Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî

img

ENQERE - Parêzera Aysel Tûglûk, Ezgî Gungordu ku ji roja ewil ve çavdêriya nexweşiya Tûglûk dike û di danişînan de li cem wê amade bû wiha got: “Tûglûk ji parêzara xwe sê caran re got ‘ev kî ye?’ Em nikarin ji vê re bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî, ji ber ku hiqûq tune ye.”

 
Danişîna 15’emîn a Doza Kobanê di roja 7’emîn de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê duh hate lidarxistin. Di danişîna 1’ê tebaxê de hate kirin de ji siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk bi darê zorê îfade jê hate wergirtin.
 
Tûglûk a di meha sibata 2021’ê de teşhîsa demansê danîn ser, ji Girtîgeha Kandirayê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû lê agahiyên nasnameyê jî nehatin bîra wê. Şandeya li dijî Tûglûk a got “Tiştek nayê bîra min” bi awayekî israr pirs arasteyî wê kirin. Şandeyê rapora ATK’ê ya “dikare bi awayekî qismî parastinê bike” weke hincet nîşan da. ATK’ya ji bo Tûglûkê 3 caran rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da, ji bersûcê Doza 28’ê Sibatê Çevîk Bîr re bi hinceta nexweşiya demansê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da û rê li ber berdana wî vekir. 
 
Parêzera Tûglûk, Ezgî Gungordu ku ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kandirayê bi Tûglûk re bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû, tiştên li odeya SEGBÎS’ê qewimîn, çavdêriyên têkildarî pêşveçûna nexweşiya demansê û helwesta dadgehê ji ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
 
‘TIŞTÊN BERIYA 5 DEQÎQEYAN HATIN AXAFTIN NAYÊN BÎRÊ’
 
Parêzer Gungordu ku ji roja Tûglûk hatiye girtin ve serdana wê dike, bi lêv kir ku piştî wefata dayika xwe û bûyerên piştî wê, nîşaneyên nexweşiya Tûglûk hêdî hêdî derketin holê. Gungordu, ragihand ku beriya ku teşhîsa nexweşiya demansê deynin ser Tûglûkê, demekî dirêj bi gazina ser êşanê dikir û pişt re sewqî nexweşxaneyê hate kirin û tetkîkên wê hatin wergirtin û anî ziman ku pişt re hêdî hêdî nîşaneyên ji bîr kirinê derketin holê. Gungordu, bi lêv kir ku hema bêje her hefte diçe serdana Tûglûk û wiha got: “Ewilî navê min ji bîra wê çû. Rûyê min nas dikir lê navê min ji bîr dikir. Pişt re parêzerên ku mehekê nedihatin nasnekirin. Me ferq kir ku dema mirovên nas nake dibîne, ditirse. Me ferq kir ku axaftina me beriya hefteyekê dikir piştî hefteyekê nedihat bîra wê. Ev tişt beriya salekê me jiyan. Niha jî tiştên beriya 5-10 deqîqeyan em diaxivin nayên bîrê.”
 
3 CARAN JI PARÊZERÊ XWE RE GOT ‘KÎ YE?’
 
Gungordu, bi lêv kir ku roja danişînê li eywanê li pêş hemû beşdarvanan ev tişt qewimîn û wiha berdewam kir: “Dema parêzerê wê Serdar Çelebî diaxivî, 3 caran pirsa ‘ev kî ye’ kir. Gultan û Fîgen xanim gotin ‘parêzerê te ye’. Hempîşeyê me Çelebî jî her meh diçe serdana Aysel xanimê û bi salane pê re dixebite. Ayla Akat a ji Sîncanê bi SEGBÎS’ê girêdayî danişînê bû nas nekir. Tabloya ku bi mehane em dibînin cara ewil di danişînê de ji aliyê herkesê ve hate dîtin. ATK jî bi israr dibêje ‘dikare di girtîgehê de bimîne’. Ji daxwaza dadgehê re jî got ‘nexweşiya wê heye lê dikare bi awayekî qismî parastinê bike.’”
 
Gungordu, bal kişand ku şiroveya şandeya dadgehê ya têkildarî îfade wergirtina li ser rapora ATK’ê jî bêhiqûqî ye û wiha pê de çû: “Di hiqûqa Tirkiyeyê de tişteke bi navê ‘parastina qismî’ nîne. Esas ev rapor tê wateya ‘nikare parastinê bike’. Şandeya dadgehê jî dibêje ‘tiştê bizane bila bibêje, ez ê ceza bidim’. Parastin mafê darizandinê li ku ye?”
 
‘ŞANDEYÊ BI ISRAR PIRS PIRSÎN’
 
Gungordu, destnîşan kir ku şandeya dadgehê sererastkirina 148 a Qanûna Mûhakemeyên Ceza (CMK) binpêkir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku me bi israr got parêzera xwe jî nas nake, şandeyê pirsîna pirsan berdewam kir. Me got îşkence heye lê şandeyê bi gotina li CMK’yê ‘mudafîtiya bi darê zorê heye’ xwest parêzer parastinê bike. Min di danişînê de jî got dadgehê xwestibûya, gotina ATK’ê ya ‘parastina qismî’ dikarî ji bo başbûna wê binirxîne û bêje parastinê nake û dikarî parastinê newergire. Lê beyana şahidê nepen ku bi bêûsuliyan guhdar kir, bi israr ji Aysel xanimê pirsîn. Aysel xanimê ji bo dadger got ‘Ev kî ye, ji min dipirse’. Em li cihekî ku hiqûqa xwe pêk naîninin.”
 
‘HELWESTEKE TAYBET TÊ NÎŞANDAN’
 
Gungordu, destnîşan kir ku bi awayekî zelal li dijî qedexeya îşkenceyê parastin hate wergirtin û got: “Em nikarin tişta li Aysel xanimê dikin re bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê’ ye jî. Ji ber ku di holê de hiqûq nîne. Aysel xanim li Tirkiyeyê, di dîroka siyasî ya kurd de, di têkoşîna azadiya jinê de naveke sembol e. Ji ber ku bi salan e di nav siyaseta kurd de cih digire û têdikoşe îro helwesteke taybet tê nîşandan. Heke ATK’ê têkildarî nexweşiya demansê tevî ev qas neyîniyan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ nedida. Helwesta cihekar a li her qadê li dijî kurdan tê kirin îro di kesayeta Aysel xanimê de bi cih tê. Dema Aysel xanimê di danişînê de ev tişt jiyan, Çevîk Bîr li ser rapora ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê wergirtî, ji aliyê ATK’ê ve got ku ‘nikare di girtîgehê de’ bimîne. Rapora Aysel xanimê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ heye. Hiqûq û wijdana ji bo Aysel xanimê nayê sepandin, ji hin kesên din re tê sepandin.”
 
Gungordu, bi bîr xist ku şandeya dadgehê ji ber bêhiqûqiyên beriya niha kirine giliya wê li Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) kirine û diyar kir ku ji ber tiştê dawiyê qewimîn jî wê serî li HSK’ê bidin. Gungordu, herî dawî anî ziman ku rewşa tenduristiya Tûglûkê di danişîna dawî de ji aliyê gelek kesan ve bi awayekî zelal hate dîtin û banga xwedî derketinê li raya giştî kir. 
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

05/08/2022
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan
15:37 Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e?
14:53 Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir
14:40 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin
14:19 Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê
13:33 Di Doza Kobanê de dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
13:11 Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin
13:09 Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn