Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye

  • rojane
  • 09:02 11 Îlon 2022
  • |
img
ÎDIR - Wekîlê HDP'ê Habîp Eksîk ku nehat hiştin li Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê hevdîtinê bi girtiyan re bike, anî ziman ku tîpên S'yê "navenda şikandina vînê ne" û got, tu ferqa wan ji kampên Naziyan ên Hîtler tune ne.
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Habîp Eksîk, nûner û parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Îdirê di 7'ê Îlonê de çûn Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê. Hevdîtina heyetê ya bi girtiyan re ji aliyê rêvebiriya girtîgehê ve bi hinceta "destûr ji Wezareta Dadê nehatiye girtin" hat astengkirin.
 
Parlamenterê HDP'ê Habîp Eksîk diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê sîrayetî civakê û hemû girtîgehan kiriye. 
 
HEVDÎTINA BI ÎDAREYÊ RE
 
Eksîk anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û got, gelek girtiyên siyasî name şandine û binpêkirin mafan ên li girtîgehê ragihandine. Eksîk diyar kir ku ji ber binpêkirinên li girtîgehan çûne Girtîgeha Îdirê ya S'yê û got: “Rêvebiriya girtîgehê destûr neda ku hevdîtina bi girtiyan re nê kirin. Bi hinceta 'destûr ji Wezareta Dadê nehatiye girtin' destûra hevdîtinê nehat dayîn. Lewma me cihê ku girtî lê dimînin nedîtin. Lê dema ku em li beşa îdareym û dîmena li derveyî girtîgehê mêze dikin, a rast me rengvedana pergaleke tecrîdê dît. Bariyerên betonî yên bilind û dîmeneke ku hundir bi her awayî îzolekirî û pergala tecrîdê hebû. Di hevdîtina me de ya bi rêvebiriya girtîgehê re me xwest pirsgirêkên li girtîgehê bi girtiyan re bên nîqaşkirin û wiha bên çareserkirin. Me daxwazên ji bo başkirina şert û mercên girtiyan ragihand îdareyê."
 
3 GIRTIYÊN NEXWEŞ SEWQÎ ATK'Ê HATIN KIRIN
 
Eksîk diyar kir ku li Girtîgeha Îdirê girtiyên nexweş hene û got: “Me bi îdareyê re li ser dermankirina girtiyan û peydakirina dermanan jî xeber da. Îdareyê diyar kir ku li girtîgehê bi giştî 5 girtiyên bi nexweşiyên kronîk hene û ji van girtiyan 3 jê sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) hatine kirin. Gotin ATK'ê rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' daye van kesan."
 
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ DIVÊ BÊN BERDAN'
 
Eksîk bibîr xist ku mixabin ATK piraniya serlêdanan red dike û got: “Ji van girtiyên nexweş yek jê Abdullah Ateş e ku herî kêm 70 salî ye. Gelek nexweşiyên kronîk pê re hene. Her wiha ji van nexweşan yek jê jî hefteyê 3 rojan di diyalîzê de ye. ATK nexweşiyên girtiyan bi nêzîkatiya tibbî nanirxîne û ji ber v gelek nexweşên giran di girtîgehê de dimînin. Divê girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê demildest bên berdan û pêşî li ber berdana bi raporên nexweşxaneyan bê vekirin."
 
GIRTÎGEHÊN TÎPA S'YÊ: NAVENDA ŞIKANDINA VÎNÊ NE 
 
Eksîk girtîgehên tîpa S'yê wekî “Navenda şikandina vîna" girtiyan pênase kir û got: “Girtiyên li girtîgehên tîpa S'yê dimînin bi rêya parêzer û malbatên xwe digihîjin me. Girtî dixwazin ev pergala bêhiqûqî ya yekodeyî, ango pergala tecrîdê bi dawî bibe. Ji bo vê qîrîna girtiyan me gelek caran hevd,tin bi îdareyê û wezaretê re kirin, lê tu gav nehatin avêtin. Rayedar her tim navnîşana serlêdana dadgehan nîşan didin, lê em hemû baş dizanin ku ev dadgeh çi qasî hêdî tevdigerin û çawa bûne aparata desthilataê." 
 
‘PERÇEYEK JI PERGALA TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ'
 
Eksik destnîşan kir ku modela girtîgehên Tîpa S'yê parçeyek ji pergala tecrîda Îmraliyê ye û got: “Ev girtîgeh navendên şikandina vîna muxalifan e, bi taybetî yên ji ber sedemên siyasî girtî ne. Navenda binpêkirina tenduristiyê û tunekirinê ye. Girtî hema bibêje nikarin pêwendiyê bi kesî re jî deynin, tenê heftê saetekê ji bo sporê tên cem hev. Ji xeynî vê tu aktivîteyeke wan a sosyal tune ye. Ev yek hem ji aliyê bedenî hem jî ji aliyê derûnî ve dibe sedema pirsgirêkên cidî. Girtîgehên Tîpa S'yê modelên dijhiqûqî ne." 
 
Eksîk ji bo girtîgehên tîpa S'yê got: "Tu ferqa wan ji kampên Naziyan ên Hîtler tune ne."
 
TECRÎDA ÎMRALIYÊ
 
Eksîk destnîşan kir ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in didome û got: “Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan îro li Tirkiyeyê veguheriye pergalekê. Ev pergal li Girtîgeha Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan hat pêkanîn û paşê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê û tevahiya civakê hat pêkanîn. Bingeha bêhiqûqiya li girtîgehan û binpêkirinên antîdemokratîk ên li ser civakê bingeha xwe ji pergala tecrîdê ya Îmraliyê digirin." 
 
RÊZGIRTINA JI BO MAFAN
 
Eksîk bal kişand ser Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên li girtîgehan hatine avakirin.
 
Eksîk destnîşan kir ku her diçe binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dibin û got, divê Wezareta Dadê û berpirsyarên erkdar rêzê li mafên mirovan bigirin û hiqûqê esas bigirin. Eksîk destnîşan kir ku demildest divê dawî li tecrîdê jî bê û wiha got: “Kesên tên cezakirin an jî tên binçavkirin, nayê wateya ku hemû mafên wan ji aliyê desthilatê ve bên desteserkirin. Divê rêz li mafên girtiyan bê girtin û ji bo jiyaneke birûmet rayedar divê bi hesas tevbigerin." 
 
MA /  Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

11/09/2022
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn