Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin

img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku bi darê zorê îfade wergirtina ji nexweşa demansê Aysel Tûglûk îşkenceyeke psîkolojîk û çavtirsandina siyaseta kurd e û wiha got: “Em di serdemeke ku hiqûq li ser navê siyasetê weke çekekê tê bikaranîn de dijîn.”

 
Danişîna 15’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, di 1’ê tebaxê de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hate dîtin. 
  
Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk ku ji sibata 2021’an ve teşhîsa nexweşiya demansê danîn ser û li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Ewlehiya Bilind a Kocaeliyê tê ragirtin, bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. 
 
Şandeya dadgehê ku bi gotina “dikare bi awayekî qismî” parastinê bike ya di raporên ATK’ê de weke hincet nîşan da bi darê zorê ji Tûglûkê îfade wergirt, ev yek jî bû sedemê bertekan. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê n Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku îfadeya bi darê zorê ji Tûglûkê hate wergirtin û helwesta dadgehê nirxand, diyar kir ku bi awayekî hiqûqî îzaha tiştên hatiye kirin nîne û nêzikatiya li Tûglûkê weke “îşkence” nirxand. 
  
DEMA DESTPÊKA NEXWEŞIYÊ
 
Keskîn, bi lêv kir ku dostaniya wan a bi Aysel Tûglûkê re zû de ye û anî ziman ku Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) bi hev re avakirine. Keskîn, da zanîn ku di pêvajoya Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) de jî bi hev re têkoşîna hiqûqê meşandine. 
 
Keskîn, bi lêv kir ku piştî Tûglûk di girtîgehê de dayika xwe winda kir, êrişên nijadperest ên li dijî cenaze bandoreke zêde li ser wê çêkir û wiha got: “Piştî ku Aysel bi awayekî neheq û bêhiqûqî xistin girtîgehê, bêrêziya li cenazeyê dayika wê hate kirin gelek bandor li ser kir. Ji xwe ev bûyer bû sedemê destpêka nexweşiya Ayselê. Aysel di nava vê demê de bi nexweşiya demansê ket û pişt re nexweşiya wê pêş ve çû.”
 
‘NEHEQIYEKE MEZIN LÊ TÊ KIRIN’
 
Keskîn, diyar kir ku xistina girtîgehê ya siyasetmedaran a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ye û wiha berdewam kir: “Lê em dibînin ku Aysel bi neheqiyeke gelek mezin re rûbirû ye. Tevî ku nexweşe jî nexweşiya wê li ber çavan nayê girtin û bi darê zorê îfade jê tê wergirtin. Ev nayê qebûl kirin.”
 
‘ASTENGIYA HERÎ MEZIN ATK YE’
 
Keskîn, bi lêv kir ku ji ber di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş hene, Tûglûkê nexweşiya xwe demekî dirêj ji rayagiştî re veşart û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aysel miroveke ku evqas baş û kubar e. Nexweşiya xwe bi xwe jî demekî dirêj veşartiye. Lê parêzerên wê, wê demê têkildarî vê mijarê serlêdan kirine û Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê têkildarî nexweşiya demansê rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ dayê. Lê yekane saziya ku têkildarî girtiyên nexweş raporan dide û weke delîlên fermî tê qebûlkirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ye û girêdayî vîna siyasî  ye. Gelek caran diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê û bijîşkên ku lêkolînê dikin rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ didin wê. Dewlet biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk naîne. Em gelek caran dibêjin raporên bijîşkên serbixwe girîng in lê mixabin raporên ATK’ê weke delîl tên qebûlkirin. Ji bo serlêdanên berdana Tûglûkê ya ji ber nexweşiya wê dîsa rapora ATK’ê tê xwestin. ATK’ê berovajiyê Nexweşxaneya Kocaeliyê rapora dikare di girtîgehê de bimîne da. Esas ev yek di kesayeta Ayselê de li hemû nexweşan tê sepandin. Bi taybetî girtiyên siyasî yên kurd di rewşa mirinê de jî bin ATK rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dide. Ji ber vê yekê gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin.” 
 
RÊBAZÊN ÎŞKENCEYÊ YÊN NÛ
 
Keskîn, bal kişand ku tevî nexweşiya Tûglûkê bi raporan ye tespîtkiriye jî bi darê zorê îfade jê hatiye wergirtin û wiha pê de çû: “Îfade girtina bi darê zorê li dijî hiqûqê ye. Tevî ku Tûglûkê di danişînê de gotiye ‘ez nikarim îfadeyê bidim, tiştek nayê bîramin, çima têm darizandin nizanim’ jî bi ser de çûne û bi awayekî zelal îşkenceya psîkolojîk lê hatiye kirin. Em di serdemeke ku hiqûq li ser navê siyasetê weke çekekê tê bikaranîn de dijîn. Hemû tiştên ku Aysel dijî rêbazeke îşkenceyê ye.”
 
‘ÇAVTIRSANDINA SIYASETA KURD E’
 
Keskîn, bi lêv kir ku helwesta dadgehê li dijî tevgera siyaseta kurd çavtirsandike û wiha domand: “Dadgeh helwesta ‘em we bi tu awayî guhdar nakin, nas nakin û naxin şûna mirovan’ nîşan dide. Wekî din tu tişteke were fêm kirin nîne. Ev bi temamî neheqiyeke mezin a ji bo pêşiya siyaseta demokratîk bê girtin e.”
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Keskîn, destnîşan kir ku pêdiviya Tûglûk û hemû girtiyên nexweş bi piştevaniyê heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mixabin dema kurd an jî mirovên ji siyaseta çepê tê rastî binpêkirinan tên em piştevaniyê kêm dibînin. An ku pirsgirêka miroveke ku nikare di girtîgehê de bimîne, bi israr di girtîgehê de tê ragirtin heye. Divê piştevanî were mezinkirin.”
 
MA / Esra Solîn Dal 
 
 
 

Sernavên din

07/08/2022
14:12 10 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:59 Komxebata 1’emîn a Hewldana 78’an li Pirsûsê hate kirin
13:46 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:46 Sancar çû serdana partiyên kurd: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de eşkere bikin
12:51 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me taloq nekin
12:15 AYM’ê ji bo astengkirina mafê hevdîtinê yê girtî got: Derhiqûqî ye
11:38 Di êrişên Tirkiyeyê de 26 kes hatin qetilkirin
10:32 Baram: Tirkiye her tim çav berdaye xaka Kurdistanê
10:19 ‘Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan’
10:14 Li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn: Em şer naxwazin, çareserî HDP ye
09:49 Tûrnûvaya Kemal Kurkut a li Edeneyê bi dawî bû
09:42 Şaredariya AKP’ê avahiyan bi nirxê 5 sal berê îstîmlaq dike!
09:07 Ozûgûrlû: Ne hêsane ku Tirkiye operasyonê bike
09:05 Qada seyrangehê ku 5 milyon lîre lê hatine xerckirin kavil bûye
09:05 Tevî rapora otopsiyê jî cenazeyê Erkol a HPG’î nadin malbata wê
09:05 ‘Em biryara rakirina parêzbendaiya Aydenîz nas nakin'
09:04 Li Rîsor a Bestayê qira daran anîn: Heke wiha bidome dê Rîsor bibe çol
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2022'YAN
06/08/2022
20:24 Sancar li Amedê peyam da: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin