Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin

  • rojane
  • 16:07 14 Cotmeh 2022
  • |
img

AMED - Komeleya 78’an a Amedê bi boneya hatina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û gotina “Ez ê Zindana Amedê veguherînim muzeya çandî” daxuyaniyek da û wiha got: “Vê girtîgehê, ruhê berxwedanê nîşanî me da û bo kurdan sembol e. Hûn nikarin bi van hewldanan Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û Mazlum Doganan bi me bidin jibîrkirin.” 

 
Komeleya 78’an bi boneya serdana Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û hewldana ku Zindana Amedê bikin muze, daxuyanî da. Daxuyanî, li ber deriyê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat dayîn. Di daxuyaniyê de bi nameyeke vekirî bang li Erdogan hat kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan” û dovîzên “Rewşa Zindana Amedê, neynika çareseriya pirsgirêka kurd e” hatin vekirin. Şaxên Komeleya 78’an ên Riha, Êlih, Mêrdîn û Amedê, Komîsyona Edalet û Lêkolînkirina Rastiya Zindana Amedê, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî ji bo piştevaniyê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Daxuyanî, ji hêla Berdevkê Komeleya 78’an a Amedê Celalettîn Can ve hat xwendin.
 
‘ZINDANA AMEDÊ PÊNASEKIRINA BERXWEDANÊ YE’ 
 
Celalettîn Can, ji ewil gotina Erdogan ku digot; “Ez ê Zindana Amedê veguherînim muzeyê” bi bîr xist û wiha got: “Dixwazin Zindana Amedê veguherînin muzeyeke çandî û bîranînên wê ji holê rakin. Ev hewldan, hewldaneke rast nîne. Tişta ku tu dikî, tiştekî rast nîne Erdogan. Di dîroka Tirkiyeyê de girîngtirîn hilbijartin dê pêk were. Ev biryarên wan, birînên kurdan xwînî dike. Divê hûn baş bizanin ku Zindana Amedê ji bo kurdan cihekî sembolîk ê êşdar e. Tevî her bêedaletiyên mezin û neheqiyên giran jî, Zindana Amedê ruhê berxwedanê yê gelê kurd e. Nabe ku cihekî wiha bibe muzeyeke çandî û ew hafizeya gel ji holê bê rakirin. Sûcên li dijî mirovahiyê yên şember nayên paşguhkirin. Pêwîste Zindana Amedê bibe muzeya mafên mirovan.”
 
‘RÊYA AŞTÎ Û EDALETÊ LI ZINDANA AMEDÊ RE DERBAS DIBE’
 
Di berdewamê de Can destnîşan kir ku rêya aştî û edaletê ji Zindana Amedê derbas dibe û wiha pê de çû: “Hûn dixwazin ku gel, êşên xwe, zilma li wan hatiye kirin û ruhê berxwedanê ji bîr bike û hûn hewl didin van tiştan birûxînin. Dema wijdan bû ronahiya rêya heqîqetê, wê demê dê edaleta hatiye jibîrkirin serbikeve, dê gelên vî welatî seribkevin û mirovahî serbikeve.” 
 
‘EW DI RUH Û HIŞMENDIYA ME DE DIJÎN’
 
Di dawiya axaftina xwe de jî Can ev tişt anî ziman: “Mixabin îro li Tirkiyeyê girtîgehan dikin navendên çandê. 30 hezar kes ji vê girtîgehê derbas bûne û 5 hezar kes jî bi awayekî sîstematîk li vir hatine ragirtin. Dibêjin di vê girtîgehê 35 kesan lê di rastiyê de 60 kesan jiyana xwe ji dest dan. Zindana Amedê em hînî berxwedana li dijî îşkenceyan kirin. Em Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Elî Çîçek û Mazlum Doganan ji bîr nakin. Ew ne di binê erdî de lê di ruhê me, di hizra me dijîn. Kesên li dijî faşîzmê li ber xwe dayîn ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.” 
 
Çalakî bi çepikan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

15/10/2022
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin