Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan a bersiva nîqaşên li ser HDP'ê tên birêvebirin da û got: "Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û bila her kes hedê xwe zanibe."

Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo diyarkirina polîtîkayên dema nû, li Navenda Giştî ya partiyê kom bû. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di destpêka civînê de axivî û rojeva heyî nirxand.
 
Bûldan anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi tirsandin, zext û kaosê xwe ji bo hilbijartinê amade dike û got, "Êrîşên li ser destketiyên jinan, kurdan, hêzên demokratîk û kedê, gefa şer a li welatên cîran bûye kampanyayeke hilbijartinê ya desthilatdariyê. Îşkenceya li girtiyan, desteserkirina mafê wan û gefên li wan tên xwarin, beyannameya hilbijartinê ya vê desthilatdariyê ye, soza wê ya ji civakê re ye."
 
SEMRA GUZEL VÎNA JINAN E
 
Bûldan, bal kişand ser mûameleya li dijî parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzelê û wiha berdewam kir: "Ez careke din ji vir bêjim. Semra Guzel vîna gelê me û jinan e. Tewandina wî serî ne hedê kesên heta qirika xwe ketine nava sûcan e. Jinên ku hewl didin serê wan bitewînin wê bi serbilindî meşa xwe bidomînin."
 
'EM Ê SIYASETA WE YA DIJMINATIYÊ TÊK BIBIN'
 
Bûldan, cenazeyê endamê YPS'ê Hakan Arslan ku di kîsekî de radestî bavê wî Alî Riza hate kirin, bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi vê yekê re careke din dijminatiya xwe ya li dijî kurdan ji raya giştî re aşkere kirin. Ev sûcekî nefretê ye. Ji desthilatdariyê re dibêjim; zanibin ku ev têkoşîna jinê û rûmeta mirovahiyê ji siyaseta we ya dijminatiyê xurtir e. Em ê vê siyaseta we ya dijminatiyê û nefretê teqez têk bibin. Dîrok jî, edaleta rasteqîn jî wê sûcên li dijîmirovahiyê ji bîr nekin."
 
'BILA HDP'Ê JI XWE RE NEKIN MALZEMEYÊ SIYASÎ'
 
Bûldan, bi lêv kir ku hêza esasî ya ku vê sîstema riziyayî biguherîne hêza jinê ye û wiha pê de çû: "Hişmendiya demokratîk û wekhevîparêz a jinan, xwedî wê bandorê ye ku siyasetê jî civakê jî biguherîne. Lewma têkoşîna jinê girîng e. Ji bo hilbijartinê li qada siyasetê nîqaş têne kirin, hin hesab têne kirin. Dixwazim bi rengekî aşkere bibêjim. Tu hesabê ku jin di nav de nebe bi ser nakeve. Bi fikrê HDP'ê re ku li ser mezinkirina têkoşîna jinê ava bûye û partiyeke jinê ye, di vê mijarê de bi rengekî eşkere em helwestê nîşan didin. Bila Tifaqa Cûmhûr jî ya Milet jî zanibin. Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke. Bila HDP'ê ji xwe re nekin malzemeya siyasî. Bila her kes hedê xwe bizane. Gava ku HDP'ê bilêv dikin, divê hezar carî bifikirin."
 
'DÊ BI DENGÊN JINAN TÊK BIÇIN'
 
Pervîn Bûldan, destnîşan kir ku yên gefê li jinan dixwin wê bi dengên jinan têk biçin û got, "Îro ji her beşa civakê jin xwedî têkoşîna çareseriya hevpar e. Jin li dijî newekhevî, tundî, mêtingerî û şer têkoşîneke xurt û hevpar dimeşînin. Di vê têkoşînê de wêrekî heye, bawerî û biryardarî heye. Lewma hêvî bi jinê re ye, di têkoşîna hevpar a jinan de ye. Em jin dê ji bo darazeke adil û serbixwe, ji bo aştî, çareserî û welatekî bêşer, ji bo jiyaneke wekhev, aboriyeke ewle û jiyaneke ku em jin xeyal dikin ava bikin, em ê zêdetir bixebitin, xwe bi rêxistin bikin, hêza xwe bikin yek û encama hilbijartinê em jin dê diyar bikin. Em ê pêşerojên azad diyar bikin. Em jin dê qezenç bikin, bi me re wê civak û welat qezenc bike. Dê demokrasî, aştî û azadî qezenc bike. Dê edalet qezenc bike!"
 
 

Sernavên din

11/09/2022
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin