Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin

  • rojane
  • 13:53 28 Cotmeh 2022
  • |
img

STENBOL - HDK, HDP û BMG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê di 6’ê mijdarê de meşa “Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî” li dar bixin. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Banga me li tevahiya gelê me û hêzên demokrasiyê ew e ku beşdarî meşa me ya mafdar bibin.” 

 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê di 6’ê mijdarê de li Taksîmê meşa “Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî” li dar bixin. Daxuyanî li avahiya HDP’a Stenbolê hat dayîn û gelek kes beşdar bûn. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay da zanîn ku ji sala 2021’an heta niha dewleta tirk bênavber êrişî Herêma Federal a Kurdistanê dike. 
 
Bi domdarî Kemalbay anî ziman ku di demên dawî de dîmenên çekên kîmyewî yên ku artêşa tirk li dijî PKK’iyan bi kar tîne derketine holê û van dîmenan di nava gel de rê li ber înfîaleke mezin vekiriye. Kemalbay, axaftina xwe wiha domand: “Di encama bikaranîna van çekên kîmyewî de 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Bi dîmenên hatine parvekirin re xuya dibe ku Tirkiye bi awayekî vekirî peymanên weke Konvansiyona Cenevreyê û peymanên din ên navneteweyî binpê dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê van sûcdariyan red dike û zanyar û rojnamegerên ku van dîmenan dipirsin û dixwazin bên lêkolînkirin jî hedef nîşan dide. Em careke dibêjin ku, heke weke ku berdevkên desthilatdariyê dibêjin ev dîmen û nûveye hatibin berevajîkirin, wê demê li şûna ku înkar bikin, bila şandeyên serbixwe bişînin herêmê da ku lêkolînan bikin.” 
 
‘ROJ ROJA LIV Û TEVGERÊ YE’
 
Bi domdarî Kemalbay diyar kir ku piştî bikaranîna çekên kîmyewî hinek şandeyên serbixwe xwestine li herêmê lêkolînan bikin lê belê ji hêla PDK’ê ve hatine astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rê nedayîna şandeyan ji hêla Rêveberiya Herêma Kurdistanê, di nava gel de rê li ber hêrs û fikaran vedike. Divê rêveberiya herêmê van şandeyan biparêze û destûrê bide ku li herêmê lêkolînan bikin. Divê kesek nebe şirîkê vî şerê hov û sûcên li dijî mirovahiyê. Di serî de OPCW, divê hemû sazî û dezgehên girêdayî NY, WHO û YE’yê di zûtirin demê de bikevin nava liv û tevgerê. Nexwe dê rewşa heyî rê li ber komkujiyên mezintir veke. Roj ne roja bêdengmayînê lê roja xwedîderketina li mirovahiyê û dijderketina şer e. Banga me ji bo hemû sazî, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelê me ew e ku li dijî van sûcên li dijî mirovahiyê bikevin nava liv û tevgerê. Em ê li ser vê bingehê, di 6’ê mijdarê de li Taksîmê li dijî şer û kuştinan bimeşin. Banga me li tevahiya gelê me û hêzên demokrasiyê ew e ku beşdarî vê meşa me ya mafdar bibin. Tekane daxwaza civakê ew e ku rastî derkevin holê. Em ê bi bêdengmayînê re nebin şirîkê vî sûcî. Heta ku rastî derdikevin holê jî em ê dev ji lêgerîna xwe ya heqîqetê bernedin.”
 
REFKLEKSA DESTHILATDARIYÊ YA LI DIJÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî da zanîn ku piştî dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hatin weşandin, desthilatdarî ketiye nava hewldana veşartina sûcên xwe û ev tişt anî ziman: “Weke gava ewil jî Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci binçavkirin û piştre jî girtin. Desthilatdarî bi helwesteke faşîzane, her kesê qala îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî dike ceza dike. Bloka AKP-MHP’ê ku hewl dide têkoşîna rêxistinbûyî ya kurdan li her derê tesfiye bike, ne tenê kurdan lê dixwaze hemû gelên din û têkoşîna wan jî teslîm bigire. Banga me ji bo hemû kesî ew e ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê tev li têkoşîna hevpar bibin û beşdarî meşa 6’ê mijdarê bibin.” 
 
‘NE ÎDIA LÊ RASTÎ YE’
 
Li ser navê BMG’ê jî Murvet Kuçuk axivî û got ku bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve êdî îdia nîne. Kuçuk, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di demên dawî de gelek belge hatin nîşandan. Dema em li dîmenên 2 gerîlayên HPG’ê dinihêrin, ev dîmen ji xwe vê rastiyê piştrast dikin. Ji ber ku bertekên gerîlayan ên di dîmenan de xuya dikin, semptomên piştî bikaranîna çekên kîmyewî nîşan didin. Bi van êrişan dixwazin gelê kurd teslîm bigirin. Divê gelê tirk jî di vê pêvajoyê de bi gelê kurd re be.” 
 

Sernavên din

30/10/2022
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike