Daxuyaniya KCD'ê ya ji bo Mexmûrê: Berdewama dijminatiya AKP-MHP'ê ya li hemberî kurda ye

  • rojane
  • 17:18 29 Tebax 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KCD'ê destnîşan kir ku êrişa li ser Mexmûrê berdewamiya feraseta salên 90'î ye û polîtîkayên dagirkeriyê ne û li dijî van êrişan bang kir: "Em bang li hemû sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanê, bi taybet gelê xwe dikin ku mil bidin gelê me yê Mexmûrê û destkeftiyên xwe biparêzin."
 
Îro di saetên nîvro de Tirkiyeyê bi Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir. Di êrişê de Evîzet Abdûllah jiyana xwe ji dest da. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî êrişê bi nivîskî daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de êrişên li ser Kampa Mexmûrê hatin şermezarkirin û bang li hemû partî, sazî û rêxistinên kurdan hat kirin ku mil bi mil Mexmûrê û destkeftiyên kurdan biparêzin.
 
Daxuyaniya KCD'ê bi vî awayî ye:
 
"Kampa Mexmûrê ji bo gelê me yê ku di salên 90'î de, li Şirnex û Colemêrgê, gundên wan hatin şewitandin bûye star û wargeh. Ev kamp her çiqas ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatibe parastin jî ev 3 sal in bi destê PDK'ê li dijî Kampa Mexmûrê ablûka û ambargo pêk tên, erîşên Hikûmeta AKP-MHP ê yên bi rêya SİHA’yan bênavber didomin. Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, hêzên navneteweyî û PDK'ê erêkirina van êrîşan û şirîkatiya vî sucî ye. 
 
Hikûmeta AKP-MHP ê ya ku li hundir bi krîzên piralî re rû bi rû ye û li ber têkçûyinê ye, li ser dijminatiya kurdan hewl dide ku ji van krîzan xelas bibe û desthilatdariya xwe mayînde bike. Bi vê mabestê êrişî Herêma Kurdistanê kir û li vir tu encam bi dest nexist, ji bo ku Rojavayê dagir bike li Tehran û Soçiyê derî bi derî geriya, ligel van hewldanan her çiqas destûra êrişan negirtibe jî bi bêdengiya Rusyayê û hêzên navneteweyî bi SİHA'yan êrişên xwe didomîne.
 
Bi êrişên li ser Herêma Kurdistanê, Şengal, Rojava û Mexmûrê hewl dide ku destkeftiyên kurdan têk bibe û xeyalên Neo-Osmanî pêk bîne. Êrişa hewayî ya ku îro li Mexmûrê pêk hat û malek hat bombebarankirin, berdewamiya zihniyeta salên 90'î û polîtîkayên dagirkeriyê ne ku li ser dijminatiya li hemberî kurdan pêk tê.
 
Bi vê mabestê em KCD, bang li hemû sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanê, bi taybet gelê xwe dikin ku mil bidin gelê me yê Mexmûrê û destkeftiyên xwe biparêzin. Em bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û gelên Tirkiyeyê, hêzên demokratîk û saziyên sivîl dikin ku li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin û bibin xwedî helwest."

Sernavên din

03/09/2022
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
11:42 Zilma li malbata Arslan hatiye kirin li gund jî berdewam kiriye
11:30 ‘Aştî bi azadiya Ocalan dikare pêk were’
11:10 Dayika ku ji bo kurê xwe yê girtî dest bi Nobeta Edaletê kir rakirin nexweşxaneyê
10:43 Rêveberê Tevgera Azadî: Kujerên siyasetmedaran hikûmeta herêmê bi xwe ye
10:31 Nivîskarê Independentê bang kir ku cenazeyên kurdan bên şewitandin
10:13 Karkerê çandiniyê yê Sakaryayê: Ji ber nasnameya me êrişî me kirin
10:04 Hestiyên di kîsan de tên radestkirin: Ji duh heta îro ti tiştek neguherî
09:01 Projeya veguherandina bajêr a li Rezanê hat sekinandin
09:01 Bi hinceta heman şahid û îfadeyan tê xwestin 15 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji Rêvebiriya Xweser Hesen Koçer: Dê tifaqa Tirkiye-Sûriyeyê welêt têxe nava çiravê