Sancar: Em ê li dijî hewldana tesfiyekirina HDP’ê, têkoşîna xwe hîn mezintir bikin

  • rojane
  • 16:24 3 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li pêşiya Girtîgeha Sîncanê axivî û da zanîn ku mebesta ji Doza Kobanê tesfiyekirina HDP’ê ye û wiha got: “Em ê li dijî vê hewldanê, têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
17’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) tê de tên darizandin, di roja 5’an de berdewa dike. Doz, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Di navbera nîvro ya danişînê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bulgan tevî koma parlamentoyê daxuyaniyek dan. 
 
Di daxuyaniyê de Mîthat Sancar anî ziman ku ji bo rejîma AKP-MHP’ê, hilbijartinên dema pêş jî bi qasî referandûma sala 2017’an girîng in û wiha got: “Dema di sala 2017’an de ber bi referandûmê ve diçûn, di sala 2016’an de parêzbendî hatibûn rakirin û hevserokên me yên giştî jî di nav de gelek parlamenter hatin binçavkirin û girtin. Piştre jî bi bi sedan, bi hezaran hevalên me dîl hatin girtin. Di rewşeke wiha de ketibûn referandûmê. Vê rejîmê xwest bi wê referandûmê cil û bergekî qanûnî amade bike. Di wê referandûmê de armanc kir ku HDP’ê ji holê rake ku bo xwe weke mezintirîn gef didît. Doza Kobanê, dozeke kompasê ye. Plana tesfiyekirina siyasî ye û ji bo domandina rejîma faşîzan jî parçeyeke girîng ê planê ye.” 
 
MEBEST, TESFIYEKIRINA HDP’Ê YE 
 
Bi domdarî Sancar destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide HDP’ê bi destê darazê tesfiye bike û wiha pê de çû: “Dibêjin qey heke HDP neyê astengkirin, dê nekarin xwe li ser pêyan bigirin. Di vê mijarê de neheq nînin. Aktorên sereke yên ku dê pêşî li ber vê desthilatdarî û rejîmê bigire û rê li ber serdemeke nû veke, em in. Tifaqa me ye û bloka mezin a demokrasiyê ye. Divê Doza Kobanê tenê ji hêla daraz û hiqûqê ve neyê nirxandin. Ev yek kêm dimîne. Dixwazin beriya hilbijartina pêş, bi Doza Kobanê re HDP û tifaqa wê bêbandor bikin. Xefika wan e. Lê ev xefik li eywanên dadgehan ji hêla hevalên me ve hat pûçkirin.” 
 
HEWLDANÊN WAN VALA NE
 
Sancar, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Serokê şandeya dadgehê yê ku doz daye destpêkirin niha ji endamtiya çeteyan tê darizandin. Di dema wî de, di darazê de gelek tişt hatin kirin. Ji wê girîngtir, serokê şandeya ku ev îdianame qebûl kirî, Bahtiyar Çolak bû. Dema em li îdianameya derheqê wî de dinihêrin, dibînin ku têkiliya wî bi derdorên siyasî re heye. Ev yek jî gotinên me piştrast dike. Doza Kompasê ya Kobanê, parçeyeke plana rejîmê ye ku dixwaze hebûna xwe bidomîne. Lê em li hemberî van serî natewînin. Bi saya tifaq û tecrûbeyên xwe, em têkoşîna xwe roj bi roj mezintir dikin. Ev mezinbûn jî rejîmê têxe nava fikaran. Lê ev tevek jî hewldanên vala ne. Em ê vê têkoşîna xwe biisrar bidomînin. Em ê Tirkiyeyê biguherînin û li ser bingeheke demokratîk, aştiyane û adilane ava bikin.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî hevserokên giştî û parlamenter derbasî eywana danişînê bûn û danişîn şopandin. 
 

Sernavên din

10/02/2023
10:40 HDP’ê 219 TIR û 140 kamyonên erzakan gihandin mexdûrên erdhejê
10:34 TBB’ê giliyê kes û saziyên berpirsiyar kir
10:24 Qîrîna Elbîstanê: Cenazeyên me ji bin kavilan derxin, bes e!
10:17 Hejmara qûrbaniyan gihîşt 18 hezar û 342 kesan
10:16 Jefofîzîkvan Şahan: Avahî mîna peksîmetê tebiqîn û ev nîşan dide ku venêrîn nehatiye kirin
10:11 Li Semsûrê hê jî avahiyên hilweşiyayî li şûna xwe ne
09:38 'Bi Rewşa Awarte dixwazin pêşî li alîkariyan bigirin'
09:37 Roja pencemîn a erdhejê: Hawar û qêrîna mexdûrên erdhejê olan dide BLOGA ZINDÎ
09:02 Di erdhejê de 17 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2023’YAN
02:05 Biryara Meclisê ya OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:54 Li Osmaniye, Kilîs û Rihayê xebat bi dawî bûn
01:18 Bûldan diçe Mereşê
01:04 Cemîl Bayik: Heta birînên gelê me tên cebirandin em ê çalakiyan li dar nexin
09/02/2023
23:16 15'ê Sibatê wê sibê li Silêmaniyê bê şermezarkirin
22:44 Hatîmogûllari: Li Îskenderûn, Antakya û Samandagiyê rûxîneke mezin heye
22:39 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest danegihîşt 17 hezar û 406’an
21:58 AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 17 hezar û 134 kesan
21:53 Nûçegihanê me Guleş û dilxwazê erdhejê hatin berdan
21:52 Demîrtaş ji bo mezinkirina piştevaniyê bang kir
21:33 Me cara ewil dîmenên gundên Bazarcixê girtin: 156 kesan jiyana xwe ji dest da
21:31 Gundên Nûrdagiyê bûne kavil: Ka AFAD, ka dewlet?
21:03 Tûnç Soyer: Dewlet nîne gel bi tena serê xwe ye
20:20 Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana malbatên qurbaniyan kir
19:57 Li Amedê cenazeyên 5 kesên din hatin derxistin
19:50 KNK: Dem dema hevgirtin û alîkariya neteweyî ye
19:47 Semsûrî: Em bi piştevaniya gelê xwe li ser piyan dimînin
19:34 Ji sedî 80 Nûrdagiyê hilweşiyaye
19:08 Biryara OHAL’ê li Meclisê hate qebûlkirin
19:04 Hejmara miriyên erdheja Mereşê ji hejmara miriyên erdheja Marmarayê derbas bû
17:09 Kampanyaya ‘Ji her malekî teştek nan’: 18 hezar û 200 nan hatin şandin
17:07 DFG’ê bersiv da Walitiya Rihayê: Tu biryar nikare pêşî li nivîsandina rastiyan bigire
17:06 OHD: Divê têkildarî îdiayên li girtîgehan lêprisîn bê destpêkirin
17:03 Sergolan wêran bûye: Qet nebe bila cenazeyên me ji bin kavilan derxînin
16:51 Li Osmaniyeyê cenaze li bûzxane û mezbaxaneyan tên sekinandin
16:50 CFWIJ’ê bertek nîşanî astengkirina rojnamegeran da
16:37 Li Elbistanê gel bi tenê hatiye hiştin, mirov diqerisin
16:16 Deriyê dikana xwe ji mexdûrên erdhejê re vekir: Dem dema piştgiriyê ye
16:15 ŞanoWan bi armanca piştevaniyê ber bi Hatayê ve bi rê ket
16:12 Li Elbistanê 3 welatî piştî 80 saetan ji bin kavilan hatin derxistin
16:11 Zaroka 14 salî piştî 83 saetan ji bin kavilan hat derxistin
16:02 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê hat bidawîkirin
15:55 Bijîşk ji bo biçin herêmên erdhejê serlêdanan dikin lê bersiv nayên dayîn
15:42 Îlana OHAL’ê li Meclisê tê nîqaşkirin
15:31 Ne mirov, ketine etra xelaskirina pereyên bankeyê
15:20 Di bin çavan de ev pirs ji nûçegihanê me kirin: Guzel got ‘AFAD tune ye’ yan na?
15:12 Cenazeyên 4 ferdên malbata Ondeş ji Meletiyê birin Stenbolê
15:01 30 hezar kesan serî li Navenda Koordînasyona Krîzan a HDP’ê dan
14:53 Li Colemêrgê qeza çêbû: 6 kes birîndar bûn
14:35 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê: 3 hezar û 162 kesî jiyana xwe ji dest da
14:32 Demîrtaş ji Erdogan re got: Pirsgirêk tu yî
14:30 Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
14:30 Polîsan TIR'a alîkariyê ya diçû Meletiyê desteser kir
14:21 TIR’ên ji Botanê hatine şandin gihiştin Dîlokê
14:13 Li Hatayê roja 4’emîn a erdhejê: Xelk û cenaze bi tenê hatine hiştin
14:01 'Bila girtiyên di girtîgehên li herêma erdhejê de hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin'
14:00 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 14 hezar û 14 kesan
13:51 Dr. Turan: Êdî her kêlî pir krîtîk e
13:31 Ji bo rizgarkirina pitikê destê xwe da birîn, jiyana xwe ji dest da!
13:23 Yuksekdag: Em ê hemû bi hev re van kavilan rakin
13:23 Ji Colemêrgê 18 TIR bi rê ketin
13:18 Li Amedê li Goristana Yenîkoyê 152 cenaze hatine veşartin
13:07 Medya havûzê carek din pesnê Erdogan da
12:48 Li Rihayê di 19 kavilan de xebat hatin bidawîkirin
12:31 Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ji bo piştevaniyê bû seferber
12:21 Li herêma erdhejê rewşa hewayê
12:21 Sertel ê CHP’î ku çûbû Bazarcixê: Kon tune ne, gel tî û birçî ye
12:03 Ulkuciyan mexdûra erdhejê şêland!
12:03 DÎB: Qesr bi rêya OHAL’ê dixwaze pêşî li ber bertekan bigire
11:44 4 roj in di bin kavilên Apartmana Sozelê de ne: Xebat kêm in
11:43 Nacî Gorur: Erdheja Stenbolê nêz e û li gorî me dê herî zêde bi pileya 7.5 be aci-gor
11:42 Ji bo Bazarcix, Islahiye û Nûrdaxiyê banga piştgiriya lezgîn
11:07 Xebatkarê AFAD’ê: Em cenazeyan bi kamyonan dikişînin
11:03 Li Semsûrê dilxwazên AFAD'ê yên neperwerdekirî li qadê ne
10:57 Li piyên dayika xwe ya di bin kavilan de xuya dike dinihêre!
10:34 Korîdora jiyanê hat vekirin: 3 kesên sax tên rizgarkirin
10:09 4 roj in xwe bi xwe birînên xwe dipêçin û cenazeyan derdixin!
09:58 WHO’yê ji bo erdhejê alîkarî da Tirkiye û Sûriyeyê
09:56 TIR'ên alîkariyê yên Êlih'ê bi rê ketin
09:46 Karayê li Meletiyê ji erdhejê rizgar bû: Du rojan tî û birçî man
09:46 Têkildarî serî rakirina li Girtîgeha Hatayê daxuyanî hate dayîn
09:35 Rêveberiya PADÊ: Tenê Rêveberiya Xweser dikare Şengalê biparêze
09:27 Ji dayikên Botanê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya 'ji her malê teştek nan'
09:04 Hejmara miriyan derket 12 hezar û 873’an
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATÊ 2023'YAN
08:54 Roja çaremîn a erdhejê: Di seqemê de bi hezaran kes li benda rizgarkirinê ne BLOGA ZINDÎ
01:18 EMEP li Meletiyê ye: Divê gel piştevaniyê bike
01:06 Ciwanê ku bo mexdûrên erdhejê alîkarî dibir di qezayê de mir
00:55 Bi rojan piştre ji bin kavilan hatin rizgarkirin
00:33 Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê: Bi lezgînî alîkariyê bidin Sûriyeyê
00:18 Hikûmeta Herêma Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
08/02/2023
23:56 Li Rihayê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişt 127 kesan
23:38 Piştî 3 rojan kavil derketin holê: Alîkarî bêyî walîtiyê qedexe ne!
23:16 Nûçegihanê me Mehmet Guleş hat binçavkirin
22:48 Li Girtîgeha Hatayê girtiyan serî rakir: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:37 Parêzer Hesen xeleta xwe diyarî Abdullah Ocalan kir
22:05 Xizmên mexdûrên erdhejê dê karibin li ser e-Nabız’ê agahiyan wergirin
22:03 Pirsa ‘Hûn çima hatine vê derê?’ ji rojnamegeran kirin
21:54 Li Nûrdaxiyê ku trafîk xetimî ambulans nikarin tevbigerin
21:54 Bertekên li dijî tengkirina banda medyaya civakî: Sansûr e