Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin

  • rojane
  • 12:18 30 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Di dema qedexeya derketina kolanan de Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag û 6 parlamenteran xwestin biçin navçeyê lê hatibûn astengkirin. Derheqê Yuksekdag û 6 parlamenteran de bi îdiayên “ji bo ku peywirdar karê xwe nekin li ber xwe dan”, “ji ber peywirê, heqaret li peywirdarê cemaweriyê kir” û “heqaret li serokkomar kir” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro hat dîtin û şandeyê doz taloq kir.
 
Di dema qedexeya derketina kolanan a sala 2015’an a li Farqîn a Amedê de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Berê Fîgen Yuksekdag û parlamenter Îdrîs Balîken, Çaglar Demîral, Altan Tan, Ahmet Yildirim, Ertugrul Kurkçu, Mahmet Alî Aslan û Saadet Becerîklî xwestin bikevin navçeyê lê hatibûn astengkirin. Derheqê Yuksedag û 6 parlamenteran de bi îdiayên “ji bo ku peywirdar karê xwe nekin li  ber xwe dan”, “ji ber peywira dike, heqaret li peywirdarê cemaweriyê kir” û “heqaret li serokkomar kir” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro li Dadgeha Cezayên Giştî ya Farqînê hat dîtin. Çaglar Demîrel di danişînê de amade bû û Îdrîs Balûken jî ji girtîgehê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Dihat payîn ku Yuksedag jî li ser SEGBÎS’ê beşdarî dozê bibe lê ji ber ku di heman kêliyan de danişîneke wê ya din hebû, nekarî tev li bibe. 
 
Di danişîna ku parêzerê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Muhammed Aydin û parêzerê parlamenteran Serdar Çelebî tê de amade de Îdrîs Balûken parastina xwe wiha kir: “Ji ber qedexeyên derketina kolanan ên wê demê, mafên jiyan û hewandinê yên xelkê Farqînê hatibûn binpêkirin. Min û hevalên xwe yên din xwest dengê gelê Farqînê bidin bihîstin û bi wan re bin. Lewma çûn Farqînê. Ez wê demê parlamenter bûm. Di heman demê de serokwekîlê komê û endamê Şandeya Aştiyê bûm. Anku parêzbendiya min hebû. Lewma nabe ku ji ber van bûyeran bêm darizandin. Ev mijara nîqaşeke siyasî ye. Di roja bûyerê de ji bo taxên qedexeya derketina kolanan lê hatibû ragihandin tu tabela yan jî nîşaneyek nebûn. Dema ku me hewl dida ji bo mafên xwe yên di Qanûna Bingehîn de hatine mîsogerkirin dengê xwe derxînin, hêzên ewlekariyê bi tundî êriş kirin. Heta hevseroka me ya giştî Fîgen Yuksekdag ji mirinê filitî. Li dijî hêzên ewlekariyê wê rojê tu êriş nehatibûn kirin. Heke kesek bê darizandin, divê ew kes hêzên ewlekariyê bin. Ji ber ku tundiyeke zor bi kar anîn û êriş kirin.” 
 
‘MAFÊN MÎSOGERKIRÎ BINPÊ KIRIN’
 
Bi domdarî Balûken wiha got: “Ji bo ku rageşiya li hundir hinek biserûber bikin, me amirên milkî re hevdîtin kirin. Ji mafê jiyanê heta yên, tenduristî, hewîn, ragihandin û perwerdeyê ku di Qanûna Bingehîn de hatine mîsogerkirin, wê demê hatin binpêkirin. Kesekî nedikariya derkeve derve. Zarokan nedikariyan biçin dibistanê. Malbatan nedikariyan ji pitikan re mama bistînin. Mirov, di malên xwe de hefsî bûbûn. Lewma me xwest van binpêkirinan nîşanî hemû cîhanê bidin. Qedexeya behsa xeberê, qedexeyeke bisînorkirî nebû. Li hinek deverên Amedê ev qedexe ye heta du salan dom kir. Heke ji bo çendek rojan bûya, dê me bi rêyên demokrasî û dîplomasiyê qet nebe hinek mexdûriyet derbas bikirana. Di dema tundiya hêzên ewlekariyê de ji bo ziyan negihe tu kesî, me hewl da navbeynkariyê bikin. Lê belê di îdianameyê de ev bûyer tevek hatine berevajîkirin.” 
 
‘XWESTIN MAFÊ ME YÊ JIYANÊ JI DESTÊ ME BIGIRIN’
 
Parlamentera HDP’ê ya Berê Çaglar Demîrel jî bal kişand ser biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derheqê rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP’ê de û wiha got: “Ev pêvajo ji hêla Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve tê şopandin. Bi biryara DMME’yê re diviyabû dosyayên têkildarî rakirina parêzbendiyê yên derheqê min de biketina. Bi vê qedexeya derketina kolanan a nediyar, gelê Farqînê gelek êş û ezyat kişand. Nexweşan nekarîn dermanan bi kar bînin. Mirovan nekarîn derkevin. Mirovan malbatên xwe nedidîtin. Weke parlamenterên herêmê diviya bû em bo wan bûbûna alîkar. Em jî derbasî Farqînê bûn da ku van mexdûriyetan bi raya giştî re parve bikin û çareseriyekê bibin pirsgirêkê. Di vê mijarê de me li Meclisê gelek caran qala mexdûriyeta kir. Me bi desthilatdariyê re nîqaş kirin lê çareseriyek nehat peydakirin. Di 12’ê mijdarê de guleya xazê li ser hevseroka me Fîgen Yuksekdag ket. Em dizanin bê ka kîjan hêzên ewlekariyê ev gule avêt. Lê belê nayê darizandin. Em tên darizandin. Xwestin wê rojê mafê me yê jiyanê ji me bistînin.” 
 
‘ÎSMET GEZÎCÎ HAT KUŞTIN’
 
Di berdewamê de Demîrel destnîşan kir ku dema hewl didan peywendiyan bi malbatan re deynin, gule li wan hatine barandin û wiha pê de çû: “Em weke şandeyê û bi kesên nêzî wir re çûn. Di wê navberê de li ser serê me gule hatin avêtin. Di wê kêliyê de me nedît bê ka kî diavêje. Em qîriyan û me got em parlamenterin. Lê tevî vê jî avêtin. Dîmenên vê hene. Em dixwazin niha nîşanî dadgehê bidin. Piştre Qeymeqamê Farqînê bitirs hate cem me û pirsiya bê ka tiştek bi me hatiye yan na. Got; ‘hevalan ez xelet agahdar kirim.’ Lê ev ‘heval’ kî bûn hêj nehatiye zelalkirin. Li deverên qedexeya derketina kolanan hatiye ragihandin, mirov hatin kuştin. Yek ji van jî jineke bi navê Îsmet Gezîcî bû. Zarokê wê derdikeve kolanê û dema dixwaze bîne, ji hêla segvanan ve hat kuştin. Her wiha li taxa ku qedexe lê nehatibû ragihandin, welatiyê bi navê Mehmet Gunduz di encama gulebarana wesayîteke zirxî de li qehewexaneyê hat kuştin. Me plakaya wesayîta bizirx da lê nehat darizandin. Qeymeqamê Farqînê yê wê demê jî ev pêvajo ji nêz ve dişopand. Ew jî bû şahidê gotinên me. Lewma dixwazim ew jî weke şahid bê guhdarîkirin.”
 
Parêzerê Erdogan, Muhammed Aydin jî diyar kir ku giliyê wan hêj berdewam e. 
 
Piştî parastinan jî dozger axivî û xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. 
 
Dadgehê biryar da ku ferman bê nivîsandin da ku Yuksekdag bi rêya SEGBÎS’ê di danişîna din de amade be û Balûken êdî tev li danişînan nebe. Her wiha dadgehê biryar da ku ji bo îfadegirtina parlamenterên din ên bersûc bên girtin, li benda fermanên nivîskî bê sekinandin. Her wiha dadgehê ji bo daxwaza Demîrel ku digot bila qeymeqam weke şahid bê guhdarîkirin jî diyar kir ku dê ji ewil pê re hevdîtin were kirin û piştre ev daxwaz were nirxandin. Dadgehê, danişîna dozê taloqî 26’ê çileyê kir. 
 

Sernavên din

02/10/2022
16:27 'Em ê têkoşîna 'Jin, jiyan, azadî' bigihînin serkeftinê'
15:47 Polisan li nûçegîhanê me Yalçin dan
14:49 HPG'ê navê gerîllayên li Dola Balîsanê êrîş li wan hatibû kirin aşkera kir
14:32 Li Rojhilat tevî tundiya rejîmê jî serhildan didome
13:41 Di hevdîtina vekirî de li girtiyan dan û piştre îşkence li wan kirin
13:24 Dayikên Aşitiyê hatin berdan
12:30 Li Endonezyayê di maça Fûtbolê de hêwirze çêbû: 174 kes jiyana xwe ji dest dan
10:49 18 meh in Malbata Şenyaşar li edaletê digere
10:28 Çalakiya rojiya mirinê ya Dag û Er di roja 5’emîn de ye
10:18 Ûgûrlû: Azadiya Ocalan dê nefesek rehet bide Tirkiyeyê
09:10 Li Mêrsînê 7 kes hatin girtin
09:07 Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin
09:03 ‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’
09:01 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye'
09:00 Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN
01/10/2022
23:59 Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan