Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan

  • rojane
  • 11:59 30 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek caran di nirxandinên xwe de bal kişand ser armanca tesfiyekirina kurdan a AKP’ê û wiha got: “Heta li şûna dewletê jî partiya xwe diparêzin. Ev rewş, ziyanê digihînê amûra ku jê re dibêjin dewlet jî.” 
 
Ji sala 1993’yan heta niha Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek caran ji bo çareserkirina pirgirêka kurd kete nava hewldanan lê her carê jî ev hewldana wî bêbersiv hat hiştin. Li gel gelek biryarên agirbestê yên Ocalan, her wiha di navbera salên 2013-2015’an de jî pêvajoye bêpevçûnî da avakirin. Pêvajoya behsa xeberê heta Mitabeqeta Dolmabahçeyê jî domiya ku têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd çareseriyên bingehîn hatibûn pêşxistin. Mitabeqet, di 28’ê sibata sala 2015’an de bi tevlibûna şandeyên dewlet û Îmraliyê hat ragihandin. Lê belê Serokkomar Tayyîp Erdogan demek piştre ev mitabeqet red kir. Piştî ku Erdogan dîsa pirsgirêka kurd înkar kir, hevdîtina 5’ê nîsana sala 2015’an bû hevdîtina herî dawî ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re. 
 
Ocalan, nejidilbûna AKP’ê rexne kir û ji Şandeya Îmraliyê re ev hişyarî kir: “Dibe ku ev hevdîtin, hevdîtina dawî be.” Piştre jî hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an pêk hatin û Erdogan êdî bi tena serê xwe nekarî bibe desthilatdarî. Bi vê yekê re Erdogan vegeriya polîtîkaya şer û “Plana Têkbirinê” xist meriyetê ku biryara wê di 30’ê cotmeha sala 2014’an de bi civîna Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) hatibû dayîn û 10 saetan domiya bû. Pêvajo, bi bombebarankirina Qendîlê dest pê kir û îro jî bi êrişên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê berdewam dike. 
 
HEVDÎTINA ERDOGAN-BUYUKANIT
 
Di hevdîtinên bi Şandeya Îmraliyê yên di navbera salên 2013 û 2015’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek caran hişyariya polîtîkayên tesfiyeyê kir. Di hevdîtina 3’yê çileya sala 2013’an a bi Şandeya Îmraliyê de Abdullah Ocalan hevdîtina 5’ê mijdara sala 2007’an a di navbera Erdogan û Serfermandarê artêşa tirk Yaşar Buyukanit a li Dolmabahçeyê bi bîr xist û wiha got: “Di hevdîtina Erdogan û Buyukanit de bi derdora darbekar re lihev kirin ku kurdan paşguh bikin. Xerabkirina vê lihevkirinê, şertê aştiyê ye. Heke em aştî û çareseriyê realîze nekin, heke em nekarin pêşî li ber provakasyona operasyona KCK’ê bigirin, wê demê aştî tenê dibe çîrokek. Girtina dehhezar kesan komplo ye, bêbandorkirine û cureyekê kuştinê ye. Ji bo aştiyê tenê du mehên we hene. Piştre jî dibe ku parêzbendiyên we rakin û yên din jî tesfiye bikin. Dibe ku darbeyên dijwartir jî bên kirin.” 
 
HEWLDANÊN AKP’Ê YÊN XELET
 
Di hevdîtina 23’yê sibata sala 2013’an a bi Şandeya Îmraliyê re de jî Abdullah Ocalan balê dikişîne ser girîngiya rêgezên demokratîk û wiha dibêje: “Me ji nişkan ve dît ku AKP hewl dide li şûna hegemonyaya CHP’ê ya di navbera salên 1923-40-50’an de îcar hegemonyaya xwe ava bike. AKP’ê xwest hegemonyaya xwe ava bike û em jî li dijî vê derketin. AKP’ê got qey desthilatdarî ji bo ji hewa ve hatiye. Nedizanî bê ka şerê me yê çînîtî û gel çiqas dijwar e. AKP hegemonyayê dixwaze û dixwaze şûna CHP’ê bigire. Em destûra vê nadin. Dê ji bo AKP’ê derfetên pir tirsnak ên rantê çêbibin. Me bi têra xwe ji ya din kişand, bûleke din naxwazin. Hewldanên AKP’ê xeletin.” 
 
‘DEMA GERÎLA VEDIKIŞE, LI ŞÛNA WÊ AKP’Ê BICIH DIKIN’
 
Abdullah Ocalan, bertek nîşanî nîqaşkirina qadroyên cerdevanan da ku di bin navê “çareseriyê” de dihatin nîqaşkirin û di hevdîtina 24’ê hezîrana sala 2014’an de wiha digot: “Min di rojnameyekê de xwend, qala qadroyên cerdevanan ên nû dikir. Heta dixwazin gundên cerdevanan, herêmên wan ava bikin. Wateya vê hewldanê ew e ku dixwazin vî karî têk bibin. Ha ev feraset, dê her tiştekî tune bike. Heke tişta ku AKP ji vekişînê fêm dike ev be, ev nabe. Dema gerîla xwe vedişîne, li şûna wan AKP’ê bicih dikin. Ev wiha nameşe. Nabe ku qereqolên nû bên avakirin. Em qala biratiyê dikin, qala aştiyê dikin. Wê demê çi hewcehî bi van heye.” 
 
‘AKP DIXWAZE TUNE BIKE’
 
Ocalan, di heman hevdîtinê de dibêje ku AKP ketiye nava pêşbirka berjewendiyên teng ên partîtiyê û ev tişt anî ziman: “Heta li şûna dewletê jî partiya xwe bi cih dike. Ev rewş dê ziyanê bigihîne amûra ku jê re dibêjin dewlet jî. Ozal û Erbakan ji min re gotin; ‘em ji bo her cureyekê tevdîrên zagonî amade ne.’ Dema me bi artêşê re hevdîtin dikir jî heman tişt ji me re hatin gotin. Ez fêm nakim bê ka AKP çima ewqas xwe li rikê dide. Heke bibêjin qanûna nabe, wê demê di nava vî karî de xapandin heye. Sedema helwesta min a dawî jî ji ber vê rewşê ye. Ma dê kesên li Qendîlê biçin ser hîvê, dê biçin Endonezyayê yan jî Fînlandiyayê? Dê bi ku de biçin? Heke wiha be dê yek kes jî dev ji çekan bernede. Anku çi, dê me tevekan li Qendîlê kom bikin, di rojekê de 300 balafirên şer rakin û me tevekan di carekê de tune bikin? Ma dibêjin qey dê ji çar parên rêxistinê 3 jê bi vî awayî tune bibe? Bawerim rêbaza AKP’ê ev e. Di dawiya dawî de em ê bibêjin dixwazin me tune bikin.” 
 
GOTINÊN ERDOGAN BI BÎR XIST
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di hevdîtina 21’ê tîrmeha 2013’an de gotinên Erdogan ên “ez ê giyajehrkê vexwim” bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Lê belê kirinên wan jî tam berovajî vê ne. Me şer li dijî AKP’ê nedaye destpêkirin. Di serî de li dijî feodelên kurdan û piştre jî me li dijî dewletê da destpêkirin. Em niha jî dixwazin ku li vir bi nûnerên dewletê re vê rewşa bêpevçûnî veguherînin aştiyê. Lê AKP’ê gavek neavêt. Ji çar paran sêyan jê AKP’ê xwe neda ber. Rewşa bêpevçûnî çêbû, ev bes e. AKP çi dixwaze? Gelo dixwazin li şûna hêzên xwe vekişandin, hêzên xwe bicih bikin? Anku cerdevanan? Dê qadroyên pêşeng bikujin û yên din jî jihev belav bikin. Gelo ma ev çareserî ye?” 
 
LI DIJÎ PLANÊN TESFIYEKIRINÊ HIŞYARÎ
 
Di hevdîtina 17’ê tebaxa 2013’an de Abdullah Ocalan dibêje ku li dijî plana tesfiyekirinê sebir dike û ev tişt anî ziman: “Hinek kesan ji KCK’ê re gotiye; ‘hûn çawa ewqas sebir dikin?’ Rast gotine. Lê belê di van mijaran de ez gelek bêsebir nînim. Heke ev sebrê min ê mezin nebûya, ev pêvajo niha ji zû ve bi dawî bûbûya. Xwestin plana tesfiyekirinê têxin meriyetê lê min sebir kir. AKP hêjta wiha difikire; xwe bi pêşniyarên tesfiyekirinê yên dewleta paralel dixape û wisa bawer dike ku em bêçare ne. Lê ji hêla leşkerî ve serdema herî ya baş ev serdeme ye. Em ê bi tu awayî xwe tesfiye nekin. An em ê bi awayekî stratejîk çareser bikin an jî dê xwe li benda mijûlkirinê negirin. Dawiya her şerekî aştî heye. Şerê Îstîqlalê du salan dom kir lê evqas şehadet çênebûn. Ev ne şerê eşîran e. Heke hûn ji vê rastiyê birevin, wê demê dê mezintirîn xerabiya bidin dewletê. Armanca min a ji vê ew e ku we li dijî plana tesfiyekirinê ya hikûmetê hişyar bikim.” 
 
HESABÊN HEGEMONÎK ÊN AKP’Ê
 
Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku hesabên hegemonîk ên AKP’ê hene û wiha bi dawî dike: “Vaye niha li Tirkiyeyê kaos heye. AKP çima niha hewl dide xwe jê bide paş? Heke xwe jê paş bide, wê demê di nava vî karî de hîle heye, hesabên hegemonîk hene, tesfiye heye. Wiha nabe. Heke bi gotinên me bikirana, hem ji bo aqilê dewletê û hem jî bo giraniya wê dê baştir bûbûya. Em qebûl nakin ku bi fêlbazî, bi hîleyan gora me bikolin û partiya me lînç bikin.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

30/10/2022
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin