'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin

  • rojane
  • 09:03 27 Îlon 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Li Tirkiyeyê piştî Rewşa Awarte bi dehan radyo hatibûn girtin, lê li herêmê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve gelek radyoyên “derqanûnî" hatine vekirin. Radyoyên ku di bin banê qeymeqamtî û şaredariyên qeyûman de hatine avakirin, wekî haleta şerê taybet tên bikaranîn.
 
Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an a li Tirkiyeyê, bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK), yên di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de ku di 20'ê tîrmeha 2016'an de hat ragihandin hatin çêkirin, heya 31'ê kanûna 2016'an bi giştî 178 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Ji van saziyan 3 jê ajansên nûçeyan, 16 jê televîzyon, 45 jê rojname, 15 jê kovar û 23 jê jî radyo bûn. Lê li bajarên kurdan li şûna saziyên çapemeniyê yên hatin girtin, gelek organên çapemeniyê yên nêzî desthilatê hatin bicihkirin. Di vê çarçoveyê de li bajarên kurdan ji bilî malperên înternetê yên di bin kontrola midûriyeta polîsan de, gelek radyo hatine avakirin.
 
Radyoyên ku di bin navê "têkoşîna li dijî terorê" de hatin avakirin, bi taybetî li bajarên kurdan, bi "weşaneke derqanûnî" kar dikin. Radyoyên ku li herêmê weşaneke nêzî desthilatdariyê û bi taybetî jî nêzî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu  dikin, wekî radyoyên herêmî bin tên nîşandan û ji bo balê bikişînin jî weşanên xwe bi kurdî, tirkî, erebî û li hin bajaran jî bi inglîzî didomînin.
 
Piraniya radyoyên hatine avakirin weşanên xwe li avahiyên qeymeqamtiyê dikin û ji xeynî van hin radyo jî li şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin jî hene. Peyamnêrên hinan ji wan di avahiyên şaredariyên qeyûman de ne. Lê Radyoya Başakê ya li Qosera Mêrdînê hatiye avakirin şaredariyê hem wekî navend bi kar tîne hem jî wekî devera ragihandinê.
 
DI BIN BANÊ NAVEKÎ DE HATINE KOMKIRIN
 
Radyoyên navborî ku ev demeke dirêj e "weşaneke derqanûnî" dikin, ji aliyê radyoyên taybet ên di bin kontrola RTUK'ê de gelek caran giliyê wan hatiye kirin. Lê belê ne RTUK'ê ne jî qeymeqamtiyan guh nedane van giliyan. Piştî demekê gava giliyên ji bo van radyoyan zêde bûn, Wezareta Karên Navxweyî dest bi komkirina radyoyên ku "weşaneke derqanûnî" kiribûn û ew di bin navê şirketê de anîbûn cem hev. Di vê çarçoveyê de şîrketek hat avakirin ku navenda wê Ercîş FM, Tûtak FM e. Radyoyên ku di qeydên RTUK'ê de hatine avakirin bi giştî wekî Ercîş FM, Tûtak FM hatine qeydkirin û hatiye diyarkirin ku ew saziyên TRT'ê ne.
 
RADYOYÊN HATINE AVAKIRIN
 
Radyoyên ku li bajarên herêmê hatine avakirin hin jê ev in:
 
* Başak FM ku li navçeya Qoser a Mêrdînê bi frekansa 97,7 di çileya 2019'an de bi piştgiriya Qeymeqamtiya Qoserê hatiye avakirin. Li gel Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, walî, qeymeqam, Serokê AKP'ê yê Bajêr û parlementerên AKP'î beşdarî vekirina wê bûne. Weşana xwe bi kurdî û tirkî dike. Mêvanê ewil ê radyoyê jî Soylû bûye. Peykên radyoyê jî li ser avahiya Şaredariya Qoserê ne ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin. Di qeydên RTUK'ê de wekî Ercîş FM, Tûtak FM'ê derbas dibe.
 
* Radyoyeke din a li Mêrdînê hatiye avakirin jî Nusaybîn FM e. Frekansa vê radyoyê jî 99.0 ye. Di adara 2019'an de hatiye vekirin. Waliyê Mêrdînê qeyûmê wê demê Mûstafa Yaman û rêvebirên AKP'î yên wê demê û Namzetê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mehmet Vejdî Kahraman tev li merasîma vekirinê ya Nusaybin FM'ê bûne. Di qeydên RTUK'ê de wekî Ercîş FM, Tûtak FM'ê derbas dibe.
 
* Di çileya 2020’an de li Rihayê radyoya bi navê Bariş Pinarî FM bi piştgiriya Navenda Piştevanî û Koordînasyona Sûriyeyê ya Walîtiyê hatiye avakirin. Radyo weşana xwe bi tirkî, kurdî, erebî û inglîzî dike. Her wiha li Rihayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşana xwe bi frekansên cuda dike. Li Rihayê frekansa wê 106.0, li Serêkaniya Rihayê û Serêkaniya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê frekansa wê 106.2 û li Kaniya Xezalan û Girê Spî jî frekansa wê 105.8 e. TRT piştgiriya wê dike.
 
* Delal FM ku li Dîlokê hatiye avakirin, weşana xwe bi frekansên 99.5 û 95.9 dike. Delal FM ku bi giranî bi erebî weşanê dike, di weşanên xwe yên ji bo bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de balê dikişîne ser bernameyên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan. Navê wê di nava qeydên RTUKê de tune ye.
 
* Li Wanê dema ku Ercîş FM hatiye avakirin, weşana xwe li ser frekansa 90.0 dike. Ercîş FM ku di çileya 2019'an de ji aliyê Qeymeqamtiya Erdîşê ve hatiye avakirin. Di malpera înternetê ya qeymeqamtiyê de hatiye diyarkirin ku radyo ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatiye avakirin. Di qeydên RTUK'ê de navê wê Ercîş FM, Tûtak FM derbas dibe.
 
* Bi heman awayî Tûtak FM di çileya 2019'an de li Agiriyê bi frekansa 94.4 dest bi weşanê kiriye. Di qeydên RTUK'ê de navê wê wekî Ercîş FM, Tûtak FM derbas dibe.
 
* Li navçeya Bazîda Agiriyê, Radyoya Dogûbeyazit di çileya 2019'an de bi frekansa 104.4 dest bi weşana xwe kiriye. Di qeydên RTUK'ê de wekî Ercîş FM, Tûtak FM'ê derbas dibe.
 
* Li Çelê ya Colemêrgê Çûkûrca FM bi frekansa 91.1 di 17'ê îlona 2018'an de hatiye avakirin û yên piştgiriya wê dikin Qeymeqamtiya Çelê û Wezareta Karên Navxweyî ye. Di qeydên RTUK'ê de wekî saziya TRT'ê hatiye binavkirin. Di qeydên RTUK'ê de navê wê wekî Çûkûrca FM derbas dibe.
 
* Li navçeya Gever a Colemêrgê jî Yuksekova FM bi frekansa 95.1 hatiye avakirin û Wezareta Karên Navxweyî û Qeymeqamtiya Geverê piştgiriya wê dikin. Di qeydên RTUK'ê de wekî saziya TRT'ê tê binavkirin. Di qeydên RTUK'ê de navê wê wekî Ercîş FM, Tûtak FM derbas dibe.
 
* Cizre Nergis FM ku li navçeya Cizîr a Şirnexê di bin banê qeymeqamtiya navçeyê de hatiye avakirin û TRT piştgiriya wê dike weşana xwe bi frekansa 96.0 dike. Her tim Waliyê Şirnexê, qeymeqam û qeyûmên navçeyê dibin mêvanê radyoyê. Di qeydan de wekî saziyeke TRT'ê tê binavkirin. Di qeydên RTUK'ê de navê wê wekî Ercîş FM, Tûtak FM derbas dibe.
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

27/09/2022
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve