Ji Amedê bang kirin: Em ê li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin bêdeng nemînin

  • rojane
  • 19:55 21 Tebax 2022
  • |
img
AMED - Di pêşengtiya MED TUHAD-FED û TUHAY-DER’ê de têkildarî komkujiyên li girtîgehan daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: “Em ê li dijî komkujiyên diqewimin re bêdeng nemînin.”
 
Di pêşengtiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Amedê têkildarî komkujiyên li girtîgehan diqewimin li ser Cadeya Lîseyê daxuyanî hate dayîn. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya 78’an, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘DI SALEKE DAWÎ DE 48 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN’ 
 
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran ê beriya daxuyaniyê axivî, diyar kir ku di demên dawî de li girtîgehan komkujî diqewimin û wiha got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê bi taybetî li ser girtiyên siyasî polîtîkayên komkujiyê tên meşandin. Di saleke dawî de 48 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Ev komkujî ji ber faşîzma AKP’ê û MHP’ê û hevkarên wan e.”
 
‘JI BO GEL BIXAPÎNIN…’
 
Baran, qala gotinên Wêzîrê Dadê Bekîr Bozdag ên duh ên “Em girtiyên nexweş dixin rojeva xwe” kir û wiha berdewam kir: “Li dijî hemû komkujiyên heta îro li girtîgehan qewimîn, hikumet ji bo gel bixapîne derewên wisa dike. Kesên li Dîlokê 57 kes qetil kirin çima hatin berdan? Kesên weke kontra di salên 1990’an de gelê kurd qetil kirin çima hatin berdan? Çevîk Bîr bi kîjan armancê hate berdan û Aysel Tûglûk tevî ku nexweş e jî çima nehate berdan?
 
Baran, diyar kir ku bi taybetî girtiyên nexweşên girna nayên dermankirin, li girtîgehan pêketina vîrûsên vîrûsa koronayê zêde bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtiyên ku testa wan a vîrûsê pozîtîk derdikevin û girtiyên din çima li cihekê tên rawestandin? Wan berdin bila li malên xwe bên dermankirin. Em encax bi vî awayî dikarin bawerî bi gotinên web ikin. Bi hezaran kes bi awayekî dijhiqûqî ji aliye dadgehên ku bûne noterên AKP’ê ve hatin girtin. Van girtiyan demildest berdin.”
 
‘JI GIRTÎGEHAN RE BIBIN DENG’
 
Baran bi gotina “dema hilbijartin nêzîk dibe dostên kurdan pir dibin” bang li muxalefetê kir û wiha axivî: “Sibê kî were serî nêzîkatî wisa be kurd dê dîsa di girtîgehan de bin. Bi hezaran girtî di girtîgehan de ne. Ji bo van hûn çi dibêjin? Girtiyên nexweş di girtîgehan de ne ji bo efûya giştî hûn çi dibêjin, derkevin ka hûn ê çawa çareser bikin bînin ziman.”
 
Baran herî dawî bang li gelê kurd kir ku li ku derê cîhanê bibin bila bibin divê ji girtîgehan û girtiyên nexweş re deng derxînin û ev bang kir. 
 
‘DARAZ BÛYE NOTERA DESTHILATÊ’
 
Piştî axaftina Baran, Hevserokê TUAY-DER’a Amedê Mehmet Gunduz metnê daxuyaniyê xwend û wiha got: “Tecrîda ku 23 sal in Birêz Abdûllah Ocalan pê re rûbirû dimîne bandora xwe li her aliyê civakê kiriye. Cihê ku herî zêde qeyran lê heyî girtîgehên ku bi destê notere desthilatê darazê ve hatine tejî kirinin. ”
 
‘GIRTÎGEH BÛNÊ NAVENDÊN DARVEKIRINÊ YÊN FÎÎLÎ’
 
Gunduz, diyar kir ku girtîgeh bûne navendên ku cezayên darvekirinê bi awayekî fîîlî lê tên sepandin û wiha berdewam kir: “Girtîgeh bi pêkanînên keyfî, hincetên kovîd û OHAL’ê bûne navenda îşkence xaneyan. Hewldaneke zêde tê nişandan ku girtiyên înfazên xwe temam kirine ji aliye lijneyên çavdêrî û idareye ve bi hinceta şewitandina înfazan ji girtîgehan sax neyên derketin.”
 
‘MIRINÊN LI GIRTÎGEHAN NE MIRINÊN XWEZAYÎ NE’
 
Gunduz, axaftina xwe wiha domand: “43 cenazeyên di 8 mehin ewil ên sala 2022’yan de derketin, îşkenceya li girtîgehan diqewime raxist li ber çavan. Di encama polîtîkayên dijminane yên li girtîgehan tên birêvebirin de di nava hefteyekê de girtiyên nexweş Îbrahîm Yildirim, Mehmet Candemîr û Bazo Yilmaz jiyana xwe ji dest dan. Ev yek jî îşkenceya li girtîgehan dide nîşandan. Tu mirinên li girtîgehan diqewimin ne bi xwezayî ne. Berpirsyarên van mirinan wê li pêş hiqûqê zû an dereng hesabê bidin.”
 
‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’
 
Gunduz, destnîşan kir ku divê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in tê meşandin bê bidawîkirin û wiha got: “Ji ber vê yekê em careke din ji vir dibêjin divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û ji mafên xwe yên bingehîn ên weke hevdîtina malbat û parêzeran û axaftina bi telefonê sûdê bigire. Divê di serî de Wezareta Dadê hemû saziyên têkildar binpêkirinên mafan paşguh nekin. Divê qanûna înfazê demildest bên guhertin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan an jî înfazên wan bên taloqkirin. Divê girtî demildest ji mafên xwe yên bingehîn ên weke çandî, civakî, tenduristiyê sûdê bigirin. Kesên heta niha bûne sedemê mirovên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest didin, divê beyî ku li peywî, berpirsyartî û rutbeya wan were nêrîn hesab ji wan bê pirsîn.”
 
Gunduz, herî dawî got ku wê li dijî îşkence, zilm û mirinê bêdeng neminin û got: “Bijî têkoşîna me bijî berxwedana zindanan.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Li hundir li derve tecrîdê bişikîne”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.
 

Sernavên din

22/08/2022
09:06 Me dîmenê TIR’a 3’yemîn ku Soylû digot, ‘tune ye’ kişand
09:05 Bersiva pêşniyara ku rêya qêza lê çêbû ji TIR’an re bêsînorkirin nedane
09:04 Bi mijarên jin, xweza û aştiyê dîwaran dixemilîne
09:04 Rêxistinên Rojnamevanan: Divê em nîşanî rojnamevanên girtî bidin ku ne bi tenê ne
09:03 'Pêdivî bi pergaleke alternatîf a perwerdehiya wijdanî, exlaqî heye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2022'YAN
21/08/2022
19:55 Ji Amedê bang kirin: Em ê li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin bêdeng nemînin
18:50 Zarokê ku kete germavê jiyana xwe ji dest da
18:40 HDP li Feraşînê bi gel re civiya
16:48 Şandeya DBP’ê û HDP’ê çûn şîna malbatên Dêrikê
16:02 Dîmena danasînê ya şeva piştevaniya çapemeniya azad hat weşandin
15:55 Gardiyanan gef li girtiyên ku hejmartina li ser piyan qebûl nekirin xwarin
15:37 HDP çû şîna Bazo Yilmaz
15:24 Şandeya HDP’ê li Dêrikê ye: Kujerê 21 kesan Cengîz Holdîng e
15:13 20 kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin
14:04 Sê welatiyên ku leşkeran ew girtibûn, hatin berdan
14:03 Li herêma Zozanên Şênê şer qewimî: Gelek ambûlans şandin cihê bûyerê
13:29 Şahidên qezayê vegotin: Bergirî nehatin girtin, barê TIR’an zêde bû
12:26 Piştî civînên Soçî û Tehranê 8 zarok hatin qetilkirin, 24 jî birîndar bûn
11:58 Li Dîlokê karkerên fistiqan qeza kirin: 2 kes mirin 7 kes birîndar bûn
11:43 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 531’emîn de ye
11:26 Jinên siyasetmedar bang kirin: Divê em bibin qêrîna Aysel Tûglûk
10:40 Kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
10:26 Hewza Firatê di bin xetereyê de ye: Têkoşîna ekolojiyê têkoşîna mafê jiyanê ye
09:13 Li Dêrikê wek qetlîamê qeza pêk hat: Heya niha 20 kes mirin
09:06 'Her ku tecrîda li Îmraliyê kûr dibe binpêkirinên mafan zêde dibin'
09:04 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi hinceta 'tadîlat'ê hêwan neda hunermend Evîn
09:03 Qeyûmê Êlihê bajêr parsêl bi parsêl difiroşe
09:02 Afîşa HADEP'ê ya 23 sal berê hatiye daliqandin li ber xwe dide
09:01 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2022'YAN
20/08/2022
22:50 Akdenîzê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
22:37 Tevegra Iraqa Demokratîk serdana KNK'ê kir
22:34 Rêveberiya Xweser: Di mehekê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da
22:04 Cenazeyê jina windayî hat dîtin
21:00 Di qezaya li Dêrikê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan
20:19 Rêvebiriya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya
18:24 HDP'ê li Botanê serdana gundan kir
18:00 Bûldan ji Colemêrgê bang kir: Dijminatiya li hemberî kurdan wê we têk bibe
17:35 Xizmên girtiyan ji Qada Kartalê bang kirin: Em li çareseriyê digerin
16:21 Sancar roja duşemê serdana Qersê dike
15:12 56 qurbaniyên qetlîama DAIŞ’ê hatin bibîranîn
15:01 ÎHD: Girtiyên nexweş Amaç, Kose û Oktar berdin
14:08 Nasnameyên her çar zarokên di êrişa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, eşkere bû
13:58 Dayikên Şemiyê li kujerên Cemal Kavak pirsîn
13:41 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
13:28 Li aqûbeta Demîr û Gunduz hat pirsîn
13:05 Li Dîlokê qeza: 16 kesan jiyana xwe ji dest da
12:31 Bûldan li Geverê serdana esnafan kir
12:29 Şandeya HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: AKP bêedaletiyê diafirîne
11:02 Şaredariya Westanê wesayîta cenaze neda ku cenaze bê rakirin!
10:24 Xelkê Qoserê 3 roj in li dijî tiryakê nobedê digire
10:04 AKP’ê di kêliya nimêja înê de deriyê Mizgefta Hz. Omer mohr kir
09:48 Hatîp Dîcle: AKP dê di vî şerî de têk biçe
09:29 Li Silopiya cerdevanekî întîhar kir
09:08 Mûtlû: Hezar sedem hene ku jin li hev kom dibin
09:00 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin xeberekê ji Îmraliyê bistînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2022'YAN
19/08/2022
22:52 Îtiraza ji bo berdana 16 rojnamevanan hat redkirin
20:14 Li Şehbayê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
19:42 Şermezakirina qeyûman: Divê têkoşîna li dijî desteserkirina îradeyê bê bilindkirin
16:25 Li Girtîgeha Şakranê 13 girtî hatin sirgûnkirin
16:16 HDP’ê serdana Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû kir
15:54 Endamên ESP'ê û MYK'a SKM'ê hatin binçavkirin
15:49 Ozturk: Ruhê berxwedana Agiriyê li Îmraliyê berdewam dike
15:37 Xwest mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:38 Cenazeyê Bazo Yilmaz e li girtîgehê hatibû qetilkirin bi girseyî hat veşartin
14:00 Li Golên Satê amadekariya operasyonê tê kirin
13:47 Ji bo silametiya lawê xwe çalakî li dar dixe
13:41 'Bila girtiyên nexweş bên berdan’
13:26 OHD di Nobeta Edaletê de ye
13:08 Di êrişa Tirkiyeyê de li Til Temirê 4 zarok hatin qetilkirin
12:37 Qebûlnekirina tedawiya bikelemçe bûye sedema cezayê hucreyê
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Mizrakli: Em ê fitikekî li yên ku şaredarî kirine saziya rantê bixin
11:54 Ji bo şeva piştgiriya bi çapemeniya azad re bang kirin: Piştevanî şert e
11:28 Ji LaWje klîbek nû: Keçikê
10:26 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û stranên kurdî kirine delîlên sûc!
10:19 Ji Wanê bertek nîşanî êrişan dan: Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye?
09:55 Li Silopiyayê bi derketina jinan a kolanan re navçe paqij bû
09:45 ‘AKP-MHP êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne'
09:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yilmaz ê hate qetilkirin hat wergirtin
09:04 'Dewlet êdî nikare pêşiya têkoşîna kurdan bigire'
09:04 Rojnamevana feminîst Duzkan: Tevgera rizgariya jinê divê bibandortir be
09:03 Cara duyemîn berdana Guven ê ku 30 sal in girtiye hat taloqkirin
09:00 Navê şîrketên îhaleyên qeyûm digirin diguherin, lê xwedî heman kes in
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:02 Girtiyê nexweşê giran Yilmaz hate qetilkirin
18/08/2022
23:59 Gundên Dirbesiyê û Til Temirê hatin bombekirin
22:50 HRW: Êrişa li ser Rojavayê dê zirarê bide sivîlan
18:11 6 roj in daristanên li Colemêrgê dişewitin
17:04 Li Geverê şahiya gel: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
16:50 Polîsan pankarta ku navê qurbaniyên komkujiyê li ser dinivîsî daxist
16:00 ‘Tecrîda Îmraliyê bi awayek sîstematîk belav bûye, bêdengî sûc e’
15:36 Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sewqkirin
15:11 Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 leşker hatin kuştin
14:42 Malbatên girtiyan li Wanê banga ‘Edaletê’ kirin
14:42 Li Mêrdînê 3 cenaze li Goristana Bêkesan hatin veşartin
14:27 TUM BEL-SEN: Em qeyûmên ku îradeya gel desteser kirine naxwazin
14:22 Qurbaniyên Komkujiya Şirnexê hatin bibîranîn
14:04 Nobeda Edaletê: Yên ku mirinê rewa dikin wê hesab bidin