Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin

  • rojane
  • 10:16 11 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Çalakiya Nobeda Edaletê ya Amedê 300 roj li dû xwe hiştin. Xizmên girtiyan di hemû şert û mercan de jî ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin çalakiya xwe li ber girtîgehê, ATK'ê û edliyeyê didomînin. 
 
Li Amedê Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin. Çalakiya xizmên girtiyan a ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin ku di 16’ê Mijdara 2021'ê de li Baroya Amedê dest pê kiribû, niha li ber girtîgehê, ATK û Edliyeya Amedê didome. Malbat tevî hemû şert û mercên hewayê jî çalakiya xwe didomînin. 
 
Di çarçoveya çalakiyê de xizmên girtiyan ji bo daxwazên xwe heya niha hevdîtin bi gelek sazî û rêxistinan û partiyên siyasî re kirine. Malbat ji bo daxwazên xwe di 4'ê Çileya 2022'yan de çûn Enqereyê û xwestin li ber Wezareta Dadê çalakiyê li dar bixin. Lê li vir tevî destwerdana polîsan jî malbatan bi dengekî berz doza "edaletê" kirin. Malbat ku piştî hevdîtinên xwe yên li Enqereyê cardin vegeriyan Amedê, heya demekê çalakiya xwe li Baroya Amedê domandin. Di roja 129'an de gava xwestin li ber Baroya Amedê daxuyaniyê bidin, careke din bi destwerdana polîsan re rû bi rû man, lê dîsa jî daxwazên xwe bi dengekî berz bilêv kirin û bi dengê wan dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” olan da. 
 
BI BERXWEDANÊ DORPÊÇ HILWEŞANDIN
 
Xizmên girtiyan ku bi berxwedanê dorpêça polîsan a li ber baroyê hilweşandin, ji wê rojê heya niha heftê sê rojan nobeda xwe li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê, Saziya Tiba Edlî (ATK) û Edliyeya Amedê digirin û daxwaza xwe ya ji bo azadiya girtiyên nexweş dubare dikin.
 
ÎNCÎ GULER: EM DOZA EDALETÊ DIKIN
 
Guler, xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Guler anî ziman ku birayê wê 29 sal in di girtîgehê de ye û got: "Çend mehên din dê birayê min ji girtîgehê derkeve, lê dema cezayê wan diqede poşmanîtiyê li wan ferz dikin. Gava poşmanîtiyê qebûl nakin berdana wan tê taloqkirin. Çawa ew di girtîgehê de ne, em malbat jî bi heman awayî di girtîgehê de ne. Em naxwazin tu girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin. Em tenê doza edaletê dikin, tiştekî din naxwazin." 
 
‘DEMA MIJAR DIBE KURD HEMÛ DIBIN YEK’
 
Guler bilêv kir ku dema ku pêvajoya hilbijartine nêz dibe desthilatdar sozan dide û wiha got: “Lê sozên wan tev derew in. Em heta Enqerê çûn. Em çûn hemû partiyên siyasî. Li wir partiyên siyasî soz dan me, lê soza xwe pêk neanîn. Em heta ber deriyê Wezareta Dadê jî çûn, li wir jî ferman dan ku polîs êrişî me bikin. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku ji bo meseleya girtîgehan çi ji destê wan bê bila bikin. Lê dema mijar dibe kurd hemû dibin yek. Nêrîna hemûyan dibe yek. Madem em li vê dewletê dijîn, nexwe em edaleta vê dewletê jî dixwazin." 
 
‘HETA DAXWAZÊN ME NAYÊN CIH EM Ê LI QADAN BIN’
 
Guler destnîşan kir ku heta girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin neyên berdan dê çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê bidomînin. Guler diyar kir ku her diçe hejmara girtiyên di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin zedê dibe û ev tişt gotin: “Îro dı gırtigehan de girtiyên ku nexweşiya penceşêrê li wan peyda bûye û nexweşiyên wan giran hene. Dema girtiyên nexweşiya wan giranê tên berdan jî, du meh emrê wan dimîne an jî namîne. Dewlet jî vê yekê baş dizane. Heke wijdan bi wan re hebe, bila girtiyên nexweş berdin. Qet nebe em bikarin tasek av bidin wan. Çend sal in em bi hesreta wan in. Banga min ji bo gel jî, bila xwedî li girtiyan derkevin, bi taybetî jî malbatên girtiyan."
 
‘LI HEMBER ZORDARIYÊ DEST BI ÇALAKIYA EDALETÊ KIR’
 
Reşahat Ada, xizma girtiyê nexweş Hamdusena Ada jî bi mehan e ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin di çalakiya nobeda edaletê de ye. Ada jî li ber ATK'ê axivî û bal kişand ser zext û tundiyên li ser girtiyan û got: “Me li hemberî vê zilm û zordariyê dest bi çalakiya edaletê kir. Li ser girtiyên me zext, tundî û îşkence hene. Em vê zilme qebûl nakin, 20 gardiyanan êriş birin ser birayê min, îşkence li wî kirin. Min ji hevalên  xwe re got, êdî rabin ser pêyan, vê zilme qebûl nekin. Girtiyên ku 30 sal cezayê wan qediyaye înfaza wan tê şewitandin. Girtiyên me sirgûn dikin, bi vî awayî dixwazin me terbiye bikin. Me jî li hemberî vê zordariyê dest bi nobeda edaletê kir. Em bang li Wezareta Dadê û Serokkomarê Tirkiyeyê dikin ku bila edî zilma li girtîgehan bi dawî bibe û girtiyên nexweş bên berdan.”
 
‘PARTIYÊN SIYASÎ SOZA XWE NEANÎN CÎ'
 
Ada anî ziman ku heta daxwazên wan pêk neyên wê çalakiya nobeda edaletê bidomînin û wiha bertek nîşanî bedengiya rayedaran û partiyên muxalif da: “Ji bo ku dinya jî vê zilma li ser girtiyên me bibîne me rojek li ber girtîgehê, rojek li ber ATK'ê û rojek jî li ber edliyeyê çalakiya nobeda edaletê da destpêkirin. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li pey doza zarokên xwe bin. Ji bo edaletê em çûn Enqerê, me serî li meclîsê da, me xwest em biçin serdana Wezareta Dadê bikin, lê polîsan em dorpêç kirin. Polîsan tahde li dayikên 60-70 salî kirin. Partiyên siyasî soz dan me, lê wan jî soza xwe ji bîr kir." 
 
‘EM LI PEY DOZA WAN IN’
 
Ada, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heta daxwazên wan pêk neyên wê li her derê çalakiya xwe li dar bixin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li nexweşxanê, kolan, edliyeyê li ku dibe bila bibe em ê kefenê xwe li xwe bikin û dakevin qadan. Îro ne bav zarokên xwe dibîne, ne jî zarok bavê xwe dibînin. Gava girtî li ber mirinê ne wan berdidin. Divê Serokomar û Wezareta Dadê demildest çareyekê bibînin. Êdî bes e bila dayik negirîn. Heta ew zilm li girtîgehan hebe em ê jî çalakiya xwe bidomînin. Hewce bike em ê dîsa biçin Enqerê, heta çareyek neyê dîtin em ê çalakiya xwe bidomînin. Zarokên me dizî nekirine, ew di rêyeke bi rûmet de ne. Wan mafê ziman û welatê xwe parastiye, ji ber wê di zindanan de ne. Em jî deyndarên wan in. Em li pey doza wan û tekoşîna wan in.”
 
MA / Eylem Akdag - Mahmût Altintaş

Sernavên din

11/09/2022
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda