Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî

img

AMED - Şaredarê Rezanê Huseyîn Beyoglu yê ku tayînî şûna şaredarê HDP’ê hat kirin, gotibû “em xaniyê xatiya xwe ya extiyar tamîr dikin”, lê belê mala vê jina extiyar nehat tamîrkirin. 

 
Di Hilbijartina Xewechî ya 31’ê Adara 2019’an de li navçeya navendî ya Rezana Amedê namzetê HDP’ê Zeyyat Ceylan ji sedî 71’ê dengan bi ser ketibû. Lê bi hêceta ku Ceylan bi KHK’ê hatiye îxrackirin, mazbateya şaredariyê dan namzetê AKP’ê Huseyîn Beyoglu yê ji sedî 25 bi ser ketibû. Beyoglu yê ku tayînî şaredariyê hat kirin, di 28’ê tîrmehê de li taxa Yenîkoyê serdana Ayşe Akgul a 79 salî ku li malek xirbe dijî kir. 
 
Akgul ji ber xizan e nikare banê mala xwe tamîr bike û ji arîkên mala wê av diniqûte. Akgul pêdiviyên xwe rojane li hewşa mala xwe pêk tîne. Akgul ji bo tamîrkirina mala xwe ya du ode lê hene banga alîkariyê kir û ji ber mala wê biritûbet e, bi pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû maye. 
 
ÎDIAYA KU XEBAT HATIYE DESTPÊKIRIN 
 
Şaredarê AKP’yî Beyoglu piştî serdana Akgul kir, di malpera înternetê ya şaredariyê de bi sernavê “Şaredarê Rezanê Huseyîn Beyoglu ji bo mala jina extiyar ku li mala xirbe dijî, xebata tamîrkirinê da destpêkirin” serwîs kir. Lînka nûçeyê. Beyoglu di nûçeyê de îdia kiriye, “Me pêdiviyên xatiya xwe ya bêkes anî cih. Em ê mala wê çêbikin û dikaribe lê bijî. Ji bo vê me xebat da destpêkirin.” 
 
MALA WÊ NEHAT TAMÎRKIRIN 
 
Piştî vê serdana Beyoglu 12 roj şûnve, em çûn mala Akgul û me dît ku li mala wê tu xebatek tamîrkirinê nehatiye destpêkirin. Akgul ji ajansa me re axivî û got şaredariyê pir hindik alîkariyek madî bo wê kiriye lê mala wê nehatiye tamîrkirin. 
 
50 SAL IN LI HEMAN MALÊ DIJΠ
 
Akgul behsa serpêhatiya jiyana xwe kir û diyar kir ku ew hê 20 salî bûye hatiye zewicandin û ji ber zarokên wê çênebûne hevjînê wê dev jê berda ye. Akgul anî ziman ku 50 sal in li va mala du odeyê wê hene dijî û ji bo debara xwe bike bi salan di karên cihêreng de xebitî ye û her wiha cilên xelkê jî dirûtiye û debara xwe pê kiriye. 
 
JI BER RITÛBETÊ BI NEXWEŞIYA ASTIMÊ KET 
 
Akgul da zanîn ku ji ber ew extiyar bûye êdî nikare bixebite û nikare debara xwe bike. Akgul diyar kir ku dema dibe zivistan û baran dibare banê xaniyê wê dilop dike û ji ber nexweş bûye çûye nexweşxaneyê û doktor jê re gotiye ji ber ritûbeta li malê bi nexweşiya astimê ketiye. Akgul anî ziman ku tevî ew nexweş e jî mala wê nehatiye tamîrkirin. 
 
BEYOGLU SOZA XWE BICIH NEANΠ
 
Akgul anî ziman ku cihek wê ku biçê nîne û têkildarî serdana Beyoglu de wiha got: “J imin pirsa ‘tu çi dixwazî?’ kir. Min jê re got mala min tamîr bikin, têra min dike. Got, ‘em mala te xera bikin û ji nû ve çekin, zor e, lê em ê ji te re tamîr bikin’.” 
 
Akgul destnîşan kir ku li gel 12 roj bi ser vê serdanê re derbas bûye jî mala wê nehatiye tamîrkirin û got: “Ez tenê dixwazim mala min were tamîrkirin. Dikarin li ber mala min malek nû jî ji min re çêkin. Li mala min serşok nîne ez li hewşa mala xwe pêdiviyên xwe bicih tînim.” 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

11/08/2022
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan