Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê

  • jin
  • 09:01 4 Tebax 2022
  • |
img

AMED - Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn diyar kir ku ji polîtîkayên şer ên desthilatê herî zêde jin mexdûr dibin û li dijî êrişan jin vexwendin mîtînga ku dê li Qada Îstasyonê li dar bixin. 

 
Êriş û tundiya ku jin her roj pê re rû bi rû dimînin, bi fermana Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku Peymana Stenbolê hat betalkirin, zêde bûn. Jinên ku li dijî tundî, êrişên zayendî yên sîstematîk û qetlîaman têdikoşin, li dijî van polîtîkayên desthilatê daxwazên xwe li qadan tînin ziman. Jin wê li dijî kuştina jinan û tundiya di encama polîtîkayên şer de derketiye holê, wê di mitîngên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 6’ê tebaxê de li Amedê, di 7’ê tebaxê de jî li Stenbolê bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û mêtingeriyê re na” li dar bixe de peyamên xwe bidin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn ku di xebatên mitîngê yên tên birêvebirin de cih digire, li dijî şer û mêtîngeriyê jin vexwendin Qada Îstasyonê ya Amedê. 
 
TECRÎD LI CIVAKÊ BELAVBÛYE
 
Tosûn, destnîşan kir ku rojeva bingehîn a mitîngê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan e û bi lêv kir ku pergala tecrîdê li hemû civakê belav bûye. Tosûn, anî ziman ku di 24 salên Ocalan li Girava Îmraliyê maye de, tecrîd li hemû cîhanê belav bûye û wiha got: “Ji 7 salî heta 70 salî tecrîd li ser herkesê heye. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê her ku diçe tecrîd girantir dibe. Her roja ku diçe jî kûrtir dibe.”
 
BANDORA TECRÎDÊ YA LI SER JINAN
 
Tosûn, qala bandora tecrîdê ya li ser jinan kir û wiha berdewam kir: “Derketina jinan a derve jî tê asteng kirin. Axaftina wan a bi awayekî azad a bi zimanê dayika wan tê astengkirin. Esas li ser hemû civakê tecrîdek heye. Lê herî zêde jin nesîbê xwe jê digirin. Em ê çareseriya li dijî tecrîdê, di mitîngê de bi hev re deynin holê. Em dibêjin ‘çareserî em in’.”
 
JIN MEXDÛRÊN ŞER IN
 
Tosûn, destnîşan kir ku weke tecrîdê jin herî zêde ji şer jî bandor dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku pêşengên her berxwedanê jin in. Ji ber wê yekê dixwazin vîna jinan bişikînin. Desthilat hemû şerê xwe li ser jinan dide meşandin. Vê yekê bi zanebûn dike, dizanin ku bêyî şikandina vîna jinan nikarin serkeftinekê bi dest bixin. Divê jin li her çar aliyan ‘ji şer û tecrîdê re bêjin na’. Ji ber ku mexdûrên herî mezin ên şer jin in. Ji ber ku dewlet şerê xwe ye taybet li ser jinan dimeşîne.”
 
POLÎTÎKAYÊN MÊTÎNGERIYÊ YÊN DESTHILATÊ
 
Tosûn, bi lêv kir ku jin di hedefa polîtîkayên mêtingeriyê yên desthilatê de ne û wiha axivî: “Tê xwestin ku jin li malan û li nav çar dîwaran hefs bibin. Derketina wan a qad û kolanan tê astengkirin. Dixwazin dengê wan kêm bikin. Dixwazin jinan ji qadên xebatê dûr bixin.”
 
‘DIVÊ QÊRÎNA ME YA AZADIYÊ BILIND BIBE’
 
Tosûn, destnîşan kir ku jin hêza çareseriyê ne û ev tişt gotin: “Li dijî jinan li her qadê hişmendiyeke mêtîngeriyê heye. Li her qadê keda me tê xwarin, tên qetilkirin û mafên me ji me tên standin. Divê jin li dijî vê mêtîngeriyê, nasnameya jinê bi hêz bike û qêrîna xwe ya azadiyê bilind bike.”
 
‘DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
 
Tosûn, bi lêv kir ku bi şikandin tecrîda li ser Ocalan, wê hemû pirsgirêk çareser bin û wiha pê de çû: “Em bang li hemû jinan dikin: heke ewrên reş ên li ser Îmraliyê rabin, ne tenê kurd wê hemû cîhan azad bibe. Divê Ocalan azad bibe û êdî rol û mîsyona xwe bikare bilîze.”
 
‘WERIN EM BI HEV RE BIBIN ÇARESERÎ’
 
Tosûn, bang li gel kir ku ji 7 salî heta 70 salî her kes tev li mitînga ku dê li Qada Îstasyonê were lidarxistin bibin û got: "Divê jin li dijî komkujiyan û talanê bi tilîliyên xwe û qêrîna xwe ya azadiyê li qadê cih bigirin. Li dijî şer, tecrîd, mêtîngerî û komkujiya jinan çareserî em in. Werin em bi hev re ji pirsgirêkan re bibin çareserî.” 
 
MA / Eylem Akdag 
 

Sernavên din

05/08/2022
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan
15:37 Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e?
14:53 Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir
14:40 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin
14:19 Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê
13:33 Di Doza Kobanê de dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
13:11 Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin
13:09 Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn