Sancar: Em hêvî û alternatîf in

img
TEKÎRDAĞ - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, diyar kir ku wê Tifaqa Ked û Azadiyê bikin navnîşana têkoşîna hevpar û ev tişt got: "Tifaqa Ked û Azadiyê dest bi rêwitiya xwe kir. Em hêvî û alternatîf in."
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, tev li 4'emîn Kongreya Asayî ya Bajar a Tekîrdagê ya partiya xwe bû. Bi sedan kes tev li kongreyê bûn û li eywana ku kongre bi coşeke mezin lê pêk hat jî pankartên "Em ê bi ruhê yekitiya demokratîk jiyana nû ava bikin" , "Em xwe ji bo azadiya xwe bi rêxistin dikin" û "Ji tecrîdê re na, ji bo dinyayek jiyanî tev bi hev re" hatin daleqandin. Di kongreyê de ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Mîthat Sancar di kongreyê de axivî û destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan li her dera Tirkiyeyê dixebitin û wiha got: "HDP bi we re bi hêz dibe, tîfaqa me û meşa me mezin dibe. Dawiya vê meşê serkeftin e."
 
'TIFAQA ME MEZIN DIBE'
 
Sancar, bi bîr xist ku operasyonên li dijî HDP’ê bê navber didomin û ev tişt got: “Hevalên me mîna dîlên siyasî li girtîgehê tên ragirtin. Di demên nêz de bi operasyonekî mezin gelek hevalên me yên ku li vê derê ked didan û têdikoşiyan hatin girtin. Em li her dera welat hene û wê her tim jî hebin. Em ji bo mezinkirina têkoşîna wekhevî û azadiya gelan li vir in. Ji bo dawî anîna sîstema zext û qirkirinê ya li welat, li vir in. Îro em ji bo mezinkirina têkoşîn û berxwedanê tifaqa xwe mezin dikin. Duh rêya Tifaqa Ked û Azadiyê dest pê kir. Divê ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk pêş bixin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî divê demokrasiyê bînin welat."
 
‘TÊKOŞÎNA JINAN, TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE’
 
Sancar, bi lêv kir ku jin girseya herî mezin a kedkaran pêk tînin û axaftina xwe wiha domand: "Jin mîna hêza erzan a kedê dibînin û tên îstîsmarkirin. Ji xwe di qadên cuda ya jiyanê de jî bi tundî û îstîsmarkirinê re rû bi rû dimînin. Eger jiyanek adil û sîstemek demokratîk bê welat, wê pêşengiya vê jin bikin. Em cardin li vir Denîz Poyraz  û Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaq ve hat qetilkirin bi bîr tînin. Piştgiriya xwe ji bo berxwedana jinan a li Îranê dişînin. Têkoşîna jinan, têkoşîna azadiyê ye. Desthilat li her qadê polîtîkayên talan, îstîsmar û şer belav dike. Em jî li dijî desthilardariyê têkoşîna azadî û aştiyê mezin dikin. Çareseriya demokratîk  a pirsgirêka kurd nifteya aştiyeke mezin a li vî welatî ye. Aştî bi kedkar, ciwan û jinan re tê avakirin."
 
‘ÇARESERÎ EM IN’
 
Sancar, di dewama axaftinên xwe de bal kişande ser mezinkirina tifaqê û ev tişt anîn ziman; “Em îro li vir bi moral û hêzekî mezin a ku Tifaqa Ked û Azadiyê dayî hatin ba hev. Divê em Tifaqa Ked û Azadiyê li her derê, li bajaran ava û mezin bikin. Mezinkirina vê tifaqê erkê me ye. Em neçar in ku vê tifaqê bigihînin girseyên mezin. Çareserî em in, em ê bi hevre pêşerojê ava bikin. Em ê li vî welatî sîstema ku di nav xwe de azadî, mafê ked, demokrasî, aştî û edaletê dihewîne ava bikin. Ew roj ne dûr in.”
 
Piştî axaftina Sancar raporên malî û xebatan hatin xwendin. Dûre ji bo rêveberiya nû ya bajar hilbijartin pêk hat û ji bo hevserokatiya bajar a HDP'ê Perîhan Gozmen û Cahît Dîrek hatin hilbijartin.

Sernavên din

27/09/2022
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin