'Pêdivî bi pergaleke alternatîf a perwerdehiya wijdanî, exlaqî heye'

  • rojane
  • 09:03 22 Tebax 2022
  • |
img
AMED - Pedagog-nivîskar Adar Jiyan destnîşan kir ku pêdivî bi pergaleke alternatîf a perwerdehiyê ya ku perwerdekirina mamoste û xwendekarên baş esas digire heye û got: “Divê perwerde aramî, wekhevî, rêzdarî û yeksaniya hemû mirovan; nirx û hêjahiyên mirovahiyê yên wijdanî exlaqî li ber çavan bigire.”
 
Perwerdehî ji kêliya ku zarok di nava dêya xwe de teşe digire heya mirinê ji bo hemû însanan pêdiviyekî jiyanî û civakî ye. Têkildarî vê rastiyê û girîngiyê ji dîrokê heya roja îro perwerdekirina her endamên civakê wekî berpirsyarî û rola hemû endamên civakê hatiye dîtin. Ev yek ji kes an jî derdorên din re nehatiye hiştin. Kî ku zarokên civakekê perwerde kiribe, nifşên nû li gor heman ferasetê teşe girtiye û ev yek heya roja îro hatiye. Ji ber vê realîte û serpêhatiya perwerdeyê mirov dikare bibêje ku pêşeroja her civakekê li gor perwerdeyê û feraseta perwerdekar teşe girtiye. Ji ber van sedeman mirov bi dilekî rehet dikarin bibêjin ku pêşketin, azadî û serfiraziya her civakekê di feraseta perwerdekar de an jî perwerdeya ku dibîne dikare bê dîtin û analîzkirin.  
 
Di demên dawî de li ser perwerdehî û perwerdeya ku li dibistana tê dayîn gelek nîqaş hatin kirin û piştî diziya pirsên Ezmûna Hilbijartina Karmendên Cemaweriyê (KPSS) pergala perwerdeyê û şêwazên perwerdeya li Tirkiyeyê careke din ket rojevê. Mixabin perwerde bi avabûna dewletan heya îro li gor berjewendî û pêdiviyên dewletan hatine kirin û di vê mijarê de jî kes an jî derdorên ku hem perwerdeyê organîze dikin hem jî kesên ku bi van rêyan karekî bi dest dixin dîsa li gor van berjewendî û pêdiviyan e.
 
Têkildarî mijara perwerde û perwerdekariyê em bi perwerdekar û pedagog Adar Jiyan re axivivîn.
 
‘HER KES MECBÛRÎ PERWERDEYÊ YE’
 
Adar Jiyan destnîşan kir ku perwerde karê bidestxistin, bilindkirin û pêvebirina zanîn û şarezayiyên qadeke jiyanê ne û ev ne tenê karê karmend sazî û dezgehekê ne. Jiyan da zanîn ku perwerde di her demê de, li her qadên jiyanê pêk tê û her mirov kêm zêde yekser têkiliyê bi perwerdeyê re datîne. Jiyan, bibîr xist ku her zayend, netew, nijad, welat, raman, bawerî, nasname, pîşe, kar, temen çi dibe bila bibe neçar e ku di atmosfera perwerdeyê re derbas bibe û ji bo derfetên perwerdeya ku îro mirov afirandine ev tişt gotin: “Her qada ku teknolojî tê de tê bikaranîn, qada perwerdehiya gerdûnî ye. Ne pêkan e ku gel ji van herêman derbikevin yan jî xwe bidin alî. Gerstêrka (cîhana) ku em li ser dijîn bi saya teknolojiya pêşketî biçûk bûye; mirovahî bûye malbateke mezin û mirov bûne endamên vê malbatê. Ji ber pêşketina amûrên ragihandinê têkilî, nêzîkayî û danûstandina navbera mirovan pêkan bû û zêde bûye. Ji hêla din ve jî, hem derfetên perwerdekirina mirovan hem jî çavkaniyên perwerdekirina mirovan zêde bûn.”
 
‘PERWERDEYA WIJDANÎ- EXLAQÎ’
 
Jiyan bal kişand ser girîngiya perwerdekar û diyar kir ku her mamosteyên serkeftî nayê wê weteyê ku momosteyên baş in. Jiyan di perwerdeyê de li ser rola perwerdekar sekinî û derbarê perwerdeyeke bi tendurist de ev tişt gotin: “Ya baştir ew e ku mamoste hem baş hem jî serkeftî be. Bêguman di her karî de pêdivî hem bi serkeftinê hem ji başbûnê heye. Serkeftina mirovan, ji bo parastina pergala dewletê ya heyî an jî, berjewendiyên kes û hêzên serdest tên esasgirtin. Mebest, hebe tune be serkeftin e. Mixabin, başbûna hemû mamoste û xwendekaran jî li gor ezmûn û serkeftina van ezmûnan tê diyarkirin. Ji bo wê; pêdivî bi pergaleke alternatîf a perwerdehiyê ya ku perwerdekirina mamoste û xwendekarên baş (ango gihandina mirovên baş) esas digire, heye.  Pîvan û taybetiya mirovên baş çi ye? Bêguman her çendî ku pîvana başiyê li gor kesan biguhere jî, başî  ew e ku aramî, wekhevî, rêzdarî û yeksaniya hemû mirovan;  nirx û hêjahiyên mirovahiyê yên wijdanî exlaqî li ber çavan bigire.”
 
 ‘PERWERDE PÊDIVIYA MOROVAHIYÊ YE’
 
Jiyan bibîr xist ku perwerde û meteryalên perwerdeyê di bin banê dewletê de û li gor rêbaz, bîrdoziya fermî tên amadekirin û meşandin. Jiyan da zanîn ku haman feraset destûrê nade tu kesan ku perwerdeya xwe saz bike. Têkildarî destpêk û pêkanîna perwerdeyê de Jiyan ev tişt gotin: “Perwerde beriya ku zarok bê dinê di zikê dayîkê de dest pê dike, piştî ku hat dinê li malê pêş dikeve û heya dawiya temenê mirov didome. Heta ku pergala perwerdehiyê pêdiviyên mirov, feydeya civakê û aramiya mirovahiyê esas negire, pirsgirêkên perwerdehiyê çareser nabin. Perwerdehiyeke bi rêk û pêk û bêkêmasî pêdiviya hemû mirovên cîhanê ye. Îro ev ji vê rastiyê pir dûr e. Belê dîsa jî divê pergala perwerdehiyeke baş a ku sinc, exlaq û nirxên mirovahiyê li ber çavan digire, bê avakirin û hemû mirovên cîhanê bi yeksanî werin perwerdekirin.”
 
‘WEK HESPÊN BEZÊ TÊN XERANDIN’
 
Di nirxandinên xwe de Jiyan anî ziman ku perwerdeya ku tê meşandin ne perwerdeyeke baş e û li gor şert, merc û pîvanên serkeftinê tê amadekirin, sazkirin û edilandin. Jiyan bal kişand ser taybetmendiyên her mirovekî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çawa ku zayend, reng û dengên mirovan ji hev cuda ne; behre, cerbezî û meyldariyên wan jî ji hev cuda ne. Her kes nikare heman karî bike. Her mirovek di karekî de serketî ye. Divê mirov li gor behreyên xwe werin perwerdekirin. Di pergala perwerdehiya îroyîn de newekheviya herî mezin jî ev e ku hemû mirov ji bo heman karî tên ezmûnkirin û wekî hespên bezê tên xarandin.”
 
‘DIVÊ TEKNOLOJÎ XIZMETÎ ZANIST, MIROV Û EXLAQ BIKE’
 
Têkildarî pêşketina alavên ragihandinê Jiyan bal kişand ser pênase û taybetmendiyên nifşên nû û bi taybetî jî “Nifşê Z”yê.  Jiyan li ser hin taybetmendiyan anî ziman ku ew gihîştina bilez a agahdarî, serketinê û hestiyariyê li ber çavan digirin û derbarê “Nifşê Z”yê ev hişyarî kirin: “Tu zarok û ciwan nikarin xwe ji ber vê çandê bidin alî an jî xwe jê dûr bigirin. Ev tişt ji bo hemû biçûk, mezinên civakê û heta ji bo hemû mirovên cîhanê derbasdar e. Pêdivî û çareserî perwerdehiyeke baş e. Heta ku alavên teknolojiyê ji bo perwerdehiyeke zanistî, mirovî û exlaqî neyên bikaranîn, mirov wê ji zanîn, xwebûn û hebûna xwe bi dûr bikevin û em ê tu car aştî, aramî û wekheviyê nebînin.”
 
‘RASTIYA MIROV HEBÛN Û XWEBÛN E’
 
Jiyan da zanîn ku asîmîlasyon di nav civakên qedexekar, paşmayî û çewsîner de tê nîqaşkirin û bi destê civaka serdest bi ziman, ol û çanda civaka bindest xwe dide nîşandan. Derbarê armanc û encamên asîmîlasyonê de Jiyan ev tişt gotin: “Ji ber ku asîmîlasyon takekes an jî civakê ji nirxên xwe dûr dixe. Wê çaxê divê civakên ku rastî bişaftinê tên divê li wan nirxên xwe xwedî derkevin û polîtîkayên asîmîlasyonê têk bibin. Çi takekes, çi malbat, çi jî civak dibe; gava ku ji nirxên xwe yên bingehîn ên wekî ziman, çand û kelepûra xwe dûr ketibe, tê wê wateyê ku asîmîlasyon bi ser ketiye. Rastiya mirov a rastîn hebûn û xwebûna mirov e.  Xwebûn û hebûna mirov a xweser rasterast bi ziman, çand û nirxên wî/wê yên civakî ve girêdayî ye. Her civak bi saya nirxên xwe yên bingehîn dibe civak. Peywira her mirovî ya bingehîn jî xwedîderketin û parastina van nirxan e.”
      
‘OL BANDOR DIKE, DIYARKER NÎN E’
 
Derbarê gihandina nifşên dîndar de Jiyan da zanîn ku her malbat li gor feraseta “Mal mekteb e” tevdigere û zarokên xwe li gor ol, bîr û baweriya xwe perwerde dike. Jiyan bal kişand ser bêedaletiya dînê bindestan û li ser mijara rola dewlet û dînê dewletê de ev tişt gotin: “Kes û hêzên ku dewletê bi rê ve dibin nêzîkî kîjan olê be, wê olê li ser hemû hemwelatiyan û zarokên wan dide ferzkirin û wan di wê çarçoweyê de digihîne. Lewma jî perwerdehiya olî ne bêalî  ye. Her gav olek derdikeve pêş û bîr û baweriyên din tune tên hesibandin. Pêdiviya her zarokekê/î perwerdehiya bingehîn e. Pewerdehiya bingehîn ew e ku mirov bi awayekî tekûz perwerde dike û digihîne. Perwerdehiya bingehîn perwerdehiyeke zanistî, demokratîk a bi zimanê dayikê ye. Lewre zimanê zarok ê sereke zimanê dayika wî/wê ye. Gava ku perwerdehî ne bi zimanê dayikê be zarok zêde tiştekî fêr nabe. Gava ku perwerdehiyeke demokratîk tune be, wekheviya zarokan pêk nayê. Gava ku perwerdehî ne zanistî be, zarok nikare azad bifikire, hest û hizrên xwe derbîre.  Zarokên ku ji perwerdehiya honakî bêpar dimînin, ji nirxên mirovî jî bi dûr dikevin û bi pirsgirêkên civakî re rû bi rû dimînin. Bîr, bawerî û ola  mirov her gav li gor hilberînê û rewşa aborî teşe digire. Di perwerdeyê de ol û bawerî hêzeke bandordar e belê ne diyarker e.”
 
‘PERWERDEYA LI WELAT Û AZAD’
 
Derbarê perwerdehiya ku li ser gelên bindest tê meşandin jî Jiyan li ser têgînên dejenerasyon, entegrasyon û asîmîlasyonê sekinî û got, zarokên ku di van her sê pêvajoyan re derbas dibin ji xwe, ji zar û zimanê xwe dûr dikevin. Jiyan bibîr xist ku kesên bê zar û ziman dimînin, dibin alavên bêgiyan û di karên bêkêr û bêxêr de tên bikaranîn. 
 
Jiyan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Her çi qas kêm be jî li hin welatên cîhanê ên ku danezana mafê mirovan û mafê zarokan li ber çavan digirin hene ku her zarok dikare li wir bi zimanê xwe û li gor çand û kelepûra xwe perwerde bibe. Belê ev yek jî têrê nake. Divê her mirov di welatê xwe de li ser axa xwe bi awayekî yeksan, azad û bê manîbûn û astengî bi zimanê xwe perwerde bibe.”
 
MA / Racî Abî
      
 

Sernavên din

22/08/2022
09:06 Me dîmenê TIR’a 3’yemîn ku Soylû digot, ‘tune ye’ kişand
09:05 Bersiva pêşniyara ku rêya qêza lê çêbû ji TIR’an re bêsînorkirin nedane
09:04 Bi mijarên jin, xweza û aştiyê dîwaran dixemilîne
09:04 Rêxistinên Rojnamevanan: Divê em nîşanî rojnamevanên girtî bidin ku ne bi tenê ne
09:03 'Pêdivî bi pergaleke alternatîf a perwerdehiya wijdanî, exlaqî heye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2022'YAN
21/08/2022
19:55 Ji Amedê bang kirin: Em ê li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin bêdeng nemînin
18:50 Zarokê ku kete germavê jiyana xwe ji dest da
18:40 HDP li Feraşînê bi gel re civiya
16:48 Şandeya DBP’ê û HDP’ê çûn şîna malbatên Dêrikê
16:02 Dîmena danasînê ya şeva piştevaniya çapemeniya azad hat weşandin
15:55 Gardiyanan gef li girtiyên ku hejmartina li ser piyan qebûl nekirin xwarin
15:37 HDP çû şîna Bazo Yilmaz
15:24 Şandeya HDP’ê li Dêrikê ye: Kujerê 21 kesan Cengîz Holdîng e
15:13 20 kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin
14:04 Sê welatiyên ku leşkeran ew girtibûn, hatin berdan
14:03 Li herêma Zozanên Şênê şer qewimî: Gelek ambûlans şandin cihê bûyerê
13:29 Şahidên qezayê vegotin: Bergirî nehatin girtin, barê TIR’an zêde bû
12:26 Piştî civînên Soçî û Tehranê 8 zarok hatin qetilkirin, 24 jî birîndar bûn
11:58 Li Dîlokê karkerên fistiqan qeza kirin: 2 kes mirin 7 kes birîndar bûn
11:43 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 531’emîn de ye
11:26 Jinên siyasetmedar bang kirin: Divê em bibin qêrîna Aysel Tûglûk
10:40 Kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
10:26 Hewza Firatê di bin xetereyê de ye: Têkoşîna ekolojiyê têkoşîna mafê jiyanê ye
09:13 Li Dêrikê wek qetlîamê qeza pêk hat: Heya niha 20 kes mirin
09:06 'Her ku tecrîda li Îmraliyê kûr dibe binpêkirinên mafan zêde dibin'
09:04 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi hinceta 'tadîlat'ê hêwan neda hunermend Evîn
09:03 Qeyûmê Êlihê bajêr parsêl bi parsêl difiroşe
09:02 Afîşa HADEP'ê ya 23 sal berê hatiye daliqandin li ber xwe dide
09:01 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2022'YAN
20/08/2022
22:50 Akdenîzê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
22:37 Tevegra Iraqa Demokratîk serdana KNK'ê kir
22:34 Rêveberiya Xweser: Di mehekê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da
22:04 Cenazeyê jina windayî hat dîtin
21:00 Di qezaya li Dêrikê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan
20:19 Rêvebiriya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya
18:24 HDP'ê li Botanê serdana gundan kir
18:00 Bûldan ji Colemêrgê bang kir: Dijminatiya li hemberî kurdan wê we têk bibe
17:35 Xizmên girtiyan ji Qada Kartalê bang kirin: Em li çareseriyê digerin
16:21 Sancar roja duşemê serdana Qersê dike
15:12 56 qurbaniyên qetlîama DAIŞ’ê hatin bibîranîn
15:01 ÎHD: Girtiyên nexweş Amaç, Kose û Oktar berdin
14:08 Nasnameyên her çar zarokên di êrişa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, eşkere bû
13:58 Dayikên Şemiyê li kujerên Cemal Kavak pirsîn
13:41 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
13:28 Li aqûbeta Demîr û Gunduz hat pirsîn
13:05 Li Dîlokê qeza: 16 kesan jiyana xwe ji dest da
12:31 Bûldan li Geverê serdana esnafan kir
12:29 Şandeya HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: AKP bêedaletiyê diafirîne
11:02 Şaredariya Westanê wesayîta cenaze neda ku cenaze bê rakirin!
10:24 Xelkê Qoserê 3 roj in li dijî tiryakê nobedê digire
10:04 AKP’ê di kêliya nimêja înê de deriyê Mizgefta Hz. Omer mohr kir
09:48 Hatîp Dîcle: AKP dê di vî şerî de têk biçe
09:29 Li Silopiya cerdevanekî întîhar kir
09:08 Mûtlû: Hezar sedem hene ku jin li hev kom dibin
09:00 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin xeberekê ji Îmraliyê bistînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2022'YAN
19/08/2022
22:52 Îtiraza ji bo berdana 16 rojnamevanan hat redkirin
20:14 Li Şehbayê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
19:42 Şermezakirina qeyûman: Divê têkoşîna li dijî desteserkirina îradeyê bê bilindkirin
16:25 Li Girtîgeha Şakranê 13 girtî hatin sirgûnkirin
16:16 HDP’ê serdana Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû kir
15:54 Endamên ESP'ê û MYK'a SKM'ê hatin binçavkirin
15:49 Ozturk: Ruhê berxwedana Agiriyê li Îmraliyê berdewam dike
15:37 Xwest mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:38 Cenazeyê Bazo Yilmaz e li girtîgehê hatibû qetilkirin bi girseyî hat veşartin
14:00 Li Golên Satê amadekariya operasyonê tê kirin
13:47 Ji bo silametiya lawê xwe çalakî li dar dixe
13:41 'Bila girtiyên nexweş bên berdan’
13:26 OHD di Nobeta Edaletê de ye
13:08 Di êrişa Tirkiyeyê de li Til Temirê 4 zarok hatin qetilkirin
12:37 Qebûlnekirina tedawiya bikelemçe bûye sedema cezayê hucreyê
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Mizrakli: Em ê fitikekî li yên ku şaredarî kirine saziya rantê bixin
11:54 Ji bo şeva piştgiriya bi çapemeniya azad re bang kirin: Piştevanî şert e
11:28 Ji LaWje klîbek nû: Keçikê
10:26 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û stranên kurdî kirine delîlên sûc!
10:19 Ji Wanê bertek nîşanî êrişan dan: Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye?
09:55 Li Silopiyayê bi derketina jinan a kolanan re navçe paqij bû
09:45 ‘AKP-MHP êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne'
09:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yilmaz ê hate qetilkirin hat wergirtin
09:04 'Dewlet êdî nikare pêşiya têkoşîna kurdan bigire'
09:04 Rojnamevana feminîst Duzkan: Tevgera rizgariya jinê divê bibandortir be
09:03 Cara duyemîn berdana Guven ê ku 30 sal in girtiye hat taloqkirin
09:00 Navê şîrketên îhaleyên qeyûm digirin diguherin, lê xwedî heman kes in
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:02 Girtiyê nexweşê giran Yilmaz hate qetilkirin
18/08/2022
23:59 Gundên Dirbesiyê û Til Temirê hatin bombekirin
22:50 HRW: Êrişa li ser Rojavayê dê zirarê bide sivîlan
18:11 6 roj in daristanên li Colemêrgê dişewitin
17:04 Li Geverê şahiya gel: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
16:50 Polîsan pankarta ku navê qurbaniyên komkujiyê li ser dinivîsî daxist
16:00 ‘Tecrîda Îmraliyê bi awayek sîstematîk belav bûye, bêdengî sûc e’
15:36 Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sewqkirin
15:11 Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 leşker hatin kuştin
14:42 Malbatên girtiyan li Wanê banga ‘Edaletê’ kirin
14:42 Li Mêrdînê 3 cenaze li Goristana Bêkesan hatin veşartin
14:27 TUM BEL-SEN: Em qeyûmên ku îradeya gel desteser kirine naxwazin
14:22 Qurbaniyên Komkujiya Şirnexê hatin bibîranîn
14:04 Nobeda Edaletê: Yên ku mirinê rewa dikin wê hesab bidin