Bayindir: Ocalan hêza çareseriyê ye

img
ÇEWLIG - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li Çewligê axivî, bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên desthilatê û bi lêv kir ku yekane hêza çareseriyê ya li ser vê axê Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan e. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) bi dirûşmeya “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve” rêveberiya partiya xwe ya Çewligê diyar kir. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek kes tev li merasîma li eywana avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewligê hate kirin bûn. 
 
Bayindir ê di merasîma bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî, kesên di qezayên li Dîlok û navçeya Dêrik a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Bayindir, dîmenên qezaya li Dêrikê qewimî bi bîr xist û bi lêv kir ku tişta li Dêrikê qewimî komkujiyeke û belgeyên xwe ve di holê de ye. 
 
BANDORA BAJÊR A LI SER SIYASETÊ
 
Bayindir, anî ziman ku li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê weke DBP xwe bi rêxistin dike û wiha got: “Bi vê berpirsyartiyê re divê em DBP’ê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi rêxistin bikin. Rêxistinbûyîna Çewligê ji bo me girîng e. Em baş dizanin ku Çewlîg di siyaseta demokratîk de çiqasî rola pêşengiyê girtiye ser milê xwe. Em tevkariya Çewligê ya li siyaseta demokratîk jî dizanin. Guhertin li Çewligê ye, guhertin li Kurdistanê ye.” Bayindir, da xuyakirin ku hikûmet ji bo tunekirina destkeftiyên gelê kurd polîtîkayeke qirkirinê dimeşîne û wiha berdewam kir: “Em bi zîhniyeteke dewletê re rû bi rû ne ku dixwaze hêza rêxistinbûyî ya vî gelî tesfiye bike û pêşeroja xwe li ser vê yekê ava bike. Mafdariya me ya doza me, di rewşên hîn zehmettir de jî wezîfeya cihgirtina li nava vê têkoşînê daye ser milê me.”
 
‘CIWAN WÊ DESTHILATÊ BÊXIN’
 
Bayindir, diyar kir ku desthilatdariya heyî tiştekî li ser beşên bindest bibêje nemaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro aqilê ku dixwaze desthilatdariya xwe bi şer û tundiyê bidomîne, dixwaze welêt bi rê ve bibe. Ciwan û jinên li dijî vê desthilatdariya ku hemû razemeniya xwe ji şer re razandiye, li ber xwe didin dê desthilatê bêxin.” 
 
JI BO GIRTÎGEHAN BANGA HESTIYARIYÊ KIR
 
Bayindir, ê bal kişand ser komkujiyên li girtîgehan diqewimin, bi lêv kir ku her hefte cenazeyek ji girtîgehê derdikeve û wiha got: “Çawa ku vî gelî ji darbeya Kenan Evren re serî netewand, wê li dijî vê tundî, qirqirinê jî têkoşîna xwe mezin bike. Di pêvajoyeke wisa de peywîr û berpirsyartiyên zêde dikevin berê me.”
 
ÇARESERÎ DI RÊYA SÊYEMÎN DE YE
 
Bayindir, diyar kir ku muxalefeta ji 6 partiyan pêk tê û desthilata AKP’ê û MHP’ê nikare ji pirsgirêkên li Tirkiyeyê re bibe çareserî û wiha berdewam kir: “Çareserî di siyaseta Rêya Sêyemîn de ye. Ji bilî me rêyeke din a çareseriyê nîne. Sedemê vê têkçûyîna li Tirkiyeyê polîtîkayên israrê yên tundî û şerî ne. Muxalefet û desthilata ku pirsgirêka kurd çareser neke, polîtîkayên wê nebin mehkume ku li dijî hevalbendên gelê kurd têk biçin.”
 
‘GELÊ KURD WÊ MEZIN SERBIKEVE’
 
Bayindir, da zanîn ku desthilatên ji bilî rêbazên şer û tundiyê çareseriyekê ne danin holê wê nikarin di qada siyasî ya Tirkiyeyê de cih bigirin û wiha lê zêde kir: “Partiyên din ên ku ji şer bi hêvî ne, mîna AKP-MHP’ê wê li pêşberî têkoşîna vî gelî jî bihelin. Ji bo ku pirsgirêk hîn zêdetir kûr nebe Birêz Abdullah Ocalan muxatab bigirin. Ji bilî vê em ê di çareseriya pirsgirêka kurd de jiyana azad û wekhev a gelên herî rasyonel û zexm bi hev re deynin pêşiya xwe û em ê li her derê îfade bikin ku Birêz Ocalan çareseriya pirsgirêka ku bi tecrûbeyên berê re hatiye jiyîn e. Ji derveyî vê rêyeke din nîne. Rêyên ji bilî vê tên wateya şer û pevçûnê. Berî ku nakokî zêdetir kûr bibin, berî ku hilweşîna aborî, siyasî û civakî zêdetir kûr bibe, muxatab û dînamîk diyar in. Em weke gelê kurd, weke saziyên tevgera siyasî ya kurd amade ne bi hemû aliyên siyasî yên ku îradeya çareseriyê danîne pêşiya xwe re danûstandinan bikin. Ji ber vê yekê ne muxalefet û ne jî zîhniyeta qirkirinê ya tifaqa Komarê çareserî ye. Ji ber vê yekê çareserî rêya sêyemîn e. Ev kevneşopiya têkoşînê, roj bi roj di siyaseta Tirkiyeyê de bi meşandina polîtîkayeke bi bandor re bûye hêza sêyemîn a welêt. Ev hêz di wê pozîsyonê de ye ku pêşeroja siyaseta welêt teşe bike. Hewl didin vê hêza me ya ku roj bi roj mezin dibe tesfiye bikin. Haya me ji mezinahiya lîstikên li ser me tên lîstin heye. Gelê kurd mezin lîst , bi mezinî li ber xwe da û wê mezin bi ser bikeve.”
 
‘DIVÊ XWEDÎ LI BERXWEDANÊ WERE DERKETIN’
 
Bayindir, anî ziman ku divê kurd li dijî êrişan bêdeng neminin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Temenê me çend jî be em perçeyekî bibandor ê vê têkoşînê ne. Divê ji 7 heta 70’ê salî her kes xwedî li têkoşîna azadiyê derkeve. Ev ji bo me ji bo gelê Çewligê girîng e.”
 
Piştî axaftinan bi merasîmekê rêveberiya DBP’a Çewligê hate diyarkirin. Lutfu Arslan û Arîfe Bûcaka weke Hevserokên DBP’a Çewligê hatin diyarkirin. 
 

Sernavên din

04/01/2023
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin
17:18 Nobeda li dijî tecrîdê didome
17:08 Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest
16:03 Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî
11:12 Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin
10:35 Endama Qebîleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî
10:05 Sala nû bi zeman dest pê kir
10:04 Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:36 Rêya M4'ê hat topbarankirin
09:17 Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye
09:12 Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû
09:10 ‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’
09:00 Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN
31/12/2022
22:40 Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir
22:34 Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê
20:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin
20:34 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand
18:16 Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da
17:02 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn