Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn

img

RIHA - Rojnamevan Huseyîn Denîz di salvegera 30’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Berdevka MKGP’ê Roza Metîna ku di bîranînê de axivî, wiha got: “Em ê çûyîna xwe ya di rêya heqîqetê de bidomînin û pênûse wî li erdê nehêlin.”

 
Nivîskar û nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ê di 9’ê Tebaxa 1992’yan de li navçeya Serêkaniya Rihayê li nava kolanê di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin, di salvegera 30’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Serêkaniyê hate bibîranîn. Hevjîna Denîz Adîle Denîz, xwişka wî Newroz Denîz, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG), Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metîna, rojnamevan Hakki Boltan, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê (MYD), rêxistinên HDP’ê yên Serêkanî û Rihayê û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Di bîranîna bi rêzgirtinê dest pê kir de kulîlk danîn ser gora Denîz.
 
Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizidamar ku di bîranînê de ewilî axivî wiha got: “Kevneşopiya çapemeniya azad berdewam dike. Di salên 1990’an de zext û tundî bi awayekî fizîkî hebûn lê niha jî bi girtinan berdewam dikin. Huseyîn Denîz bû rêber û her tim jî weke rêberekê rê nîşan da. Çapemeniya azad wê weke dengê gel berdewam bike. Em bi rêzdarî bi bîr tînin.”
 
‘TU HÊZ NIKARIN DERKETINA RASTIYÊ YA HOLÊ ASTENG BIKE’
 
Dû re parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu ya mafê axaftinê girt, hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr anîn û wiha got: “Di salên 1990’an de bi dehan rojnamevan hatin qetilkirin. Xwestin dengê rastiyê bibirin û heqîqet dernekeve holê. Huseyîn Denîz mamosteyek, rojnamevanek û nivîskarek bû. Ji bo zimanê dayikê xebat meşandin. Ji bo ku rastî di tariyê de nemînin kirin. Ji ber vê yekê hêzên tarî ew hedef girtin. Niha bi dehan rojnamevan girtî ne. Herî dawî li Amedê 16 rojnamevan hatin girtin. Du meh derbas bûn lê hêj îdianame jî nîne ji ber ku di holê de sûc nîne. Zeynel Bûlût û Serdar Altan jî beşdarî bîranîna sala par îro hate kirin bûbûn lê niha ew jî girtî ne. Par wan gotibû îsal jî em ê bêjin ‘tu hêz nikarin derketina rastiyê ya holê asteng bikin’. Bi kuştin û girtinan nikarin bi me paş ve gavê bidin avêtin.”
 
‘MIRINA DI OXIRA ARMANCEKE MEZIN DE HER TIM JIYAN E’
 
Xwişka Huseyîn Denîz Newroz Denîz jî diyar kir ku 73 rojnamevan hatin qetilkirin û wiha got: “17 hezar kiryarên nediyar hene. Hemû jî mirovên xwendevan ên paqij bûn. Yek ji wan jî bi nêrîna çavên wan qetilnekirin, hemû jî bi piştê ve hatin qetilkirin. Mirin adi oxira armanceke mezin e her tim jiyan e.”
 
‘EM Ê PÊNÛSÊ WAN LI ERDÊ NEHÊLIN’
 
Berdevka MKGP’ê Roza Metîna jî wiha axivî: “Em li pêş têkoşîna hevalê Huseyîn bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Mûsa Anter, Gurbetellî Ersoz, Huseyîn Denîz ji bo ku serî netewandin hatin qetilkirin. Em weke rojnamevanên kurd di rêya wan de dimeşin. Çi bibe bila bibe em ê layiqî wan bibin. Em li dijî pergala yekperest her tim li ber xwe bidin. 16 hevalên me hatin girtin em hewl bidin layiqî wan bibin. Rojnamevaniyê ji bo polîtîkayên qirêj ên pergalê derxistin holê hedef hate girtin û hêj jî tê girtin. Em ê di rêya heqîqetê de meşa xwe bidomînin. Em ê pênûsê wan li erdê nehêlin.”
 
‘EM NIHA ARTÊŞEKE MEDYAYÊ NE’
 
Bayram Balci ku dema Huseyîn Denîz hate qetilkirin Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Herêmê bû û niha jî li Ewropayê sirgûnê dijî bi online tev li bernameyê bû û wiha got: “Dema em di sala 1991’an de li büroya Rihayê dixebitîn, me hev nas kir. Mamoste Huseyîn hevalekî me yê ne tenê bi mamostetiya xwe bi lêkolînên têkildarî dîroka kurdan jî dihate zanîn. Hevalên me dest bi qetilkirinê hatin kirin. Me ji bo Bûrhan Karadenîz dest bi nobetê kir û wê rojê em hîn bûn ku Huseyîn hate kuştin. Em wê demê çend kes bûn lê niha em artêşeke dewasa ne, artêşeke medyayê ne. Ev bi saya hevalên bedel dan çêbû. Kesên hatin kuştin hevalên min ên rojnamevan bûn. Hêj jî em pênûsê hevalên xwe dinivîsin. Em ê xeyalên wan pêk bînin. Em hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr tînin.”
 
Bîranîn piştî axaftinan bi dawî bû. Piştî bîranînê hevjîna Huseyîn Denîz Adîle Denîz pirtûka Denîz a bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan” û kulîçeyên ku Huseyîn Denîz jê hez dikirin belavî beşdarvanên bîranî kirin. 
 

Sernavên din

11/08/2022
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan