Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke

img

ENQERE - Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd xwedî rolek girîng e û heke tecrîda li ser Ocalan bê rakirindê dê rêya çareserî û aştiyê vebibe. 

 
Danişîna 16’emîn a Doza Kobanê di roja 8’emîn de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.  
 
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz, parlamenter û rêveberên HDP’ê, rêveberên ÎHD, gelek welatî û parêzer dozê dişopînin. Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade ne û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hin siyasetmedar jî mazeret ji dadgehê re ragihandin û tev li danişînê nebûn. 
 
Di danişînê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel diyar kir ku şahidan li ser arastekirinê îfade dane û îfadeyên hatine dayîn jî ji bo têkbirina têkoşîna azadiya kurd e. Tuncel da zanîn ku bi rêya îfadeyên van şahidan û îtîrafkaran tê xwestin ku siyaseta kurd a demokratîk were krîmînalîzekirin. 
 
‘EM NE LI BENDA EDALETA WE NE’
 
Tuncel destnîşan kir ku ew ji vê darazê ango dadgehê tu edaletê naxwazin û got: “Serokê we yê berê Bahtiyar Çokak endamê çeteyekê derket. We bi wî re mesai dikir. Me got ji dozê vekişin lê hûn nevekişiyan. Em çi dizanin ku wî ji MÎT’ê pere negirtibe? Gelo hûn dizanin? Li vê dadgeha we AKP û MHP, HDP’ê didarizîne. Biryara hûn bidin çi dibe bila bibe wê biryarek serbixwe nee. Hûn dozger û dadger ketine pey afirandina delîlan ku li dijî me bibînin û me sûcdar bikin.” 
 
ROLA OCALAN A JI BO ÇARESERIYÊ 
 
Tuncel bal kişand ser rol û rista Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de û wiha axivî: “Di pirsgirêka kurd de roleke girîng a Abdullah Ocalan heye. Dewlet jî vê rolê nîqaş nake. Niha tecrîda mutleq li ser Ocalan tê meşandin. Ocalan di sala 2008’an de ragihandibû ku 3 sal in bi dewletê re hevdîtinan kiriye. Li ser Meclisa Aştiyê û pirsgirêka Destûra Bingehîn hat axaftin lê nehat çareserkirin. Pişt re pêvajoya çareseriyê dest pê kir, lê ev ne rêbazeke Tirkiyeyê ye. Me li hemû cîhanê mînakên ku ev tişt bi diyalogê diqewimin dît, lê wan ew pêvajo qedand. Ji ber vê yekê jî li vê salonê pêvajoyên aştiyê tên darizandin. Li gorî qanûnên ku hatine derxistin, her kesê ku di Pêvajoya Çareseriyê de cih girtiye nikare bê darizandin, lê hevserok, rêveber, parlamenter û endamên HDP’ê niha tên darizandin. HDP bi sazî tev li pêvajoyê bû. Heta ku em behsa aştiyê nekin, ne mimkûn e ku li Tirkiyê demokrasiyeke rasteqîn û hawirdora baweriyê ava bibe. Heke ji sisêyan yek gel ne kêfxweş be, hûn ê çawa behsa mafên mirovan bikin?”
 
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI HEMÛ TIRKIYEYÊ BELAV BÛYE’ 
 
Tuncel diyar kir ku sedema dubendiya li Tirkiyeyê ku çêbûye bidawîbûna pêvajoya çareseriyê ye û got: “Li Tirkiyeyê rêjeya sûc zêde dibe. Gelo ev normal e? Yek ji sedemên sereke yên vê zêdebûna rêjeya sûc û pirsgirêkan jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Dozger jî di nêrîna xwe de diyar kir ku ev pirsgirêk pirsgirêka kurd e. Dewlet hê jî înkar dike. Dîsa jî naxwaze pirsgirêkê çareser bike. Ji ber ku wêneyê wekîlekî bi xizmekî xwe yê gerîla re derket, hat binçavkirin û girtin. Divê zîhniyet were guhertin. Heke hêza nû pirsgirêka kurd çareser neke wê bêwate be. Rakirina tecrîda mutleq a li ser Ocalan rêya vekirina rêya aştiyê û çareseriyê ye. Tecrîda li Girava Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye."
 
Heyeta dadgehê navberek da danişînê û piştre dîsa berdewam kir. 
 

Sernavên din

11/09/2022
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn