8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!

  • rojane
  • 09:01 9 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Şanoya Bajêr a Amedê dê di navbera 20-30'yê Cotmehê de bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax!” 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê li dar bixe.
 
Şanoya Bajêr a Amedê dê bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax!” li avahiya xwe ya li semta Dîclekentê ya navçeya Peyas a Amedê 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê li dar bixe. Mîhrîcan, dê di navbera 20-30’yê Cotmehê de bê lidarxistin. 
Di mîhrîcanê de, dê lîstikên bi navê “Hema Hema Jin Elîzabeth," "Tayo, Datdat ve Oncekî Bazi Hayatlar (Hin jiyanên beriya niha)," "Qesra Balindeyên Xemgîn," "Bîrdank," "Serbaz," "Kas W Hanvin," "Morî," "Çîrokeke Cengê," "Tu Ne Gara Yî," "Son Çagri," "Dansoz," "Dek û Dolabên Scapen," "Qabûza Merûyan," "Kûçikê Stalîn," "Jiyan ji te pir hez dikin (Hayat Senî Çok Seviyorûm)," "Lîstik," "Serencama Qijikan" û "Haylo Dîsa Tevlihev Bû” bên lîstin. Her wiha dê kargeha “Derhêneriyê” û semînerên bi sernavên “Şano û dem” , “Girîngiya Şano û Şanonameya kurdî” bên lidarxistin. Mîhrîcan dê bi lîstika “Hema Hema Jin Elîzabeth” dest pê bike û bi lîstika “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” bi dawî bibe.
 
Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yavûz Akkûzû têkildarî mihrîcanê axivî.
 
‘BERTEKEKE GELEKÎ MEZIN E'
 
Şanoger Akkûzû da zanîn ku îsal ew ê 8’emîn mihrîcana xwe li dar bi xin. Akkûzû bibîr xist ku gava qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin ew ji şaredariyê veqetiyane û bi xwe şanoya xwe ava kirine. Akkûzû di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li gorî min avakirina vê şanoyê bertekeke gelekî mezin e, li dijî zextên siyaseta Tirkiyeyê yên li şanoya kurdî. Şanoyên taybet, ji aliyê aboriyê û ji aliyê naverokê ve dikarin bi rihetî mihrîcanan li dar bixin. Gelê kurd li dijî polîtîkayên desthilatê çawa disekine, em şanoger jî li dijî wan polîtîkayan disekinin. Ji bo me gelekî watedar e ku ji şanoyê heta perwerdehiyê em her tiştên xwe bi xwe dikin.”
 
Akkûzû têkildarî naveroka mihrîcanê de jî da zanîn ku ji Kerkuk, Dihok, Ûrmiye, Ewropayê û gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê lîstik hatine û got ku dê di mîhrîcanê de 18 lîstik bên lîstin. Akkûzû diyar kir ku dê di mîhrîcanê de semîner û kargeh jî bên lidarxistin. 
 
‘VA KURD Û VA YE BERHEMÊN WAN’
 
Akkûzû ji bo dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax!” a mîhrîcanê jî ev tişt gotin: “Ji talankirina xwezayê û her wiha ji dirûşmeya ‘Va kurd û va ye berhemên wan’ tê. Yanî em dibêjin ku em li vir in û karê xwe dikin. Ev dirûşme divê tenê bi şanoyê neyê girêdan. Em hunermend û şanoger berpirsyarên xwezaya xwe û zimanê xwe ne jî. Her wiha hewce ye em berpirsyariya parastina mafên gelê kurd jî bigirin ser milê xwe. Ji ber vê yekê me ev dirûşme bi kar anî.” 
 
‘LI DIJÎ VÊ BIŞAVTINÊ ŞANOYA KURDÎ BIŞOPÎNIN’
 
Akkûzû di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di van deman de dê li Sûrê, ji aliyê Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê û Şaredariya Sûrê ve mîhrîcanek çêbibe. Li gorî min ev mîhrîcan, qeyûman meşrû dike û çandeke wisa tîne ku kurdan bipişivîne. Dixwazin trajediya di nava Sûrê de pêk hatî, bi hunerê ji holê rakin. Lê ew trajedî çi bi zimanê me çi jî bi çîrokên me, divê kêm nebe. Bila gelê kurd li dijî vê bişavtinê şanoya kurdî bişopîne. 18 lîstik dê werin pêşkêşkirin û 12 ji wan dê cara ewil li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê bên lîstin. Bila şanohez werin û lîstikên cur bi cur temaşe bikin.”
 

Sernavên din

12/02/2023
15:45 Li Rihayê 82 hezar avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
15:15 Pîroglû: Dewlet hewl dide hilweşîna heyî bi rêya astengkirinan veşêre
14:53 Malbatên girtiyan tu agahiyan ji girtîgehan nagirin
14:45 Li Amedê xirbeyên avahiyan tên rakirin: Heta niha cenazeyê 312 kesan hatiye derxistin
14:37 Mexdûrê erdhejê yê Semsûrê: Di her konê de 3 malbat dimînin
14:28 Mexdûrên erdhejê li konan digerin û polîs jî li ber konê vala yê li pêşiya HDP’ê disekinin
14:27 HDP li dijî îşkenceya li herêmên erdhejê derket: Îktidarê ji bo îşkenceyê polîsan xistiye dewrê
14:25 Mexdûrê erdhejê bertek nîşan da, TV100’ê mîkrofona xwe veşart
14:02 Li Cizîrê malbatek hate definkirin
13:57 TEV-DEM’ê ji ber ambargoyê bertek nîşanî hikûmeta Şamê da
13:56 Pêlava xwe şand Semsûrê, ji ber nikaribû pêlavek nû bişîne lêborînê xwest
13:46 Polîsan îşkence li ciwanên dilxwaz kirin û ji bajar derxistin
13:10 Li Semsûrê piştî 152 saetan jinek ji bin xirbe hat rizgarkirin
13:01 Eren: Dema gel di bin kavilan de can dida, medyayê îktîdar diparast
12:45 'Bavê min li vir radizê, wesayîta neqilkirina cenaze jî nadin me’
12:32 Dewlet hem alîkariyê nade û hem jî yên alîkariyê didin asteng dike
12:31 Ciwanên ku 24 saetan li qadê dixebitin banga mezinkirina piştevaniyê kirin
12:16 Li Bendava Kartalkaya xetereyek mezin: Dibe ku deriyên bendavê biteqin
12:07 Wesayîta ku bo herêmên erdhejê alîkarî dibir qeza kir
12:06 ‘Divê bi lezgînî xizmeta psîkososyal ji bo mexdûrên erdhejê bê dayîn’
12:01 Penaber bi erdhejê re koça duyemîn dijîn
11:42 Rojnamevan Ûçar ê ku 6 xizmên wî jiyana xwe ji dest dan: Qêrîn û hawara qurbaniyan negihîşt tu kesî
11:40 Ji ser kavilê bavê xwe lê winda kiriye naçe!
11:24 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Li Meletiyê pêdivî bi sobe û konan heye
11:22 Prof. Dr. Okan Tuysuz: Sedema vê hilweşîna mezin, sersarî ye
10:55 Gotin ‘heta dozger neyê hûn nikarin defin bikin’ lê kesek nehat
10:46 Tîma MA’yê li gundên Bazarcixê ye: Kevir li ser kevirê nemaye
10:34 Girtiyan ji ber erdhejê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
10:30 Zaroka 12 salî piştî 143 saetan ji bin kavilan bi saxî hate derxistin
10:29 Piştî 5 rojan li ser zemîna cemedê kon vedan: Ji bo ne qerisîn em ranezan
10:03 Jinên li Colemêrgê nan dipêjin: Roj roja piştevaniyê ye
09:26 Erdhej di roja 7’emîn de ye: Li herêmên erdhejê cenaze ne li gorî rêbazan tên veşartin
09:19 Cenazeyê muzîkjen Zîlan Tîgrîs ji bin kavilan hat derxistin
09:01 Li Semsûrê piştî 7 rojan ceyran hate dayîn
09:00 Kurdistan ji bo mexdûrên erdhejê bû yek dil: Xwedî derketin erka neteweyî ye
09:00 Li Mereşê piştî 6 rojan 8 kes ji bin kavilan bi saxî hatin derxistin
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2023'YAN
08:46 Hejmara qurbaniyên erdhejê bû 24 hezar û 617 kes
11/02/2023
23:14 Polîsan dest danîn ser konvoya alîkariyê ya HDP’ê û gule reşandin
23:08 ÎHD, dê ji bo herêma erdhejê civîna koordînasyonê li dar bixe
22:53 17 xizmên Ahmet Turk di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan: Dewlet li vir tune ye
22:36 MED TÛHAD-FED'ê bang li Wezareta Dadê kir ku rewşa li girtîgehan eşkere bike
22:13 AFAD û 112’yê ji HDP’ê malzemeyên alîkariyê xwestin
22:11 Walîtî: Li Meletiyê hezar û 224 kesî jiyana xwe ji dest daye
22:05 Li herêma erdhejê ji bo sewalan êm danîn kolanan
21:57 Piştî 135 saetan ceryana Elbistanê hat berdan
21:51 Li Hatayê roja 6’an: Xetereya şewbê zêde dibe
21:49 Ji YNK'ê piştgirî ji bo kampanyaya HDP'ê
21:41 Polîs xwest wesayîta alîkariya erdhejê ceza bike lê welatiyan nehişt
21:39 Li Pamûklûyê 4 kesên di bin kavilan de ji sermana jiyana xwe ji dest dan
21:15 Tîmên dilxwaz piştî 132 saetan jineke ciwan rizgarkirin
20:53 Li Nûrdaxiyê xebatên rakirina kavilan dest pê kir
20:42 Ji ber avahiyên hilweşiyan der barê 62 kesan de biryara binçavkirinê
20:31 Hejmara kesên di erdhejê de mirin gihîşt 22 hezar û 327'an
20:26 Li Apartmana Sozelê hê jî 11 kes di bin kavilan de ne
20:02 Ji bo keya bi helîkopterê xizmeta xisûsî!
19:53 Muteahîdê Rezîdansa Ronesansê ya di erdhejê de hilweşiya hat girtin
19:50 Wezaret: Di erdhejê de 7 hezar û 584 avahî hilweşiyane û 12 hezar û 617 avahî jî xesar dîtine
19:40 Kiliçdaroglû: Tişta ku Amedê kiriye gere em karibin li seranserê Tirkiyeyê jî bikin
19:12 Li Amedê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane şîn hat danîn
18:33 Li Colemêrgê seferberiya erdhejê didome
18:25 Konteynerên karsazan ên ji bo Elbîstanê hatibûn stendin hatin desteserkirin
18:17 Şaredara AKP'î dîmenên kesê ku dewletê dipesinîne û erdhejê wekî 'çarenûsê' pênase dike belav kir
17:55 16 sêrtiyên ku li Hatay û Mereşê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:44 Erdogan: Hejmara miriyan gihîşt 21 hezar û 848'an
17:39 Tê gotin ku alîkariyên radestî AFAD'ê tên kirin tên firotin
17:17 Li Amedê der barê 29 kesan de biryara binçavkirinê
17:11 Du girtî piştî 30 salan hatin berdan
16:57 ‘Ji ber hilweşîna saziyên tenduristiyê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan’
16:44 Şandeya HDP’ê li Islehiyê ye: Her ku derengmayînek rê li ber windahiyên nû vedike
16:38 Bûldan û Kiliçdaroglû li Amedê ne: Îktîdar di bin kavilan de ma
16:34 Îrema 6 salî ji bin kavilan hate derxistin
16:18 Xelkê Semsûrê bi dilxwazan re birînên xwe dipêçin
16:18 Mexdûrên erdhejê: Heke dewlet ji navberê derkeve dê gel hev bigire û rabe ser pêyan
16:11 Rûniştina F: Têkildarî girtîgehên li herêma erdhejê agahiyan bidin
16:03 Zanîngeh heta havînê ketin betlanê
15:49 Pisporê erdhejê yê japonî: Li Tirkiyeyê ji ber ku avahî ne li gorî rêziknameyê ne hildiweşin
15:46 ÎHD: Armanca OHAL’ê bisînorkirina qada civaka sivîl û partiyên siyasî ye
15:26 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî yên li Rihayê 8 kes hatin binçavkirin
15:21 Odeya Bijîşkan a Edeneyê: Li bajar derdora 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:16 Bila rakirina xebatên kavilan bên sekinandin: Yakparetiya bedena mirovan xera dikin
15:13 Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 5 hezaran derbas bû
14:55 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 21 hezar û 43 kesan
14:51 Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne
14:38 Biryarnameya OHAL’ê: Doz hatin taloqkirin
14:15 TTB: Di erdhejê de 30 bijîşkan jiyana xwe ji dest dan
14:14 Dayikên Şemiyê: Mirina di erdhejê de ne qeder lê cînayet e
13:58 Birînên erdhejê bi piştevaniyê tên pêçandin
13:58 Deriyê sînor ê Tirkiye-Ermenistan ji bo mexdûrên erdhejê hat vekirin
13:37 Çapemeniya hewzê cih da ‘sozên Erdogan’
13:20 Ji gundên Semsûrê banga lezgîn: Gur cenazeyên qurbaniyan dixwin
13:15 Ji Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 350 girtî hatin sewqkirin
12:57 CÎSST: Erdhejê bandor li ser 17 hezar û 600 girtiyan kiriye
12:31 Kamyona ku alîkarî dibir Hatayê qeza kir
12:18 Keça Oneren di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da
12:08 Bi kemçeyan derxistina cenazeyan, cînayet e!
11:55 Li Amedê hejmara qurbaniyan gihîşt 281 kesan
11:54 ÎTO’yê 9 karavan û 2 kamyonên alavên tibbî şandin herêmên erdhejê
11:41 Li Semsûrê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê tune ne: Em cenazeyên xwe dixwazin
11:36 Waliyê ku bi gel keniya bû piştî sê rojan sersaxî xwest