Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê

  • rojane
  • 10:57 10 Îlon 2022
  • |
AMED - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker diyar kir ku Tirkiyeyê di bersiva xwe ya ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de li xwe mikûr hatiye ku Abdullah Ocalan derveyî hiqûqê hatiye girtin û wiha got: “Qanûnên li dijî Ocalan tên sepandin teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê.” 
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014’an de ji bo serlêdana bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, biryara xwe da. Ji ber ku Tirkiyeyê bi biryara binpêkirinê nekir, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 9’ê tebaxê de bi daxwaza ku biryara DMME’yê pêk were dîsa serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) da. Li ser serlêdanê, Tirkiyeyê bersiv da Komîteyê û li xwe mikûr hat ku Abdullah Ocalan ji mafê “hêviyê” bêpar hiştiye. 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) jî ji bo biryara venihêrînê ya biryara DMME’yê ku derheqê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navên Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de dabû, di 26’ê tîrmeha 2021’an de bi awayekî nivîskî KWKE agahdar kir. Tirkiyeyê di 7’ê îlona sala 2021’an de bersiv da û îdia kir ku ji sala 2009’an heta niha li Girava Îmraliyê tu binpêkirin çênebûne. Tirkiyeyê tespît û pêşniyarên weke “mafê hêviyê” û “guhertina di qanûna derheqê cezayê muebbeta giran de” ku rê li ber berdana Abdullah Ocalan û girtiyên din vedike jî jinedîtî ve hat. Komîteyê di 3’yê kanûna 2021’an de biryara xwe ya “Ocalan-2” ragihand û ji Tirkiyeyê xwest ku hejmara kesên di halê hazir de cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn û ev cezayê wan nayê daxistin û lêkolînkirin diyar bike. Her wiha komîteyê ji Tirkiyeyê xwest ku herî dawî heta dawiya îlona sala 2022’yan derheqê pêşketinên di tevdîrên giştî de agahî bide. Lê belê Tirkiyeyê heta niha jî tu gav neavêtine. 
 
‘HIQÛQÊ LI GORÎ ŞEXSAN DISEPÎNIN’
 
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker derheqê serlêdana wan a ji bo KWKE’yê, bersiva Tirkiyeyê, serlêdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û pergala tecrîdê de bi ajansa me re axivî. Şeker ji ewil balkişand ser serlêdana Buroya Hiqûqa Sedsalê ya li KWKE’yê ya ji bo biryara DMME’yê ya “Ocalan-2” û wiha got: “Tirkiyeyê di çarçoveya Distûr/91’ê de neçar ma ku di 26’ê tebaxê de bersiva hevalên me yên Buroya Hiqûqa Sedsalê bide. Tirkiyeyê got ku ji bo rewşa girtiyên cezayê muebbetê lê hatiye birîn mekanîzmayek ava kiriye lê hinek ‘îstîsna’ hene. Beriya niha jî bersivên mîna vê dabûn. Bi vê bersivê diyar dibe ku Tirkiye li gorî qaîdeya wekheviyê ku di bin temînata makeqanûnê de ye tevnagere. Li xwe mikûr hat ku di mekanîzmaya hiqûqê de li dijî hinek kesan û cureyên sûcan qaîdeyên îstîsnaî disepîne. Me berê jî gotibû ku li dijî birêz Ocalan sepanên cuda hene. Tirkiyeyê bi vê bersiva xwe careke din îtîraf kir ku pergala hiqûqê li gorî şexsan disepîne, li dijî birêz Abdullah Ocalan cuda disepîne û li derveyî pergala hiqûqê hiştiye.” 
 
‘DI ŞEXSÊ OCALAN DE HIQÛQA XWE BINPÊ DIKIN’
 
Şeker anî ziman ku bi rewşa heyî re Tirkiye li xwe mikûr hatiye ku di hiqûqê de cotstandartiyê dike û wiha domand: “Her wiha teşe didin rejîma venihêrîna ya xwe û pêdiviyên venihêrînê. Di şexsê birêz Ocalan de li dijî hemû girtiyên kurd hiqûqa heyî binpê dikin. Bi qasî ji destê me hat, me hewl da vê rewşê di mekanîzmayên navneteweyî de vebêjin. Ev binpêkirina hiqûqê di biryarên dadgehê yên li dijî kesên xebatên partiyên siyasî, kesên li dijî zextê dengê xwe bilind dikin û kurdan de pir bi vekirî derdikeve holê. Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) piştî sala 1995’an hate derxistin û di sala 2005’an de hinek guhertin tê de hatin kirin. Bi vê yekê re jî di van sepanan de hîn xerabtir tevgeriyan. Dema em li guherînên di sala 2005’an dinihêrin, dibînin ku sererastkirinên piştî darizandina birêz Abdullah Ocalan in. Mijara darvekirinê rakirin û hewl dan hiqûqa cezayê ya li gorî standartên navneteweyî ava bikin. Vê yekê jî bi xwe re di sepandina qanûnan de cotstandartî anî ku vê cotstandartiyê hewl didin têxin nava hiqûqa Tirkiyeyê. Em dikarin bi rehetî bibêjin ku di şexsê birêz Ocalan de teşe didin qanûnên Tirkiyeyê. Cotstandartiya di sepanên hiqûqê de, piştî anîna birêz Ocalan a li Tirkiyeyê hîn kûrtir bû.”
 
REWŞÊN ‘ÎSTÎSNA’ QANÛNA JI BO ŞEXSÊ OCALAN E 
 
Têkildarî gotina Tirkiyeyê ya “rewşên îstîsna” de jî Şeker ev tişt anî ziman: “Tişta jê re dibêjin ‘îstîsna’, qanûnên ji bo şexsê Ocalan in. Li gorî van ‘îstîsnayan’ teşe didin Qanûna Înfazkirina Ceza ya Tirkiyeyê, TMK û CMK’ê. Ji sala 1991’an heta niha sepanên fiîlî di meriyetê de bûn. Ji qedexeya bi parêzeran re heta ya bi malbatê, qedexeya telefonê, wergirtina pirtûkan û hwd. Ev sepan jixwe di meriyetê de bûn. Lê bingeheke van a hiqûqî nebû. ‘rewşa hewa’ û ‘xerabûna keştiyê’ çendek hincet bûn. Lê piştî serlêdanên parêzeran û raporên CPT’yê, Tirkiye neçar ma ku hinek sererastkirinan bike. Ji tespîtên weke ‘sepanên li Îmraliyê di asta îşkenceyê de ne’ re Tirkiye neçar ma ku bingeha hinek qanûnan amade bike. Bi taybet jî piştî sala 2015’an, bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) re gelek sepanên fiîlî kirin qanûn. Girîng e bê ka sedema vê pêdiviyê çi ye. Sedema vê ew bû ku birêz Ocalan sûdê ji sererastkirinên ji bo standartên YE û hiqûqa gerdûnî negire. Di her guhertinê de gotin ‘ji bilî rewşên îstîsnaî’. Ev nîqaş û sepanan ji bo ku Ocalan ji van sererastirinan sûd negire dihatin kirin jî, weke sererastkirinên Ocalan li hiqûqa Tirkiyeyê hatin bicihkirin. Anku ev sererastkirin, li gorî şexsê Ocalan hatin kirin. DMME’yê di sala 2014’an de biryara binpêkirinê yan jî jinûvedarizandinê da. Li dijî vê biryarê sererastkirinên wisa kirin ku hewl dan pêşî li ber jinûvedarizandinê bigirin. Anku birêz Ocalan li derveyî sererastkirinên binpêkirinê girtin. Gelek sererastkirinên din ên Tirkiyeyê hene ku ji bo şexsê Ocalan derxistine.” 
 
BINPÊKIRINA BIRYARA ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ 
 
Bi domdarî Şeker anî ziman ku sepanên fiîlî yên li Îmraliyê, di nava 23 salan de êdî li hemû girtîgehên din jî ketin meriyetê û veguherîn sererastkirinên qanûnî. Şeker, ji bo binpêkirina Tirkiyeyê ya biryarên DMME’yê jî wiha derbirî: “DMME’yê di salên 2014 û 2015’an de biryar da. Ya ewil jî ji bo jinûvedarizandina birêz Ocalan bû. Tirkiyeyê jî li dijî vê biryarê, sererastkirinên navxweyî kir, demek diyar kir û birêz Ocalan li derveyî vê sepanê hişt. DMME’yê piştre jî di sala 2014’an de biryara binpêkirina ‘mafê hêviyê’ da. Ji bo Gurban, Kaytan û Boltan jî heman biryar da. Peywira Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ew e ku bişopîne bê ka ev biryar pêk hatine yan na. Lê gavên girîng neavêtin. Hewceye ev helwesta wan baş were nîqaşkirin. Dema Tirkiye ji bo şexsê birêz Ocalan sepanekî têxe meriyetê, hiqûqnas, demokrat û raya giştî bêdeng dimîne. Ev jî dike ku ev sepan rê li ber sepanên din jî veke. Ji ber nasnameya birêz Ocalan, kesek dengê xwe nake. Vê jî kir ku Tirkiye biryarên DMME’yê binpê bike. Tirkiye ji vê bêdengiya Konseya Ewropayê, NY û YE’yê hêz girt. Bêdengiya navxweyî jî cisaret da hikûmeta AKP’ê ku van binpêkirina bike. Anku bêdengiya CPT, Konseya Ewropayê, NY û YE’yê, li gorî berjewendiyên polîtîk teşe digire.” 
 
‘CPT LI GORÎ BERJEWENDIYÊN POLÎTÎK TEVDIGERE’
 
Şeker, bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê piştî serlêdana wan a par, demildest serlêdana biryarê ya Ocalan-2 û koma Gurban xistiye rojeva xwe û wiha bi dawî kir: “Vê yekê jî hêvî dabû me ku gavek were avêtin. Lê salek wext dan Tirkiyeyê û dê dawiya meha îlonê bi dawî bibe. Tirkiyeyê heta niha jî nexşerêyek pêşkeş nekiriye. Herî dawî bersiv dabûn Buroya Hiqûqê ya Sedsalê. Bersivên xwe yên berê dubare kiribûn û gotibûn ku sepanên ‘îstîsnaî’ hene. Lê ji bo serlêdana me hêj jî bersivek nedane. Em ê di pêvajoyên pêş de bi saziyên ku me serî lê dabû re dîsa nirxandinan bikin û vê pêvajoyê pêşkeşî komîteyê ibkin. Tirkiyeyê ev saleke gavek neavêtiye û nexşerêyek pêşkeş nekiriye. Lewma divê prosedurên diyar ji hêla KE’yê ve bikevin meriyetê. Dê di rojên pêş de diyar bibe bê ka dê çi refleksê nîşan bidin. Di nava vê sala dawî de me serî li CPT’yê jî da. Lê CPT li gorî berjewendiyên xwe tevdigere û di tecrîdê de rola wê jî heye. Gelek caran di nava hewldana rewakirinê de ye. Ev polîtîkaya durûtiyê jî li pêşiya avêtina gavan astengiyeke sereke ye. Serlêdanên me hene û dê bikin jî. Divê CPT binpêkirin û tecrîdê ji nêz vbe bişopşîne. Li rexa din jî em dixwazin binpêkirin, îşkence û mirinên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi saziyên navneteweyî re parve bikin. Bi vê yekê dixwazin bala wan bikişînin ser vê mijarê. Em dixwazin ku hemû saziyên hiqûqê di vê têkoşîna hiqûqê de mil bidin milên me.” 
 
MA / Mujdat Can - Mehmet Şah Oruç
 

Sernavên din

11/09/2022
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn