Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê

img

STENBOL - Parêzer Rêzan Sarica bi lêv kir ku heke ‘mafê hêviyê’ yê Abdûllah Ocalan neyê pêkanîn dibe ku li hemberî Tirkiyeyê li Konseya Ewropayê hin danekirin bên rojevê û got: “Pêkanîna mafê hêviyê wê meyla nebaş biguherîne. Divê dewlet û Komîte li gorî vê rastiyê tevbigerin.”

 
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de, derbarê serlêdana parêzerên Ocalan de biryar dabû û gotibû, cezayê muebedê yê giran ê li Ocalan hatiye birîn dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Li gel vê biryara ku wekî "Ocalan 2" tê binavkirin, Tirkiyeyê gavek jî neavêtibû. Li ser vê yekê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo Tirkiye qanûnên di çarçoveya "mafê hêviyê" de çêbike derheqê wê de pêvajoyeke venihêrînê dabû destpêkirin. 
 
Parêzerên Ocalan û rêxistinên sivîl ên civakî li ser vê yekê ji bo biryarên binpêkirinê yên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku bicihanîna biryarên DMME’yê kontrol dike bigire rojeva xwe, cuda cuda serlêdan kiribûn. 
Tirkiyeya ku bersiv da serlêdana rêxistinên civakî yên sivîl, tespît û pêşniyarên wan ên derbarê “mafê hêviyê” de ji nedîtî ve hat. Komîteyê bang li Tirkiyeyê kiribû ku herî dereng heta dawiya îlona 2022'yan pêşketinên di vî warî de hatine kirin ragihîne. Tevî ku ji meha îlonê re kêm wext maye jî Tirkiyeyê ne têkildarî hejmara kesên cezayê cezayê muebbeta girankirî ne jî têkildarî “Mafê Hêviyê” heya niha tu gavên şênber neavêtine.
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî li ser biryara DMME’yê nehate pêkanîn di 9’ê Tebaxa 2022’yan careke din serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabû. Tirkiyeyê bi bersiva “Pêkane ku mehkûmên bi cezayê giran ê muebbetê hatine cezakirin bên berdan, lê belê bi taybetî hin sûc ji vê yekê bêpar hatine hiştin” îtîraf kir ku Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hiştiye.
 
Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica têkildarî serlêdan, bersiva Tirkiyeyê û pêşketinên gengaz ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Sarica, têkildarî çarçoveya serlêdana ku di 9’ê tebaxê de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kiribûn wiha axivî: “Di sala 2014’an de biryara DMME’yê hate dayin. Piştî wê biryarê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo şopandina pêkanîna biryarê pêvajoyeke venêrînê da destpêkirin. Piştî vê serdemê me 4 serlêdan li Komîteyê kirin. Serlêdana ku me meha Tebaxê kir ya 5’an bû. Dema ku di pêvajoya şopandinê de pêwîstî an jî rewşeke pêşvebirinê hebe, ev serlêdan dikarin bên kirin. Bêguman piştî ku di sala 2014’an de biryara DMME’yê hat dayîn, em li benda bicihanîna biryarê man. Lê belê bi salan e di vî warî de tu gav nehatiye avêtin. Di rastiyê de ji aliyê hiqûqî ve xerabtir bûye. Ji bo vê jî ji bo ku em şertê biryarê bi cih bînin me mijar bire ber destê darazê. Piştî ku biryara DMME’yê hate dayîn, Tirkiye neçar e ku bi cih bîne. Me daxwaz kir ku ev mijar ji bo betalkirina nelirêtiyên di mevzûata Tirkiyeyê de yên li ser cezayê muebbetê yê giran ê darazê wek mînak sererastkirinên hiqûqî yên ku pirsgirêk ji holê hatiye rakirin, sewqî Dadgeha Destûra Bingehîn bê kirin. Di heman demê de daxwazeke me hebû ku em biryarê li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bidin.”
 
‘DI MIJARA PÊKANÎNA BIRYARA DMME’YÊ DE TU PÊŞKETIN TUNE NE’
 
Sarica, bal kişand ser bersiva Tirkiyeyê ya dawî û wiha berdewam kir: “Ji bo serlêdanên beriya niha jî bersivên bi heman rengî hatibûn dayîn. Ji bilî me jî rêxistinên sivîl ên civakî serlêdan kirin. Tirkiyeyê bersiv da wan û ji bilî bersivdayînan, Tirkiyeyê jî di vê pêvajoya şopandinê de planên çalakiyan pêşkêş kir. Di salên 2015 û 2021’an de du planên çalakiyê pêşkêş kir û îdîa kir ku ev biryar bi armanca bicihanîna pêdiviyê ye. Di pêvajoya şopandinê de berpirsyariya Tirkiyeyê jî hebû ku planeke çalakiyan pêşkêş bike. Ne di van plansaziyên çalakiyê de û ne jî di bersiva wan a ji bo metnên serlêdana agahîdayînê yên herî dawî de, di mijara pêkanîna biryara DMME’yê de tu pêşketinek nîne. Lê di hemû bersivên xwe de diyar dikin ku pêdiviyên biryarê pêk hatine û hin rêziknameyên li gorî biryarê di mevzûata Tirkiyeyê de cih digirin. Ya rast di qanûnan de li gorî biryarên DMME’yê tu sererastkirinek nîne. Li Tirkiye di bersivên xwe de behsa çi dike? Wek mînak behsa efûya giştî dike, qala efûya taybet dike, an jî qala geşedanên têkildarî efûyên ku parlemento dikare bistîne, hin sererastkirinên yasayî yên ku serlêdanek dikare li Serokkomar were kirin an jî şertên Destûra Bingehîn sererast bikin dike.” 
 
‘BERSIVA TIRKIYEYÊ NE GUNCAV E’
 
Sarica, axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: “Ji xwe di biryara DMME’yê de jî hatibû diyar kirin ku bersiva Tirkiyeyê ya li gorî van rewşan ne guncav e. Yanî di biryara DMME’yê de ev kirin mijara nirxandinê. Nîqaş hate kirin bê ka desthilata efûkirinê ya Serokkomar, hêza parlamentoyê ya efûya taybet derxistinê li gorî geşedanên di çarçoveya "mafê hêviyê", pîvanên "mafê hêviyê", zagona dozê ya DMME û standartên gerdûnî de ye. DMME’yê dît ku ev di vî warî de têrê nakin, ew ne di wê hêviyê de ne ku ew kes bi rengekî li pêş çavan were berdan û ji ber vê yekê "mafê hêviyê" ji bo şert û mercên têkildarî van efûyên di mevzûata Tirkiyeyê de bêkêmasî girîng e. DMME’yê di vê mijarê de biryara binpêkirinê daye. Ji ber vê yekê jî bi destnîşankirina van dubareyan Tirkiye biryar bi cih neaniye û aşkere kiriye ku ew dê sererastkirinên li gorî biryarê pêk neîne.
 
TIRKIYE QEBÛL DIKE KU BIRYARA DMME’YÊ ÇIQAS RAST E
 
Di bersivên xwe yên berê da, di plana çalakîyê da û di vê bersiva dawî da, nîşan dide ku hin cezayên awarte yên têkildarî cezayên muebbetê yên girankirî muaf in. Diyar e ku armanca wê ew e ku bi awayekî neyînî bandorê li pêvajoya şopandinê ya Komîteyê bike. Ji ber ku ya jê re dibêje muaf, qanûna cezayê muebbetê yê giran e ê heta hetayê ye. Zêdetir li ser girtiyên siyasî, li ser cezayên siyasî ye. Rêziknameya ku DMME’yê derbarê wê de biryara binpêkirinê daye ev e. Di vê mijarê de îstîsna hene, Tirkiye bi rengekî qebûl dike ku biryara DMME’yê çiqasî rast e. Di vî warî de em dikarin diyar bikin ku divê Komîteya Wezîran vê yekê ji dest bernede.” 
 
‘EW Ê TIRKIYE NEXŞERÊYEKE ÇARESERIYÊ PÊŞKEŞ NEKE’
 
Sarica, diyar kir ku Tirkiye peyama wê li gorî biryara DMME’yê tevnegere dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha ev pêvajoya şopandinê pêvajoyeke. Gavên serlêdanan ên di vê pêvajoyê de û gavên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine avêtin wê bibin mijara nirxandineke li ber Komîsyona Wezîran. Ji ber vê yekê, Komîte wê di dawiyê de bi hin gavên ku di vê serdemê de bên avêtin, bigihije biryarekê. Di rastiyê de jixwe eşkere bûye ku divê ew biryar çawa di warê zagonî de be. Ji ber ku Tirkiye îlan dike ku wê li gorî vê biryarê tevnegere. Komîte ji Tirkiyeyê dixwaze ku plansaziyeke çalakiyan pêşkêş bike, planeke çareseriyê nîşan bide. Ev hemû geşedan nîşan didin ku Tirkiye li gorî biryarên DMME'yê ne xwedî planeke çareseriyê ye. Bi gotineke din Tirkiyeyê diyar kir ku heta niha li ser vê mijarê ku Birêz Ocalan li navendê ye, amadekarî nekiriye û ew ê nexşerêyeke çareseriyê pêşkêş neke.
 
Ev ne mijareke ku tenê Birêz Ocalan eleqedar dike ye. Ji ber ku hepskirina jiyanê pirsgirêkeke binyadî ya Tirkiyeyê ye. Ev ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye û rewşek e ku bi hezaran mirovan eleqedar dike ye. Di wateya hiqûqî de jî hatiye rewşeke ku bi hezaran kesî eleqedar dike. Ev sererastkirineke bi Birêz Ocalan re hat kirin bû. Lê belê îro veguheriye mewzûateke ku bi hezaran mirovan eleqedar dike û vedihewîne. Hin gavên ku ji bo birêz Ocalan sûdê jê wernegirin, rê li ber gavên ku Tirkiye teng dibe vedike. Pêwîst e hemû civak bibîne ku bandora wê heye ku li pêşiya dewlemendbûn, azadiya civakî û mezinbûna Tirkiyeyê dibe asteng.
 
Eşkere ye ku ev mijar bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Pêwîste dewleta tirk perspektîfa ku 100 sal in li pirsgirêka kurd kiriye biguherîne. Heta roja îro tiştek bi van xakan, gelan û civakê nedaye qezenckirin. Kiriye ku hin kapîtalîst, yekperest, bûrjûva û navendên desthilatdariyê ji ya bi dest xistiye bêhtir li vê erdnîgariyê winda bikin. Di nuqteya em gihaştine roja îro de rastiya civakekê heye ku di her warî de qels dibe, biçûk dibe, lawaz dibe û ber bi paş ve diçe. Divê perspektîfa dewletê ya di mijara pirsgirêka kurd de biguhere û astengiyên li pêşiya pêşketinên hiqûqî bên rakirin. Bi vî rengî wê rastiya civakeke xwedî asteke bilind a dewlemendî û hişmendiyê derkeve holê.”
 
‘PÊWÎSTIYA CIVAKÊ BI RAMANÊN BIRÊZ OCALAN HEYE’
 
Sarica, destnîşan kir ku “mafê hêviyê” yê Ocalan were pêkanîn wê hemû nebaşiyên niha li ser vê axê tên jiyîn wê biguherin û wiha pê de çû: “Jixwe niha têgihiştin, naveroka ramanê û kesê ku civakê hewcehî pê heye li Îmraliyê ye. Pêwîstiya civakê niha bi ramanên Birêz Ocalan heye. Pêwîstiya civakê bi bandora aştiya civakî ya Birêz Ocalan heye. Pêwîstî bi têkoşîna azadî û demokrasiyê heye. Îro çanda azadî û demokrasiyê, aştiya civakî û lihevkirin nîne. Ev bi temamî ji holê hatine rakirin, tengkirin, bi polîtîkayên siyasî, ewlekarî û leşkerî bi temamî nikarin bên vegotin. Polîtîkayeke ku qedexe, îzole, zext û zordariyê dike, di dewrê de ye. Têkildarî xweza, civak, jin û newekheviya civakî ya ku jin jiyane û bi giştî ji bo hemû pirsgirêkên ku Birêz Ocalan ji berê heta niha daniye holê, proje û fikrên çareseriyên rasteqîn hene. Divê ev bên zindîkirin.
 
DAXWAZA AZADIYA BIRÊZ OCALAN BÛYE DAXWAZEKE GERDÛNÎ
 
Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan berjewendiyek civakî ye. Divê qanûn bi vî rengî lê binêre. Qanûn ji xwe bûye amûreke ku ji aliyê şexsekî ve tê tengkirin. Lê belê hiqûqeke ku bêalîbûn û serxwebûna xwe diparêze, divê li gorî pêdiviyên civakî bê guhertin. Yanî misogerkirina "mafê hêviyê" yê Birêz Ocalan di her warî de pêşketineke rewa ye. Kurd ji bo azadiya Birêz Ocalan bi milyonan deng diqîrin. Di nava salan de li Tirkiyeyê ji deh milyonan zêdetir îmze dane Meclîsê û dîsa dane Konseya Ewropayê û azadiya wan hatiye xwestin. Ev rastiya civakî nikare bê înkarkirin. Daxwaza azadiya Birêz Ocalan ji herêmî derbasî gerdûnî bûye. Înkar, bi dehan care tê îspatkirin ku polîtîkayeke winda dike ye. Hem dewlet hem jî Desteya Wezîran pêwîste li gorî vê rastiyê tevbigerin.”
 
‘HETA NIHA DERBARÊ SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ DE TU AGAHÎ NEHATINE DAYÎN’
 
Sarica, bal kişand ser banga Komîteyê ya li Tirkiyeyê kiribû ku herî dereng heta dawiya îlona 2022'yan pêşketinên di vî warî de hatine kirin ragihîne û wiha domand: “Tirkiye dibêje ew ê gavekê neavêje. Dibêje ku di biryarên DMME’yê yên di vê mijarê de hin bergiriyên takekesî hatine girtin û tê de derbas dibin. Diyar dike ku ev bergiriyên takekesî têkildarî bergiriyên giştî ne û bergiriyên giştî jî hatine wergirtin. Esas tê gotin ku tiştekî din ê di vê mijarê de bê kirin nîne. Lê belê ji ber ev pevajoyek e, tu astengî li pêşiya Tirkiyeyê nîne ku di nava demê de bersivên nû bide û planên nû yên çalakiyê pêşkêş bike. Her wiha dikare pêşkêşiyên nû jî bike. Lê belê heta niha îlan kirine ku ew ê tu gavên erênî neavêjin. Komîteya Wezîran ji Tirkiyeyê re negot heta 22’yê Îlonê gavan biavêje. Di vê mijarê de tespît kiribû ku li gorî biryarên DMME’yê tu gav nehatine avêtin û bang kiribû ku di vê mijarê de sererastkirinên qanûnî bên kirin. Der barê gavên heta 22’ê îlonê hatin avêtin de jî daxwaznameyên ji bo agahîgirtinê hebûn. Lê heta niha derbarê sererastkirinên qanûnî de tu agahî nehatine dayîn.”
 
‘EM LI BENDÊ NE KOMÎTE BIRYARÊ BIBE DMME’YÊ’
 
Sarica, da zanîn ku heke Tirkiye gavekê neavêje, wê bi hin danekirinan re rûbirû bimîne û got: “Ewilî di mijdar-kanûna 2021’an de ket rojeva Desteya Wezîran û di encama vê rojevê de wê hin biryarên navberê werin girtin û dema pêvajo qediya wê biryara dawî ji bo girtina temamiya dosyayê be. Em ji komîteyê çi hêvî dikin; Ka ew dem dide an jî hin bangên nû dike, em hêvî dikin ku ew dê pîvana biryarên demkî heta asta din bigire. Ji xwe di serlêdanên me de daxwazên bi vî rengî hene.
 
Dibe ku pêvajoya şopandinê di rojeva hin hevdîtinên periyodîk de be. Dikare di civînên salane de bikeve rojevê. Dibe ku di rojeva nûnerên endamên Komîteyê de be. Dibe ku di raporên perîyodîk û salane yên ji aliyê Komîteyê ve bên weşandin de cih bigire. Dibe ku di rojeva endamên komîteyê de têkiliyên wan ên dîplomatîk ên dualî bi Tirkiyeyê re hebin. Piştî vê yekê, eger bi israr li gorî pîvanên DMME’yê gavan neavêje, dibe ku Komîsyona Wezîran vê mijarê bibe DMME’yê û bi dîtina ku Tirkiye li gorî biryarê tevnegere. Ev prosedurek e. Em li bendê ne ku Desteya Wezîran vê biryarê bêyî derengmayînê, di nava 8 salên navberê de û ji ber naveroka bersivên Tirkiyeyê diyar bike û mijarê bibe DMME’yê.”
 
Sarica, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “DMME bi nirxandineke nû re wê biryarê bide bê Tirkiye li gorî biryarê tevgeriya ye yan na. Eger biryar bide ku tevnegeriyaye, wê ji nû ve ji Komîteyê re bişîne û Komîte dibe ku mijarê bi tedbîr û biryarên nû yên di vî warî de werin girtin bîne rojeva Konseya Ewropayê. Dibe ku şert û mercên endametiya Tirkiyeyê bixe rojevê û dikare hin danekirinan jî bigire dest. Lê divê ez di vê mijarê de xaleke neyînî ya Konseya Ewropayê destnîşan bikim. Wek mînak; Di civînê de di serê meha mijdarê-kanûnê de hin biryar û bang hatin kirin. Helbet banga wan ji Tirkiyê jî îstatîstîkên ku di vê mijarê de çend kes bandor bûne, çend kes cezayên muebbetê yên giran wergirtine. Her wiha bang kir ku di zûtirîn dem de rêziknameya qanûnî were sererastkirin. Lê belê tevî van geşedanan jî di meha Adarê de raporek ji aliyê Konseya Ewropayê ve hatibû weşandin. Di vê rapora salane de, ji bo cezayê muebbetê yê girankirî, tu pêşketin di pêvajoya şopandinê de cih negirt. Bi gotineke din, em li bendê ne ku Desteya Wezîran di vê mijarê de ji çarçoveya ku ji aliyê hiqûqa gerdûnî û pîvanên DMME’yê ve tê xwestin derbas nebe û pêwîstiyan bi awayekî aktîf bişopîne. Di vî warî de, çawa ku em li bendê ne Tirkiye li gorî biryarê gavan biavêje, em li bendê ne ku Komîteya Wezîran jî bêyî belavkirina pêvajoyê bi gavên bi bandor bike ku Tirkiye sererastkirinên qanûnî çêbike. 
 
HEM EM HEM JÎ RÊXISTINÊN SIVÎL ÊN CIVAKÎ WÊ VÊ MIJARÊ BIŞOPÎNIN
 
Di bersiva Tirkiyeyê de tê diyarkirin ku naveroka serlêdana me bi serlêdanên ku me berê kirine re yek e. Lê ne wek berê ye. Ev, di nav 10 mehên dawî de hin geşedanên hiqûqî û geşedanên hiqûqî yên derbarê ka mafê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan pêk hatiye yan na jî di nav xwe de vedihewîne. Heta hevdîtina meha îlonê em ê serlêdaneke nû nekin. Li gorî encamên civîna navberê ya meha îlonê em dizanin ku hem em hem jî rêxistinên sivîl ên civakî wê vê mijarê bişopînin. Li gorî biryarên ku wê ji wir derkevin, em ê binirxînin bê ka em ê li gorî hewcehiyê serlêdanên nû bikin yan na. Civînên ku Komîteya Wezîran sê mehan carekê dikin hene. Em van ji nêz ve dişopînin.”
 
MA / Dîren Yurtsever
 

Sernavên din

05/09/2022
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir