Di êrişên Tirkiyeyê de 26 kes hatin qetilkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN  - Di encama êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li dijî navçeya Şêrawa ya Efrînê û Kantona Şehbayê de heta niha 26 welatî hatine qetilkirin û 76 welatî jî birîndar bûne. 

Êrişên artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li dijî xelkê ji Efrînê koçber bûyî û yên li dijî şêniyên Kantona Şehbayê bênavber didomin. Ji roja dagirkirina Efrînê heta niha navçeyên Til Rifat, Şera û Şêrawa yên Efrînê û Kantona Şehbayê rastî êrişan tên. Li gorî daneyên Heyva Sor a Kurd û Nexweşxaneya Avrînê, ji roja koçbera efrîniyan a ber bi Kantona Şehbayê heta niha, di encama êrişên artêşa tirk û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê de li Şêrawa û Şehbayê 13 jê zarok û 6 jî jê jin bi giştî 26 welatî hatin qetilkirin û 37 jê zarok û 25 jî jê jin bi giştî 76 welatî jî birîndar bûn. 
 
3 KOMKUJÎ HATIN KIRIN
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); li dijî koçberên efrînî û şêniyên Kantona Şehbayê 3 caran komkujî hatin kirin. Di van êrişan de ji topan heta tankan, ji mûşekên qedexe heta Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) her cureyeke çekan hate bikaranîn. Êrişa ewilî di 2’yê kanûna 2019’an de li dijî Til Rifatê hate kirin. Di encama êrişê de 8 jê zarok bi giştî 10 welatî hatin qetilkirin û 13 kes jî birîndar bûn. Navên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane ev in: “Ebdulfetah Elîko (3), Arif Mihemed Cafer (6), Mihemed Mihemed Omer (7), Îmad Ehmed Kêfo (9), Mistefa Mihemed Mecîd (10),  Hemûdê Mihemed Elî (11), Semîr Ebdurehman Hiso (12), Mihemed Ebdurehman Hiso (15), Elî Mehmûd Osman (54) û Hisên Ebdullah Guldedo (73).”
 
Êrişa duyemîn jî di 25’ê sibata sala 2020’an de li dijî malbateke li gundê Aqibê yê Şêrawa ya Efrînê hate kirin. Di êrişê de ji heman malbatê 3 kes (dayik, bav, keç) hatin qetilkirin û 3 kes jî birîndar bûn. Navên kesên hatine qetilkirin wiha ne: “Hesen Izet Mihemed (55), Fatme Ehmed Elî (46) û Sirûşt Hesen Mihemed (12).”
 
Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê di 23’yê çileya 2021’an de jî dîsa êrişî Til Rifatê kir. Di encama êrişê de 2 zarokan û jinekê jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn. Navên kesên jiyana xwe ji dest dabûn wiha ne: “Macîd Yasîr Sekran (5), Ebdulmuhsîn Sekran (12) û Nazlî Mihemed Mistefa (55).”
 
Di heman demê de hêzên dagirker di 26’ê tîrmehê de li navçeya Til Rifatê, gundê Şêx Îsa û gundên girêdayî navçeyên Şera û Şêrawayê zêdetirî 940 top barandin. Di encama êrişê de zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da û 5 jin jî birîndar bûn. Di 4’ê tebaxê de jî di encama êrişa SÎHA’yan a li dijî navenda Til Rifatê de 6 jê zarok bi giştî 9 welatî birîndar bûn. Welatiyê bi navê Hesek Elîko di vê êrişê ji çavekî xwe bû.
 
5 KAMP TÊN BOMBEBARANKIRIN 
 
Li Kantona Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrawayê bi giştî 350 hezar şêniyên Efrînê û Şehbayê dijîn. Li navçeya Til Rifatê jî 7 hezar jê şêniyên navçeyê, bi giştî 22 hezar kes dijîn. 
 
Li Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê 5 kampên koçberên efrînî hene. Kampa Berxwedanê li navçeya Fafînê, kampên Efrîn û Serdemê li navçeya Ehdasê û kampên Veger û Efrînê jî li navçeya Şêrawayê ne. Li her kampê nêzî 10 kes dijîn û Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê her roj topbaran dikin.
 

Sernavên din

08/08/2022
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:48 KESK: Bila peymana promosyonê bê nûkirin
16:48 ‘Bazirganên mirovan bi wezîfedarên dewletê re hevkartiyê dikin’
16:22 Li nêzî qereqolê cenazeyek hat dîtin
16:21 7 welatiyên li Wanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:26 Ji Bozdag pirsî: Li girtîgehê çima rojê tenê saetekê av tê dayîn?
15:08 ‘Hûn çima nahêlin Aram Tîgran li Amedê were definkirin?”
15:04 Girtiyên bi Covîd-19’ê ketin û yên din di heman qawîşê de tên ragirtin
14:57 HDP’ê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî
13:40 Li Girtîgeha Seydîşehîrê 7 girtî bi koronayê ketin
13:08 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:08 Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê: Vê talanê bidin sekinandin
12:54 Waliyê Rihayê ketina Malbata Şenyaşar a baxçeyê dadgehê qedexe kir!
12:22 MKGP’ê rapora binpêkirinan a 7 mehên dawî aşkera kir: Rojnameger rastî 161 binpêkirinan hatin
11:56 Rojnameger Denîz Firat li Mexmûrê hat bibîranîn
11:53 Partiyên kurd dê ‘Belgeya Helwestê’ eşkere bikin
09:31 Artêşa tirk êrişî gundên Qamişlo û Hesekê dike
09:14 ‘Mifteya şikandina tecrîdê di destê me de ye divê em rabin ser pêyan’
09:01 30 salên xwe temam kir lê berdana wî taloq kirin
09:01 Bi ser qetilkirina rojnamevan Huseyîn Denîz re 30 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2022'YAN
07/08/2022
22:42 Ciwanên HDP’î di konsera li dijî bendîbûnê de hatin gelhev
22:05 Yekane şahidê doza Licê Hatîpoglû mir
21:58 Di Mitînga Kartalê de gelan daxwaza azadiya Ocalan kir
21:27 Bûldan: Dema me qifleya tecrîdê şikand dê hemû pirsgirêk çareser bibin
20:16 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Hûn ê vîna gelê kurd nas bikin
17:22 Kesên Qada Kartalê bi devî re dagirtin: Çareserî HDP ye
17:06 HDP wê di îlonê de Tifaqa Kurdî deklere bike
15:11 PYD’ê bang li NY’ê kir: Qada hewayî li balafirên tirkan bigirin
14:13 OHD: Ji bo pêşerojeke aştiyane divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:12 10 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:59 Komxebata 1’emîn a Hewldana 78’an li Pirsûsê hate kirin
13:46 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:46 Sancar çû serdana partiyên kurd: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de eşkere bikin
12:51 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me taloq nekin
12:15 AYM’ê ji bo astengkirina mafê hevdîtinê yê girtî got: Derhiqûqî ye
11:38 Di êrişên Tirkiyeyê de 26 kes hatin qetilkirin
10:32 Baram: Tirkiye her tim çav berdaye xaka Kurdistanê
10:19 ‘Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan’
10:14 Li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn: Em şer naxwazin, çareserî HDP ye
09:49 Tûrnûvaya Kemal Kurkut a li Edeneyê bi dawî bû
09:42 Şaredariya AKP’ê avahiyan bi nirxê 5 sal berê îstîmlaq dike!
09:07 Ozûgûrlû: Ne hêsane ku Tirkiye operasyonê bike
09:05 Qada seyrangehê ku 5 milyon lîre lê hatine xerckirin kavil bûye
09:05 Tevî rapora otopsiyê jî cenazeyê Erkol a HPG’î nadin malbata wê
09:05 ‘Em biryara rakirina parêzbendaiya Aydenîz nas nakin'
09:04 Li Rîsor a Bestayê qira daran anîn: Heke wiha bidome dê Rîsor bibe çol
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2022'YAN
06/08/2022
20:24 Sancar li Amedê peyam da: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê