* Wekîlê HDP'ê Habîp Eksîk ku nehat hiştin li Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê hevdîtinê bi girtiyan re bike, anî ziman ku tîpên S'yê "navenda şikandina vînê ne" û got, tu ferqa wan ji kampên Naziyan ên Hîtler tune ne.
* Berxwedêrên dema 12'ê Îlonê diyar kirin ku darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê îro jî bi pêkanînên xwe dewam dike û gotin: "Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve."
* Parlamentera HDP'ê ya berê Gulser Yildirim ku zêdetirî 5 sal û 10 meh in di girtîgehê de ye, çendî ku 3 meh berê cezayê lê hatiye birîn temam bûye jî nayê berdan.
* Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Farûk Tatlî ji bo meşa Cûdiyê ku dê li dijî qirkirina daran bê lidarxistin bang kir û got, ev meş li dijî şer û talanê serîhildanek e.
* Soda Elvalû ku di sala 2014'an de ji ber êrişên DAIŞ'ê ji Sûriyeyê reviyaye û berê xwe daye Tirkiyeyê, 11 sal in di şert û mercine dijwar de dijî û 20 sal in jî bi tahdeya mêrî re rû bi rû ye. Elvalû, berî her tiştî dixwaze ji tahdeyê xelas bibe û hema carekê be jî dêya xwe û welatê xwe bibîne.
* Çalakiya Nobeda Edaletê ya Amedê 300 roj li dû xwe hiştin. Xizmên girtiyan di hemû şert û mercan de jî ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin çalakiyê li ber girtîgehê, ATK û edliyeyê didomînin.
* Hat hînbûn ku 3 cenazeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tên ragirtin ku hate diyarkirin ên endamên HPG'ê ne, tevî karûbarên otopsiyê jî 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 552’yemîn de berdewam dike.
* Rêxistina HDP’a Mêrsînê wê bi dirûşmeya “Ji pişaftinê re bêje bes e” li avahiya partiya xwe çalakiyekê li dar bixe. (14.00-17.00)