Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda

  • rojane
  • 10:12 16 Tebax 2022
  • |
img

MÊRDÎN - Cerdevanê bi navê Velat O. ku di dosyaya qetilkirina Hamît Ozkan de firarî bû, 2 sal piştre hate girtin lê belê dadgehê ew berda. Birayê Ozkan, Nûrettîn Ozkan got ku dadgeh bêalî tevnegeriya. 

Welatiyê bi navê Hamît Ozkan di 11’ê mijdara sala 2020’an de li Taxa Xirbe Kurîkê yê Şemrex a Mêrdînê rastî êrişa çekdarî ya cerdevanan hat. Di êrişê de Ozkan jiyana xwe ji dest da û hevjîna wî Hamdiye Ozkan û xizmê wî Mehmet Ozkan jî birîndar bûn. 
 
Derheqê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û cerdevanên bi navên Cevdet O., Halît O. û Kadrî O. hatin girtin. Cerdevan Firat O., Lokman O. û cerdevanê firarî Velat O. jî bi awayekî negirtî dihatin darizandin. Derheqê cerdevan Cevdet O., Halît O., Velat O., Lokman O., Kadrî O. û Firat O. de îdianame hate amadekirin û li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê doz hate vekirin. Her 6 bersûc jî bi sûcên “kuştina bi zanebûn” û “Veşartina delîlên sûc” hatin darizandin. 
 
PIŞTÎ FIRARÊ HATE BERDAN
 
Doza Ozkan nêzî 2 salan berdewam kir û 2 bersûcên di dosyayê de dihatin darizandin, hatin berdan. Niha di dosyayê de tenê Kadrî O. girtî ye û bersûcê firarî Velat O. jî hefteyek berê hate girtin. Lê cerdevan Velat O. li gel ku 2 sal piştre hate girtin jî, bi îdiayên “gumana reva wî nîne” û “asta ku dosya gihiştiyê”, bi şertê kontrola edlî hate berdan. 
 
ÇEKA JI BO PEYWIRÊ HATIYE DAYÎN
 
Di îfadeyên dosyayê de cerdevanê berê Cevdet O. dibêje ku eleqeya wî bi bûyerê re nîne û wiha dibêje: “Li holê sûcek nîne. Tekane sûcê min ew e ku 3 zarokên min hene. Navbera min û serpel baş e. Ji bo ku 3 zarokên min bike cerdevan hatibû cem me. Bûyer ne bi zanebûn lê bi teqezayî çêbû.” Kadrî O. ku di dosyayê de ew tenê girtiye jî îdia kir ku di dema bûyerê de “gule berdane hewa.” Her wiha diyar kir ku çeka wî bi kar anî ya Velat O. ye û wiha got: “Çeka cerdevanan bû. Ev çek, çeka Velat e. Ev çek ji ber peywirê hatiye dayîn.”
 
‘DIXWESTIN JI GUND DERKEVIN’
 
Xizmên Hamît Ozkan diyar kirin ku bi îtîrafên bersûcan û hatiye tespîtkirin ku Ozkan bi çeka cerdevan Velat O. hatiye kuştin lê dadgehê dîsa jî biryara berdanê da ye. Xizmên Ozkan destnîşan kirin ku bi vê biryarê re dadgehê “bêalîtiya” xwe winda kiriye û daxwaza darizandineke adilane kirin. 
 
GEFA ‘EM JI HÊLA DEWLETÊ VE XURT IN’ 
 
Birayê Ozkan, Nûrettîn Ozkan ji ajansa me re axivî û ev tişt anî ziman: “Beriya bûyerê jî gef li me dihatin xwarin. Bûyer weke ‘şerê gund’ hatiye qeydkirin. Lê sedema esasî ew e ku zext li birayê min dikirin ku ji gund derkeve. Cevdet O. û zarokên wî beriya bûyerê gefa ‘Vala vala malê çêneke. Em ê nehêlin tu li vî gundî bimînî. Ji hêla dewletê ve em xurtin. Kesek nikare tiştekî bi me bike.’ li kekê min xwarin. Van kesan hêz û peywira ji dewletê digirtin, li dijî gel bi kar anîn. Dewletê ji bo parastina gund ew çek daye wan lê wan ew çek li dijî gel bi kar anî.” 
 
‘DADGEH ALÎ DIGIRE’ 
 
Bi domdarî Ozkan, da zanîn ku beriya dadgeh ji wan re şandeyek hatiye şandin û wiha bi dawî kir: “Xwestin pere bidin û bûyerê bigirin. Ji me re agahî dişandin û dibêjin; ‘Pişta me xurt e. Dev ji vê dozê berdin.’ Doz her carê tê taloqkirin. Êdî hêviyeke me ji dadgehê nema ye. Em mirovên di halê xwe de ne. Lê Cevdet O. di dadgehê de dibêje; ‘ev alîgirên terorê ne.’ Anku dibêje; ‘ev terorîstin. Me ew kuştin. Heq dikirin.’ Dadgeh bi helwesta xwe raste rast alîgiriyê dike. Tiştên ku em li dijî wan dibêjin di girtekan de nayên nivîsandin. Lê tiştên xelet ên ew dibêjin tên nivîsandin. Bi pereyan edaletê dikirin. Em edaletê dixwazin. Piştî edaletê jî em aştiyê dixwazin. Cihekê ku edalet lê nebe, aştî jî mimkin nîne.” 
 

Sernavên din

18/08/2022
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan
13:39 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket
12:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
12:16 Jin îro bi Emîne Şenyaşar re Nobeda Edaletê digirin
11:29 Rewşa Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû hê jî giran e
10:35 Emîne Osê: Em ê li dijî êrişan xwe biparêzin
10:35 Girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne bang kirin
10:12 ‘Ji ber polîtîkayên cihekar ên li ser kurdan êrişên cenazeyan pêk tên’
09:43 Îşkenceya ‘em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin’ li Mihçi hatiye kirin
09:04 32 sal in bi hesreta gundê xwe dijî
09:04 Rewşa 4 girtiyên ku bi koronayê ketine giran bû
09:04 Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn
09:03 Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir
09:03 Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!
09:03 ‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
09:03 Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
17/08/2022
17:22 Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin
17:22 Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin
16:50 DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist
16:40 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt
15:55 57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin
15:50 Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin
15:34 Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan
15:06 Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
15:02 Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
14:16 Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin
13:42 ‘Qanûnên xwe bisepînin’
13:36 Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
13:25 Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin
12:49 Dermanên Ûlûg a li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin nadinê!
12:33 Panela li dijî qeyûman têkoşîna hevpar: Divê destkeftiyên jinan bên parastin
12:24 TMMOB bi malbata Şenyaşar re di nobetê de ye
11:24 Ji bo cenazeyên di depoya nexweşxaneyê de tên sekinanin bang li saziyên maf hate kirin
10:31 Li Mêrdînê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:25 Kûlû: Desthilata AKP’ê û MHP’ê berdewama hişmendiya Abdûlhamît e
10:13 Berdevkê Ragihandina HSD'ê Şamî: Tirkiye dê penaberan bi darê zorê bişîne
09:55 25 pêşniyazpirsên têkildarî talankirina daran bêbersiv hatin hiştin
09:03 Bîlmez: Li dijî tecrîdê pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye
09:02 Kesên bi dayika Emîne re nobed girtin: Em aliyên vê dozê ne
09:01 Gava kiryar dewlet be, kamera xerabe ne!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2022'YAN
16/08/2022
19:09 Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir
17:04 Giliyê Ozdag hat kirin ku heqaret li Şêx Seîd kiribû
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike