Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were

  • rojane
  • 13:30 15 Cotmeh 2022
  • |
img
RIHA - Malbata Şenyaşar diyar kir ku wan doznameya dosyeya qetlîamê ji AA’yê ya ku wan hedef daye nîşandan hîn bûne û hê jî daxwaza wan a darizandina adilane û berdana Fadil Şenyaşar bicih nehatiye. 
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li kargehan “serdana esnafan” kirin û piştre qetlîam pêk anîn. Xizm û parêzvanên Yildiz li kargehê dest bi qetlîamê kirin û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê berdewam kirin. Ji malbata Şenyaşar Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Celal û Adil Şenyaşar di qetlîamê de hatin kuştin. Medyaya nêzî AKP’ê ango îktidarê êrişê wek êrişa li dijî parlamenterê AKP’ê Yildiz ku xebatên hilbijartina giştî ya 2018’an dikir nûçe belav kirin. Rayedaran jî di daxuyaniyên ewilî de îdia kirin ku têkiliya “rêxistinê” û malbata Şenyaşar bi hev re heye. 
 
Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di 19’ê hezîrana 2018’an de daxuyanî da û piştgirî da malbata Yildiz ku qetlîamê pêk anîn û malbata Şenyaşar sûcdar kir. 
 
Fadil Şenyaşar ê ku di qetlîamê de birîndar bûbû û hê jî tedawiya wî didomiya hat girtin. Piştî qetlîamê bi 18 mehan girtiyê vê qetlîamê tenê Fadil Şenyaşar bû. Piştî bi 18 mehan birayê parlamenter Yildiz, Enver Yildiz bi komek 50 parêzvan û xizmên xwe re çû Edliyeya Rihayê û teslîm bû. 
 
Êrişa li dijî malbata Şenyaşar ku ji dikana wan dest pê kir û heta nexweşaneyê dest pê kir wek “li dikanê” û “li nexweşxaneyê” li didoyan hat veqetandin. Fadil Şenyaşar ê ku li kargehê birayê xwe parast di encama darizandina hat kirin de 37 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hat birîn. Li Enver Yildiz jî 18 sal cezayê hefsê hat birîn. Ji bo dosyeya nexweşxaneyê jî biryara veşarî hat dayîn û 4 sal û 4 meh di merhaleya lêpirsînê de hat hiştin. 
 
DOZNAME DI ŞÛNA PARÊZERAN DE TEBLÎXÎ AA’YÊ HAT KIRIN 
 
Bi salan ev dosye bi biryara veşartî hat hiştin. Lê têkildarî vê dosyeyê duh geşedanek qewimî. Dosyeya qetlîma li nexweşxaneyê duh beriya ku ji malbata Şenyaşar û parêzeran re bêr agihandin, serwîsî Ajansa Andolûyê (AA) hat kirin. Doznameya ku bi rêya AA’yê hat serwîskirin, hin pirsên dîrokê jî û hin pirsan ji bi xwe re anî. 
 
Doznameya ku bi rêya AA’yê hat serwîskirin rê li ber veşartîbûna biryarê jî vekir û di doznameya hatiye amadekirin de derbarê 19 kesan de doz hatiye vekirin. Ev dozname ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ve hat qebûlkirin. 
 
SÛCÊN DI DOSYEYÊ DE
 
Her çiqas parêzer bi naveroka dosyeyê nizanibin jî li gorî doznameya ku AA’yê serwîs kiriye, 2 jê girtî derbarê 19 kesan de ji sûcên "kuştina bi qestî”, “alîkariya kuştina bi qestî”, “hewldana kuştina bi qestî”, “zirardayîna malên cemaweriyê”, “binpêkirina destnedayîna kargehê”, “tunekirina delîlên sûc ango veşartin yan jî guhertin”, “derbarê eşyayê di hundirê avahiyê de hildane bin muhafazayê dizîkirin” dozname hat amadekirin. 
 
BERIYA HATINA ERDOGAN DOZNAME HAT AMADEKIRIN 
 
Dihat payîn Serokkomarê AKP’yî Erdogan serdana Rihayê bike lê ji ber kareseta li kana madene ya li navçeya Amasra ya Bartinê qewimî, bernameya xwe betal kir û dê biçe Bartinê. Balkêşe dozname beriya hatina Erdogan a Rihayê hat amadekirin û ji raya giştî re hat serwîskirin. 
 
Malbata Şenyaşar a ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, gelek caran gazî Erdogan û rayedaran kiribû û daxwaza edlatê kiribû. 
 
PIŞTÎ SERDANA BOZDAG GEŞEDAN QEWIMÎN 
 
Malbata Şenyaşar bi Nobeda Edaletê dixwaze Fadil Şenyaşar ê li Xarpêtê girtî ye bê berdan û darizandina adilane pêk were. Lê tevî ku nêzî 600 roj in malbat Nobeda Edaletê digire û daxwaza edaletê dike jî heta niha daxwazên wan bicih nehatiye. 
 
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag di 17’ê îlonê de li Rihayê hin serdanan pêk anîbû. Balkêşe piştî serdana Bozdag di dosyeya nexweşxaneyê hem dosyeya dikanê de geşedan qewimîn. 
 
FERÎT ŞENYAŞAR: DAXWAZÊN ME HÊ NEHATINE BICIHANÎN 
 
Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re 586 roj in li ber edliyeyê Nobeda Edaletê digire destnîşan kir ku beriya dozname teblîxî wan bê kirin bi rêya AA’yê ku malbata wî hedef nîşan dabû hatiye serwîskirin. Ferît Şenyaşar da zanîn ku heta niha jî tu daxwazên wan bicih nehatiye û li gel ku qetlîam pir eşkere ye jî. Şenyaşar anî ziman ku ev dozname tenê têr nake divê darizandina adilane pêk were. Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku cezayê li birayê wî Fadil Şenyaşar hatiye birîn divê bê xerakirin û heke birayê wî bê malê dê ew jî dawî li nobeda xwe bînin û biçin malê. 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

15/10/2022
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin