Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin

  • rojane
  • 09:03 10 Îlon 2022
  • |

ŞIRNEX - Gundê Arbo yê suryaniyan ê li quntara Çiyayê Bagokê ku 3 caran hatiye valakirin û her sê caran jî bi salan vala maye niha jinûve tê avakirin. Ji suryaniyên ku vegeriyan gund Seyfo Erdînç got: "Divê her kes xwedî li ax û warê xwe derkeve." 

 
Di salên 1990'î de li herêmê bi hezaran gund di bin navê "ewlehiyê" de hatin valakirin. Gundên ku hatin valakirin piştre jî yek bi yek hatin şewitandin. Herêmên ku di bin navê polîtîkayên "ewlehiyê" ji mirovan hatin xalîkirin bi salan ketin û derketina wan hat qedexekirin. Şeniyên herêmê ji bêgavî an berê xwe dan derveyî welêt an jî metrepolan. 
 
Suryaniyên ku yek ji motîfên girîng ên herêmê ne jî nesîb ji polîtîkayên tunehesibandinê girtin. Ji gundên suryaniyan ên nesîb ji van polîtîkayan girtin yek jê jî Arbo yê bi ser navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ve girêdayî ye. Gundê Arbo ku 3 caran hatiye valakirin, li quntarên Çiyayê Bagokê ye û di sala 1990'î de hatiye valakirin. Li gundê Arboyê 7 dêr lê hene û ji van dêran Mor Dîmet û Meryem Ana hatine restore kirin. Her 5 dêrên din jî ji ber ku wekî gov hatine bikaranîn li benda restorekirinê ne. Gundê Arbo di heman demê de wekî navenda gundên suryaniyên herêmê jî tê zanîn. Bi valakirina gund re, şêniyên gund berê xwe dan Ewropayê. Lê piştî salan bi vegera suryaniyan niha jinûve ava dibe. Suryaniyên ku vegeriyane gund dest bi çêkirina xaniyên xwe dikin. Li gund heta niha 20 mal hatine çêkirin.
VEDIGERIN WARÊ XWE
 
Seyfo Erdînç (69) ku di sala 1969'an de ji gund derketiye û çûye Ewropayê, di sala 2001'ê de dîsa vegeriyaye gund, anî ziman ku wan bi çêkirina xaniyan dest bi avakirina gund kiriye û got: "Di sala 1990'î de hikûmetê gundê me vala kir û em hemû çûn Ewropayê. Gundê me 23 salan vala ma. Em di sala 2001'ê de hatin gund. Di sala 2007'an de me dîwarên gund çêkirin û biryar da ku vegerin gund. Ev der cih û warê bav û kalê me ye. Erdê mirov, mirovî dikişîne. Li Ewropayê her tiştê me heye, lê wexta ku ez têm vê derê Ewropa êdî nayê bîra min. Ez li vir gelek rihet im. Li vir aramî heye. Li gundê me 7 dêr hene. Di roja destpêkê de me bi 7 malan dest bi avakirinê kir û niha 20 mal hatine çêkirin. 4-5 mal jî jinûve tên çêkirin. 3-4 avahiyên kevin jî em ê wekî berê bihêlin. Dîrokî ne. Ez bi xwe ev 2 sal in li vir im. Ez 10 mehan li vir dimînim û 2 mehan jî diçim Almanyayê li gel zarokên xwe dimînim."
 
GUND 3 CARAN HATIYE VALAKIRIN
 
Erdînç bi lêv kir ku tevî hemû şert û mercan jî wan gundê xwe jinûve ava kiriye û wiha domand: "Dema ku em vegeriyan gund tu tişt nehiştibûn. Rezên me xerab kiribûn. Gundê me 3 caran hat valakirin. Di valakirina dawî de 23 salan vala ma. Carekê 40 salan vala ma û carekê jî 70' salan vala maye. Lê belê tu kes neket gundê me û me dîsa gundê xwe ava kir. Em naxwazin careke din bê valakirin. Li qûntarên Çiyayê Bagokê 7 gundên me suryaniyan hene. Ên hatine valakirin jinûve ava dibin. Lê hê bi temamî nehatiye rûniştandin. Di sala 2007-2008'an de tenê şexsek li vir dima. Lê niha 14 malbat li vir hene. Beriya niha em dihatin 2 mehan li vir diman, 10 mehan li Ewropa. Lê em niha 10 mehan li vir, 2 mehan li Ewropa diminîn. Gelek malbat jî havîn û zivistanan li vir dimînin. "
 
'DIVÊ EM XWEDÎ LI AXA XWE DERKEVIN'
 
Seyfo Erdînç diyar kir ku tu derê dinyayê wekî axa mirov nabe û ev tişt gotin: "Gundê me ji 900 malan pêk dihat. Her malek 10 zarokên wan hebûn. Wexta fermana Heco çêbû gelek gundiyên me çûn Rojavayê. Ji gundê me gelek kes li Tirbespiyê, Xerdûkan, Qamişlo, Şelmuhiyê û Derikê hene. Ji vî gundî gelek kes derbasî Rojavayê bûn. Em kêfxweş in ku vegeriyane gund. Divê her kes xwedî li axa xwe derkeve. Ji ber ku ez li vir im, ez ne poşman im. Pereyê dinyayê diçe û tê. Lê ez çi qasî li Ewropa bim jî, ez xwe li vir his dikim. Lewma divê em xwe xwedî lê derkevin. Em biçin ku dera dinyayê wê ji me re bibêjin biyanî." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 

Sernavên din

11/09/2022
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn