Ciwanên enternasyonalîst: Niha dem dema azadiya Abdullah Ocalan e

  • cîhan
  • 09:19 16 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL - Ciwanên enternasyonalîst ên li Almanyayê beşdarî meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûn gotin: "Êdî dem dema azadiyê ye. Ji niha û pê ve divê em ji xeynî azadiyê tu tiştî qebûl nekin."
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 23 sal in di şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê tê girtin, 18 meh in tu xeber nayên girtin. Herî dawî di 25'ê Adara 2021'an de bi rêya telefonê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re hatibû kirin. Serlêdanên malbatê û yên parêzeran ên ji bo hevdîtinê an nayên bersivandin an jî bi hinceta cezayên "dîsîplînê" tên redkirin. 
 
Li gelek bajarên Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Ciwanên enternasyonalîst û kurd, di 11'ê Îlonê de li bajarê Essen ê Almanyayê bi dirûşmeya "Ji bo azadiya Rêber Apo: Tevlî Têkoşîna Azadiyê bibin" meşek dabûn destpêkirin. Meş ku dê şeş rojan bidome dê di 16'ê Îlonê de li bajarê Aechenê bi dawî be. Ji Elmanya, Înîltere, Fransa, Swîsre, Kolombiya, Awustralya, Îtalya, Spanya û Hollandayê gelek ciwan tevlî meşê bûne. 
 
Muharrem Aral (65) ku di Komîteya Amadekar a meşê de ye û ciwanên enternasyonalîst ên beşdarî meşê bûne, bal kişandin ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan. 
 
BANDOR JI ABDULLAH OCALAN GIRT
 
Muharrem Aral ê di Komîteya Amadekar de cih digire diyar kir ku gava xwendekarê zanîngehê bûye ji ber xebatên siyasî doz lê hatiye vekirin û ji ber vê ji Tirkiyeyê berê xwe daye Ewropayê. Aral destnîşan kir ku wî di navbera 1983, 1985 û 1996'an de fikirên Abdullah Ocalan nas kiriye û firsenda hevdîtina bi Ocalan bi dest wî ketiye. Aral, destnîşan kir ku piştî ku wî Abdullah Ocalan nas kiriye, Ocalan bandoreke mezin lê kiriye û wiha got: “Rêbertiyê (Ocalan) bandorek mezin li min kir. Di warê derûnî, giyanî de, bi kurtasî, bi her awayî bandor li min kir. Rêbertî bi xwe jiyaneke bi rûmet e, nûnertiya wê dike. Min pir tesîr ji rêbertî û jiyana wî girt û hê jî digirim. Lewma girtin û esareta rêbertiyê pir bandor li min kir." 
 
Aral bal kişand ser girîngiya meşa dirêj a ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalanû got ku Abdullah Ocalan di vê qonaxê de tenê ne ji bo gelê kurd, ji bo gelên cîhanê jî paradîgmayên fikrî hilberandiye. Aral anî ziman ku lewma ew Abdullah Ocalan wekî şexsekî nabînin û wiha got: “Em dikarin bibêjin ku paradîgmaya ku rêbertiya me (Abdullah Ocalan) pêş xistiye, tenê gelê me eleqedar nake. Rizgariya hemû mirovahiya berpêş dike. Mirovên di pergala kapîtalîst de, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne; Lîberalîzm heye, takekesîtî heye, ji ciakîbûnê qutbûn heye, neçareseriyeke mezin heye. Lewma girse û ciwanên Ewropayê hewl didin ku paradîgmaya rêbertiya me li ser bingeheke rast fêm bikin. Di heman demê de ev ciwanên enternasyonalîst, rola jinê ya di Şoreşa Rojavayê de dibînin û dizanin ku jiyana birûmet bi yekparebûna bi vê têkoşînê re pêkan e û bi bîr û bawerî beşdar dibin. Piraniay beşdarên vê mela me dostên enternasyonalîst in."
 
Arar bilêv kir ku Abdullah Ocalan ê dijberê pergala kapîtalîst bi her awayî tê tecrîdkirin û wiha dewam kir: “Tecrîdkirina rêbertî tiştekî siyasî ye. Lê belê qada navneteweyî ji bo vê tiştekî nake. Di esasê xwe de ev yek ji aliyê ciwanan ve tê dîtin û lewma li her derî hewl didin ku bi rêbertiyê re bibin yek û rêbertiyê fêm bikin. Ji ber vê gelek dostên enternasyonalîst di çalakiyên ji bo azadiya rêbertiyê de cih digirin. Peydakirina rayeke giştî girîng e. Dema tu ne çalak bî û bêbertek bî dê tu tişt zelal nebe. Û çawa di pêkanîna armanca xwe we de tu yê hem pasîf bî hem jî tu yê ji bo rêbertiyê encamekê bi dest nexî. Lê dema ku girse bi meşên wisa dirêj bertekên bertek nîşan didin, hesasiyeta mirov pêş dikeve. Û dostên me ji dil û can doza azadiya rêbertî dikin. Ji bo vê jî çi hewce be tê kirin."
 
BI ŞOREŞA ROJAVAYÊ ABDULLAH OCALAN NAS KIRIYE
 
Ji ciwanên enternasyonalîst ên Kolombiyayê Camîlîo Torres ku beşdarî meşê bû anî ziman bi Şoreşa Rojavayê re fikrê Abdullah Ocalan li hemû cîhanê belav bûye. Torres da zanîn ku wî bi vê şoreşê Abdullah Ocalan û tevgera kurd nas kiriye. Torres diyar kir ku hemû cîhan Şoreşa Rojavayê dişopîne û wiha got: "Di vê pêvajoyê de li her derê fikr û felsefeya Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin. Her ku min di nîqaş û rexneyên li ser Ocalan de fikir û analîzên rêbertiyê dîtin, têkoşînê hîn zêdetir bala min kişand. Çendî ez kolombiyayî bim û dûrî Kurdistanê bim jî, min xwest bi van meşan vê mesafeyê ji holê rakim. Çawa ku gelên cîhanê ji bo parastina Kurdistanê fedekarî kirin û şehîd ketin, niha jî bi hev re li dijî zilma dijmin têdikoşin."
 
‘KURDISTAN NAVENDA HÊVIYÊ YE'
 
Torres destnîşan kir ku şerê Tirkiyeyê yê li Rojhilata Navîn bi hêzên hegemonîk ên wekî DYA û Rûsyayê re ji bo mirovahiyê karesat e û wiha got: “Em gelên cîhanê û gelên azadîxwaz dibêjin ku em ê nehêlin ku ew Kurdistanê wêran bikin. Berovajî, Kurdistan şoreşa dilê me ye û navenda hêviyê ye. Kurdistan, cihê têkoşîna şoreşgerî ya Rojhilata Navîn e û ev dê li cîhanê belav bibe. Em ji bo parastina vê amade ne. Çawa hevalên me li Zap, Avaşîn û Metîna li ber xwe didin, em jî li ku dibin bila bibim em amade ne ku li ber xwe bidin. Em ê vê têkoşînê bimeşînin û em ê di rêya şehîdên xwe û rêbertiya xwe de bimeşin."
 
‘JI BANDORA OCALAN DITIRSIN'
 
Torres anî ziman ku gelek rêberên şoreşger ên ku di dîrokê de doza azadiyê kirine, bi fikir û helwestên xwe yên pêşverû bandor li mîlyonan kirine û ji bo Abdullah got ky "Yekûna azmûneyên şoreşgerî yên di dîrokê de ye." Torres axaftina xwe wiha domand: “Ocalan bi fikir û şêwaza xwe di sosyalîzm û azadiyê de israr dike. Hemû têkoşîn û şoreşên azadiyê yên kevin li cihekî li hev kom kir û veguherand yek doz, yek berxwedan û yek serkeftinê. Her sal, her roj tecrîdeke bi vî rengî ya giran li ser rêbertî tê ferzkirin, ji ber ku fikir û ramanên rêbertî, serkeftina wî ya li dijî kapîtalîzmê alternatîf e. Ji ber vê yekê hêzên hegemonîk ên li cîhanê naxwazin ew bê berdan û tew naxwazin xeberek wî jî bê bihîstin. Ew ditirsin ku dê bandorê li azadîxwazan bike. Lê em dizanin ku berxwedana gelan, gerîla û gelê me yê welatparêz, helwesta wan a li hemberî van êrişan rê dide ku rêbertî azad bibe, Kurdistan azad bibe û bibe xwedî statu.
 
DEM DEMA AZADIYÊ YE
 
Fikra modernîteya demokratîk ji bo gelên herêmê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê dibe model û alternatîf. Lewma em dizanin ku dîroka kapîtalîzmê diqede û em ji bo avakirina jiyana azad amade ne. Em ciwan bi vê meşê daxwaza azadiya rêbertî dikin. Em dixwazin doza me ji bo ciwanên enternasyon û ewropî, bi taybetî jî ji bo ciwanên kurd bibe mînak. Tenê ne beşdarîya meşê, divê her kes xwe di jiyana xwe de birêxistin bike û fêm bike ku niha dem dema azadiyê ye û ji niha û pê ve divê em ji bilî azadiyê tiştekî qebûl nekin.”
 
‘OCALAN RÊBERÊ GEL E'
 
Luîze Piyanî ya ku beşdarî meşê bû anî ziman ku heta niha ji bo Ocalan beşdarî sê meşên cuda bûye. Piyanî wiha got: “Bi taybetî di dema Şoreşa Rojavayê de têkiliya min çêbû. Li dibistanê ji bo gelê kurd pêşandaneke hat çêkirin. Ji bo Şoreşa Rojavayê min bo taybetî li ser dîroka PKK’ê, paradîgmaya rêbertiyê û bi heman awayî li ser nasnameya kurdî lêkolîn kirin. Ez Ocalan wek rêber dibînim. Gelek ciwan wekî min jî wî wiha dibînin. Bi dîtina min Ocalan bi bîrdozî û paradîgmaya xwe rêberê gel e. Lewma ez difikirim ku ger em bi hemû hêza xwe ji bo azadiya wî ya fîzîkî têbikoşin û piştgiriyê bidin van çalakiyan ew ê bigihêje azadiya xwe."
 
AZADIYA JINÊ BALA WÊ KIŞAND
 
Maksîm Fîçer bilêv kir ku atmosfera meşa ji bo Abdullah Ocalan hatiye çêkirin gelekî mezin e û got ku wî bi meşa biheybet a du sal berê ya gelê kurd û dostên wan, gelê kurd û Abdullah Ocalan nas kir. Fischer wiha got: “Yek ji tiştên ku herî zêde bala min kişand, rabûna Serok APO ya li dijî pergala kapîtalîst e. Bi rastî, ramanên nû derxistiye holê. Paradîgmaya wî li ser azadiya jinê û ekolojiyê ye. Ev yek pir zêde bala min kişand. Almanya di şerê li Kurdistanê de xwedî roleke mezin e. Almanya destekê dide dewleta tirkk û çekan dişîne. Ji ber vê yekê divê çalakiya azadiya Ocalan li vir bê lidarxistin."
 
BANGAWAZÎ
 
Rojbîn Şengal ku 5 sal berê tevî malbata xwe ji Şengalê reviya û ji ber şerê Sûriyeyê li Almanyayê bi cih bûye, axaftina xwe wiha domand: “Ji bo min cihgirtina di têkoşîna Rêber Apo û Kurdistanê de gelekî watedar e. Jiyana li Almanyayê, naşibe ya welatê min. Bi rastî jî karekî pir zehmet e, ez pir bêriya Kurdistanê dikim. Gava Kurdistan ava bibe ezê vegerim. Ji ber êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên sala 2014'an ên li ser Şengalê, em neçar man terka warê xwe bikin. Hêviya min ew e ku jinên kurd di vê meşê de bi me re tevbigerin û vê têkoşînê bi me re bidin meşandin. Ciwanên kurd, jinên kurd, werin em hemû li hev xwedî derkevin. Divê em Ocalan bi tenê nehêlin.”
 
PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN BERBELAV BÛ
 
Paula Hilde diyar kir ku wê bi Şoreşa Rojava gelê kurd û Abdullah Ocalan nas kiriye û got ku ew beşdarî hemû meşên ku bi vê armancê tên lidarxistin bûye. Hilde wiha got: “Paradîgmaya Ocalan bi qasî ku ji bo Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û hemû cîhanê re bibe çare bihêz e. Ciwanên li çar aliyê cîhanê divê tevlî vê bangê, têkoşînê û meşê bibin. Divê em paradîgmaya Ocalan li hemû cîhanê belav bikin. Ji gelek cihan gelek ciwanên cuda tevlî meşa me bûn. Ne tenê ciwanên kurd û alman, ji gelek welatên cuda ciwan hene. Van salên dawî vê yekê nîşan dide: paradîgmaya Ocalan berbelav bûye. Ji bilî vê, ev bi rastî ji bo hemû ciwanan çareseriyek e. Ez dixwazim her kes li dora van rêgezan beşdarî van meşan bibe. Ocalan bi çareseriyên xwe cewhera jinê derxist holê. Ji ber vê yekê Ocalan ji bo me rêber e."
 

Sernavên din

16/09/2022
17:40 Olûç: HDP ne qufil, mifte ye
17:05 Name ji rojnamevanên girtî re şandin: Em ê vê taritiyê ji holê rakin
16:54 Li Stenbolê 9 kesên daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikirin hatin binçavkirin
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin
15:36 Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn
15:29 Sancar li Qereçobanê bang kir: Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne
15:21 Li Kercewsê dozgerê hewl da întîhar bike birîndar bû
15:12 Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan
14:43 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Bila girtiyên nexweş bên berdan
13:42 Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Încî hate girtin
13:29 ‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan
13:09 Di pevçûnên navbera Azerbaycan-Ermenistanê de zêdetirî 200 leşker hatin kuştin
13:09 Sancar serdana Şaredariya Qereçobanê kir
12:57 DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne
12:24 Emîne Şenyaşar: Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê veke
11:59 Doza Demîrtaş ji bo parastinê hat taloqkirin
11:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:42 Bavê wê anîbûn li ber HDP’ê: Fermandara YJA-Starê Laçîn jiyana xwe ji dest da
11:12 Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî
10:55 Jinên ermen xwe bi xweparastinê birêxistin dikin
10:34 Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin
09:52 Çavdêrê Siyasî Kerîmî: PDK saziyeke dewleta tirk e
09:46 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in
09:32 Reuters: MÎT û Îstîxbarata Sûriyeyê li Şamê civiyan
09:19 Ciwanên enternasyonalîst: Niha dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
09:04 Rojnameger Ozdemîr: Rizgariya Iraqê bi rêya sêyemîn pêkan e
09:02 'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin'
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN
15/09/2022
19:00 Tifaqa Ked û Azadiyê: Xwezaya Kurdistanê ne bi tenê ye
18:12 Li Colemêrgê operasyona eskerî hat destpêkirin
16:31 Bozdag: Em ê rewşa Aysel Tugluk sibe nîqaş bikin
16:27 Nobetên Edaletê: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
16:25 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Berpirsyar desthilatdariya siyasî ye
15:49 Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya
15:41 HDP’ê têkildarî tundiya li Guzelê hatibû kirin, gilî kir
15:23 Danişîna Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:20 Doza Apê Mûsa: Ji bo me nexelas!
15:06 DÎSK û SES’ê li Amedê çalakî li dar xist
14:38 Sercerdevanê bersûc got ‘me li ser navê dewletê kuşt’
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe
09:02 Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin
09:01 Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin!
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN
14/09/2022
22:18 Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê
19:41 'Hevdîtina bi Ocalan re dê bi kêrî Tirkiyeyê bê'
17:36 Li Amedê mirineke biguman
16:50 Di pirtûka Selimnâmeyê de peyva ‘Kurdistan’ sansûr kirin
16:29 Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe demokrasî pêk nayê
15:59 Rojnamevan Aygul hate berdan
15:44 Gunay: Civakên Tirkiyeyê mecbûrên du tifaqan nînin
15:38 Li Erxevanê elewî civîyan: HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye
15:28 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da
14:56 Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên Ekolojiyê: Em ê di 17’ê îlonê de li Cûdî bin
14:54 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin
14:43 Doza rojnamegeran ji ber guhertina şandeyê hat taloqkirin
14:42 Rapora Girtîgeha Eregliyê: Girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin
14:08 Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Orûç hate binçavkirin
14:07 Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Malbata Şenyaşar: Yên ku di nava soza wan de edalet neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê
12:43 Li Sûrê avahiyên nû pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin
12:33 Malbatên girtiyan: Em ji bo girtiyan çareseriyê dixwazin
12:25 'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’
11:55 Şamî: Pêngava li Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome
11:46 HDP bi kedkarên çapemeniyê re civiya
11:39 Li Silopiyayê 5 kes hatin binçavkirin
11:38 Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye
11:21 Li wesayîta karkerên kurd da û ji bo xwe xelas bike got ‘terorîst hene’
10:53 Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin
10:31 Mezrayên Cizîrê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ne
10:19 Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê çi diqewime?
10:15 Çalakiya xwendekaran a ‘Sîwana me asîman e’ di roja 4’an de didome
10:06 Di navbera Azerbaycan-Ermenistanê de şer: 99 leşker hatin kuştin
09:57 Niştecihên mezraya Bîra Zeynayê heqê ceyrana neyî didin
09:35 Berdevka YPJ'ê Mihemed: Cîhan tenê temaşe dike