Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê ber bi wezareta dadê ve meşiyan

img
ENQERE - Parlamenterên HDP’ê bi mebesta rakirina tecrîdê, ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan. Di çalakiyê de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş wiha got: “Li Tirkiyeyê tecrîd û îşkence heye. Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin.” 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç, bi rojeva girtiyên nexweş, şewitandina înfazên girtiyan û tecrîda li Îmraliyê li eywana civînên çapemeniyê ya meclisê civiyan. Parlamenterên HDP’ê bi dovîzên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Dawî li înfazên derhiqûqî bînin”, “Dawî li tecrîdê bînin” û “Li dijî tecrîdê bêdeng nemîne”, ji meclisê heta Deriyê Dîkmenê meşiyan. Di meşê de li gel parlamenterên HDP’ê, her wiha Hevserokê kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî amade bû. Parlamenter, li pêşiya Deriyê Dîkmenê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin lê piştî hevdîtinan, meşa xwe domandin. 
 
 
Dema meş didomiya de pêşiya parlamenteran cara duyemîn hat girtin. Piştî lihevkirinan jî parlamenteran dovîzên di destên xwe de bilind kirin û meşa xwe domandin. 
 
TEVÎ ASTENGKIRINAN JÎ MEŞA XWE DOMANDIN 
 
Pêşiya parlamenteran cara sêyemîn li pêşiya wezareta karên hundir hat girtin. Parlamenteran bertek nîşan dan û polîsan jî hewl dan rojnamegeran ji qadê dûr bixin. Tevî astengkirinên polîsan jî parlamenteran meşa xwe domandin. 
 
Koma parlamenteran ku Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç jî di nav de bûn, tevî hemû astengkirinan jî heta pêşiya wezareta dadê meşiyan. 
 
 
XWESTIN BI WEZARETÊ RE HEVDÎTINÊ BIKIN 
 
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Alî Kenanoglû ji bo daxwaza hevdîtinê ketin wezaretê. Piştî hevdîtina bi wezareta edaletê re jî parlamenteran daxuyanî dan. 
 
BEŞTAŞ: EM Ê DI DEMEKÎ HERÎ NÊZ DE BI WEZÎR RE HEVDÎTINÊ BIKIN 
 
Di daxuyaniyê de Beştaş got ku wan bi wezaretê re peywendî danîne û dê di demekî herî kin de bi wezîrê dadê re hevdîtinê bikin. Bi domdarî Beştaş ev tişt anî ziman: “Îro bernameyên wî hebûn lewma li Enqereyê nebû. Binpêkirinên li girtîgehan, îşkence û tecrîd li her devera Tirkiyeyê zêde dibin. Ji bo her parlamenterekê HDP’ê rojane bi dehan serlêdan tên kirin. Di serdanên me, di hevdîtinên parêzer, rêxistinên maf, hiqûq û baroyan de xuya dibe ku girantirîn binpêkirinên di dîroka Tirkiyeyê li girtîgehan hene. Em jî derheqê van binpêkirinan serî li komîsyona mafên mirovan a meclisê, wezareta edaletê, cîgirê serokomar, ombudsman û hemû mekanîzmayan didin. Lê belê bersiva pêşnûmepirsên me nayên dayîn û ji bo pêşnûmeyên me yên bo Lijneya Giştî jî tişta pêwîst nayê kirin. Daxwazên me yên hevdîtinê jî bi dengên AKP-MHP’ê tên redkirin. Ev tenê xebatên meclisê ne.”
 
AGAHÎ JI ÎMRALIYÊ NAYÊN GIRTIN
 
Di berdewamê de Beştaş diyar kir ku rojane agahiyên binpêkirin, şewitandina înfazan û mirinan dibihîzin û wiha pê de çû: “Têkoşîna me ji bo çareserkirina van pirsgirêkan e. Her wiha mînaka tecrîda li Îmraliyê di cîhanê de nîne û ev tecrîd didome. Ev tecrîd roj bi roj bêhtir tê girankirin. Ji 25’ê adara 2021’an heta niha ji birêz Ocalan û girtiyên din agahî nayên girtin. Malbat û parêzerên wan nizanin bê ka dijîn an na. Mînakeke pergala wiha di dinyayê de nîne û di tu rejîmên totalîter de jî nehatiye dîtin. Em baş pê dizanin ku encama polîtîkaya şer e. Lewma weke HDP’ê em têkoşîna aştiyê didin. Ev desthilatdarî hewl dide şer li 84 milyonan ferz bike. Ji bo domandina desthilatdariya xwe, tecrîdê weke ferz dibînin. Redkirina mafên bingehîn ên maf û azadiyê yên kurdan jî raste rast têkiliya xwe bi tecrîdê heye.” 
 
MIRIN, SIRGUN û ÎŞKENCEYÊN LI GIRTÎGEHAN
 
Bi domdarî Beştaş destnîşan kir ku bingeheke serlêdanên wan ên ji bo CPT, DMME, Ombudsmandan, serokatiya meclisê, cîgirê serokkomar, NY û saziyên têkildar ên neteweyî û navneteweyî heye û wiha pê de çû: “Li gorî peymanên we mohr kirine, tevbigerin. We statûya NY’yê nas kiriye û şertên pêşîlêgirtina PMME û CPT’yê îmze kirine lê li Tirkiyeyê îşkence û tecrîd heye. Hem di hiqûqa navxweyî û hem jî ya navneteweyî de tecrîd, rêbazeke îşkenceyê û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li Tirkiyeyê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Gotinek heye ku her kes pê dizane, dibêjin ‘girtîgeh neynûka welêt e.’ Di vê neynûkê de xwîn, mirin, tecrîd, sirgun û zext hene. Di vê neynûkê de tiştekî baş nîne. Li girtiyên 30 salan di girtîgehan de poşmantî tê ferzkirin û înfazên wan tên şewitandin. Bi sedan girtiyên bi vî awayî înfaza wan tê şewitandin hene. Ev yek êdî veguheriye sûcekî. Girtîgeh êdî yên bûne dadgehên nû.”
 
GIRTÎGEH VEGIHERIN CIHÊN MIRINÊ
 
Beştaş, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nava 9 mehên dawî de 62 cenaze ji girtîgehan derketin. Girtîgeh veguherîne cihên mirinê. Girtiyên nexweş tenê ji bo xatirxwestina ji malbatên xwe daxwaza azadiyê dikin. Her girtiyên nexweş ku me bo serlêdan kiriye, cenazeyên wan derkevin. Yên mirovan direvînin, tecawizkar, kujer, mafya û hwd. bi qanûna înfazê hatin berdan. Lê dayikên girtî bi pitikên xwe, girtiyên nexweş û girtiyên siyasî yên emrê wan ser 84 salan nayên berdan. Em qêrîna vî dengî ne. Em ê di demekî herî kin de bi wezîrê dadê re hevdîtineke rû bi rû bikin. Em ê vê rewşê ji wî re vebêjin. Êdî tehemûla me û malbatên girtiyan neme. Divê îşkence û tecrîd di zûtirin demê de bi dawî bibin û cenaze ji girtîgehan dernekevin. Di vê mijarê de em ê paşdegav neavêjin û têbikoşin.” 
 

Sernavên din

06/10/2022
09:42 'Cihê xwîna zarokên me lê rijiyaye ne cihê mîhrîcan û şahiyan e'
09:02 AYM: Protestokirina Komkujiya 10'ê Cotmehê azadiya fikr û ramanê ye
09:02 Hevşaredar Fîdan: Li Şaredariya Silopiyayê qeyûmtiya fiîlî tê pêkanîn
09:01 Têkoşîna ji bo Abdullah Ocalan sînor derbas kirine
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2022'YAN
05/10/2022
23:16 Piştî 30 salên li girtîgehê li bajarê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin
21:30 Amedspor li hemberî Batman Petrolsporê 2-0 bi ser ket
20:48 Tirkiyeyê gundên Pêncwênê bombebaran kirin
19:04 MED-DER’ê Roja Mamosteyan a Cîhanê pîroz kir
18:34 Xizmên girtiyan li Enqereyê ne: Çima tu tişt nayê kirin?
18:18 4 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:30 Polîsan darên li hemberî qereqolê birîn
17:12 Jin li dijî komployê meşiyan: Armanca komployê tunekirina destkeftiyên gelê kurd e
17:05 Nobeta Edaletê: Ji bo jiyaneke azad em bibin dengê girtiyan
16:56 Dê Botan li dijî komployê bimeşe
16:43 Jin ji bo Akarsel daketin qadan: Em ê bi ruhê Nagihanê têkoşînê mezintir bikin
16:27 PEN'a Kurd têkildarî qetilkirina Nagîhan Akarsel daxuyanî da
16:04 Kovara Jineolojiyê: Roj roja pêşxistina fikra berxwedanê ya Nagîhanê ye
15:52 Li Sêrtê panela 9’ê Cotmehê: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
15:37 Li Geverê ji bo meşa 9’ê Cotmehê bang hate kirin
15:29 Doza KCDP’ê: Malbatên jinên hatine qetilkirin weke şahid hatin guhdarîkirin
15:27 Li Parlamentoya Ewropayê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ porê xwe birî
15:08 Ozlu yê li Girtîgeha Kurkçulerê tê ragirtin: Mafê me yê tedawiyê tê astengkirin
15:01 Êrişa li dijî avahiyê HDP’a Kanîreşê hate şermezarkirin
14:37 AYM’ê ji bo Guven biryara binpêkirinê da
14:36 Li Wanê Komploya 9’ê Cotmehê wê bi girseyî were şermezarkirin
14:10 Ji parlamenterê AKP’ê Arvas re ji ber nelirêtiyê fezleke hate amadekirin
14:00 Danişîna rojnameger Eser hate taloqkirin
13:40 Pûtîn, biryara tevlikirina 4 herêman a Rûsyayê îmze kir
13:36 Danişîna doza akademîsyen Sozerî hat taloqkirin
13:23 Taxên Geverê di dorpêçê de ne: 4 kes hatin binçavkirin
13:17 Daxwaza ji bo dadger û dozgerên ‘bi awayekî nehiqûqî’ delîl kom kirin nehat qebûlkirin
12:49 Cenazeyê endamê HPG’ê Arslan hat veşartin
12:46 Davûtoglû dest ji giliya xwe ya derbarê Demîrtaş de berda
12:25 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin ku tedawiya wan li derve bikin
12:10 Cihê avahiya şaredariyê dibistan tê çêkirin
12:08 Nûnera Taybet a NY’ê ya Iraqê: Divê tu cîran Iraqê weke milkê xwe nebînin
11:13 Malbata Şenyaşar: Daxwaza derxistina holê ya sûc bû sûc
10:57 Dê Komploya 9’ê Cotmehê li Bazîdê bi meşê bê protestokirin
10:46 Kesên li Kadikoyê di protestoya Akarsel de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Li dijî avahiya HDP’ê ya Kanîreşê êrişa çekdarî
10:33 Plarforma Yekitiya Jinên Kurd bang li hikûmeta Başûr kir: Kujerên Akarsel bigirin û bidarizînin
10:16 Hakan Fîdan bi rayedarên Biryargeha Tirkmenan re hevdîtin kir
09:57 Hat îdiakirin li Amedê ciwanekî xwe kuştiye
09:28 Salih Muslim: Ocalan teslîm nebû û komplo pûç kir
09:06 Dadgeh: Sûcek tune, lê xetere ne!
09:05 Girtiya nexweş a 70 salî nayê berdan
09:03 Dersimî dê ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê mitîngê li dar bixin
09:02 Dadgehê îdia kir ku qedexeyên walîtiyê 'li gor hiqûqê' ne
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:21 Kesên di şermezarkirina Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/10/2022
23:49 Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:00 Kujerên Nagîhan Akarselê hatin zevtkirin
20:02 Mexmûrî bi meşeke girseyî qetilkirina Akarselê şermezar kirin
18:41 'Dê çanda berxwedanê ya Nagihanê bi ronakbîriya jinê bidome'
17:35 Êrişa li hemberî endamên SES'ê hat şermezarkirin
17:12 Doza ‘muxalefetê’ ya Sebahat Tûncel hate taloqkirin
17:02 Dê qetilkirina Akarsel li 51 bajaran bê protestokirin
16:58 Jin daketin qadan: Nagihan sedema serhildana me ye
16:56 ‘Bi tecrîdê re civak bênefes tê hiştin’
16:23 Li Silêmaniyeyê êrişa bi SÎHA’yan
16:22 Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da hevşaredar Dîken
16:22 Siyasetmedarên binçavkirî hatin berdan
16:19 Danişîna doza Emîne Şenyaşar bi telefona mubaşîr hate qeydkirin!
16:18 Karkerê ku Serokê AKP’î ji kar derxist hewl da xwe bikuje
15:58 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 120’an de ye
15:50 MKGP: Dê pênûsa Nagihan Akarsel li erdê nemîne
15:42 Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin ji bo vekirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dixebitî
15:13 Di teqîna Geverê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn
15:01 Buldan: Tevahiya welêt di tecrîdê de ye
14:30 Girtiyên li Girtigeha Eregliyê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê kirin
14:22 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
14:11 Temel, Saymaz derewand: Tu HDP’î û rayedar nasnameya xwe venaşêrin
13:58 Li Kadikoyê bo meşa ‘azadiyê’ banga hevpar
13:45 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerab dibe
13:30 Li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel bertek: Em vê zîhniyetê nas dikin
13:23 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
12:48 Jinan Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê damezrand
12:47 Di doza rojnameger Demîr de dadgehê tehemûla navê Ferhat Tepe nekir!
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:11 Dozger ji bo hevşaredar Toprak heta 15 salan ceza xwest
12:10 Aktîvîsta Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hate qetilkirin
11:59 Cezayê li xwendekarên şahiya ecînê lidarxistin hatibû birîn hate pejirandin
11:42 Parêzer Enmek: Dixwazin bi lêpirsînan re malbata Şenyaşar bêdeng bikin
10:49 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT di zûtirin demê de daxuyanî bide
10:30 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Kesek mir 5 kes birîndar bûn
10:27 Di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de ev 7 sal in tu pêşketin nîne
09:44 CPT’yê derheqê Abdullah Ocalan de agahî nedan: Dê rapor 6 meh piştre bê şandin!
09:27 Li Geverê nêzî qereqolê têqînek çêbû
09:16 Li Şemzînanê amadekariyên zivistanê
09:04 'Em ê li dijî bêcezatiya ji bo kesên biunîforma têbikoşin'
09:03 Îstinafê cezayê li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê hatibû birîn xera kir
09:03 Amed: Kesên xwenas dê beşdarî 'mîhrîcana' li Sûrê nebin
09:01 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:19 Cenazeyê Mazlûm Bahadir hate veşartin
03/10/2022
20:40 Li Erzirom û Wanê 7 siyasetmedar hatin binçavkirin
20:14 Fezlekeyên der barê 34 parlementeran de berpêşî Meclîsê hatin kirin
19:52 2 nûçegehanên Çira TV'yê hatin binçavkirin
18:55 CPT'yê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir
16:29 Sê kujerên muzîkjen Oner Şener kuştin hatin girtin