrlû: Ne hêsane ku Tirkiye operasyonê bike
09:05 Qada seyrangehê ku 5 milyon lîre lê hatine xerckirin kavil bûye
09:05 Tevî rapora otopsiyê jî cenazeyê Erkol a HPG’î nadin malbata wê
09:05 ‘Em biryara rakirina parêzbendaiya Aydenîz nas nakin'
09:04 Li Rîsor a Bestayê qira daran anîn: Heke wiha bidome dê Rîsor bibe çol
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2022'YAN
06/08/2022
20:24 Sancar li Amedê peyam da: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin