‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’

img
AMED - Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn bal kişand ser zextên ku li dijî kurdan zêde dibin û got: “Radestkirina cenaze ya di kîsekî de, nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan dide nîşandan.”
 
Hikumeta AKP’ê ya ku bi israra di çareseriya pirsgirêka kurd de şer geş dike, ne tenê mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn ê mirovan e ji nedîtî ve tê, piştî ku mirov jiyana xwe ji dest didin jî mudaxileyî mafê veşartinê dike. Cenazeyê Egîd Îpek ê di sala 2017’an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, di sala 2020’an de xistin qûtiyekî û ji dayika wî Halîse Aksoy re bi kargoyê şandin. Di dema ku bertekên şandina cenaze ya bi kargoyê berdewam dikir de, cenazeyê Zîndan Yenî yê ku di sala 2021’an de li çoltera gundê Pîrejman a navçeya Pîran a Amedê jiyana xwe ji dest da piştî 8 mehan din ava qûtiyekî de radestî bavê wî Hasan Yenî kir. 
 
Mînaka dawî ya êrişên li dijî cenazeyên kurdan, teslîmkirina hestiyên Hakan Arslan ku di dema qedexeya derketina derve ya di 2’yê kanûna 2015’an de li navçeya Sûr a Amedê hat îlankirin de jiyana xwe ji dest da, ya piştî 7 salan di kîsekî de dan bavê wî bû. 
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdûllah Zeytûn têkildarî êrişên li ser cenazeyan axivî. Zeytûn, anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêka kurd zext û pêkanînên dijmirovahiyê zêde kir. 
 
NE ÇARESERKIRINA DI PIRSGIRÊKA KURD DE
 
Zeytûn, da zanîn ku di hawireke tundî û pevçûnê de bi taybetî wezîfedarên cemaweriyê li dijî cenazeyan sûcên bi heman rengî kirine û got: “Heke mirov bixwaze hinek ji van sûcan bîne ziman; şandina cenaze ya bi kargoyê, radestkirina cenaze ya di kîsekî de, wergirtina cenazeyên kesan ên ji gorên komî û veşartina li bin pêyarêyan, astengkirina tev li bûna cenazeyan, bi gelek rê û rêbazên din ên cuda. Bi taybetî ev sûc di nava sala 2015’an de li hawira tundiyê dest pê kirin. Ev hemû bêguman mijarên girêdayî neçareserkirina pirsgirêka kurd û bikaranîna dewletê ya amûra tundiyê di çarçoveya vê pirsgirêkê de ne. Hemû mijarên têkildarî mafên şînê, mafên definkirin û binaxkirinê û rêzgirtina ji bo bîranîna mirov, pêkanînên ji ber nebûna çareseriya pirsgirêka kurd e.” 
 
Zeytûn ê têkildarî radestkirina cenazeyê Hakan Arslan ê ji Edliyeya Amedê yê di nava kîsekî de axivî, wiha berdewam kir: “Ji bilî pirsgirêka maf û hiqûqê ev pirsgirêkeke exlakî ye jî. Daxwaza rêzgirtina ji bîranîna kesên jiyana xwe ji dest daye heye. Divê peywîrdarên cemaweriyê di hesasiyeta pirsgirêkên civakî de hiqûqê li ber çavan bigirin.” 
 
BANDORA BÎRDOZIYA FERMÎ
 
Zeytûn, anî ziman ku diviyabû wezîfedarên li wir bi “empatiyê” nêzî bavê ku cenazeyê xwe di kîsekî de wergirt bibûna, wan dîmenekî ku fîkrên bîrdoziya fermî ya li ser kurdan nîşan dan. 
Zeytûn, bi lêv kir ku malbatên ku cenazeyên êriş lê hatine kirin werdigirin bi awayekî dêrûnî jê bandor dibin û wiha berdewam kir: “Divê were diyarkirin ku kesên di vê rewşê de bi êşeke mezin re rûbirû dimînin. Tê bîra we di encama mûmaleya derveyî mirovahiyê ya li dijî cenazeyê dayika Aysel Tûglûk de gelek bandor li Tûglûk bû ji ber vê rewşê niha bi giranî nexweş e. Ji ber pêkanîn û encamên cuda yên di vî warî de, tê xwestin ev bandor li ser piraniya mirovan bê afirandin.”
 
DIVÊ HIQÛQA MIROVÎ LI BER ÇAV BÊ GIRTIN
 
Zeytûn, bal kişand ser berpirsyariyên kesên rayedar ên di heman pratîkê de û anî ziman ku politikaya daraza bi bandora siyasî tevdigere û dadger jî ji tiştên tên kirin berpirsyarin. 
 
‘DIVÊ MIROV QEBÛL NEKE’
 
Zeytûn, anî ziman ku  divê pêkanîn dewletê yên li ser bingeha zext û zorê neyên qebûl kirin û got: “Ev pêkanîna ku hemû hesasiyetên civakî bi awayekî berovajî çanda kurdan îfade dike, pêwîste ji aliyê desthilatdariyê ve bê lêkolînkirin û lêpirsîn. Weke parêzvanên mafên mirovan me giliyên xwe yên hiqûqî di vî warî de kirin. Ew kesên îşkence û mûameleya xerab li kesên jiyana xwe ji dest dane dikin, divê bi awayekî bi bandor bên lêpirsînkirin û cezakirin.”
 
‘DIVÊ PIŞTEVANÎ BÊ MEZINKIRIN’
 
Zeytûn, da zanîn ku weke ÎHD ew ê piştgiriya hiqûqî ya ji bo malbatan bidomînin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bi giştî divê parêzvanên maf û edaletê li hemberî vê neheqiyê di mijarên hiqûqî û exlaqî de bi fikar bin, ev neheqî li kê tê kirin bila bê kirin û kî dibe bila bibe, divê bi wan re bin. Ji bilî polîtîkayên ewlekarî û otorîter ên li ser bingeha zext û zordariya di dema dawî de zêde bûne, em dixwazin bînin ziman ku divê bi taybetî parazvanên mafên mirovan piştevaniyê bikin.”
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

11/09/2022
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda