ENQERE- Cenazeyê Nagihan Akarsel dê saet di 09.30’an de bînin Nexweşxaneya Dewletê ya Konyayê û piştî otopsiyê jî li gundê wê were definkirin.
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmehê de li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Tê payîn ku cenazeyê Akarsel îro saet di 09.30’an de bînin Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê. Piştî kar û barên otopsiyê jî dê cenazeyê Akarsel li gundê Golyazi ya Cîhanbeylî ya Konyayê bê definkirin.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek partiyî ji bo tevlibûna merasîma cenazeyê akarsel, ji Enqereyê ber bi Konyayê ve ketin rê.