Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye

STENBOL - Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu diyar kir ku ji ber AKP li herêmê li pêş nakeve kîmyasalê bikar tîne û li ser sûc hatiye girtin û bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye rastî ye. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî deverên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve 6 meh li pey xwe hiştin. Di van şeş mehî de bêhejmar êrişên bikaranîna çekên kîmyewî hatin kirin. Di êrişên çekên kîmyewî de herî kêm heta niha 44 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hatin belavkirin jî lê Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk û gelek rayedarên îktidarê îdia kirin ku çekên kîmyewî nehatine bikaranîn. 
 
Li seranserî dinyayê bikaranîna çekên kîmyewî tê protestokirin û hêrsa gelê kurd û dostên wan didome. Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji ajansa me re axivî. 
 
‘TIRKIYEYÊ ENCAM NEGIRT’ 
 
Tumuklu diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî asta şer nîşan dide û got: “Tirkiye nikare li herêmê bi pêş ve biçe û nikare encamê bi dest bixe. Îktidar ango Tirkiye ji şer nikare encamê bigire. Ev ji bo Tirkiyeyê veguheriye pirsgirêka ‘beka’yê. Tirkiye dibîne ku têkçûn an paşvekişîna li wê derê wê hem ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê û hem jî ji aliyê kesên li derdorê tifaqa wan ve hilweşîneke bê veger çêbike. Hebûna xwe bi vî şerî ve girêda ye. Bi awayekî xwezayî vî şerî weke şerê jiyan û mirinê dibîne. Dixwazin bikaranîna çekên kîmyewî encamê bigirin û xwe wisa rizgar bikin.” 
 
‘TIFAQA MILLET JÎ ŞIRÎKÊ SÛC E’ 
 
Tumuklu anî ziman ku di serî de CHP û Tifaqa Millet jî şirîkê vî sûcî ye û got: “Çimkî ew jî heman tiştî difikirin. Yanî bekaya rejîmê di têkbirina têkoşîna azadiya kurd de dibînin. Îktidara AKP-MHP’ê jî dizanin ku wê têk biçin, vê carî serî li rêbaza çekên kîmyewî didin. Dixwazin rê li ber têkoşîna tevgera azadiya kurd bigirin.” 
 
SIYASETA DURÛ 
 
Tumuklu bal kişand ser bêdengiya sazî û dezgehên navnetewî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û got: “Qada navnetewî siyasetek durû dike. Em bi siyasetek durû ya qada navnetewî re rûbirû ne.” 
 
‘BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ NE ÎDIA YE, RASTÎ YE’ 
 
Tumuklu destnîşan kir ku ew bi îktidarek ku li ser “sûc” hatiye girtin re rûbirû ne û wiha got: “Bikaranîna çekên kîmyewî ne îdia ye. Bûyerek rastî ye. Çimkî dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hene. Yên ku bêjin ‘îdia’ ye, ew bi zimanên serdestan diaxivin e. Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û tevahiya şer têkoşînek bêrawestan bê kirin. Dixwazin li tevahiya herêmê zindiyan tune bikin. Heke em li dijî vê bêdeng bibin, tê wateya ku em serdestiyê qebûl dikin. Divê bêhêcet em li dijî vê rabin. Divê li dijî vê têkoşîn bê mezinkirin.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel 

Sernavên din

01/03/2023
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin
10:56 Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir
10:55 ‘Wesayîta cenaze nedane, law bavê xwe di hembêza xwe de biriye goristanê’
09:02 Raporên kêmxesar didin mexdûrên erdhejê: Heke kêmxesar be hûn werin rûnin
09:01 Tê xwestin ku taxa welatiyên kurdên elewî bê valakirin
09:01 'Em jî wek Fîganî êdî dibêjin Ax û Fîgan’
09:00 Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir
09:00 Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN
26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin