Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya

  • rojane
  • 15:49 15 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Polîs Yakûp Şenocak ku ji ber kuştina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut bi sûcê “kuştina bi qestî" tê darizandin di danişînê de wiha got: “Ger ku bersûcên rast bihatana guhdarkirin dê rastî aşkera bûbûya."
 
Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut di Newroza 2017’an a Amedê di encama gulebarana polîsan de hate qetilkirin. Di doza derheqê kuştina Kurkut de polîsê bersûc Yakûp Şenocak ji sûcê “kuştina bi qesdî” beraet kiribû. Biryar ji hêla 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Herêmî ya Amedê ve hate xerakirin û darizandina bersûc Şenocak domiya. Dadgeha Îstînafê dosya li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê vegerand û îro duyemîn danişîna dozê hate dîtin. Bersûc Şenocak bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Her wiha parêzerê bersûc Ahmet Firat, parêzerên malbata Kurkut Serdar Çelebî, Mehmet Emîn Aktar û Cîhan Aydin jî di danişînê de amade bûn. 
 
Şandeya dadgehê da zanîn ku biryara guhdarkirina polîsan ku di danişîna ewil de hatibû dayîn pêk hatiye, îfadeyên polîsên bûne şahidê bûyerê hatiye wergirtin û li dosyayê hatine zêdekirin. 
 
DAXWAZA GIRTINÊ
 
Dozgeriyê têkildarî usûlên guhdarîkirinê û kesên divê bên guhdarkirin tu daxwaz nekir û xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Parêzerên malbatê jî ev rewş qebûl nekir û xwestin ku usûlên guhdarkirinê pêk bên û kesên hewcehî bi guhdarîkirina wan heyî jî bên guhdarkirin. Di danişînê de parêzer Aktar anî ziman ku delîlên li cihê bûyerê nîşan didin ku Kurkut bi zanebûn hatiye kuştin û wiha got: “Li şûna ku bersûc her kesî biparêze, Kemal Kurkut bi qesdî kuştiye. Em dixwazin bersûc were girtin.”
 
Parêzer Serdar Çelebî jî destnîşan kir ku bersûc bi hinceta kêmbûna delîlan beraet kiriye û dadgeha Îstînafê jî ev biryar xera kiriye. Bi domdarî Çelebî wiha got: “Me daxwaza komkirina hinek delîlan kiribû. Lê belê ev daxwaza me pêk nehat.” 
 
DAXWAZA GUHDARKIRINA ŞAHIDAN
 
Parêzer Çelebî li dijî guhdarîkirina şahidan a li ser fermanê ya di navbera her du danişînan de nerazîbûna xwe anî ziman û wiha got: “Hewceye peywir û tespîtkirina nasnameya şahidan, ji hêla şandeya pispor ve bê kirin û di hizûra dadgehê de bên guhdarîkirin. Li cihê bûyerê dîmenên hatine kişandin hene. Li cihê bûyerê gelek polîs hene. Heke polîs destnîşan bikin bê ka di dema bûyerê de li ku bûn, wê demê em ê îfadeyê piştrast bikin. Em nizanin bê ka şahid di wê kêliyê de li ku bûn. Bila dîmenan nîşanî her şahidekî bidin û jê were pirsîn bê ka di wê kêliyê de li ku bû. Em jî dê li gorî wê pirsan jê bikin. Em nizanin bê ka şahid rast dibêjin an na. Heta dîmen neyên vekolandin û nîşanî şahidan bên dayîn, ev îfade kêm dimînin.” 
 
Çelebî xwest ku polîsên di dîmenan de cih digirin bên guhdarkirin û polîsê bersûc jî were girtin. 
 
 ‘LI DERVEYÎ GIŞTÎNAMEYÊ TEVGERIYA’
 
Parêzer Cîhan Aydin jî giştînameya Wezareta Karên Hundir a “Heya ku şert û merc pêk neyên çek nayê bikaranîn” bi bîr xist û anî ziman ku ev giştîname ji bersûc û polîsên din ên çek bi kar anîn re hatiye şandin û ev yek di biryara Lijneya Venihêrînê ya Walîtiya Amedê de jî heye. Aydin bi bîr xist ku li gel vê çewtiyê jî Lijneya Venihêrînê ya Bajêr der barê polîsê bersûc de biryara ji peywirê girtinê daye û diyar kir ku polîsê bersûc derveyî fermanê tevgeriyaye û sûcên ku tên îdiakirin pêk aniye. 
 
POLÎSÊ BERSÛC: EZ BÊSÛC IM
 
Piştre jî polîsê bersûc Yakûp Şenocak axivî û got ku biryara girtina ji peywirê ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Dîlokê ve hatiye rakirin û wiha domand: “Ez li gorî hiqûqê tevgeriya me û ev yek hat piştrastkirin. Ev 5 sal in di vê dozê de tê nîqaşkirin bê ka bersûc kî ye û mexdûr kî ye. Heke şahidên rast bihatina guhdarkirin dê her tişt aşkera bûbûya. Ez bêsûc im. Ne ji ber kirinên polîsan lê ji ber bêsûciya xwe beraetê dixwazim.” 
 
HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN
 
Dadgehê di biryara xwe de got ku heke delîlên nû yên li dosyayê bên zêdekirin nebin bila dozgerî mutalaaya xwe amade bike û li benda bersiva nivîsa bi talîmat a ji bo guhdarîkirina şahid Kerîm Saglik ji 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê re hatiye şandin bê sekinandin. Her wiha Dadgehê daxwaza tespîtkirina şahidan a li ser dîmenan û guhdarkirina wan û daxwaza girtina polîsê bersûc red kir.
 
Şandeyê danişîna dozê taloqî 17’ê çileya 2023’yan kir. 
 

Sernavên din

16/09/2022
17:40 Olûç: HDP ne qufil, mifte ye
17:05 Name ji rojnamevanên girtî re şandin: Em ê vê taritiyê ji holê rakin
16:54 Li Stenbolê 9 kesên daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikirin hatin binçavkirin
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin
15:36 Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn
15:29 Sancar li Qereçobanê bang kir: Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne
15:21 Li Kercewsê dozgerê hewl da întîhar bike birîndar bû
15:12 Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan
14:43 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Bila girtiyên nexweş bên berdan
13:42 Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Încî hate girtin
13:29 ‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan
13:09 Di pevçûnên navbera Azerbaycan-Ermenistanê de zêdetirî 200 leşker hatin kuştin
13:09 Sancar serdana Şaredariya Qereçobanê kir
12:57 DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne
12:24 Emîne Şenyaşar: Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê veke
11:59 Doza Demîrtaş ji bo parastinê hat taloqkirin
11:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:42 Bavê wê anîbûn li ber HDP’ê: Fermandara YJA-Starê Laçîn jiyana xwe ji dest da
11:12 Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî
10:55 Jinên ermen xwe bi xweparastinê birêxistin dikin
10:34 Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin
09:52 Çavdêrê Siyasî Kerîmî: PDK saziyeke dewleta tirk e
09:46 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in
09:32 Reuters: MÎT û Îstîxbarata Sûriyeyê li Şamê civiyan
09:19 Ciwanên enternasyonalîst: Niha dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
09:04 Rojnameger Ozdemîr: Rizgariya Iraqê bi rêya sêyemîn pêkan e
09:02 'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin'
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN
15/09/2022
19:00 Tifaqa Ked û Azadiyê: Xwezaya Kurdistanê ne bi tenê ye
18:12 Li Colemêrgê operasyona eskerî hat destpêkirin
16:31 Bozdag: Em ê rewşa Aysel Tugluk sibe nîqaş bikin
16:27 Nobetên Edaletê: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
16:25 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Berpirsyar desthilatdariya siyasî ye
15:49 Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya
15:41 HDP’ê têkildarî tundiya li Guzelê hatibû kirin, gilî kir
15:23 Danişîna Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:20 Doza Apê Mûsa: Ji bo me nexelas!
15:06 DÎSK û SES’ê li Amedê çalakî li dar xist
14:38 Sercerdevanê bersûc got ‘me li ser navê dewletê kuşt’
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe
09:02 Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin
09:01 Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin!
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN
14/09/2022
22:18 Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê
19:41 'Hevdîtina bi Ocalan re dê bi kêrî Tirkiyeyê bê'
17:36 Li Amedê mirineke biguman
16:50 Di pirtûka Selimnâmeyê de peyva ‘Kurdistan’ sansûr kirin
16:29 Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe demokrasî pêk nayê
15:59 Rojnamevan Aygul hate berdan
15:44 Gunay: Civakên Tirkiyeyê mecbûrên du tifaqan nînin
15:38 Li Erxevanê elewî civîyan: HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye
15:28 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da
14:56 Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên Ekolojiyê: Em ê di 17’ê îlonê de li Cûdî bin
14:54 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin
14:43 Doza rojnamegeran ji ber guhertina şandeyê hat taloqkirin
14:42 Rapora Girtîgeha Eregliyê: Girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin
14:08 Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Orûç hate binçavkirin
14:07 Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Malbata Şenyaşar: Yên ku di nava soza wan de edalet neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê
12:43 Li Sûrê avahiyên nû pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin
12:33 Malbatên girtiyan: Em ji bo girtiyan çareseriyê dixwazin
12:25 'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’
11:55 Şamî: Pêngava li Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome
11:46 HDP bi kedkarên çapemeniyê re civiya
11:39 Li Silopiyayê 5 kes hatin binçavkirin
11:38 Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye
11:21 Li wesayîta karkerên kurd da û ji bo xwe xelas bike got ‘terorîst hene’
10:53 Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin
10:31 Mezrayên Cizîrê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ne
10:19 Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê çi diqewime?
10:15 Çalakiya xwendekaran a ‘Sîwana me asîman e’ di roja 4’an de didome
10:06 Di navbera Azerbaycan-Ermenistanê de şer: 99 leşker hatin kuştin
09:57 Niştecihên mezraya Bîra Zeynayê heqê ceyrana neyî didin
09:35 Berdevka YPJ'ê Mihemed: Cîhan tenê temaşe dike