Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin

  • jin
  • 16:32 25 Îlon 2022
  • |
img
ÊLIH - Aktîvîst İnes Moranes Bernandos a ji Urdunê tev li konferansa TJA’yê bû bi diruşmeya “Jin jiyan azadî” dest pê kir. Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Trisa Lorena Lopez De Lacalle jî wiha got: “TJA tevgereke ku em ji xwe re mînak digirine. Em weke jin qet bêdeng nabin.”
 
4’emîn Konferansa Jinan ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li Êlihê bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar in û di azadiyê de bi israr in” di roja 2’yemîn de bi axaftinên jinên ji welatên cuda hatine berdewam dike.
 
Aktîvîst İnes Moranes Bernandos a ji Urdunê beşdarî konferansê bû, bi silavkirina beşdarên konferansê dest bi axaftina xwe kir û bi gotina “Jin jiyan azadî” berdewam kir. Bernandos da xuyakirin ku zext û zordariya li jinên kurd tê kirin encama polîtîkayên dewletê ye û got: “Ev zilm dikare bibe xwedî gelek rê û rêbazên cuda. Pergaleke ku li ser zilm, girtin û kuştinê disekine heye. Vê pergalê jin ji xwe re kiriye hedef. Pergala mêr xwe bi rengekî gelekî cuda nîşan dide. Divê em jin van êrîşan entegre bikin û li dijî wan têbikoşin. Li dijî vê zilmê em dikarin têkoşîna hevpar bimeşînin.” 
 
‘EM HÊZA XWE JI DÎROKA XWE DIGIRIN’
 
Dû re Hevseroka Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Sema Yuce, diyar kir ku di pêvajoyeke wisa zor û zehmet de lidarxisitna konferansê girîng e û wiha got: “Konferanseke ku em difikirin wê dengekî bide berxwedêrên li zindanan û Îranê. Em jin hêza xwe ji dîroka xwe digirin. Tevî hêzên faşîst jî têkoşîna xurt a jinan her ku diçe mezin dibe. Îro rejîmên zordar ku li hemû cîhanê êrîşên xwe zêde dikin di aliyê aborî de jî êrîş dikin. Bi yekkirina hêza Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Jinê ya Tirkiyeyê re em ê têkoşîneke xurt bimeşînin. Em bi hev re xurt in.”
 
‘TJA TEVGEREKE BERXWEDANÊ YA MÎNAK E’
 
Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê (EFA) Trisa Lorena Lopez De Lacalle jî wiha axivî: “TJA tevgereke berxwedanê ye ku em ji xwe re mînak digirine. Pratîka wan ji bo me girîng e. Ji ber vê tora berxwedanê ya avakirî em spasiyên xwe jê re dikin. Em bi jinên li Îranê li ber xwe didin re ne. Jin jiyan azadî. Weke jin em her tim li eniya pêş in. Weke jin em ê her tim li pêş bin û tu carî bêdeng nebin. Em dixwazin TJA'yê pîroz bikin.”
 
‘JIN WÊ DÎKTATOR BIŞÎNIN’
 
Ji Tora Parastinê ya Jinan Tûgçe Ozçelîk a da zanîn ku toreke berxwedanê avakirine, diyar kir ku jin wê bi piştevaniyê têkoşînê mezin bikin û wiha got: “Bi hatina cem hev a Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Femînîst dikarin bi hev re faşîzma heyî têk bibin. Em dikarin bi berxwedanê vî dîktatorî bişînin. Em ji bo piştgiriya berxwedana Îranê hatin cemhev. Em ê bi hev re têbikoşin û dîktator bişînin.”
 
BÊHIQÛQIYA LI ÎMRALIYÊ 
 
Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal jî bal kişand ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û wiha got: “Ocalan 24 sal in bi awayekî bêhiqûqî di bin tecrîdê de tê girtin. Ev demeke dirêj e daxwaza me ya hevdîtinê nayê qebûlkirin. Ev demeke dirêj e em nikarin xwe bigihînin Ocalan. Bi saya berxwedana gel hin hevdîtin hatin kirin. Lê piştre ev bêhiqûqî dewam kir. Herî dawî hevdîtineke 4 deqîqeyan pêk hat. Ji wê rojê ve tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Dewleta ku asteke nû ji tecrîdê re anî hevdîtina bi Ocalan re cezayên dîsîplînê dike hincet. Ocalan li wê derê berxwedaneke mezin dide. Li dijî tecrîda nêzî 24 sal in didome li ber xwe dide. Hiqûqa navnetewî li dijî tecrîdê bêdeng e. Di serî de CPT gelek saziyên navnetewî bêdeng in. Li dijî vê yekê li gelek deverên cîhanê bi milyonan kesên daxwaza azadiya Ocalan dikin li ber xwe didin. Çalakiyan li dar dixin. Ez we hemûyan bi bîr û baweriya ku wê bibe konferanseke ku jin têkoşîna xwe lê mezin bikin û azadiya Ocalan pêk were, silav dikim.” 
 
 
 

Sernavên din

27/09/2022
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve