Wezareta Dadê ku bûdçeya wê hat zêdekirin dixwaze 20 girtîgehên nû veke

img
ENQERE - Wezareta dadê ku tê payîn li bûdçeya wê 22 milyar û 564 milyon lîre zêde bibe, plana çêkirina 20 girtîgehên din dike. Her wiha wezaretê ji bo lêçûnên danasîna girtîgehan jî 134 hezar lîre veqetand. 
 
Hevdîtinên Teklîfa Qanûna Bûdçeyê ya Rêveberiya Navendî ya 2023’yan ku bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan tê pêşkeşkirin, îro dest pê dikin. Bûdçeya wezareta dadê di sala 2021’an de 28 milyar û 251 milyon û 566 hezar lîre, di dawiya meha hezîrana sala 2022’yan de 53 milyar û 38 milyon û 680 hezar û 893 lîre û ji bo sala 2023’yan jî weke 75 milyar û 603 milyon û 176 hezar lîre hat plankirin. Di nava bûdçeya 2023’yan de ji bo “transferên ji bo saziyên ne li pey kar” milyarek û 651 milyon û 777 hezar lîre û ji bo “lêçûnên nûnertî û danasînê” jî 3 milyon û 33 hezar lîre hatin veqetandin. 
 
Di teklîfa bûdçeyê ya ku wezareta dadê hûrgiliyên wê di çarçoveya Bernameya Demekî Navîn diyar kiriye de, plan kiriye ku Saziya Tipa Edlî (ATK) ya ku (ku ji ber biryarên xwe yên derheqê girtiyên nexweş de her tim bûye mijara nîqaşê) di sala 2022’yan de 725 hezar rapor biencam kirine, di sala 2023’yan 800 hezar raporan biencam bike. 
 
JI BO DANASÎNA GIRTÎGEHAN 134 HEZAR TL
 
Ji vê bûdçeyê 90 milyon û 64 hezar lîre bo Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan hatiye veqetandin û ji vê parê jî 134 hezar lîre bo lêçûnên “nûnertî û danasînê” û 921 hezar lîre jî ji bo kirîna alavên mezaxeriyê hat veqetandin. Wezaret plan dike ku bo ATK’ê qamyonek, 31 mînîbûsên ku 17 rêwî lê siwar dibin, 5 qamyonet, 40 otobûsên ku 20 kes lê siwar dibin, 31 otomobîl û 28 panelan bikire.
 
JI BO HER 10 HEZAR KESAN DOZGEREK Û DU DADGER 
 
Di rapora wezaretê ya ji bo teklîfa bûdçeyê de di sala 2022’yan de ji bo serê her 100 hezar kesan 20 dadger diketin û ev hejmar di sala 2023’yan de ji sedî 0,5 zêdetir bû. Her wiha di sala 2022’yan de serê her 100 hezar kesan 10 dozger kes diketin û di sala 2023’yan de ev hejmar ji sedî 10,5 zêdetir bû. Bi vê planê re ji serê her 10 hezar kesan dozger û du dadger dikevin. Di sala 2021’an de hezar û 372 dadger/dozger, di sala 2022’yan de hezar û 500 dadger/dozger û ji bo sala 2023’yan jî hat plankirin ku hezar û 500 dadger/dozger bên tayînkirin. 
 
PLANA 2023’YAN: 20 GIRTÎGEHÊN NÛ
 
Wezareta dadê ji bo sala 2022’yan plan kiribû ku 18 girtîgeh bên vekirin û di plana sala 2023’yan de jî bi inyete ku 20 girtîgehên nû veke. Hejmara dosyayên ku li gorî pergala tevdîra kontrola edlî didomin, di sala 2022’yan de 600 hezar bû û tê plankirin ku di sala 2023’yan de jî heman hejmar be. Di sala 2022’yan de hat ragihandin ku 500 hezar kes bi rêya kontrola edlî tên şopandin, di heman çarçoveyê de 13 hezar û 500 zarok bi rêya tevdîra kontrola edlî di bin çavdêriya dewletê de ne. Ji bo sala 2023’yan jî tê armanckirin ku 500 hezar kesên gihiştî û 13 hezar û 500 zarok bi rêya tevdîra kontrola edlî bên şopandin. Her wiha di sala 2021’an de teqîbata 2 hezar û 547 kesan bi rêya pergala şopandina elektronîk hat kirin, ev hejmar di sala 2022’yan de derket 9 hezaran û ji bo sala 2023’yan jî 9 hezar kes tê armanckirin. 
 
DI DANASÎNA NÛNERTIYÊ DE JI SEDÎ 102 ZÊDE BÛ
 
Girtîgeh û Saziyên Wargehên Kar ên Girtîgehan, di teklîfa bûdçeyê de rêgezên xebatê yên bûdçeya taybet a rêveberiya cemaweriyê hatin diyarkirin. Wezaretê, di vê çarçoveyê de 6 milyar û 962 milyon û 535 hezar lîre ji bûdçeya sala 2023’yan veqetand. Ji vê bûdçeyê jî 197 milyon û 511 hezar lîre ji bo lêçûnên xebatkaran, 21 milyon û 513 hezar lîre ji bo lêçûnên SGK’ê, 4 milyar û 780 milyon û 752 hezar lîre jî ji bo lêçûnên kirîna mal û xizmetê hat veqetandin. Ji bo “lêçûnên nûnertî û danasînê” ya vê saziyê di sala 2022’yan de 698 hezar û 894 lîre hatibûn xerckirin û ji bo sala 2023’yan jî ev hejmar weke milyonek û 416 hezar lîre hat hesabkirin. Bi vê yekê re lêçûnên nûnertî û danasînê ji sedî 102 zêdetir bû. 
 
Ji bo vê saziyê jî tê payîn ku di sala 2023’yan de 9 kamyonet, 4 mînîbûs, 10 otobûs û 14 kamyonet bên kirîn. 
 
PARA PERWERDEYÊ KÊM BÛ YA XEBATÊ ZÊDE BÛ
 
Di sala 2021’an de hejmara perwerdeya têkildarî girtiyan 149 bû û ev hejmar di sala 2022’yan de bû 50 û ji bo sala 2023’yan jî weke 50 hat destnîşankirin. Ji bo girtiyên jin ev hejmar weke 5 hat diyarkirin. Di sala 2021’an de perwerde dabûn hezar û 344 girtiyan, di sala 2022’yan de dan 250’an û tê payîn ku di sala 2023’yan de bidin 250 girtiyan. Hejmara girtiyên tên xebitandin jî weke 55 hezar hat destnîşankirin. Ji bo sala 2023’yan jî weke 55 hezar û 500 kes hat diyarkirin. 
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

24/02/2023
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN
23/02/2023
21:14 Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
19:46 Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû
19:42 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
19:37 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî 22 kes hatin girtin
17:39 Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye
16:52 Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Erol: Divê dawî li definkirina komî bê
16:27 Kavilên Diyar Galeria bi veşarî tên rakirin: Gelo Tîma Taybet li çi digere?
16:26 Ji Hiqûqnasan Nobeta Edaletê: Em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin
16:25 AFAD mexdûrên erdhejê deyndar dike
15:55 Ricaya zarokekî: Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîran bigirin
15:35 Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn
15:14 Di weşana zindî de gef li nûçegihanê Halk TV’yê hat xwarin
15:14 HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkirin
15:08 Tevî biryara bêçalaktiyê di rojekê de 74 caran êriş kir
15:00 ‘Doza Akademiya KCK’ê’ hate taloqkirin
14:58 Xetereya Koçê: Bêyî ku ji qadan derkevin divê jiyana nû ava bikin
14:49 Sancar: Em ê li gorî ruhê dîrokê û çandê bajarên xwe ava bikin
14:44 Alîkariyên PAME’yê hatin belavkirin: Dê piştevanî dinyayê biguherîne
14:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:26 TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir
14:07 Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne
13:48 Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû
13:41 Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin
13:23 Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin
12:57 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin
12:48 Baroya Îzmîrê ji ber zarokên erdhejê giliyê wezîr Yanik û ÎHH’ê kir
12:48 Sancar li Narliyê çû serdana mexdûrên erdhejê
12:47 Li Agiriyê îdiaya întîharê
12:47 Şaredariya Silopiyayê heqê hatin û çûnê ji mexdûrên erdhejê nastîne
12:47 Jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Em ê ji bo avakirina jiyana nû li qadan bin
12:06 Ji bin kavilan 150 cenaze derxist: Em bêxwedî bûn, gelê me alîkariya me kir
11:47 Colemêrg a li ser xeta fayê di rojeva Meclisê de ye
11:17 Mexdûrên erdhejê li dijî konbajar in: Gelo ma li Amedê tu cihên din nemabûn?
11:08 Ji AYM’ê derbarê êrişa li dijî Dayikên Şemiyê de biryara ‘binpêkirina maf’ da
11:07 Ji girtiyê bi îşkenceyê kuştin re 14 hezar lîre pereyê xwarinê teblîx kirin!
10:29 Xwe spartin goristana ku xizmên xwe lê defin kirine
10:27 Ûcaman: Konbajarê li kêleka çem dê xetereyên mezin bîne
10:11 Saziyên kurdî bertek nîşanî astengkirina malperên kurdî dan: Ev biryar nayê qebûlkirin
10:05 Odeya mêvanan a mexdûrê erdhejê
09:55 Piştî erdhejê rewşa Defneyê
09:42 Li Botanê kampanya piştevaniya jinan mal bi mal belav dibe
09:13 ‘Rûyê rast ê dewletê hat dîtin'
09:08 Ji malbateke 12 kesî tenê dê û bav man: Min her tim li ber zilmê li ber xwe da
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2023'YAN
22/02/2023
23:41 340 navnîşanên URL û malperên înternetê hatin astengkirin
23:33 CPJ: Rojnamevanan bi ‘terorîzmê‘ sûcbar nekin
19:27 Twîtterê bêyî hincet hesabê Rojnameya Xwebûnê girt
18:43 Tifaqa Ked û Azadiyê çû serdana mexdûrên erdhejê yên li Antakyayê
18:23 Kesê êrişî HDP'ê kir hat berdan
17:01 Aktîvîstên ekolojiyê: Ev hilweşîn, encama pergala rant û talanê ye
16:57 Piştî çend rojan dema cilêt û eynik dît…
16:27 Raporek têkildarî rewşa zarokên li konan dimînin hat belavkirin
16:15 Endamê SGDF’ê Polat ji ber ‘heqaret li Erdogan kiriye’ hate girtin
16:02 ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê rapora xwe ya erdhejê parve kir
16:01 Li Semsûrê giliyê îşkencekirina dilxwazan hat kirin
16:01 Li Amedê mexdûrên erdhejê bi zorê ji dibistana ku lê dimînin tên derxistin
15:32 ÎKK’a Rihayê ya TMMOB’ê: Divê efûya îmarê ji rojeva welat bê derxistin
15:32 Kiliçdaroglû Li herêma erdhejê ye: Hê jî pêdiviya konan nehatiye dabînkirin
14:54 Buldan bersiv da Erdogan: Ev gel êdî tenê yek rojê jî tehemûla we nake
14:47 ‘Dixwazin bi rakirina bilez a kavilan ser heqîqetê bigirin’
14:36 Komeke parêzeran giliyê 2 jê qeyûm 134 şaredaran kir
14:32 Welatiyê astengdar: Dewlet ji girtina xelkê re jêhatî ye lê dewlet nehat rizgarkirinê
13:57 Li Semsûrê bajarê konteyniran tê avakirin
13:56 Tevî rapora ‘ji bo bikaranînê guncav nîne’ jî nexweşxane hêj tê xebitandin
13:27 Hêj ajalên asê mayîn nehatin rizgarkirin dest bi hilweşandinê kirin
13:05 Biryara OHAL’ê: Qedexeye ku karker ji kar bên derxistin
12:52 Parêzer Tozbey: Dewlet bi radestkirina zarokan a weqfan sûc dike
12:18 Bi rojan tî û birçî li benda alîkariyê man
11:51 Wêneyê ‘dewlet tune ye’!
11:38 Malbata Şenyaşar: Yên ku sûcê mirovahiyê dikin, wê di bîra civakê de neyên ji bîr kirin
11:36 MALÇEP: Em neçarin li gorî şertên xwezayê avahiyan çêkin
11:20 Li Hênê bi pileya 4.5’an erdhej çêbû
11:19 ‘Hewa sar e, merc giran in lê kon nayên şandin’
11:18 Dr. Akengîn: Li herêmên erdhejê pêdivî zêdetir bi jinan heye
10:53 ‘Ji ber ku em kurdên elewî ne alîkariyê nadin me’
10:38 Pirsgirêka konan a Samandagê hêj nehatiye çareserkirin!
10:29 Li Mereşê toz û duman radibe û welatî di konên nelihev de dimînin
10:21 Ji bo pirsgirêka penaberan pêşniyara wezaretê
10:14 Rojnamevana Îranî Abasian: Rêya dîktatoran yek e
09:44 Topuz: Helwesta ‘me eleqedar nake’ dike ku êrişên ser rojnamegerên kurd zêde bibe
09:28 ‘Ne erdhej lê dewlet dikuje'
09:12 Ji Egeyê 31 TIR û 20 kamyon alîkarî hat şandin
09:06 Li Amedê erdhej çêbû
09:04 Muslim: Di erdhejê de rastiya dewleta tirk derket holê
09:01 'Ger dewlet li şûna bombebarankirina çiyayên Kurdistanê, bi hawara gel biçûya ev qas kes nedimirin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2023'YAN
21/02/2023
21:20 Alîkariya xelkê Silêmaniyê gihaşt Rojavayê
20:22 Ahmet Turk: Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana
19:50 CÎSST: 17 hezar û 600 girtî bandor ji erdhejê girtine
18:59 Cenazeyê Çîftçiyê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin
18:03 Li Girtîgeha Islahiyeyê gardiyanan êrişî girtiyan kir
17:36 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe jid est dan gihîşt 42 hezar û 310'an
17:26 Stûnên Girtîgeha Osmaniyeyê xesar dîtine: Em bi mirinê re rû bi rû hiştine
17:15 Êrişî HDP'a Stenbolê hat kirin
16:57 DBP: Em bi yek dengî xwedî li doza zimanê kurdî derkevin
16:51 Doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
16:46 Sancar: Em ê vê îktîdarê têk bibin û welêt jinûve ava bikin
16:45 Ji Serokkomarê Almanyayê peyama erdhejê ya bi kurdî: Êşa we êşa me ye
16:37 Pîrê elewiyan: Li şûna polîtîkayên ewlehiyê bila plana îmarê çêbikin