‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’

  • rojane
  • 09:05 30 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û Berdevka MKGP’ê Roza Metîna bertek nîşanî girtina 9 rojnamagerên çapemeniya azad dan û gotin: “Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne.”
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de di 25'ê cotmehê de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û her wiha Mehmet Gunhan ê ku demekê li MA'yê stajerî kiribû bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin. Rojnamevan Zemo Aggoz di 26’ê cotmehê de piştî karûbarên îfadeya li emniyetê hatibû berdan. 10 rojnameger piştî 4 rojan ji bo wergirtina îfadeyê derxistibûn dozgeriyê, dozgeriyê piştî îfade wergirtina 5 seatên, rojnamevan Dîren Yûrtsever, Bêrîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî, Emrullah Acar, Habîbe Eren û Oznûr Deger bi daxwaza girtinê, Mehmet Gunhan ê ku demekê di MA’yê de stajyerî kiribû jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgeriyê kirin. 
 
Dadgeriyê rojnamevan Dîren Yûrtsever, Bêrîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî, Emrûllah Acar, Habîbe Eren û Oznûr Deger de bi îdaya ‘Endamtiya rêxistinê’ girtin û şandin girtîgehê. Dadgeriyê Mehmet Gunhan jî bi şertê kontrola edlî berda. 
 
Piştî ku rojnamevan hatin girtin gelek sazî, dezgeh û partiyên siyasî bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan. Bertekên li dijî girtina rojnamegeran berdewam dikin. Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) bertek nîşanî girtina rojnamegeran dan.
 
‘BINPÊKIRINÊN MAFAN HER KU DIÇE ZEDE DIBIN’
 
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû derbarê girtina rojnamegeran de bi lêv kir ku piştî sala 2015’an desthilatê êrişên li ser çapemenî û qada civakî zêde kirin û Tirkiye di azadiya çapemeniyê de paş ve diçe. Muftuoglû, anî ziman ku binpêkirinên mafên rojnamegeran di raporên saziyên çapemeniyê yên navneteweyî de jî diyar e û ev tişt anîn ziman: “Desthilat naxwaze ku ji bilî wan kes biaxive. Ji ber wê jî li Tirkiyeyê her ku diçe zext bi awayekî berfireh berdewam dikin. Em wan zextan di krîza aborî, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û şerê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî gerilla tê meşandin de jî dibinin.”
 
‘JI BER KU BERXWEDANA KURDAN NIVÎSÎN BÛN HEDEF’
 
Bi domdarî Muftuoglû diyar kir ku desthilat êrişî rojnamegerên ku binpêkirinên mafan dixin rojevê dike û wiha pê dê çû: “Herî dawî di 25’ê Cotmehê de 11 hevalên me yên rojnameger, ji ber ku çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn xistin rojevê hatin binçavkirin û pişt re jî hatin girtin. Çekên kîmyewî ketin rojevê û gelek derdoran derbarê çekên kîmyewî de daxuyanî dan û Tirkiye jî neçar ma ku daxuyaniyê bide. Şerê li Başûrê Kurdistanê du sal in berdewam dike lê cara ewil e ku ev qas ket rojevê. Bi awayekî aşkere xuyaye ku hevalên me jî ji ber wê bûn hedef. Hevalên me ji ber ku binpêkirinên mafan ên li dijî kurdan û berxwedana kurdan nivisîn bûn hedef. Xwestin ku bi girtina hevalên me pêşî li vê yekê bigirin.”
 
Muftuoglû,  qanûna sansûrê jî bi bîr xist û ev tişt gotin: “Tevî muxalefet û saziyên çapemeniye jî ew qanûn di Meclîsê re derbas bû. Wekî rojnamegerên kurd berî vê qanûnê jî em bi sepanên sansurê re rû bi rû diman.”
 
‘KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD SERÎ NATEWÎNE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Muftuoglû balkişand ser hedef nîşandayîna rojnamegerên ku hatine girtin û got ku dema hevalên wan hatin binçavkirin çapemeniya desthilatê û miduriyeta polîsan xwestin serê hevalên wan bitewînin û wan hedef nîşan bidin. Muftuoglû, derbarê pirsên ku dozger di binçavan de ji rojnamegeran pirsîne de jî wiha got: “Ji hevalên me re nûçeyên ku wan çekirine pirsîn. Hevalên me nûçeya malbata Dedeogûllari ku li Konyayê 7 ferdên wan hatin qetilkirin çêkirin. Çi tesadufe ku di heman rojê de hevalên me hatin girtin û kujerên malbata Dedeogûllari jî hatin berdan. Bi girtina hevalên me xwestin ku peyamê bidin hemû rojnamegerên ku rastiyan derdixînin hole. Kevneşopiya çapemeniya azad bi mîrateya ku ji Apê Mûsa, Gurbetelî Ersoz, Nagîhan Akarsel û Ferhat Tepe girtiye, tu carî li dijî qetlîaman, bombekirinan û girtinan serî netewand û wê ji niha û pê ve jî netewîne.”
 
‘EM BI HEV RE ROJNAMEGERIYE BIPARÊZIN’
 
Muftuoglû, diyar kir ku dozger endamtiya DFG’ê jî ji rojnamegeran pirsî ye û got: “DFG komeleyeke qanûnî ye. Lê miduriyeta polîsan û dozgeriyê xwestin ku komeleya me weke derqanûnî nîşan bidin. Komeleyeke ku bi qanûnî avabûye weke derqanûnî bê nîşandan sûc e. Ev tenê jî bi awayekî vekirî diyar dike ku dosyayeke vala ye. Ji ber wê divê hevalên me demildest bên berdan. Banga me li hemû rojnamegeran ew e ku em bi hev re mafê rojnamegeran biparêzin û li dijî van êrişan derkevin. Ne tekoşîna takekesî, tekoşînek hevpar dikare mafan bi dest bixe. Ji ber wê banga me li hemû kesî ew e ku em bi hev re têbikoşin.”
 
‘DUH BÊDENG NEBÛN ÎRO JÎ NABIN’
 
Muftuoglû bi bîr xist ku DÎHA, JINHA û Rojnameya Ozgur Gundemê jî di 29’ê cotmeha 2016’an de hatibûn girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dewletê berdewamî esas e. 6 sal berê îro ev ajans û rojname hatin girtin, îro jî rojnameger hatin girtin. Çawa ku wê rojê bi girtina ajans û rojnameyan xwestin gelê kurd bêdeng bikin îro jî bi heman awayî dixwazin bi girtina rojnamegeran re dîsa gelê kurd bêdeng bikin. Lê çawa ku duh bi girtina rojname û ajansan em bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin.”
 
‘DESTHILAT JI BO ALOZIYAN VEŞERÊ ÊRIŞ DIKE’
 
Berdevka MKGP’ê Roza Metîna jî anî ziman ku êrişên li dijî rojnamegeran girêdayî siyaseta Tirkiyeyê ye û wiha got: “Li Tirkiyeyê rewşeke aloz heye, qeyrana aborî, siyasî û her tim hewildanên guherandina rojevê heye. Desthilat ji bo bikare van qeyranan veşêre her tim êrişî rojnamegerên çapemeniya azad dike. Desthilata ku heyî ji bo di hilbijartinê de serbikeve û binpêkirinên mafên ku li Tirkiyeyê veşerê, çapemeniya azad dike hedef. Dema em pirsên ku ji  rojnamegeran hatine pirsîn dinêrin, ji wan re gotine, ‘Ji ber çi we ev nûçe çêkirine, ji ber çi mîkrofon di deste wê de ye û hwd.’ ji van pirsan jî diyarê ku derheqê wan de tiştek tune ye. Her çiqas em îro hedef bên nîşandayîn jî em ê hertim karê xwe berdewam bikin.”
 
‘DIVÊ EM PIŞTEVANIYA XWE XURT BIKIN’ 
 
Metîna, destnîşan kir ku çapemeniya azad hêza xwe ji kêvneşopiya xwe digire û dê tu car serî netewîne. Metîna, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema rojnameger hatin binçavkirin jî îşkence li wan hat kirin, xwestin serê wan bitewînin. 15 seatan deste wan kelemçekirî bûn. Em baş dizanin ku ev yek zextên çewisandinê ne. Dixwazin bi van zextan pêşî li çapemeniya azad û ragihandina rastiyê bigrin. Lê ji dîrokê heta niha çawa ku li dijî zextan me karê xwe berdewam kiriye, em ê ji îro şunde jî serî netewînin û kare xwe berdewam bikin. Dê tu car nekarin bi zext û zoran çapemeniya azad asteng bikin. Em  bang li raya giştî jî dikin û dibêjin, bi êrişa çapemeniya azad peyam didin her kesî, sibê dê êrişî herkesî bikin. Ji ber wê piştevaniya hemû rojnamegeran gelek girîng e. Divê em hemû rojnameger bi hev re mafê ragihandinê biparêzin. Divê em li dijî erişan peyama, em ê bi hev re piştevaniya xwe xurt bikin bidin.”
 
 

Sernavên din

30/10/2022
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin