Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin

  • rojane
  • 11:40 25 Îlon 2022
  • |
img
ÊLIH - Înfaza Nesîp Yapici ku bi awayekî tendurist ketibû girtîgehê û li wir bi penceşêra qirikê ket, ji ber derneket Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê 3 mehan hate taloqkirin. 
 
Girtiyê nexweş Nesîp Yapici ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Seydîşehîra Konyayê tê ragirtin, tevî ku cezayê wî xelas bûye jî nayê berdan. Dihat payîn ku Yapici (55) yê 12 sal û 6 meh in girtî ye di 15’ê îlonê de bihata berdan lê hate hînbûn ku bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê 3 mehan cezayê wî taloq kiriye. Hate diyarkirin ku berdana Yapici yê ji ber şertên girtîgehê bi penceşêra qirikê ketiye û nexweşiya dil pê re heye bi hinceta ku derneketiye lijneyê hatiye taloqkirin. 
 
Birayê Yapici, Cengîz Yapici bal kişand ser cenazeyên di demên dawî de ji girtîgehê derdikevin û got ku jiyana birayê wî di xetereyê de ye. 
 
DADGEHA BILIND CEZA KÊM DÎT
 
Yapici, da zanîn ku birayê wî di adara 2010’an de bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hatiye girtin û wiha got: “Bi hinceta guhdarkirina telefonê, îxbar û îfadeya şahidan hatiye girtin. Bi şanoyeke darizandinê ya salekê re ji ber 'endametiya rêxistinê' 7 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hate birîn. Ev cezayê ku me îtiraz kir, ji aliyê Dadgeha Bilind ve kêm hate dîtin û li dijî birayê min hate xerakirin. Di encama jinûve darizandinê de ceza li 7 sal û nîveke din hate zêdekirin. Di dawiyê de 15 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dadgeha Bilind di sala 2014’an de ev ceza pejirand û hikum teqez bû.”    
 
Yapici, bi bîr xist ku kekê wî ji sala 2010’an ve girtî ye û wiha berdewam kir: “Dema serbestberdana bi şert a cezayê ku jê re hatiye dayin 11 sal e. Li gorî vê yekê, diviyabû di bihara 2021’an de bihata berdan, lê belê dema di vê dozê de girtî dihate darizandin, ji dosyeyeke berê cezayê wî yê 3 salan di navbera salên 2010-2014'an de hate pejirandin. Neçar ma salek û nîvan di statuya mehkûmekî de derbas bike. Di şert û mercên asayî de raketina vî cezayî ya di girtîgeheke de nîne. Şertên kontrola edlî tên sepandin. Ji ber ku li girtîgehê bû rastî pêkanîneke bi vî rengî hat. Bi mexdûriyeta duyemîn a ji vê yekê derket, cezayê birayê min salek û nîveke din hat dirêjkirin. Bi gotineke din, dema diviyabû di sala 2021’ê de bihata berdan jî, dîroka berdanê weke 15’ê Îlona 2022’an hat diyarkirin.”
 
DI GIRTÎGEHÊ DE BI PENCEŞERÊ KET
 
Yapici, diyar kir ku dema li benda biryara berdana kekê xwe bûn hînbûn ku înfaza wî 3 mehan hatiye dirêjkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku cezayê kekê min ê nexweşê giran bi biryarên keyfî û derveyî hiqûqî qediya jî înfaza wî 3 mehan hate taloqkirin. Kekê min ê bêyî pirsgirêkeke wî ya tenduristiyê hebe kete girtîgehê, di serî de nexweşiya penceşêrê, nexweşiya dil gelek nexweşî lê peyda bûn. Tedawiya wî hate astengkirin. Pêvajoyên tedawiyê veguherîn pêvajoyên îşkenceyê. 2 sal berê dema li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Tarsusê dihat ragirtin, li Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê ji ber pençeşêra qirikê emeliyat bû. Rojek piştî vê emeliyatê, li odeya girtiyan a nexweşxaneyê rastî êrîşa leşkeran hat. Bi vî rengî li şûna Girtîgeha Tarsûsê ew birin Girtîgeha Tîpa E ya Mersînê. Li vir 2 rojan rastî îşkenceya fîzîkî ya gardiyanan hat.”
 
‘HEM JI AZADIYA XWE HEM JÎ JI TENDURISTIYA XWE BÛ’
 
Yapici, bi lêv kir ku kekê wî yê bi awayekî bêhiqûqî li girtîgehê tê ragirtin hem ji azadiya xwe hem jî ji tenduristiya xwe bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê birayê min ji ber nexweşiyên giran bê dermankirin. Em dixwazin ev mexdûriyet û bêhiqûqî ji holê rabe. Di 8 mehên dawî de nêzî 50 cenaze ji girtîgehan derketin. Birayê min ê girtî yê nexweş ku nikare li xwe binêre, divê demildest were berdan. Heta ji bo tedawiya wî me ji nexweşxaneyê randevû jî girti bû. Lê belê berdana wî bi awayekî dijhiqûqî hat taloqkirin. Ji bo ku cenaze ji girtîgehan dernekevin pêwîste her kes hestiyar be. Dawî li vê zilmê bînin.”
 
 
 

Sernavên din

27/09/2022
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin