Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin

  • rojane
  • 15:30 14 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî li DFG’ê civiyan û di serî de 16 rojnamegerên kurd ên girtî, ji bo berdana hemû rojnamegerên girtî bang kirin. 
 
Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), tevî komên azadiya çapemenî û îfadeyê, di çarçoveya “Mîsyona Azadiya Çapemeniyê ya Hevpar a Tirkiyeyê” li Amedê bi rojnamegeran re hatin ba hev. Civîn, ji hêla Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve hat organîzekirin. Enstîtûya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), Rojnamegerên Sînornenas (RSF), PEN a Navneteweyî û nûnerên Osservatorio Balcani Caucaso Transeuropa (OBCT) a navend Îtalya beşdarî civînê bûn. Endamên DFG’ê, Rojnameya Xwebûnê, Ajansa Mezopotamyayê (MA), JINNEWS û Botan İnternationalê û parêzerê 16 rojnamegerên kurd ên girtî Resûl Temûr tev li civînê bûn. Zor û zehmetiyên ku rojnameger dijîn û mijarên weke sansûrê di civînê de hatin nîqaşkirin. 
 
HEVDÎTINA BI AYM’Ê RE
 
Koordînatora Programan a Tirkiyeyê ya IPI’yê Renan Akyavaş piştî civînê axivî û got ku piştevaniya wan a bi 16 rojnamegerên kurd ên girtî re didome û têkildarî mijarê li Enqereyê bi nûnerên partiyên siyasî û bi Dadgeha Makeqanûnê (AYM) re hevdîtin kirine. Akyavaş, bi domdarî got ku di hevdîtina bi AYM’ê re de bal kişandine ser mijarên derqanûnî û hewl dane ji wan nêrînan bigirin. 
 
BERTEKA LI DIJÎ QANÛNA SANSÛRÊ
 
Piştre jî metna hevpar a komên çapemenî û azadiya xweîfadekirinê ya navneteweyî hat xwendin. Daxuyanî ji hêla Cîgirê Dîrektorê IPI’yê Scott Griffen, ji OBCT’ê Dimitri Bettoni û ji RSF’ê Paul Pouchoux ve hat xwendin. Di daxuyaniya hevpar de bertek nîşanî “qanûna sansûrê” ya ji hêla meclisê ve hatiye erêkirin dan û hat gotin ku dê ev qanûn di mijara sansûr û otosansûrê de rolekê mezin bilîze. 
 
‘DIVÊ QANÛNA DEZENFORMASYONÊ PAŞVE BÊ KIŞANDIN’
 
Di metnê de bal kişandin ser hilbijartina hezîrana 2023’yan û hat gotin ku ji bo hilbijartinên demokratîk, hewcehî bi nûçeyên serbixwe û bi awayekî serbest belavkirina agahiyan heye ku ev yek hîmê bingehîn e.  Bi domdarî bang li hikûmetê hat kirin ku bi taybet jî di dema hilbijartinê de ji bo ku rojnameger bikarin karê xwe bêyî tirs û tacîzan pêk bînin, tevdîrên pêwîst bigirin. Di daxuyaniya hevpar de bi domdarî wiha hat gotin: “Divê hikûmet qanûna dezenformasyonê paşve bikişîne û vê avadaniya bisînorkirî ya ji bo sansûra online hatiye çêkirin, bi dawî bike. Mîna qanûna têkoşîna li dijî terorê, ev qanûn jî dê bike ku rojnamegerên muxalîf ji hêla rayedaran ve hedef bên girtin.” 
 
DIVÊ ÇAPEMENÎ JI SIYASETÊ BÊ PAQIJKIRIN 
 
Di berdewamê de hat destnîşankirin ku divê saziyên têkildarî çapemeniyê yên Tirkiyeyê ji siyasetê bên paqijkirin û tê de reform bên kirin. Metn, wiha didome: “Temamiya van saziyan, saziyên serbixwe yên çapemeniyê hedef girtine û hêza xwe xerab û ji bo cezakirinê bi kar anîne. Saziya Danezanê ya Çapemeniyê (BÎK) rojnameyên serbixwe ji weşandina danezan û reklaman men dike û bi sepanên cezayî re ji çavkaniyên debarê bêpar dihêle. Di meha tebaxê ya bihûrî de Dadgeha Makeqanûnê biryar da ku sepanên keyfî yên BÎK’ê weke binpêkirin qebûl kir. Tevî vê biryarê jî BÎK’ê mafê wergirtina danezanên cemaweriyê yên Evrenselê bi awayekî mayînde betal kir. Her wiha RTÛK bi rêk û pêk medyaya serbixwe hedef digire. Li gorî rapora Parlamenter Utku Çakirzer, di nava 9 mehan de RTÛK’ê 42 cezayên pereyan dane. Bi van cezayan re jî weşanên serbixwe hedef girt.” 
 
BANG LI PARTIYÊN SIYASÎ KIRIN
 
Di berdewama metnê de bang li hemû partiyên siyasî hat kirin ku êrişên li dijî rojnamegeran şermezar bikin û ji bo ku di hilbijartinên 2023’yan de bikarin karê xwe bikin, mafên wan mîsoger bikin. Bi domdarî hat gotin ku ew ji bo piştevaniya bi 16 rojnamegerên kurd re hatine Amedê û bang li hikûmetê kir ku hemû rojnamegerên girtî berde. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê di pêvajoya akredîtasyona çapemeniyê de reform bê kirin û ji bo ku hemû rojnameger bikarin karê xwe bikin, saziyên têkildar ji siyasetê bên paqijkirin. Serokatiya Ragihandinê, peywira xwe xerab bi kar tîne û qertên çapemeniyê yên bi sedan rojnamegeran betal kiriye. Divê rayeyên vê serokatiyê jê bên girtin û pergaleke di bin venihêrîna saziyên rojnameger û çapemeniyê de bê avakirin. Dê delegasyon di nava salê de ji nêrînên di dema hevdîtinên bi hevkar û rayedaran re hatine girtin, raporekê amade bike û parve bike.” 
 
MUFTUOGLÛ: HEWCEHÎ BI PIŞTEVANIYÊ HEYE
 
Piştre jî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivî û ev tişt anî ziman: “Piştî salên dûvdirêj, me derfet dît ku pirgirêkên rojnameger dijîn parve bikin. Civîna me hinek dirêj ajot ji ber ku pirsgirêkên me pir in. Em dibêjin ku weke rojnamegerên kurd, hem ji ber nasnameya xwe û hem jî ji ber pîşeya xwe di bin zextê de ne. Bo me girîng e ku ev rêxistinên çapemeniyê jî derheqê hevalên me yên girtî de agahî guhdar kirin. Em dikarin bibêjin ku têkildarî peywendiyên derheqê binpêkirinên li dijî çapemenî û azadiya xweîfadekirinê yên li ser vê erdnîgariyê de gavek hat avêtin. Ez dikarim bibêjim ku ev peywendî dê ji hêla me ve jî bê pêşxistin. Qanûna sansûrê ji xwe di fiîliyatê de hebû lê niha êdî fermî bû. Ji bo pêşîlêgirtina rewşên wiha, hewcehî bi piştevaniyê heye.”
 
Renan Akyavaş jî got ku dê piştevaniya wan a bi 16 rojnamegerên kurd û rojnamegerên din ên girtî re bidome. 
 

Sernavên din

15/10/2022
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin