Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye

  • rojane
  • 09:37 28 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Pîrdogan Kemal ku geşedanên li Zap, Metîna û Avaşînê ji nêz ve dişopîne da zanîn ku li herêmê 5 cureyên çekên kîmyewî tên bikaranîn û wiha got: “Dewleta tirk ji ber ku ketiye qadên gerîla poşman bûye û niha asê maye. Li hemberî berxwedana gerîla ya dîrokî ne dikare paş de vegere û ne jî dikare pêş ve biçe."
 
Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi awayeke berfireh êrîş dan destpêkirin. Di êrîşan de heta niha 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn û 44 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-STAR) jiyana xwe ji dest dane. Di 18'ê Cotmehê de jî nasnameya 17 endamên HPG û YJA-Starê yên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane, kesan bi raya giştî re hat parvekirin û bi dû jî dîmenên 2 endamên HPG'ê ku ji kîmyasalê bandor bûne hatin belavkirin. 
 
Li herêmê pêvçûnên dijwar diqewimin û bikaranîna çekên kîmyewî jî berdewam dike. Lê hê jî ne Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û saziyên din ên navneteweyî ev yek lêkolîn nekirine. OPWC'yê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku piştî ku dewlet serlêdanê bikin ew ê karibin lêkolînê bikin. 
 
Rojnameger Pîrdogan Kemal ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne bikaranîna çekên kîmyewî, rola PDK'ê û bêdengiya qada navneteweyî der barê bikaranîna çekên kîmyewî de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.
 
Rojnameger Pîrdogan Kemal diyar kir ku Tirkiye li herêmê 5 cureyên çekên kîmyewî bi kar tîne û ev tişt gotin: “Dewleta tirk a dagirker di şerê xwe yê qirêj de li gel hemû teknîkên leşkerî yên modern, çekên kîmyewî yên ku ji aliyê qanûnên navneteweyî ve hatine qedexekirin, bi kar tîne.  Hejmara çekên kîmyewî yên ku di şerê 6 mehên dawî de hatine bikaranîn, di tevahiya dîroka şer a 40 salî de jî nehatine bikaranîn. Berî her tiştî ger em li cureyên van kîmyewî binêrin; wekî ku tê zanîn çekên kîmyewî ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve rastî hin cudakirinan hatine. Ev bi awayekî bingehîn wekî 5 cureyan tên dabeşkirin. Ev hemû madeyên kîmyewî ji pêkhateyên cuda tên bidestxistin, Ev çek di şer de ku 6 meh li pey xwe hiştine, di asta herî  bilind de tên bikaranîn. Tevî hemû derfetên gelekî kêm hêzên gerîla jî bi awayekî zelal tespît dike û bi raya giştî re parve dike. Em rojnamegerên li qadê jî van êrîşan ji nêz ve dişopînin. Di heman demê de hêzên gerîla heta niha gelek caran dîmenên van êrîşan bi raya giştî re parve kirine."
 
'5 CUREYÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊN BIKARANÎN'
 
Kemal da zanîn ku artêşa tirk heya niha 5 cureyên çekên kîmyewî bi kar anîne û ev agahî bi raya giştî re parve kirin: "Bi taybet jî madeyên kîmyayî yên ku derbasî sîstema rehikan, sînîr û sîstema bêhnê dibin, bikar aniye. Hêzên gerîla van çekên kîmyewî bi bêhn û rengê wan nas dikin û zelal dikin. Di vê çarçoveyê de gerîlayan di çepera şer de bi xwe ragihandine ku artêşa tirk çekên kîmyewî yên bandorê li sîstema rehikan, sîstema bêhnê dikin bi kar aniye ên wekî gaza klor, gaza îsotê ya konsantre û pêkhateyên wan. Hêzên gerîla diyar dikin ku rengên kîmyewî jî piranî ev in; zer, kesk, gewr, reş û spî.  Dibêjin ku carinan bêhna wê jî dişibe ava kincan, carinan jî bêhna şekirê şewitî, sêv, asîda şewitî û cureyên din. Li gel van ragihandinan bi aşkere derdikeve holê ku gelek çekên kîmyewî yên li qada navneteweyî hatine qedexekirin, bi tundî li dijî hêzên gerîla tên bikaranîn."
 
'PDK JI BO TIRKIYEYÊ BAREGEHAN ÇÊDIKE'
 
Kemal destnîşan kir ku Tirkiye bi alîkariya PDK’ê li herêmê qadên şer û êrîşên xwe berfireh kirine û wiha got: "Rewşa niha ya herêmê ew e ku artêşa dagirker asê bûye. Beriya her tiştî di destpêka operasyona dagirkeriyê de armanca sereke ya dewleta tirk di demeke nêz de  dagirkirina xetên stratejîk bû. Lê ev armanc pêk nehat. Piştî wê, ji bo ku xwe ji van herêman rizgar bike, dest bi berfirehkirina qada şer kir û êrîşên xwe zêde kirin. Ev rewş bi taybetî piştî du mehan hat ditin. Dema ji vê guhertina planê tu encam derneket, vê carê hêzên paramîlîter ên taybet ên girêdayî PDK'ê tevlî kir ku ji destpêkê ve hewl dida bi awayekî neyekser hêzên PDK'ê û paramîlîter tevlî şer bike. Dema ku ev yek bi taybetî li Zapê tu encam negirt, xwest li qada Metînayê jî bêsepandin. Tevgera azadiya kurd ji destpêkê ve li hemberî hemû gavên provokatîf ên PDK’ê rawestiya û ji bo pêşî li nakokiyên navxweyî bigire, bersiv neda êrîşên hêzên PDK’ê. PDK'ê jî hewl da ku ji vê yekê sûd werbigire û hewl da bikeve qadên ku bi salan e di destên hêzên gerîla de ne û hewl da hêzên gerîla dorpêç bike."
 
Kemal bilêv kir ku li gel ev qas êrîşan jî dewleta tirk negihaştiye armanca xwe û wiha domand: "Hewldanên hêzên PDK'ê didomin. Di bin ala Kurdistanê de   rêyên ber bi herêmên Girê Amediyê, Girê Ortê û Sêdare yên Metîna ve biçe, vedike. Her wiha li van herêman ji bo dewleta dagirker a tirk baregehan ava dike. Yanî bi qasî ku em dişopînin negihaştine armanca xwe. Artêşa dagirker tenê bi alîkariya PDK’ê qada şer berfireh kir, lê bi baweriya min ji vê yekê poşman bûye. Ji ber ku li vir derbên herî giran dixwe. Hêzên gerîla her roj bi delîlan agahiyên herî berbiçav ên vî şerî radigihîne raya giştî. Em rojnameger jî van êrîşan û têkoşîna gerîla li qadan dişopînin û agahiyên lezgîn bi raya giştî re parve dikin.”
 
'DEWLETA TIRK DI VÎ ŞERÎ DE QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE'
 
Kemal diyar kir ku şandeyên ku dixwestin biçin herêmê lêkolînan bikin ji  aliyê PDK’ê ve bi zanebûn hatine astengkirin û wiha got: “Nêzî 3 hezar carî bi çekên kîmyewî û êrîşên bombeyî yên qedexekirî êrîş kirin. Dewleta tirk a dagirker di nava vî şerê 6 mehan de, hemû qanûnên navneteweyî binpê kirin. Hin ji van ji aliyê hêzên gerîla ve hatin tomarkirin û bi raya giştî re hatin parvekirin. Yanî ev hemû êrîş bi awayekî eşkere hatine belgekirin û li gel mînakên wan ji gelek rêxistinan re hatine şandin. Navenda Giştî ya NPG'yê êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku artêşa dagirker di şerê 2 salên dawî de pêk anîne û gerîlayên di encama van êrîşan de şehîd bûne bi raya giştî re parve kir. Di encama van agahiyan de artêşa dagirker di meha Sibatê de di êrîşa Garê/Siyanê de ya li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê da destpêkirin, li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi bombeyan û çekên kîmyewî yên qedexekirî yên navneteweyî ku gazên jehrê derdixin bi kar anîne û didomîne. Artêşa tirk di sala 2021'ê de li heremên Garê, Siyanê, Zendûra, Metîna, Avaşîn, Mamreşo, Girê Sor, Aris Faris, Girê Kartal û Werxelê 367 êrîşên qedexekirî yên bombeyî û kîmyewî pêk anîne û tenê di van êrîşan de 46 gerîla şehîd ketine. Di operasyona dagirkeriyê de ku di Nîsana 2022'yan de hat destpêkirin, di nava 6 mehan de di êrîşên bi çekên qedexekirî yên kîmyewî de bi giştî 44 gerîla şehîd bûne. Di dawiyê de dîmenên du gerîlayên ku rastî êrîşên kîmyewî hatibûn bi raya giştî re hatin parvekirin."
 
Kemal axaftina xwe wiha domand: "Ne pêkane ye ku mirovên xwedî wijdan û exlaq li hemberî van dîmenan bêdeng bimîne. Gelê kurd piştî van dîmenan li her derî bertekên xwe nîşan da. Vê hêrsa heyî mezintir kir. Lê tevî van belgeyan jî hin alî wekî ku ne rast be û wekî îdiayek be tevgeriyan. Hin kes jî ji bo ev sûc neyên ditin û darizandin jî gelek hewl dan. Hem par û hem jî îsal gelek şande û rêxistinên serbixwe hatin herêmê û xwestin sûcên artêşa tirk a bi çekên qedexekirî hatine kirin bibînin û lêkolînên serbixwe bikin. Lê rêveberiya PDK'ê rê neda ku hin ji van şandeyan biçin van herêman û heta destûr nedan bikevin Başûrê Kurdistanê."
 
'OPWC NEHIŞT TIRKIYE BÊ DARIZANDIN'
 
Rojnameger Kemal bal kişand ser bêdengiya OPWC'yê ya li hemberî êrîşên bi çekên kîmyayî jî û anî ziman ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn herî zêde li vê herêmê çekên kîmyewî hatine bikaranîn û wiha domand:  “Her çi qas ev hemû êrîş bi belgeyan bên îspatkirin jî, em dibînin ku hin kes kor, ker û lal in. Di serî de rêxistina bi navê OPCW'yê heye. Rêxistina OPCW'yê di 29'ê Nîsana 1997'an de hatiye damezrandin. Sê sal piştî wê jî Tirkiye tevlî vê rêxistinê bûye. Ji wê demê û vir ve dewleta tirk êrîşên dagirkeriyê yên bi çekên kîmyewî yên ên li Kurdistanê, di bin sîwana OPCW'yê de paqij kiriye. Tevî ku her carê delîlên şênber ji vê rêxistinê re dihatin şandin jî, ev delîl hatin paşguhkirin û dewleta tirk a dagirker nehat darizandin. Lê eger çekên kîmyewî yên ku di şerê du salên dawî de ji aliyê artêşa dagirker ve hatine bikaranîn neyên sekinandin, dibe ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn herî zêde di vî şerî de çekên kîmyewî bên bikaranîn. Tevî ku ev hemû sûc hatine îspatkirin jî, ev rêxistin bi berevajîkirina prensîbên xwe berpirsyariya xwe bi cih nayne. Ev jî nîşan dide ku ev rêxistina bi navê rêxistineke serbixwe û di ser dewletan re ye, di rastiyê de bi tevahî alîgir e û di bin rêberiya NATO'yê de tevdigere. Ji ber ku bi rastî jî NATO bi xwe ye ku vê hêzê dide dewleta tirk. Heman NATO xwe ji sûcên li dijî mirovahiyê yên ku dewleta faşîst ji bo berjewendiyên xwe pêk tîne, dûr naxe."
 
'ÇEK JI PAKÎSTANÊ TÊN GIRTIN'
 
Kemal anî ziman ku çekên kîmyewî yên li herêmê tên bikaranîn li Pakîstanê tên peydakirin û got ku ev çek bi piştgirî û hevkariya NATO'yê hatine bikaranîn û wiha got: “Dewleta tirk niha bi vê derewa ku bi awayekî eşkere çekên kîmyewî hildibirîne û di envantera wê de cih nagire, ji ber ku îdia dike ku di bin navê qanûnan de ye, hewl dide raya giştî bixapîne. Her çendî wan eşkere kir ku di salên borî de gelek caran bi destên xwe ev çek bi kar anîne jî, lê niha bi derewên şerê taybet hewl didin vê rastiyê serûbin bikin. Artêşa dagirker heman derewan li ser çekên nukleerî yên taktîkî û bombeyên termobarîk ên ku bi kar tîne jî dibêje. Mînak dewleta Tirk li xwe mikur hat ku bombeyên termobar bi kar aniye. Bernameyeke hilberînê ya bi navê 'Tendurek' jî heye ku li cihê çêkirina van bombeyan dest pê kiriye. Di nav vê bernameyê de bombeyên bi navê MK-82-T jî hene. Van bombeyan li dijî tunelên şer ên gerîla bi kar tînin. Di rastiyê de dîmen û bermahiyên bombeyên termobarîk ên par li herêma berxwedanê ya Werxelê hatibûn bikaranîn ji raya giştî re hatin parvekirin. Ev bombe bi taybetî di tunelen de tên bikaranîn. Her wiha ev bombe di çarçoveya derfetên ku ji Tirkiyeyê re tên dayîn de tên hilberandin. Lê xala herî girîng ew e ku li gorî hin lêkolînan dewleta tirk van çekan ji NATO’yê bi xwe dikire, lê di bin navê amûrên leşkerî yên din de bi hin kesan dikire. Şîrketên pêşiyê ji bo ku wekî ku ji hêla NATO'yê ve hatine kirîn xuya nakin. Her wiha îhtimaleke mezin li cihên ku bi dizî ji artêşê re çekên wiha çêdikin hene."
 
Kemal destnîşan kir ku dewleta tirk van çek û madeyên qedexekirî yên di van çekan de bikar tînin jî li Pakîstanê ku weke dilê bazara çekan a Rojhilata Navîn tê dîtin û ji hin rêxistinên çekdar peyda dike û wiha got: "Ji bo nimûne, ew bi dizî  ji bazirganên çekan ên neqanûnî li Pakistanê dikire. Wekî ku min got, ew wan di bin navê materyalên cuda de nîşan didin. Xala sereke ku divê em li vir bipeyivin ev e: Di vî şerî de rola NATO'yê ye ku ji sala 1985'an û vir her cure piştgiriyê dide artêşa tirk a dagirker. Ev rêxistina xwedî dîrokeke qirêj rasterast hevkarê şerê qirkirina gelê kurd e. Îro ev hêz ji hemû çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî yên li dijî qadên parastina medyayê tên bikaranîn û ji van êrîşan berpirsyar e. "
 
'KETINE NAVA XELETIYEKE MEZIN'
 
Rojnameger Kemal diyar kir ku gelê kurd wê xiyaneta PDK'ê ji bîr neke û dê yên ku têkoşîna li dijî îxanetê anîne asta herî bilind jî jibîr neke û wiha pê de çû: "Helbet hêzên PDK’ê gelek caran ketin nava vî şerî. Bi rastî, tişta ku em bizanibin ev e ku PDK'ê aliyê xwe hilbijartiye. Ji ber vê yekê di vî şerî de alî hene. Li aliyekî hêzên gerîla ku bi derfetên kêm bi fedakarî li ber xwe didin û li aliyê din jî dewleta tirk a dagirker ku li ser esasê her cure hevkariyên qirêj piştgirî girtiye heye. Di şerê qirkirinê de ku bi dehan salan e artêşa dagirker li dijî gelê kurd daye meşandin, PDK’ê tercîha xwe ji aliyê dewleta tirk ve bi kar aniye û bi vî rengî tev digere. Bêguman li hemberî têkoşîna gerîla ya dîrokî, tevî hemû piştgiriya NATO û PDK'ê bi xwe jî artêşa tirk heta îro jî negihîştiye armanca xwe. Di vî şerî de artêşa dagirker hêzên xwe yên herî payebilind winda kir û hîn jî winda dike. Her wiha gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê, êdî baş fêm kiriye ku kî alîgirê kê ye û kî ji bo berjewendiyên gelê kurd tedikoşe. Gelê kurd gerîla hembêz dike û ji helwesta xwe ya têkoşînê gavekê jî paş ve navêje. Ji ber ku bi saya têkoşîna Rêber Apo gelê kurd êdî hebûna xwe îspat kiriye. Niha zarokên leheng ên gelê kurd li çiyayên Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin. Gelê kurd êdî bi aşkere dibîne ku kî li dijî vê têkoşînê radiweste û kî xwe feda dike. Hem dewleta tirk a dagirker û hem jî hêzên ku bi wê re hevkariyê stratejîk dikirin, ketine nava xeletiyeke mezin. Ev xeletî jî fikra xelaskirina gerîlla bû. Bi vê xeletiyê tevgeriyan û haya wan jê tune ku bi destên xwe mirina xwe amade dikin. Di vî şerê dijwar de gerîla windahiyên giranbuha dan. Bi taybetî di du salên dawî bi sedan gerîlayên leheng şehîd bûn. Di vê rêyê de bedelên mezin hatin dayîn, lê hêzên gerîla her tim bi zanebûna vê rastiyê li ber xwe dane. Rastî ev e ku 'bi berdêla mezin armanc derdikeve holê.'"
 
'POŞMAN BÛNE Û ASÊ MANE'
 
Rojnameger Kemal anî ziman ku Tirkiye li herêmê asê maye lê PDK'ê jê re qad vekirine û got ku tevî hemû derfetan jî tu pêşketin çênebûye û wiha domand: "Di 17’ê Nîsana 2022’yan de bi dehan herêm bi awayekî hevwext bi dijwarî hatin bombardumankirin. Armanc ew bû ku hêzên gerîla îmha bikin. Lê hesabê malê dîsa bi kêrî bazarê nehat. Xala sereke ya ku artêşa dagirker plan nekir, berxwedana mezin a gerîla ya sala 2021’ê bû. Û hêzên gerîla ji vî şerî  tecrube girtin. Bi taybetî di şerê tunelan de yê sala 2021’ê de gerîla di ezmûneke mezin re derbas bû. Di heman demê de ekîbên gerok ku şêwaza herî girîng a serdema nû bûn, li ser bingehê ax, li ser planên ji berê hatine plansazkirin hatin birêxistinkirin. Ji ber vê yekê artêşa dagirker matmayî mabû û di destê ewil de dest bi zordestiyeke mezin kir. Ji ber ku me li qadan dît. Li ser vê yekê, bi berfirehkirina qada şer re ber bi herêmên rojavayê Zapê ve li qadê cerdevan, kontra û çete bi cih kirin. Ev taktîk bi berxwedana gerîla hat têkbirin. Pişt re leşkerên xwe yên herî payebilind li qadê bi cih kirin. Ji van jî ew herêmên ku ji wan re bûne goristan mîna Girê Amediyê, Girê Hakariyan, Girê Cûdî û girê FM. Li hemberî van herêman jî wekî her carê PDK gihîşt hawara wan û daket qadan. Ger em li van hemûyan binêrin, her çendî niha li gelek deveran hêzên dagirker ên tirk hene jî, lê heta niha li tu qadan nikaribûye dest bi operasyoneke rast bike. Tevî hemû rê û rêbazan nikarin tunelên şer ên gerîla û berxwedana li wir biqedînin. Berevajî vê, wan derbên mezin xwarin. Ya duyemîn jî, li hemberî gerîlayên çalak û profesyonel bêçare bûn. Ji ber ku bi van her du şêwazan hêzên gerîla înîsiyatîfa şer girt. Yanî me di vî şerî de dît ku teknîka şer a ku ew pê serbilind in bi rê û rêbazên rast dikare bê pûçkirin. Ji ber ku li her qadê 24 saetan bi dehan balafirên keşfê difirin û li her derê kamerayên termal û Mobese hatine bicihkirin û tevî xebatên sîxuriyê yên PDK'ê jî hêzên gerîla di her kêliyê de li ber xwe dide. Dewleta tirk ji ber ku ketiye qadên gerîla poşman bûye û niha asê maye. Li hemberî berxwedana gerîla ya dîrokî ne dikare paş de vegere û ne jî dikare pêş ve biçe. Rastiya gotinên 'Kurdistan bêderbase ye' û 'Sefer ji Kurdistanê re çêdibe lê serkeftin çênabe' di asta dîrokî de careke din xwe dubare dike."
 

Sernavên din

28/10/2022
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan
10:30 ‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’
10:15 Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe
09:01 'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye'
09:01 Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:33 Li Zapê leşkerek din jî hat kuştin
08:23 Seroka TTB’ê Fîncanci sewqî edliyeyê hat kirin
26/10/2022
23:05 Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat binçavkirin
23:00 Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin
21:57 Rojnamevan Aggoz bi şertê hepsa malê hat berdan
21:46 Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir
20:36 Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
19:45 'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye'
19:33 Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:28 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
16:15 Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo Aggoz tê girtin
15:53 Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
15:50 Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin
15:19 Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin
14:51 Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe
14:40 Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
14:19 Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin
14:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin
14:14 Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn
14:13 7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê
14:08 ÎHD: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
14:06 TTB: Axaftinên Fîncanci ne sûc in
14:05 Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin
13:52 Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin
13:39 Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê
13:23 ‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’
12:28 Jîna Emînî li ser gora xwe tê bîranîn
12:23 Dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 1’ê Mijdarê de meşeke mezin bê lidarxistin
12:22 CPJ: Bila Tirkiye dest ji tacizkirina rojnamegerên kurd a bi sûcdariyên bêbingeh berde
12:12 Binçavkirina rojnamegeran: Dixwazin civakê bêdeng bikin
12:01 DFG û MKGP: Ne em bila desthilat bitirse
11:56 Turkdogan bal kişand ser qanûna bi hejmara 5564’an: Divê kesên kimyasal bikaranîne bên darizandin