Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin

  • rojane
  • 16:11 29 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Mehmet Gunhan ê ku 4 rojan bi 9 rojnamevanan re di binçavan de ma û hat berdan diyar kir ku çapemeniya azad xeta heqîqetê diparêze û got: “Bi girtina rojnamevanan dixwazin mafê azadiya wergirtina nûçeyan a gel asteng bikin.” 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de di 25'ê cotmehê de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger duh bi şev bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Mehmet Gunhan ê ku demekê di MA’yê de stajyerî kiribû jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. 
 
Gunhan ê ku 4 rojan bi 9 rojnamevanan re di binçavan de ma û hat berdan behsa bêhiqûqiya li ser wan pêk hatiye kir. 
 
Gunhan bi bîr xist ku polîsan serê sibeha 25’ê cotmehê li Manîsayê ew kirine binçavan û di serdegirtina mala wî de pirtûkên wî û rojnivîska wî desteser kirine û lênûska wî ya ku helbest lê nivîsandine demek dirêj li serê hatiye lêkolînkirin. 
 
BIJÎŞK RAPORA ŞOPA KELEMÇEYÊ NEDAYÊ
 
Gunhan anî ziman ku piştî wî kirine binçvan birine nexweşxaneyê û ji bijîşk re gotiye divê bi kelemçekirî wî muayene nekin û bêyî ku bijîşk raporê amade kiriye û ew wek xwendekarek dibe şaşwaz li vê rewşê nihêriye. 
 
LI ENQEREYÊ TUNDIYÊ DEST PÊ KIR 
 
Gunhan destnîşan kir ku binpêkirinên mafan bênavber li ser hev zêdetir dibin û piştî wî anîne Enqereyê neheqiyê li dijî wî zêdetir bûne û dema wî anîne balafirgeha Enqereyê bi gefên polîsan re rûbirû maye û polîsan çêrî wî kiriye. 
 
Gunhan got wî dîtiye heman polîsan neheqî li rojnamevan Hakan Yalçin jî kirine û xwestine Yalçin bitirsînin û xofê li serê çêkin. 
 
BI ENDAMÊ HTŞ’Ê RE DI HEMAN QAWIŞÊ DE BÛNE 
 
Gunhan diyar kir ku ew û Denîz Nazlim, Emrûllah Acar û Hakan Yalçin bi yekî endamê HTŞ’ê re di heman nezaretxaneyê de hatine ragirtin. Gunhan da zanîn ku wan roja ewil nizanibûye bi çi tên tawanbarkirin û polîsan heqaret li pîşeya rojnamevanan û wan kiriye. 
 
GEFA KUŞTINÊ LI DEGER HATIYE XWARIN 
 
Gunhan behsa tundî û neheqiya polîsan di nezarexneyê de li wan kiriye kir û destnîşan kir ku polîsan îşkence li rojnamevan Oznûr Deger kiriye û her wiha gefa kuştinê lê xwarin e. Gunhan got ji ber ku polîsan qevdika destên wî şidandiye hê jî diêşin û bijîşk vê êşandina qevdika destên wî di raporê de diyar nekiriye. 
 
MÎZANSENA POLÎSAN 
 
Gunhan diyar kir ku polîsan heta jêpirsîna li dozgeriyê nehiştiye rojnamevan hev bibînin û got: “Di jêpirsînê de xwestin mîzansenekê çêbikin. Tevî ku em li dijî derketin jî lê me ji pişt ve kelemçe kirin. Bi qasî 90 metreyî me meşandin û me xistin yek rêzê. Ji her me yekê re şewqeyek anîn û heta me xistin hundirê otobusê dîmenên me girtin. Çawa ku me li otobusê siwar kirin, şewqeyan berhev kirin.” 
 
‘XETA AJANSA MEZOPOTAMYA EŞKERE YE’
 
Gunhan destnîşan kir ku dema ew li benda jêpirsînê hatibûn sekinandin hê nû hemûyan hev dîtine û li halê hev pirsîne û wiha got: “Tişta li wir hat darizandin êdî eşkere bûbû ku rojnamevanî ye. Denîz Nazlim û Bêrîvan Altan behsa wê kêliya ku serê wan tewandine kirin. Wan jî diyar kir ku xwestine serê rojnamevaniyê bitewînin. Lê hevalan bi berxwedana xwe mîzansena wan pûç kirin. Hemû hevalan bi salan nûçeyên binpêkirinên mafan çêkirine. Vê carê mafê wan bi xwe hat binpêkirin. Lê hevalan destûr neda ku mafê rojnamevaniyê bê binpêkirin. Hevalên rojnamevan di binçavan de jî hewl dan rûmeta xwe û pîşeya xwe biparazin û parastin jî. Ev jî xeta Ajansa Meztopotamyayê eşkere da nîşandan.” 
 
KÊFA WAN LI CIH BÛ 
 
Gunhan anî ziman ku her çiqas her 9 hevalên wî rojnamevan hatin girtin jî lê bi kêf û kelecan bûn û serê xwe netewandin. Gunhan got hevalên wî rojnamevan jê re gotine ew ê li girtîgehan jî nûçeyan çêkin û bişînin. 
 
‘LI DIJÎ XETA WAN ÇAPEMENIYA AZAD HEYE’ 
 
Gunhan diyar kir ku dema girtina rojnamevanan manidar e û got: “Li Tirkiyeyê tê xwestin ku gelek tiştan bikin yek tîp. Lê çapemeniya azad li dijî vê xetê ye û dixwazin bi bêdengkirina rojnamevanan yek tîpê pêk bînin. Dixwazin çapemeniya azad jî li gorî xwe dizayn bikin. Ajansa Mezopotamya ji wan ajansan e ku gelek nûçeyan derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de serwîs dike. Ev binçavkirin û girtin jî bi vê yekê ve girêdayî ye.”
 
AZADIYA WERGIRTINA NÛÇEYAN A GEL 
 
Gunhan destnîşan kir ku di 4 mehên dawî de 26 rojnamevanên kurd hatin girtin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Hevalên min ku hatin girtin, di rojnamevaniyê de gelek tişt fêrî min kirin. Ez her çiqas li Manîsayê xwendekar bim jî lê ez wek deynek di stûyê xwe de dibinim ku ez ê hewl bidim bi nûçegihaniya dilxwazî ya Ajansa Mezopotamyayê bikim û şûna hevalên xwe tije bikim. Tijekirina vê valahiyê ne hêsan e û divê mirov bi piratîkê şûna hevalê xwe tije bike. Îro tişta ku hatiye girtin ne rojnamevan in astengkirina mafê azadiya wergirtina nûçeyan a gel e.” 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

30/10/2022
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin