MKGP: Em ê li ber xwe bidin

  • jin
  • 15:09 29 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - MKGP'ê ku ji bo 9 rojnamegerên hatin girtin daxuyanî da, got: "Li dijî polîtîkayên serîtewandina çapemeniya azad a kurdî em jinên rojnameger, em ê tu carî gavê paşde neavêjin. Em ê li ber xwe bidin! Em ê wêrek bin! Ne em ê kameraya xwe bigirin, ne jî em ê pênûsa xwe deynin erdê."
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî girtina 9 rojnamegerên hatin girtin daxuyaniyeke bi nivîskî da. MKGP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku divê dengê hevpar hîn bihêztir bibe. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Îşkence, girtin, zext, tundî ya li dijî çapemeniya azad a kurd her ku diçe zêde dibe. 
 
Îktidara AKP-MHP'ê ji bo civakê bike yektîp, ji bo tirsê belav bike, gel çavtirsandî bike, israra xwe ya di şer de didomîne, ji bo sûcên dike xuya neke, rastî ji civakê re neyê ragihandin dîsa çapemeniya azad a kurd kir hedef. Îktidara ku bi bêtehemuliyeke mezin nêzî kesên ne ji wan e, dibe: herî dawî bi 'Zagona Sansurê' ya ji Meclîsê derbas kir ji bo çapemeniya azad a kurd bide sekinandin, ket nava tevgerê. 
 
Di lêpirsînê de ku navenda wê Enqere bû, bi wextekî hemdem li 9 bajaran bi ser mala 11 hevalên me de hat girtin, bi kelepçeya berovajî û kaşkirina li erdê hevalên me bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Di nava çar rojên di bin çavan de hatin hiştin, nehat hiştin ku hev bibînin û bi vî rengî hatin tecrîdkirin. Îşkenceya bi gotinan, îşkenceya derûnî û fîzîkî li wan hat kirin. Bi taybet ji bo rojnamegerên jin sepaneke taybet ket meriyetê û bi hewldanên derket pêş hat xwestin rojnamegerên jin bê rûmet bên hiştin. 
 
Îro careke din em bi girtinên ji bo rojnameger rastiyê ji civakê re ranegihînin û rastiyê nenivîsin hatin hemberî hev. Ji hevalên me yên hatin binçavkirin Diren Yurtsever, Habibe Eren, Oznur Deger, Bêrivan Altan, Ceylan Şahinli, Deniz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin û Emrullah Acar serê sibehê bi senaryoya ku bi awayekî bê deng hatibû amadekirin hatin girtin. 
 
Di 8'ê Hezîranê de li Amedê 16 hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin û di 16'ê Hezîranê de jî hatin girtin. Wekî hinceta girtinê jî faliyetên wan ên rojnamegeriyê hatin nîşandan. Derbarê hevalên me yên ku dike têkeve meha pêncan ku girtîne hîn tu îddianame nehatiye amadekirin. 
 
Li dijî girtinan ew ê rojnemegerên jin terka qadan nekin, ew ê şopdarên heqîqetê bin. Çapemeniya azad a kurd tu carî dev ji dîtina rastiyan û dev ji şopandina heqîqetê bernedaye. Di vê oxirê de gelek berdêl hatin dayin û îro jî tê dayin... Em têk neçûn û em têk naçin! Çi rejîmên zextxwir û otokrasî be jî divê pîşeya rojnamegeriyê wekî hinceta binçavkirinê neyê nîşandan û rojnameger neyên girtin. Em çi qasî li ber xwe bidin û têbikoşin em çiqasî bê tirs pîşeya xwe bikin, ew ê zû yan jî dereng rastî derkevin holê. Faliyetên rojnamegeriyê, kamerayên me û pênûsa me nikarin wekî sûc bên hesibandin. Em ji her demê bi hêztir in ji ber ku em lêgerên heqîqetê ne. 
 
Divê em dengê xwe yê hevpar hîn bi hêztir bikin yek. Îro bêhiqûqî û bêedaletiya dest me dide wê sibehê dest kesên dengê xwe dernaxin, bide. 
 
Em bang li hemû rojnamegeran dikin, roja xwedîderketina li rûmeta rojnamegeriyê ye. Îro em li rûmeta rojnamegeriyê xwedî dernekevin, dibe ji bo sibehê gelekî dereng bimîne. Bi taybet li dijî polîtîkayên serîtewandina çapemeniya azad a kurd em ê wekî jinên rojnameger tu carî gavê paşde neavêjin. Em ê li berxwe bidin! Em ê wêrek bin! Ne em ê kameraya xwe bigirin ne jî em ê pênûsa xwe deynin erdê..."

Sernavên din

30/10/2022
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin