Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin

  • rojane
  • 09:03 14 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê ku bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û bang kirin ku girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin demildest bên berdan. 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bal kişandin ser neberdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tên şewitandin û cenazeyên ji girtîgehan derdikevin. Nûnerên rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê bang kirin ku girtiyên nexweş demildest bên berdan. 
 
MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN
 
Parêzara OHD’î Halîse Dakali diyar kir ku siyaseta Tirkiyeyê her tim bûye cihê binpêkirinên mafan ên gelekî mezin û ji cihên ku desthilat wan wekî haleteke çewisandinê bi kart tîne yek jê jî girtîgeh in. Dakali bilêv kir ku gava ew li rewşa girtigehan dinêrin, dibînin ku herî zêde maf li girtîgehan tên binpêkirin. Dakali bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got ku bi raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin û her wiha bi biryarên desteyên çavdêrî û îdareyê yên girtîgehan jî înfazên girtiyan bi awayekî kêfî tên şewitandin û mafê "berdana bişertî" jî esas nayê girtin.
 
Dakali destnîşan kir ku bi raporên ATK'ê yên dûrî zanistê û objektîfbûyînê berdana girtiyên nexweş tê binpêkirin û got ku ew vê yekê di helwesta li hemberî Aysel Tûglûkê û Mehmet Emîn Ozkan de bi awayekî berbiçav dibînin. 
 
Dakali diyar kir ku li gel rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" ya ATK'ê, ji bo berdana girtiyên nexweş serî li mdiûriyeta polîsan jî tê dayîn û midûriyet jî wan wekî "talûke ne ji bo civakê" dinirxîne û got ku ev yek bi tena serê xwe binpêkirineke herî mezin e.
 
Dakali destnîşan kir ku mafê xwegihandina tenduristiyê jî tê astengkirin û wiha got: “Gava girtî diçin revîrê an jî nexweşxaneyê, ji ber ku nêzîkatiyên dijmirovî qebûl nakin mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Her wiha xwegihandina wan a revîrê jî, bi gelek astengiyan re rû bi rû dimîne. Çendî daxwaznameyan didin û haya îdareya girtîgehê pê dixin jî, dîsa jî muayeneyeke baş nayê kirin û bi vî awayî mafê wan ê xwegihandina tenduristiyê bi awayekî cidî tê binpêkirin." 
 
FERZKIRINA MUAYENEYA BI AWAYÊ KELEMÇEKIRÎ
 
Nûnerê TÎHV’ê Parêzer Mûrat Aba jî destnîşan kir ku divê li girtîgehan xwegihandina mafê tenduristiyê neyê astengkirin. Aba anî ziman ku lê belê girtî ji vî mafî tên bêparkirin û wiha got: "Em bi nameyên girtiyan bi binpêkirinên mafan dihesin. Dixwazin biçin nexweşxaneyê, lê sewq 2-6 mehan bi derengî tê xistin. Li nexweşxaneyê jî muayeneya bi awayê kelemçekirî li gelek girtiyên nexweş tê ferzkirin."  
 
‘DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
 
Aba bilêv kir ku ATK li gor normên zanistê biryaran nade û wiha got: "ATK bi raporên xwe dibe sedema mirina girtiyan. Piraniya van kesan j girtiyên nexweş in. Lê dîsa jî ATK rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dide. Lewma divê her sazî û her ferd li ber vê yekê dengê xwe bilind bike." 
 
TENDURISTÎ DIVÊ ESAS BÊ GIRTIN
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Jiyan Ormanli jî diyar kir ku li nexweşxaneyan ferzkirina muayeneya bi awayê kelemçekirî û lêgerîna li hundirê dev astengiya herî mezin e li ber xwegihandina mafê tenduristiyê. Ormanli destnîşan kir ku divê rewşa tenduristiyê ya girtiyan esas bê girtin û bên berdan. 
 
Her wiha Ormanli destnîşan kir ku divê karbidestiya "efû"yê ya Serokkomar Erdogan jî bêalî be. 

Sernavên din

15/02/2023
15:35 3 TIR’ên alîkariya pêdiviyên lezgînî li Dîlokê hatin desteserkirin
15:34 Ji Koma Voys’ê têkildarî erdhejê dosyaya vîdeo-nûçeyê
15:15 Li Mexmûrê ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê kirin
15:12 Komploya 15’ê Sibatê li Wanê hate protestokirin
14:41 Komeleya Pira Gelan: Sûcê nefretê dê tevahiya welêt bişewitîne
14:37 Mojust cihêkariya li herêmên erdhejê veguhezand Neteweyên Yekbûyî
14:29 Xwediya Navenda Kargehan a Diyar Galeria’yê hate binçavkirin
14:13 Hema kesê alîkarî dike bila kurd nebe…
14:08 Rapora Îmraliyê: Sala 2022’yan bû sala bêpeywendiyeke mutleq û agahînegirtinê
13:53 ‘Divê 50 hezar û 576 avahiyên li herêma erdhejê demildest bên hilweşandin’
13:52 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên protestokirina 15’ê Sibatê
13:41 Nûrdagi veguheriye goristanê!
13:33 3 leşkerên ku Gureşçî bi îşkenceyê kuştin ji wezîfeyê hatin girtin
13:30 MYK'a HDP'ê: Dem dema hevrûbûna bi komploya navnetewî re ye
13:21 Şaredariya Îzmîrê dê 20 hezar çewal êm bişîne herêmên erdhejê
13:15 Ji Wezaretê daxuyanî: 508 zarok radestî malbatên wan hatin kirin
13:11 Divê xebatên rakirina kavilan di kîjan mercan de bên kirin?
13:11 Li Amedê kampanyaya ‘Ji bihakirina kirê re na’ tê destpêkirin
13:02 Li Şemzînanê 3 kes hatin binçavkirin
12:57 Walîtiyê bi TIR’a alîkariyê ya nekomkirî ve pankarta xwe daliqand
12:53 Karabudak: Îktîdar dixwaze demografyaya herêmê biguherîne
12:44 Di bin gorê de zarok li ser gorê cilên wan
12:31 Girtiyan li dijî Komploya 15’ê Sibatê banga mezinkirina têkoşînê kirin
12:06 Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê: Agahiyên girtîgehên li herêma erdhejê tên veşartin
12:05 Bi ava şolî hevîrê xwe dikin û bajarokê terk nakin
12:03 Li Islahiyeyê 12 malbat di bin du konan de dimînin
11:36 Li Islehiyeyê kemçe hatin sekinandin: Dê rakirina kavilên erdhejê bidin îhaleyê
11:27 Bavê wê li ser milên wê canê xwe ji dest da: Ne erdhejê pergalê me kuşt
11:06 Operatorê li Semsûrê cenazeyan vedişêre: Goristan her tiştî vedibêje
11:01 ‘Dinya bi balafiran alîkariyê dişînê lê dewleta tirk fûzeyan li Rojava dibarîne’
10:48 Dewlet 4 roj şûnve çûye hawarê: Qerisîn û canê xwe ji dest dan
10:23 Bi destên xwe korîdora jiyanê vekir û tevahiya malbata xwe rizgar kir
10:06 ‘Tîp’ên ku rojê nabînin: Ji Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bû
09:58 ‘Hêza kurdan heye ku Abdullah Ocalan azad bikin’
09:57 Ji bo zarokên mexdûrên erdhejê kampanya ‘Konê Lîstikê’ hat destpêkirin
09:24 Înfaza girtiyê nexweş ku 30 sal in girtî ye bi hinceta 'ne poşman e' şewitandin
09:05 Xetereya ku li benda zarokên mexdûrên erdhejê ne
09:05 Li Sêrtê seferberiya piştevaniyê didome
09:05 Saziyên Çand û Ziman: Em xwedî li hev derdikevin
09:02 Ev 7 sal in nikare li wêneyê kurê xwe yê ku hatiye qetilkirin binêre
09:01 Mehmet Dag ê 34 sal di girtîgehê de ma: Abdullah Ocalan sosyalîzmê zindî kir
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2023'YAN
14/02/2023
23:59 Jina 77 salî piştî 210 saetan bi saxî ji bin kavilan hat derxistin
22:22 Li Semsûrê zarokekî 12 salî ji bin kavilan hat rizgarkirin
21:39 Jinan komploya 15'ê Sibatê protetso kir
21:28 Îdianameya der barê teqîna Taksîmê de hat amadekirin
21:06 Ji girtîgehê peyama erdhejê: Serê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê sax be
21:02 Muteahîdên avahiyên hilweşiyayî hatin binçavkirin
20:42 Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 11 hezaran derbas kir
20:26 Li Osmaniyeyê dest bi xerakirina 200 avahiyên zêde bixesar hat kirin
20:19 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan: 35 hezar û 418
20:13 Sancar: Berpirs û kiryarê sereke yê karesatê desthilat e
19:23 Barzanî tevî AKP'iyan serdana herêma erdhejê kir
19:16 Mexdûrê erdhejê ku eşyayê xwe ji avahiya xesardîtî derxist: Bawerî bi desthilatê nemaye
19:04 ECW dê alîkariya zarokên sûriyeyî yên bandor ji erdhejê girtine bike
18:44 Ji Medya Haberê ji bo mexdûrên erdhejê bernameya taybet
18:33 WHO: Em bûn şahidê karesata herî xirab a sedsalê
18:23 Tenduristkara li herêma erdhejê: Bila Serokkomar bê vir
18:18 Baroya Êlihê giliyê berpirsên erdhejê kir
16:59 Li Meletiyê sîteya bixesar hate hilweşandin
16:58 ‘Bila girtî û malbatên xwe yên li herêmên erdhejê agahî ji hev bigirin’
16:58 26 fezlekeyên parêzbendiyê ji Meclisê re hatin şandin
16:43 UNÎCEF: Li Tirkiye û Sûriyeyê erdhejê bandor li 7milyon zarokan kir
16:35 Li Samandagê pirsgirêka hewînê: Di konteynirê de 35 kes dimînin
16:11 Li Rihayê welatî di konan de dimînin: Rewşa me rewşa şerpezebûnê ye
16:08 ‘Li Girtîgeha Tîpa T a Islehiyeyê girtî terkî mirinê tên kirin’
15:56 Serokê MUSÎAD’ê yê berê Poyraz hate binçavkirin
15:55 Koordînasyona li Şirnexê banga piştevaniyê kir
15:48 Cara ewil HDP’ê xwe gihand gundên Battalgaziyê
15:39 Sancar serdana mexdûrên erdhejê kir: Em ê hemû bi hev re birînên xwe bipêçin
15:26 HDP’ê giliyê berpirsyarên hilweşînê kir
14:43 Stûnên avahiya ku bû gora 50 kesan ji bo eywana sporê hatine birîn!
14:41 Endamê OHD’ê parêzer Serhan Ozdemîr jî bû qurbaniyê erdhejê
14:40 Sancar li Meletiyê ye: Her kavilek cihê sûc e
14:24 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 31 hezar û 974 kesan
14:22 Rapora pêşenirxandin a avahiyên hilweşiyayîn hate eşkerekirin
13:48 Bahçelî 9 roj piştre xuya kir û weke her carê dîsa gef xwarin
13:46 Li Amedê 20 avahî li ber hilweşînê ne!
13:42 Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê: Pêdivî bi dermanên êşbir heye
13:33 Xwendekarên ji KYK’ê hatin derxistin: Krîzê bi krîzeke din vedişêrin lê ev tiştekî bi aqilane nîne
13:22 Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê: Bila çekên kîmyewî bên lêkolînkirin
13:14 AKP di bin kavilan de ma: Bacên erdhejê bo rantê û alîgiran çûn
13:14 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 Leşkeran tundî li penaberê ji bo zarokên xwe yên di bin kavilan de alîkarî xwest kir
12:59 Bîlançoya 24 saetên dawî nehat parvekirin
12:18 Hiqûqnas li dijî îşkenceyê diçin herêma erdhejê: Bi OHAL’ê re zêde bûn
12:05 Ciwanê li Bazarcixê bi dilxwazî dixebitî: Gel tî û birçî ye
12:00 Li Amedê avahiya ku hat valakirin, hilweşiya
11:38 Hevserokên KNK'ê: Mifteya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn Îmrali ye
11:22 Li Semsûrê dilxwazan bajarek ji konan ava kir û birînên mexdûran dipêçin
11:20 Gureşçî yê di binçavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin hate veşartin
10:28 Ji bin kavila Serîn 2’yê cenazeyê du kesan hate derxistin
10:20 Piştevaniya Mor li herêma erdhejê ye: Konê piştevaniya jinê ava kirin
10:18 Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz li Bazarcixê gund bi gund digerin
10:12 Kiliçdaroglû: Ji hilbijartinê direvin, divê demildest dîrok bê diyarkirin
10:09 Gundê ku 120 kesan lê jiyana xwe ji dest da ji holê rabû!
09:51 4 roj li benda rizgarkirinê man, lê qerisîn û canê xwe ji dest dan
09:30 AKP’ê li Silopiyayê ji ciwanan re zerf şand û deng xwest
09:14 Hevalê Bubo Taş ê têkoşînê: Li dijî rehawetê bû bersiv
09:03 Êzidiyên Şengalê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûn