Bîlmez: Li dijî tecrîdê pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye

  • rojane
  • 09:03 17 Tebax 2022
  • |
img

STENBOL -  Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, cezayên dîsiplînê yên li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine birîn wekî "Zordestiyê şûna hiqûqê girtiye" pênase kir û got ji bo pêkanîna hevdîtinan pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye.

Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, 17 meh in tu xeber nayên girtin. Piştî 27’ê Tîrmeha 2011’an, Ocalan di 2'yê Gulana 2019'an de, di encama çalakiya greva birçîbûnê ya 200 rojî ya li girtîgehan de, hevdîtin bi parêzerên xwe kiribû. Lê piştî 5 hevdîtinan parêzer ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve nikarin hevdîtinê pêk bînin. Serlêdanên wan ên hevdîtinê bi hinceta cezayên dîsiplînê tên astengkirin. Ocalan ku hevdîtina wî ya bi malbatê re jî bi heman hincetê tê astengkirin, herî dawî di 25'ê Adara 2021'an de bi telefonê birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtinek kurt pêk anî. 
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, serlêdanên hevdîtinê yên bi Ocalan û girtiyên din re û cezayên dîsîplînê yên Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê nirxandin. 
 
'DERÎ HIQÛQÊ'
 
Bîlmez diyar kir ku ji sala 1999'an ve li Girava Îmraliyê hiqûq nayê xebitandin got, ew tu carî nikarin wekî cihekî "asayî" li Girava Îmraliyê binêrin. Bîlmez ku bêhiqûqiyên li Îmraliyê wekî "Îmralî çawa cihekî ji bejahiyê veqetiyayî ye, di heman demê de cihekî li derî hiqûqê ye jî" nirxand, bilêv kir ku 17 meh in bi tu awayî nikarin pêwendiyê bi muwekîlên xwe re deynin. Bîlmez anî ziman ku hemû serlêdanên wan parêzeran ji aliyê Dadgeriya Înfazê yê Bursayê ve tên  astengkirin û got: "Hemû serlêdanên qanûnî bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin."
 
'ASTENGKIRINA HEVDÎTINAN BI REWŞA AWARTE RE BÛN TIŞTEKÎ QANÛNÎ'
 
Bîlmez destnîşan kir ku ji sala 1999'an heta sala 2016'an, dema hewldana derbeyê, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê bi biryarên wekî "Keştî xerabe ye" hevdîtin asteng kirine, lê bi Rewşa Awarte (OHAL) re ku di sala 2016'an de hat ragihandin, astengkirina hevdîtinan êdî bûye "tiştekî qanûnî." Bîlmez têkildarî astengkirina hevdîtinan yên piştî Rewşa Awarte bi vî awayî bilêv kirin: “Berê di pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê de, hevdîtina bi hemû parêzeran nedihat qedexekirin. Lê piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê rewşa awarte hat ragihandin. Piştî Rewşa Awarte demek bi şûn de ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve derbarê Îmraliyê de ev biryar hat dayîn. Mafê hevdîtina bi birêz Ocalan û her sê muwekîlên me yên din ên li Îmraliyê, hat sînorkirin û qedexekirin. Cara yekem bû ku tiştekî wiha dibe. Bingeheke qanûnî tune bû, lê belê paşê bi biryarnameyên Rewşa Awarte re hewl dan ku kirasekî qanûnî ji van tiştan re bifesilînin û rabûn xalek li qanûna înfazê ya ceza zêde kirin. Li gorî vê xalê êdî mafê mirov yê dîtina bi parêzer dikare bê sînordarkirin. Hîn jî di meriyetê de ye.” 
 
Bîlmez da zanîn ku ev pêkanîn dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Destûra Bingehîn û prensîbên bingehîn ên hiqûqê ye û got: "Ev rewş tê wateya jiholêrakirina mafê parastinê." 
 
Her wiha Bîlmez diyar kir ku ew nikarin ji mafên rewa yên ku piştî darbeyê ji bo Ocalan û girtiyên din hatine amadekirin jî sûdê werbigirin.
 
'KIRINE OTOMATÎK'
 
Bîlmez derbarê pêvajoyê de jî ev tişt gotin: “Di vî kirasê qanûnî de ku min ji bo qedexekirina mafê hevdîtina bi parêzeran yê Ocalan û muwekîlên me yên din de, hin xal hene. Ji van xalan yek jî pêk nehat. Ji hevdîtina bi parêzeran a 2019’an ve tu hevdîtinek çênebûye. Ya duyemîn jî, diviyabû di vê hevdîtina bi parêzeran re, diviyabû têkildarî kiryarên dibin cihê sûc de hin nîşane hebûna. Ya sêyem jî, divê dadgeha peywendîdar tevdîîrek bigirta û rayedarên fermî jî zabitnameyek çêbikirana û ew bişandana dadgehê. Lê li Îmraliyê yek ji van pêk nehatiye. Ne hevdîtinek çêbûye, ne jî di hevdîtinekê de kiryareke bibe cîhê sûc rû da, ne jî zabitnameyek hat amadekirin. Bêyî ku ji vana yek jî pêk bê, Dadgeriya Înfazê ya Ceza ya Bûrsayê, bi awayekî otomatîk 6 mehan carekê hevdîtina bi parêzeran qedexe dike û 3 mehan carekê jî ya bi malbatê re qedexe dike. Beriya sala 2015’an ev yek ne wiha bû. Qet nebe wê çaxê derewên xwe jî bi duristî dikirin. Her hefte wekî hincet ji me re digotin 'an keştî xerabe ye' yan jî 'rewşa hewayê nebaş e.'" 
 
'ZORDESTIYÊ DEWSA HIQÛQÊ GIRTIYE'
 
Bîlmez anî ziman ku bi awayekî hiqûqî nikarin xwe bigihînin naveroka biryarên qedexekirina hevdîtinan yên ji bo muwekîlên wan hatine dayîn û got: “Em dayina van cezayên dîsîplînê jî nikarin hîn bibin. Teblîxî me nayên kirin. Em paşê, piştî demek dirêj hîn dibin. Piştî em hîn dibin em hewl didin mudaxil bibin. Em dibêjin 'Naveroka vê biryarê, dosyayê ji me re bişînin, em bibînin. Li gorî wî em doza mafên muwekîlê xwe bikin. Em serî li rêyên qanûnî bidin." Lê ew dosyeyê vedişêrin." 
 
Bîlmez bibîr xist ku jixwe muwekîlên wî dizanin ku ev biryar nehiqûqî ne û got: "Ew jî êdî îtîraz nakin. Ji lew re baweriya wan bi hiqûqê nemaye. Jixwe birêz Öcalan ji destpêkê ve qet îtiraz nedikir. Lê hin muwekîlên me yên li wir îtîraz dikirin. Niha ew jî êdî îtîraz nakin. Li Îmraliyê zordestiyê şûna hiqûqê girtiye." 
 
'PÊDIVÎ BI ÇALAKIYÊN DEMOKRATÎK HEYE'
 
Bilmez bal kişand ser 775 parêzerên girêdayî 29 baroyan ku li dijî vê bêhiqûqîtiyê tevgeriyan û got, serlêdana wan a li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê pir girîng e û got: "Em wiha difikirin dê hewldanên bi vî rengî bibandor bin."
 
Bîlmez bilêv kir ku divê serlêdanên bi vî rengî û çalakiyên girseyî yên kolanan zêde bibin û "Meşa Gemlîkê" ya di 12'ê Hezîranê de hat lidarxistin bibîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber ku ev mijar her kesî eleqedar dike. Bêhiqûqiya li Îmraliyê ne tenê meseleya birêz Ocalan û yan jî ya me parêzeran e. Pirsgirêka civaka Tirkiyeyê ye. Ev pirsgirêk bi awayekî bandorê li her kesî dike. Ya girîng ew e ku haya mirov ji vê hebe û mırov ji bo wê hewl bide. Nexwe ger em xwe tim li nedîtinê deynin, em ê bibînin wekî heya niha, dê ev mesele bandorê li her kesî bike. Ma kes dikare îdia bike ku tecrîda li Îmraliyê derî meseleya kurdî ye? 23 sal in em vê yekê dibînin. Bêhiqûqî li hemû Tirkiyeyê berbelav bûye. Baweriya bi darazê nemaye. Di warê aborî de mirov jixwe perîşan bûne. Ji ber ku desthilat, ji bo desthilata xwe biparêze, ber bi hilbijartinê ve hewl dide alîgirên xw ekonsolîde bike. Ev yek zirarê dide tevahiya civakê û ev rasterast bi tecrîda li ser Birêz Ocalan ve girêdayî ye. Divê mirovê vê yekê bibîne." 
 

Sernavên din

28/12/2022
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin