TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e

  • jin
  • 13:21 3 Tebax 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN  - TAJÊ’yê bi minasebeta 8’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku çeka herî xurt, xweparastin e û wiha got: “Em ê bi tu awayî rê nedin fermaneke din.” 
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya 8’emîn salvegera Komkujiya Êzidiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku DAIŞ’ê li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê kiriye û hemû dinya jî li hemberî vê komkujiyê bêdeng mane. 
 
Daxuyaniya TAJÊ’yê wiha ye: “Di serî de em hemû şehîdên fermanê bi hurmet û bi minetdarî bi bîr tînin. Em tevahî cangoriyên azadiyê yên ku li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê canê xwe kirin mertal û ji bo parastina xaka pîroz û civaka êzidî canê xwe feda kirin bi hurmet, bi minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin.
 
ROLA PDK’Ê
 
Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku bi destê çeteyên DAIŞ ê li ser civaka êzidî ya Şengalê hate kirin, tewanekî li dijî mirovahiyê ye. Di dîroka mirovahiyê de rojeke reş e. Li pêş çavên cîhanê hat kirin lê tevek jî bêdeng bûn. Di dema fermanê de bi hezaran endamên hêzên ewlekariya hundirîn a Iraqê hebûn lê bi erk û berpirsyartiyên xwe ranebûn. Her wiha bi hezaran pêşmergeyên PDK’ê ku qaşo ji bo parstina civaka êzidî li Şengalê diman hebûn. Lê mixabin Şengal radestî DAIŞ’ê kirin û beriya gel reviyan. Vê xiyaneta PDK’ê nîşan da ku tiliya wan di vê fermanê de heye û sûcdar in. Dê mirovahî tu carî vê xiyaneta derveyî exlaq û wijdanê ji bîr neke. 
 
GERÎLA BI HAWARÊ HATIN
 
Di vê êrişa hovane de bawarî û çanda kevnar a êzdatiyê hedef hat girtin. Di encamê de travmayeke giran hat jiyîn. Herî zêde jin û zarok hatin qetilkirin. Bi hezaran jin hatin qetilkirin, bi hezaran jin dîl ketin destê DAIŞ’ê, bi dehan jinan xwe ji kendalan avêtin da ku dîl nekevin destê DAIŞ’ê. Bi hezaran kes ji axa xwe koçber bûn, bi hezaran kes jî hîn aqûbeta wan ne diyar e. Dema ku cîhan bêdeng bû û pêşmergeyên PDK’ê direviyan, şervanên Rêber Apo berê xwe dan Şengalê û bi hevkariya şervanên YPG û YPJ’ê destwerdan li fermanê kirin. Piştî berxwedan û berdelên giranbiha, Şengal hat rizgarkirin û me wê demê dikarî henasa azadiyê bistînin. Civaka êzidî bi taybet jî jinên êzidî dê tu carî vê rastiyê ji bîr nekin. Em her deyndarên wan in, deyndarên Rêber Apo û şehîdan in. Doza wan, doza me ye. Em careke din soza xwe nû dikin û dibêjin ku dê xwedî li rêberê xwe, Rêber Apo û şehîdan derbikevin. 
 
ÇEKA HERÎ XURT
 
Di serdemeke li ser hemû nirxên mirovahiyê êrişên giran tên kirin de civaka ku parastina xwe neke, wê her dem rastî komkujî û fermanan were. Ji ber vê yekê civaka êzidî, bi taybet jî jinên êzidî dê ji her alî ve xwe bêhtir birêxistin bike û têkoşîna xwe mezintir bike da ku bikare xwe, ax û civaka xwe biparêze. Em bi vîneke ji pola her tim li ber xwe bidin, bibin xwedî biryar û xwe birêve bibin. Ji piştî fermana 2014’an heta niha PDK û dewleta tirk bi hemû rêbazan hewl didin ku civaka êzidî dûrî axa wê bixin. Heya roja îro jî li dijî civaka me êrişên hovane kirin. Weke TAJÊ’yê em diyar dikin ku çeka herî xurt xweparastin e! Bi vê baweriyê em ê hemû lîstikan vala derxînin û tu carî rê nedin fermaneke din. Heqîqetek heye ku nayê veşartin, her gîha li ser koka xwe şîn dibe. Em jî bang li gelê xwe yê li kampên başûrê Kurdistanê û welatên Ewropayê dikin ku vegerin ser ax û koka xwe. Bêguman êşa me çiqas giran be, hêrsa me jî ewqas zêde ye. Ev 7 sal in yek kêliyê jî ev êş ji bîra me naçin. Heta ku em hesaba fermanê ji sûcdaran dipirsin û heta hemû zarok û jinên êzidî tên rizgarkirin jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê birêxistinî û biryardariya xwe xwestiya Şengalê ava bikin.” 
 

Sernavên din

07/08/2022
14:12 10 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:59 Komxebata 1’emîn a Hewldana 78’an li Pirsûsê hate kirin
13:46 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:46 Sancar çû serdana partiyên kurd: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de eşkere bikin
12:51 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me taloq nekin
12:15 AYM’ê ji bo astengkirina mafê hevdîtinê yê girtî got: Derhiqûqî ye
11:38 Di êrişên Tirkiyeyê de 26 kes hatin qetilkirin
10:32 Baram: Tirkiye her tim çav berdaye xaka Kurdistanê
10:19 ‘Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan’
10:14 Li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn: Em şer naxwazin, çareserî HDP ye
09:49 Tûrnûvaya Kemal Kurkut a li Edeneyê bi dawî bû
09:42 Şaredariya AKP’ê avahiyan bi nirxê 5 sal berê îstîmlaq dike!
09:07 Ozûgûrlû: Ne hêsane ku Tirkiye operasyonê bike
09:05 Qada seyrangehê ku 5 milyon lîre lê hatine xerckirin kavil bûye
09:05 Tevî rapora otopsiyê jî cenazeyê Erkol a HPG’î nadin malbata wê
09:05 ‘Em biryara rakirina parêzbendaiya Aydenîz nas nakin'
09:04 Li Rîsor a Bestayê qira daran anîn: Heke wiha bidome dê Rîsor bibe çol
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2022'YAN
06/08/2022
20:24 Sancar li Amedê peyam da: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin